Dawud Rêbiwar: Tu berhemên xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî? Rewşa xebata te ya nivîsînê çawa ye?
Roşan Lezgîn: Ez li cihê karê xwe dixwînim û dinivîsim. Rojê 14-15 saet li bufeyekê dixebitim. Qet tehtîla min tune; ne şemî, ne yekşem, ne eyd… Dema ku muşterî tunebin, li demên xwe yên vala ez dixwînim û dinivîsim. Ji berê de rewşa min her wisa ye.
Dawud Rêbiwar: Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Roşan Lezgîn: Ez nikanim tam konsantire bibim. Binesaziya min a xebatê ne tekuz e; xebata min a nivîsînê dişibihe di rêwîtîyê de razana li ser pişta hespî. Hîn ku min hevokek nenivîsîye, muşteriyek tê, yan yekî din tê pirsa tiştekî dike, yan jî mêvanekî ku ji xwe aciz bûye derdikeve tê; ha çay, ha qehwe, ha munaqeşeyên siyasî yên ku asabê meriv serûbin dikin… Axir hişê min belav dibe û diçe, mîna ku nêçîra min ji nav destê min bifire here.
Dawud Rêbiwar: Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Roşan Lezgîn: Di warê çapkirinê de muşkileyên min çênebûne. Pirtûka min a yekem, hevalan bi xwe çîrokên min ji kovaran berhev kiribûn û çap kiribûn. Waşenxaneya min jî hertim li benda berhemeka min e ku çap bike. Ji destpêkê de heta niha, çi kesên ku berhemên min xwendibin, jê hes kirine û propaganda kirine ku bêne xwendin. Niha, ez dibêjim qey li dora sed-du sed kesî xwendevanên min di kurdîya zazakî de hene.
Dawud Rêbiwar: Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Roşan Lezgîn: Min peymana nivîskî îmze kiriye lê min têde daye zanîn ku heqê telîfê naxwazim. Ji ber ku weşanxaneyê wisa xwestibû.
Dawud Rêbiwar: Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Roşan Lezgîn: Heta bi niha weşanxaneyan ji aliyê maddî ve hîç pare ji min nexwestine. Lê carek min bona kitêbeka xwe, ji kerema dilê xwe wekî alîkariyekê 500 YTL da weşangerê xwe, ku ev pare ji firotina kitêban di carekê de ketibû destê min. Hingê min dizanî rewşa weşanger ji layê maddî hîç ne baş e. Weşanger jî îdealîstekî mîna me ye. Derdê wî yê sereke geşkirina ziman û edebîyata kurdî ye. Ango, bi mebesta ticaretê vî karî nake. Ez baş dizanim ku weşanger di nav hezarê zehmetîyan de ku kêm kes dikanin tehemul bikin, di şertên wisa tunebûnê de dixebite.
Dawud Rêbiwar: Te heqê telîfê stend an na?
Roşan Lezgîn: Weşanxaneyan gelek kitêb dane min. Hindek jê min bi xwe firotine, hindek jê li Ewropa û Kurdistana Başûr li ser hev hatine frotin. Dostan birine frotine û pareyê wan dane min. Heta bi niha min 9 kitêb çap kirine, 2 kitêb jî niha li ber çapê ne. Texmînen di zikê hev de ji her yekî 250 YTL pare ketiye destê min. Ji karê wergêrîyê jî, min li dora 2 hezar dolar pare qezenc kiriye. Lê hindek kitêbfiroşan jî kitêbên min firotine, pareyên min yan xwarine yan jî kêm dane min. Hindek kesan jî kitêbên min li ser hev bona firotinê ji min stendine, birine firotine lê pareyê min xwarine.
Dawud Rêbiwar: Ku te stendibe çi qas?
Roşan Lezgîn: Wekî min got, hinekan 50, 100, heta 300 nusxe jî kitêb dane min.
Dawud Rêbiwar: Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Roşan Lezgîn: Ez baş tênegihîştim ku di vê pirsê de pîvana “qîmet”ê çi ye. Lê ez wisa bawer im, heke qîymet nedana, dê çap nekirana. Ji layê din, weşanxaneyên ku kitêbên min çap kirine, hestên wan ên neteweperweriyê (îdealîzma neteweyî) xurt in. Ango, ez wisa bawer im ku berî maddîyatê anagajeyî netewayetiyê ne. Netewayetî hestên me yên muşterek in, ji vê çendê maddîyat di navbera me de nebûye muşkile.
Dawud Rêbiwar: Berhem baş hatin belavkirin yan na? (li cem hemî pirtûkfiroşên navendî peyda dibin yan na?)
Roşan Lezgîn: Pirtûka min a yekem du caran çap bûye. Niha nemaye. Yên din jî, ez baş nizanim gelo li her derê têne firotin yan na. Lê kurd bêhtir kitêbên xwe bi destan belav dikin. Wekî din jî, ez wisa texmîn dikim ku di belavkirina pirtûkên kurdî de muşkile gelek in. Wekî mînak, pirtûkfiroş pareyên weşanxaneyan yan înkar dikin yan gelek dereng didin yan jî kêm didin. Pirtukfiroşên tirk jî bi çavekî ne baş li pirtûkên kurdî dinihêrin, nafiroşin. Ji ber ku weşangeriya kurdî ne xwediyê syatuyeka qanûnî ye, dewlet û dadgeh jî bi çavekî baş li vî warî nanihêrin. Lewma jî kesên xêrnexwaz bi hêsanî pareyên wan dixwin.
Dawud Rêbiwar: Bi têra xwe reklam hate kirin, weşanger ji bo nasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Roşan Lezgîn: Ez bawer nakim ku weşanxaneyê bi xwe reklam yan jî nasandinek kiribe. Ji wî layî de muşkile hene. Lê hindek derdorên welatperwer, yan jî xwendevan an nivîskaran gotar li ser kitêbên min nivîsîne, li kovaran, li malperên enternetî belav kirine. Ev jî dibe reklam yan na, ez nizanim. Lê ez bawer im ku vê yekê ji layê nasandinê de karîgerîyek kiriye helbet.
Dawud Rêbiwar: Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
Roşan Lezgîn: Carekê wekî ‘roja îmzeyê’ nebe jî wekî şîîrxwendin û suhbeteka edebî bo Çewlîgê ji layê hindek xwendevanan ez hatim vexwendin. Dîsa, carek hindek endamên Eğitim-Sen a Mêrdînê û carek jî Şaredariya Bazîdê ez vexwendim, li wir jî min kitêb îmze kirin. Çar-pênc caran jî li Diyarbekirê ez wekî panelîst beşdarî hindek barnameyên hunerî û suhbetên edebî bûm. Lê dû re çend caran gazî min kirine, min nexwestiye ez biçim. Çunke, ez bala xwe didim reftarîyeka bêciddîyet heye, yan jî, ez bala xwe didimê ku çalakî bi mebesteka din çêdibin, lewre, min nexwest ez beşdarî bikim.
Dawud Rêbiwar: Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Roşan Lezgîn: Ez bi rewşa tevayî weşanger û weşanxaneyan nizanim. Lêbelê, ji berhemên wan dixuye ku hindek weşanger xwedî pirensîb in. Berhemên wan ji layê redaktekirin û estetîka weşanê de paqij in. Wekî mînak, Weşanxanya Vateyî heta ku berhemên xwe li gorî rastnivîsîna xebatên zimanî yên Grûba Xebate ya Vateyî redakte neke naweşîne. Ev yek prensîbeka hêja ye. Lê hemî weşanxane ne wisa ne. Ez dibêjim qey, rewşa weşanxaneyê bi exlaq û ciddîyet û zanîna xwedîyê weşanxaneyê re girêdayî ye.
Dawud Rêbiwar: Tu bawer dikî sedemê kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
Roşan Lezgîn: Na! Çunke di nav kurdan de weşangerên baş, nivîskarên baş û berhemên baş jî hene. Sedemê herî bingehîn yê kêmfirotinîya berhemên kurdî, bêstatubûyîna zimanê kurdî ye. Ger zimanek xwedî statu nebe, qîymeta wî zimanî jî zêde tune ye. Mebêjin ku ev jî zimanê kurdî be ku ewçend di bin tada û tehqîr û fişarê de be. Kesên ku bi kurdî dixwînin tenê yên îdealîst in. Wexta ku meriv ji zimanekî nan nexwe, statuyeka fermî ya zimanekî nîn be hingê qîymeta xwe jî nîn e. Heke berhemên kurdî kêm têne xwendin, ev yek ji ber qelsbûna hestên neteweyî ye jî.
Dawud Rêbiwar: Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kî bike? Çawa bike?!!!
Roşan Lezgîn: Ev sêpêya ku we li dar xistiye, bêguman divê hebe; lê beriya vê çerxê, divê zemînek hebe ku ev pergal li ser rûne. Heke ew zemîn hebe, ev bazar xweberî saz dibe. Kurd neteweyeka bêstatu ne. Ji sedî nod û nehê nivîskarên kurd ên Kurdistana Bakur tev bi hestên îdealîstîya neteweyî dinivîsin ne ku ji ber bidestxistina maddîyatekê. Belkî heta radeyekê populîstî û hewesa navdariyê jî hebe, lê esas hestên neteweyî li pêş in. Sosyolojîya nivîskarî û xwendina bi zimanê kurdî, hestên netewayetîyê ne. Ez bi awayekî qetî wisa bawer im ku ger hestên neteweyî di nav kurdan de geş bibin, têkoşîna mafên neteweyî gur bibe, hingê dê ev bazar xweberî saz bibe. Heke “kurdbûn” û “kurdî” bigihên statuyeka piçûk jî dê ev bazar heta roja qiyametê her li dar be. Na, ger têkoşîna millî tunebe, hingê tu rabî bi koman pare birêjî, dîsa jî ev sêpêya ku hûn tarîf dikin li piya nasekine. Divê hem ruh hebe hem jî gewde. Ruh, netewayetî ye. Ruhê melisî gewdeyê jî bi xwe re dirizîne.
Dawud Rêbiwar: Sala par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Roşan Lezgîn: Ev çend sal in ku min bi xwe zêde pare nedaye kitêb nekirîne. Mala wan ava be, hindek kes kitêbên xwe wekî dîyarî didin min. Wekî din jî, hevalên hêja hene, dibêjin, tu kîjan kitêbî dixwazî em ê ji te re bikirin. Lê ev du salên dawîn, ji ber wergerandin û redaktekirina gelek gotar û kitêban xwendina min kêm bûye. Heta ku nivîsandina berhemên min yên telîf jî kêm bûye. Hindek kitêb jî hene, êdî ez çavtirsî bûme ku bixwînim. Ez dixwînim, pê re gelek diêşim. Ez radibim rexne dikim, hingê xwediyê berheman yan jî weşanger di şûna ku li ser kêmasiyên xwe, li ser texrîbata ku kiriye bifikire, radibe demildest reaksîyonên bênezaket nîşan dide. Ev jî hewesa meriv dişkîne.
Dawud Rêbiwar: Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Roşan Lezgîn: Bi ya min hejmara xwendevanan ne kêm e, lê ne li gorî daxwaza dil e. Zêdebûna hejmara nivîskaran bi xwe jî, tiştekî baş e. Lê ev zêdebûn qalîteyê bi xwe re bîne dê baştir be. Ev nivîskarên hanê jî xwendevanên deh salên berê ne, yên salên nodî. Wê demê hestên neteweyî bilind bûn, ruhê neteweyî jî zindetir bû. Lê niha, kurdên Bakur siyaseten di nav rewşeka tarvmatîk de ne; siyaseta îroyîn ruhê kurdayetîyê pûç kiriye. Jixwe, zimanê ku ne xwediyê statuyeka fermî be, eleqe nabîne. Ger neteweyeka bindest siyaseten bikeve rewşeka tiravmatîk, ruhê neteweyî pûç dibe. Ev yek bandora xwe li ser edebiyat û berhemên nivîskî yên wî zimanî jî dike. Ev rewşeka sosyolojîk e. Wekî mînak, dema ku di radeyeka bilind de hestên neteweyî bi têgeha “ilkel milliyetçilik” bêne piçûkxistin hingê encameka wisa ne xweş ligel xwe tîne. Bona neteweyên bêdewlet, hestên neteweyî çendî bilind bibin, ruhê millî çendî hîşyar bimîne, bazara edebîyata zimanê wê neteweyê jî ewçend geş dibe.
Dawud Rêbiwar: Îcar heke em hinek bêhtir di çarçeweyeke giştî de li meseleyê mêze bikin, ango ji bilî aliyê weşangeriyê bi giştî li pirsgirêkên heyî ên nivîsa/nivîskariya kurdî binêrin; bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne gelo? (Ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)
Roşan Lezgîn: Niha, dewleta te hebe yan tunebe divê polîtîkaya te hebe. Divê ev polîtîkayeka neteweyî be. Derbareyê zimên de, ji layê neteweyî polîtîkaya me kurdan çi ye? Polîtîkaya partî an rêxistinên me çi ye? Tiştên mîna “em dixwazin mafê zimanê kurdî bête dayîn…”, temenî ne. Ev ne polîtîka ye. Bêpolîtîka bûyîn mirin e. Kêmasîya me ya sereke ev e ku, polîtîkayeka me ya zimanî nîn e. Ev gelek girîng e. Wekî mînak, xala 3. a Qanûna Bingehîn a Tirkîyê dibêje “zimanê me tirkî ye”. Herwisa, gelek xalên qanûnî yên Tirkîyê hene ku berevanîya zimanê tirkî dikin. Bona tirkan, ev polîtîkayeka neteweyî ye. Di ser hemî partîyan re ye. Lê em kurd darberayê zimanê xwe de bêpolîtîka ne.
Em neteweperwerên kurd, te divê kes an sazî bin, ango, çi partî û rêxistin hene, divêt em polîtîkayeka muşterek bidin pêşiya xwe: Pêşî, divêt hertim hewldana me ev be ku em zimanê kurdî li nav kurdan, di her warê jiyanê de bikin zimanê sereke. Ji ber ku çi statuyeka zimanê me nîn e, ji vê çendê di vê derbareyê de em ê xwe bispêrin hestên netewayetîyê. Ev yek bona neteweya kurd ne tiştekî negatîf e, berevajî, ev yek bi tevayî helwêsteka însanî û şorişger e. Neteweperwerîya kurdî, neteweperwerîyeka pozîtîf e. Çi kes nikane heman kirasî li neteweperwerîya kurdî û neteweperestîya neteweyên serdest bike. Kî berê kurdan ji neteweperwerîyê dide alî, ew dişminê kurdan e. Çunke, mebesta li vir, wekî ku tirk dikin, tunekirina zimanê kesî nîn e, îlhaqkirineka kulturên din jî nîn e, na, jiyandina zimanekî ye. Em ê hertim propgandaya vê yekê bikin. Ev xebata me ya hundirîn û sereke ye. Îcar, ji layê din, em ê bi hemî hêza xwe di nav her awayê hewldanê de bin ku, statuyekê bo zimanê xwe peyda bikin. Bi dewleta tirk re jî, bi dewlet û sazîyên Ewropa û cîhanê re jî, em ê hertim têbikoşin da ku di warê zimanê kurdî de mafekî rewa û resmî bi destê xwe ve bînin. Ev yek dê bandoreka gelek jiyanî li ser nivîskarî û weşangerîya kurdî bike. Esas di rewşeka wisa de, dê nivîskarên kurd bibin xwedî paye.
Kesên ku bi kurdî dinivîsin ne têde, derbareyê zimên de tu bi yekî kurd re munaqeşe bikî, dibêje “Ziman ne girîng e!” Divêt em vê zihnîyetê biguherin. Ev zihnîyet tenê bi nivîsîn û kitêban zêde nayê şikandin. Ev zihnîyeta hanê esas dikane bi rêya siyasetê biguhere. Çi dema ku aktorên sîyasî, wekî mînak, parlementer, şaredar, serekên liqên partîyê yên bajaran, kadroyên sîyasî bi zimanê kurdî xîtabî xelkê bikin, bi xelkê re bi zanebûn bi zimanê kurdî biaxifin hingê ev zihnîyet diguhere. Rola siyasetê di vir de gelek girîng e. Ji vî layî de, divêt kadroyên siyasî ji kesên kurdîaxêf bêne hilbijartin. Divêt em bi vê mebestê zorê li ser siyaseta kurdî bikin. Divêt nivîskar û weşangerên kurd xwedî helwêsteka siyasî bin. Herwisa, çalakîyên ku ziman bo xwe dikin amanc jî gelek girîng in. Wekî mînak, em bi hêsanî dikanin pêşbazîyên xwendinê di nav zarokan de çêbikin. Pêşbazîyên ku têde xelateka maddî hebe. Wekî mînak, Kurdî-Der bi hêsanî dikane pêşbezîyeka wisa çêbike. Dê ev yek di warê xwendina bi zimanê kurdî de geşbûnekê çêbike, dê ziman aktueltir bibe. Di vî warî de min gotarekê bi sernavê “Pêşnîyaza Pêşbezîyekê” belav kiribû. Bona xwendina vê gotarê meriv dikane li malpera http://www.pen-kurd.org/, http://www.peyamaazadi.org/ binihêre. Yanî, mebesta min ev e ku, em di warê aktuelkirina zimên de gelek xwedî kêmasî ne.
Dawud Rêbiwar: Hemin çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkun e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be, gelo dê nekare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…
Roşan Lezgîn: Pêşî divê ez viya bibêjim ku pirsgirêka ziman tiştek e, pirsgirêka nivîsîn û nivîskaran tiştekî din e. Pirsgirêkên nivîsînê, yên ji layê gramatîkê û standardîzasyonê, bêguman, hene. Lê her ku diçe, ev kêmtir dibin. 10-15 sal berê û niha em bidin ber hev, ku ez bi xwe têde jiyame, ez dibînim ku geşedaneka gelek mezin çêbûye. Îcar, pirsgirêka şexsan, pirsgirêkên nivîskaran yên taybet jî tewir bi tewir in. Kes zêde ji halê xwe yê takekesî razî nebe jî, ev muşkile niha ne li pêş in. Lê herwekî ku cenabê we jî got, heke hemî nivîskarên kurdî di bin banê kongreyekê yan konfederasyonekê de dengê xwe bikin yek, helbet ev yek di warê sazkirin û pêşdebirina polîtîkaya zimanê kurdî de dê sînerjîyeka baş di nav neteweya kurd de belav bike. Di vî warî de ez xemgîn im. Çunke, serborîyeka me ya ku bîranîna wê min diêşîne, li Diyarbekir çêbû. Herwekî ku cenabê we jî amaje pê dike, hest û nîyeta min hemin wisa bû. Bi vê eşqê ez nêzîkî xebata komeleyê bûm. Me komele danî. Komeleyeka nivîskaran bû. Di serî de me xwestibû ku heçî kesên bi kurdî dinivîsin, tenê ew bibin endam. Û ev komele bila xizmeta ziman, edebîyat û hunera kurdî bike. Lêbelê rêxistinê destê xwe kir navê û rabû wekî artêşa tirk darbe kir. Komeleyê kirin organa partîyeka siyasî. Komele bû wekî liqeka partîyê. Gelek hevalên din jê sar bûn. Xwe jê dûr dan. Ew eşq û heyecan şikîya. Di vê çarçeweyê de, divêt em bala xwe bidin ser hindek sazîyên din jî, ku ji wan re dibêjin, “sazîyên neteweyî (ulusal kurumlarımız)”. Gelo bi rastî jî ev sazîyên hanê neteweyî ne, yan tenê organên partîyekê ne?
Ez ê li vir mînakeka gelek balkêş nîşan bidim. Niha, gurûbek heye ku, ev bû serê 11-12 salan li ser standardîzekirin û aktuelkirina kirmanckî, ango, li ser kurdîya zazakî dixebite. Heta niha 30 hejmar kovar weşandine. Li dora 30 kitêbî çap kirine. Bi saya xebatên vê grûbê, problemên nivîsîna diyalekta zazakî hema bibêje ku çareser bûne. Ji 5 hezarî zêdetir peyv standardîze kirine. Tev bi îmkanên xwe yên kesane. Ev grûb, ango Grûba Xebate ya Vateyî, roj ji rojê geştir dibe. Her ku diçe pêşî li kurdîya zazakî vedibe... Gelo çima ev grûb ewqas xebateka serketî ya kollektîf dike û pirsgirêkek di nav wan de rû nade? Sedemê bingehîn zihnîyet e. Digel ku her merivek ji partî yan jî rêxistineka cihê ya siyasî ye jî di çarçeweya vê xebatê de konstrasyona her kesî tenê li ser zimên e. Çi eleqeya kesekî bi partîya kesekî din re, yan jî bi îdeolojîya wî re nîn e. Çi kesek di xebatên grûbî de meyla partîya xwe dernaxîne pêş, îdeolojîya xwe li ser hevalekî din zal nake. Ango çi kesek partîzanîyê nake. Kes nabêje, bila ev kom îllahîm di bin tehakuma min de be.
Dawud Rêbiwar: Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza (însafa!!) şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehêlin li benda şaredariyan! Helbet dikarin -û divê bikin jî- ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de) Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?
Roşan Lezgîn: Ev jî pirseka xemgînkirinê ye. Heke Rojên Wêjeyê çêbibin qey dê ziman bifilite? Û jixwe, meseleya yekîtîya nivîskaran jî, min behsa wê kir. Mesele jî, ne meseleya însaf û wijdana şaredarekî yan jî konfederasyona nivîskaran e. Mesele, nebûna polîtîkaya zimên e. Ger te kanî polîtîkayeka zimên durist bikî, vê polîtîkayê bikî polîtîkaya partîyê, hingê kesê ku li ser navê partîya te bûye şaredar jî, nivîskar û xelk jî, dê rîayetî vê polîtîkayê bikin.
Bona ku mebesta min baştir bête fêmkirin, li vir, ez mîsaleka wisa bidim. Em wisa xeyal bikin ku li gundekî kurdan li xwendegehekê dersdar û şagird tev kurd in. Heta ku avahîya xwendegehê jî ji layê kurdan hatibe lêkirin û mûçeya dersdarî jî kurd bi xwe didin. Lê ger zimanê perwerdeyê tirkî be û mewzûata perwerdeyê jî li gorî qanûnên komarê be, çi eleqeya vê perwerdeyê yan jî vê xwendegehê bi kurdbûnê, bi neteweya kurd re nîn e. Îcar, hemin bi vî awayî, em werin ser şaredarîyan. Carînan, dibêjin “Ev e, me şaredarî bidest xistin. Êdî em xwe û bajarên xwe îdare dikin”. Yan jî, dibêjin “Me ewqas parlement şandin meclisa Anqereyê…” Hingê, yên ku îdareya şaredarîyê bi dest dixînin, dibêjin qey ev e, kurd xwe îdare dikin. Ev şaredarîyên kurdan e, filan û bêvan. Xelk jî wisa bawer dike. Mixabin, ev xwe xapandineka gelek mezin e. Çi eleqeya şaredarîyan bi kurdbûnê re nîn e. Niha, em dizanin, ew mewzûata ku, wekî mînak, pê şaredarîya Çorumê tê îdarekirin û ya Diyarbekirê, hemin yek e. Zimanê fermî yê her duyan jî tirkî ye. Ev yek ne “xwe îdarekirin e û ne jî, bajarê xwe îdarekirin” e. Dîsa, te divê 550 parlementerên meclisa Anqereyê tev kurd bin, dîsa jî, bona kurdan çi wateyeka vê yekê nîn e! Ya girîng ew e ku mewzûateka te hebe û zimanê te bibe zimanê rêvebiriyê. Mafê kurdan ev e, wekî din qal û qîl in. Serxwebûnîya ekonomîkî li tu dera dinyayê nîn e. Ango bila qet dewleta te tune be, lê mewzûata te divê hebe. Divê zimanê te li ser axa te, di rêveberîya te de fermî be.
Dema ku behsa “federasyonê” yan “otonomîya demokratîk”, heta ku, dema behsa “danîna dewleteka kurdan” jî dihate kirin, çi caran derbareyê zimanê van îdareyan de çi bername yan jî amadekarîyek nehatiye kirin. Herwekî ku ziman tune be, yan jî, bi awayekî din, ziman û mewzûta heyî qebul kirine. Tu partî yî. Herî hindik, tu dibêjî “ez otonomîya demokratîk datînim”. Ev şeklekî îdareyê ye, ev rêvebirinek e. Nexwe, tu dê dîyar bikî ku sînorên vê îdarekirinê heta kîderê ne, divêt tu diyar bikî ku zimanê vê îdareyê/rêvebiriyê dê çi be. Û helbet divê tu li gorî vê yekê jî amadekariyan bikî. Amadekariyên fiîlî. Ger tenê ev yek di gotinê de dimîne, ango îddîaya xwerêvebirinê li ser kaxiz bimîne, hingê tu eleqeya vê têkoşînê bi kurdbûnê re jî nîn e! Ji layê kurdan, ji derveyî pirsa bêdewlet bûyînê, ji derveyî qedexe û fişardina dewleta serdest, tiştê ku pişta zimanê kurdî dişkêne, ev bêpolîtîka bûyîn e, ev xapandin e, yan jî ev polîtîkaya çewt e. Ev polîtîka enerjîya kurdan tune dike, lê li ser hesabê neteweya serdest e. Barê zimanê kurdî tenê di stûyê nivîskar û hindek dildarên neteweperwer de dihêle.
Em jî radibin li benda însafa şaredar dimînin! Yan jî, em radibin wateyeka pir mezin û xeyalî li Rojên Wêjeyê û li nivîskaran bar dikin û tiştên gelek mezin ji wan hêvî dikin ku rabin zimanê kurdî bikin serdest, bazara zimanê kurdî geş bikin.
Axir, ger min dirêj kiribe jî, ev tiştên hanê divê bêne gotin. Û wekî gotina dawîn, ez gelek sipas dikim ku cenabê te vê firsendê da min ku ez di vî warî de nêrînên xwe îfade bikim. Berxodar bî.(*)
___________________
(*) Ev hevpeyvîn li 19.05.2008 di çarçeweya “nîqaşa pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî” de, ji bo malpera www.diyarname.com bi riya e-maliyê hatiye çêkirin, hem di malpera navborî de hem jî di www.netkurd.net de hatiye weşandin.