zazaki.net
05 Kanûne 2023 Sêşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

KORZINDETÎYA ZIMANÎ Û SÎYASÎ!...

04 Tebaxe 2009 Sêşeme 15:51

Berîya her tiştî ez spasîyên xwe pêşkêşî we hêjayan dikim ku hûn li ser rewşa zimanê kurdî derîyê nîqaşan vedikin. Zimanê kurdî wekî birîneka bêderman e! Xwedê bike ku gelek kes di vê mijara grîng de, ev mijara zimên ku hebûn û nebûna me kurdên Kurdistana Bakur tayîn dike, hizirînên xwe eşkera bikin. Ez bi xwe bêhêvî me lê cardin dibe ku pê re derîyê konseptek an jî têgihîştineka ronîdar li me vebe.

Ji bo pirsa we ya yekem, ez ne bawer im ku ez ê bikanibim wekî bersivekê pêşnumaya projeyeka giştî pêşkêş bikim. Amadekirin û rêvebirina projeyan karê sazî yan jî organîzasyonên mezin e. (Jixwe, evên hanê jî karên wan ên hîn grîngtir hene!) Gelo sazî yan jî organîzasyonên kurdan yên ku bikanibin derbarê jîyandin an jî pêşdebirina zimên de projeyên mezin saz bikin û bi rê ve bibin hene yan na? Ez dibêjim hene. Dikanin bikin. Kadro jî hene, materyal jî hene, alav û mekan jî hene, xelk jî heye. Lê mixabin nakin! Bîla îstîsna, hemî komik û grûb û partîyên kurdan di meseleya zimanê kurdî de di heman rengî de ne. Ziman hîç ne di bala wan de ye.

Çima? Ji ber ku şuûra wan a neteweyî gelek qels e. Sîyaseta kurdên Bakur ne sîyaseteke Kurdistanî yan jî kurdewar e. Bo numûne, niha çar parlementerên Diyarbekir yên ji sîyaseta kurd hene lê tu yek ji wan peyvek bi kurdî nizane. Ji vê çendê, tenê bêhna kurdî ji vê siyasetê tê, ewqas. Bi bêhnê jî zik têr nabe!

Çima? Ji ber ku di bergeha awirê kemalîzmîyê re li xwe û li me dinihêrin. Ji ber ku wekî kurd tevnagerin. Ji ber ku ew kemalîzma ku ava jîyana xwe ji tehqîrkirina kurdan vedixwe û kultura çepgirîyê, jehra xwe xistine mejîyê sîyaseta kurd. Sazîyên kurd yên ku li ser navê “kurdayetîyê” di nav tevgerê de ne, bi giştî fêrî tirkî bûne û êdî venagerin bi ser zimanê xwe de. Hîç naxwazin vegerin bi ser zimanê xwe de. Ji ber ku sîyaseta kurdan ne sîyaseteka kurdane yan jî Kurdistanî ye. Dema ku qala serxwebûna Kurdistanê bikin jî, dîsa ne Kurdistanî ne.

Her wekî ku tê zanîn, li tevayî cîhanê, li hemî dewranan îqtîdar di destê sîyasetê de ye; sîyaset hukim li xelkê dike. Xuy û exlaqê sîyasetê, edeb û terbîyeta sîyasetê, fikr û zikr û meyla sîyasetê, zimanê sîyasetê çi be, evên hanê sîrayetî xelkê dikin, şekil didin awayê jîyana xelkê. Bêguman roşinbîr, edîb, hunermend jî bi berhemên xwe re li ser civakê xwedî bandor in, (bi ya min di warê zimên de derdora ku li ber xwe dide tenê ev kategorî ye) lê hukmê sîyasetê hemî tiştî digre nava xwe. Bo numûne, heke sîyaseta kurd xwedîtîyê li Mehmed Uzunî nekirana, ger qedrê Mehmed Uzunî bi vî awayî negirtana dê ewçend xelk, ewçend xerîb û xomal jî li wî xwedîtî nekirana. Ji vê çendê, ger hêzên sîyasî yên kurd meseleya zimên fehm bikin (ez dibêjim sîyasîyên kurdan meseleya zimên fehm nekirine, xwedîtîya li Mehmed Uzunî jî ne ji ber keda wî ya bo zimanê kurdî bû!) ez bawer im hîn jî em bi derengî neketine. Hîn jî mumkin e ku qedera zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) ya li Bakur bête vegerandin. Lê mixabin di vî warî de ji sîyasetê çirîskeka piçûk jî ji min ve naxuye. Berevajîyê wê, hemî îşaret û delîl bi me nîşan didin ku zimanê kurdî li Kurdistana Bakur ji dest diçe!

Çunke, ev e her tişt li meydanê ye. Çi gundî çi bajarî, hema bibêjin ku tevayî malbatan, bi taybet ev serê pênc-şeş salên dawîn, dest pêkirine bi zarokên xwe re bi zimanê tirkî diaxifin. Çi ecêb e ku şeş-heft sal berê di sîyaseta kurdên Bakur de, ji alîyê ramanî û derûnî de şkestineka mezin pêk hat! Sîyaseta Bakur berê xelkê kurd da bi tirkbûnê ve yan jî “Tirkîyeyîbûnê” ve. Lewma jî êdî xelk îstîqbala xwe di zimanê tirkî de dibîne. Xelk êdî hîs dike ku zimanê kurdî emelekî mezin e; bar e, bela ye!...

Êdî wisa bûye, ewên ku doza zimanê kurdî dikin di çavê girseyên mezin yên xelkê de bela ne! Ango ev in, yên ku nahêlin aramî çêbibe. Sîyaseta kurd ya serdest jî -ger zimanê kurdî bo xwe mînanî çesnekê nebîne- hingê karê neteweperestên kovî (ilkel milliyetçilik) dibîne, ku li gorî wan roj ne roja vî karî ye! Gelo we hîç bihîstîye ku sîyasîyên kurdan rojekê ji rojan ji bo zimanê kurdî meşekê li dar xistibin, yan jî gireva birçîbûnê pêk anîbin?...

Digel vê dîmena reş dîsa jî ez ne reşbîn im. Ez hêvî dikim ku çend sazî bêne ber hev û projeyek di ser sîyasetê re bimeşînin, yan jî li ser zimên sîyasetê bikin, bila ziman bibe alavê sereke yê sîyasetê heta ku statuyekê bo zimanê kurdî dirust bikin. Çunke heta ku statuyeka sîyasî ji bo zimanê kurdî sererast nebe, xelk nanê xwe ji zimên nexwe, dê halê vî zimanî ji vî halê hanê ne çêtir be. Ez bawer im ger sîyasîyên kurdan projeyeka wisa bidin pêşîya xwe dê ev yek bibe çîmento yan jî şîrêzeka qewîn a bihevrebûna hemî çîn, tebeqe û kategorîyên civaka kurd. Bo numûne, dema ku şaredarê Sûrê yê Diyarbekir ji ber eleqeya wî ya bi zimanê kurdî re ji kar hate derxistin, ji derveyî hêza sîyasî ku ew bi xwe di nav de ye, hemî kes û derdoran piştgirî dan wî lê sîyaseta wî ew bêxwedî hişt. Divê em di çarçeweya zimanê kurdî de baş bala xwe bidin ser vê dîyardeyê ku ev yek di binhişê xelkê de çawa cih digre û çawa xwe dide der, çawa qîymeta zimanê kurdî dadixîne asteka jêrtir.

Niha ez naxwazim zêde behsa sedemên dîrokî yên têkçûyîna zimanê kurdî bikim. Lewre, ev yek gelek hatîye gotin. Heke bi kurtî çend gotin li ser sedemên rewşa zimanê me bêne gotin, dê ev bin: Sedemê bingehîn yê têkçûyîn û windabûna zimanê kurdan nebûna dewleta wan a neteweyî ye. Bêguman kartêkirina polîtîkayên sîstematîk yên asîmilasyona tirk, herwisa, tundî û fişardinên berdewam yên dewletan…

Bêyî ku ez gotinê zêde dirêj bikim, ez dixwazim qala rola malbatan bikim. Çunke ev jî rêyeka rasyonel e ku her kes dikane tiştekî bike. Mumkin e ku bi vê rêyê jî em bi ser kevin. Ango îhtîmal e ku em bi rêya berxwedana takekesî/malbatî jî pêşî li mirina zimanê xwe bigrin. Li gorî min ev pêşnîyaza hanê jî dê ne li dûrî aqil be. 

Di vî warî de ji xwe wêdetir ez ê behsa kesî nekim. Ez ê qala xwe bikim. Bo numûne, ez bi xwe hîn şeş salî bûm ku ji gundê xwe derketim. Li bajarê Entabê, di nav zarokên tirkan de min dest bi xwendinê kir. Ji binî ve nebe jî, lê ez gelek ji zimanê xwe bi dûr ketim. Niha ez li Diyarbekir rûdinim. Çar zarokên min hene. Her çar jî li dibistanên tirkan dixwînin. Lê gelek baş bi zimanê xwe dizanin. Bi zimanê kurdî (kurdîya zazakî) diaxifin, dixwînin û dinivîsin. Tu problemeka malbata min bi zimanê bav û kalên min re nîne. Çunke qedrê ziman li mala me gelek bi xurtî tê girtin. Li nav malbata min ziman wekî wasiteyeka girîng ya nasnameyê û wekî qadeka bingehîn a têkoşîna kurdayetîyê tê dîtin. Heta ku li nik me kurdayetî, yan jî nasnameya me ya mîllî ziman bi xwe ye. Pîvana kurdbûn yan jî xebata kurdayetîyê bikaranîn û axaftina zimanê bav û kalan bi xwe ye. Bo numûne, em wisa bawer in ku ger merivek yan jî kesayetekî kurd di warê kurdayetîyê de gelek têkoşîyabe, berhem afirandibe, ango kitêbên wî yên bi zimanê kurdî jî hebin, lê ger wî kesî zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekiribe, di çavê me de ew korzinde ye! Her wekî ku tirk dibêjin ew “kısır” e. Ango dol jê çênebûye. Ê nexwe, kesê yan jî kesa ku dol jê çênebûbe, herwekî erdê ku nehatibe tovkirin, beyar û bêxêr e, bêkêr e!

Li mala me jî televîzyon heye. Televîzyona tirkan. Me satelayt nîne ku em temaşeyî kanalên televîzyonên partîyên kurdan, televîzyonên wan yên xwerrû polîtîk (!) bikin. Dibe ku zikê me ji wan têr be jî! Lêbelê, em bi malbatî li ser rola televîzyonê munaqeşe dikin. Faydeya xwe çi ye, xisara xwe çi ye? Ev fîlmên serîyal yên tirkan dixwazin çi bikin? Kîjan jîyanê bo me dikine model?...

Me zarokên xwe bi xebroşkên kurdî bi xew ve kirine. Digel ku zarok mezin jî bûnê lê hîn jî xebroşkên bi zimanê bav û kalan di nav mala me de kultureka sereke ye. Em bi malbatî wateya îdyoman, gotinên pêşîyan, çîvanok û mamikan şîrove dikin. Ev hemî tişt ji bo zarokan dibe qada parastina zimanê bav û kalan.

Her ku zarok mezin bûn, li dibistanan fêrî zimanê tirkî bûn, lê pê re jî fêrî alfabe û xwendina zimanê bav û kalan (zazakî û kurmancî) bûn. Ev xweberî çênebû. Me zanî ku dibistan dê zimanê me ji binhişê zarokên me bimale, bişo, têk bibe. Wekî tedbîreka bingehîn, pê re jî, me alfabe û xwendina kurdî fêrî zarokên xwe kir. Di warê fêrkirina alfabeya kurdî de me ji dibistanê fayde dît, dibistana tirkî karê me hêsan kir, ne ku zehmetir kir. (Meriv bixwaze, dikare ji her neyînîyekê sûdekê werbigre) Niha, carînan alîkarî ji wan dixwazim da ku metnên min ên destnivîskî bixwînin. Ez li wan guhdarî bikim. Diya wan, metnên kurdî bi wan dide xwendin da ew jî têbigihê çi hatîye gotin. Yan jî, carînan destnivîsên xwe bi wan didime xwendin da ez li komputerê bar bikim. Tiştekî din jî, di warê xwendin yan jî axaftinê de, heta ku mumkin be, em xwendin an jî axaftina zarokan desta dest redakte dikin; redaktekirina axaftinê, telafuz yan jî sazkirina hevokan. Bo numûne, vê sibehê keçika mezin ji xwişka xwe re got, “Min çaxrî ji te re avêtibû…” Ez tavilî redakte dikim: Meriv dibêje “Min çaxrî dabû te…” Her çendî peyva “çaxrî” bi tirkî be jî, di vira de ne problem e. Ya grîng sîstema zimên e, sentaks e. Ev hemî çalakîyên hanê teferuatên parastina zimanê kurdî ne di nav malbatê de û bi zanebûn têne kirin.

Zarok bi zimanê kurdî dinivîsin. Çunke di vê heyama hanê de, di vê dewra telekomunîkasyonê de ger ziman neyête nivîsîn, di bîra meriv de namîne. Tu wate yan jî pêwîstîyeka zimanê ku neyête nivîsîn jî nîne. Zimanê ku nehatibe nivîsîn, standardîze nebûbe, lîteratura xwe çênekiribe, qet ne mumkûn e ku di bîra tu kesî de bimîne, dê xweberî bimre. Îcar, çi kesê ku bi zimanê xwe binivîse, di heman demê de zimanî di bîra/hafizaya xwe de jî dineqişîne. Sîstema zimên bi rêya nivîsînê dikare di binhişê meriv de mayende be.

Bêguman zimanê ku zarok pê neaxifin, ne dûr e ku bîst yan sîh sal bi şûn de bi tevayî ji navê rabe, winda bibe. Ji vê çendê paşeroja zimanê me di destê xwedîkirina zarokên me de ye.

Gelo her malbat dikane vê performansê pêk bîne? Bi ya min, “belê”, her malbatek gelek bi hêsanî dikane zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî bike. Li Kurdistana Bakur, ji her alîyan ve şert û zurûfên vê yekê musaît in. Hem bi têra xwe metaryal hene, hem atmosfera sîyasî û yasayî/qanûnî rê dide. Em dikanin bi vî awayî zarokên xwe di xwendina dibistanên serdestan de jî serketîtir bikin. Bo numûne, zarokên ku bi kurdî baş dizanin û dikanin bi kurdî binivîsin, tirkîya wan jî baştir dibe, herwisa, gelek bi hêsanî fêrî îngîlîzî jî dibin.

Divê masmedyaya kurdan, roşinbîr û desthilatên kurdan di her firsendî de xelkê ji alîyê psîkolojîkî ve îqna bikin. Axaftina zimanê kurdî ne ku wekî barek yan jî belayek, na, wekî hêjahîyeka mustesna, wekî rengê bingehîn yê nasnameya takekesî û civakî nîşan bidin. Bo nomûne, ez gelek caran diçim dibistana ku zarokên min tê de dixwînin. Di sinifê de ez wan zîyaret dikim. Di nav zarokan de, li ber mamosteyan ez bi zarokên xwe re bi kurdîya zazakî diaxifim. Em zimanê xwe wekî dewlemendî yan jî wekî otantîkîya nasnameya xwe didine nîşan. Ev yek ji bo me dibe wesfeka hêja. Lêbelê, ji bo hezaran xelkî, ji bo hezaran kesên sîyasî yên kurdên Bakur axaftina bi zimanê kurdî wekî tiştekî şermîyê yan jî wekî fihêtek tê dîtin.

Ev tiştên ku min derbarê rola malbatê de wisa bi kurtî qiset kir, çend teferuat bûn. Meriv dikane hîn dewlemendtir qal bike, yan jî yên ku aniha gotara me dixwînin dikanin di vî warî de hîn dîyardeyên berfirehtir û rengîntir biafirînin. Ez ji dil bawer dikim ku, gelek malbatên bi vî awayî li Diyarbekir, li Kurdistana Bakur, herwisa, koçberên kurd ku li bajarên rojavaya Tirkîyê ne hene. Ev ne hejmareka hindik e. Belê, wekî takekes yan jî wekî malbat, em dişên bi vî awayî jî li ber xwe bidin.

Axir wekî gotina dawîn, li Kurdistana Bakur mirin û jîyîna zimanê kurdî di nav hev de ne, li hev alîyan e. Hêvîya min ew e ku em roj ji rojê ziman derxin pêş, em li ser zimên nîqaşan li dar xînin, peywendîya zimên bi jîyanê re ji her hêlan de bidine ber pirsan, di vî warî de em zanîna xwe kûrtir bikin, vê zanînê li der û dora xwe, li xelkê xwe belav bikin. Û ez hêvî dikim ku em rasyonel bin, em li benda mucîzatan nemînin. Ger di bîra we de be, wextkê sîyasîyên kurdan digot, em ê Kurdistana Sosyalîst Demokratîk û Hevgirtî ava bikin hîn pirsa zimên çareser bikin. Çavê me li vê mucîzeyê bû! Niha, di warê jîyandina zimanê kurdî de ji bilî berxwedana takekesî û malbatî tu rêyeke din ji min ve naxuye.(*)

Diyarbekir 16.10.2007

_____________

(*) Ev gotar li ser teklîf û hin pirsên malpera Amîdakurd hatiye nivîsîn û li malpera www.amidakurd.com (16.10.2007) jî weşiyaye.

 

No nuşte 1447 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.