Hertim tê gotin ku gelê kurd xwedî çandeke bedew a devkî ye. Zargotina gelê kurd deryayeke bêbinî ye, gencîneyeke gewre ye. Lêbelê, neteweyek her çendî xwedî folkloreke bedew be jî, di vê heyama îroyin de; di vê qirna enformasyon û teknolojiyê de ger di zûtirîn demê de vê çanda xwe ya devkî veneguhêze çandeke nivîskî, di her warî de lîteratura nûjen neafirîne û herwiha vê yekê li ser zemîneke nivîskî qerar nestîne, hem ew mîrasa xwe ya devkî roj ji rojê mîna berfa ku li ber tav û barana nerm a biharê ku çawa bêhemdî nikare xwe ji helandin û tunebûnê xelas bike, dê ber bi paşerojên nediyar ên windabûnê ve biherike û hem jî dê xwediyên vê keleporê bi wê helandinê re di nav tarîtiya dîroka bêînsaf de winda bibin û herin.
Neteweya kurd ev serê sedan salan e ku bindestê dewlet û otorîteyên biyanî ye ku lewma jî ji sazkirina ruh û manewîyateke netewî, ji afirandina çandeke nûjen û herwiha, ji taybetmendî û refleksên xwe yên netewayetiyê ve lavaz ketiye, pir-hindik hertim di nav çarenûseke lipaşmayî û karesateke nedîtî de, di nav tirajedyayekê de nîvfetisandî maye, ku lewma jî dike-nake li hember hêzên serdest di şertên newekhev de bêgav dimîne têbikoşe ku ev jî hertim bi xwe re şkestinên dijwar tîne. Dîsa, meriv dikare lê zêde bike, ku gelê kurd ta îro ji bo îdealên azadkirina xwe ya neteweyatiyê xwîna ku rijandiye, berdêla ku daye belkî bi têrî dehan car azadkirinê dike lê mixabin di dirêjahiya dîroka xwe de tu car negihaye wê xewna xwe. Çima? Mîna ku her dem hatiye gotin ku niha jî her tê gotin, tu car yekîtiyeke qewî pêk neanîye. Bêguman sedemên neyekbûneke qewî gelek in, lê sedema herî bingehîn û sereke çi ye, hîn jî başebaş nehatiye zanîn û dahurandin.
Di nav xelkên cîhanê û neteweyên din de tu car nehatiye dîtin û gelek jî bi xwezayî eşkera ye, ku tu car jî yekîtiya neteweyekê li ser hîmên îdeolojîk û aborî pêk nehatiye û ev yek jî qet ne mumkun e. Ger neteweyên bindest ên cîhanê yekîtiyek li hember zordestan pêk anîne û azadiya xwe bi dest xistine, ev jî bi saya du hêmanên bingehîn pêk hatiye, ku ev jî Ziman û Ol e. Lê dîsa çi xebînet e ku partî û bizavên ku ji bo rizgarkirina neteweya kurd dest bi şer û berxwedanê kirine û xwestine gelê kurd yek bikin da ku karibin xwe dirêjî azadiya xwe bikin, hertim serî li îdeolojî û doktirînên biyanî dane û zimanê xwe, çanda xwe ku sedem û delîlên hebûna wan e, piştguh kirine û bi çavên biyaniyan lê nihêrîne. Lê heyhat û heyhat ku tu car jî di ser zemîna wan doktorînên biyaniyan de kurd nikarîbûne xwe dirêjî wê azadiya ku ewçend dixwazin bikin û hertim pêsîra xwe ji şkestinên tirajîk xelas nekirine, berevajî, cudatiyên di nav civaka kurd de her kûrtir bûne. Hezar car heyf û xebînet ku di dirêjahiya dîroka kurdan de hemî hêzên siyasî yên kurdan hîn jî hay jê nîn in, ew yekîtiya ku ewçend tê xwestin, ew hêz û potansiyela berxwedanê ya li hember zordestiya dişminên qewmê kurd tenê dikare li ser hîmê neteweyatiyê çêbibe.
Mamostayê giramera kurdî Mîr Celadet Bedirxan di kovara Hawarê de di sala 1932 de wiha dibêje, “Du hêman hene ku dikarin neteweyeke bindest azad bikin: Ziman û Ol. Ji ber ku ola gelê kurd û neteweyên serdest yek e û li heman perestegehê li pey heman pêşnimêjî îbadeta xwe bi cih tînin û di ser de jî, ew biratiya ummetî heye di nava dîndaran de, lewma jî, bi tenê di destê gelê kurd de çeka ziman dimîne. Ger kurd xwe li zimanê xwe bipêçin, rê heye ku helbet xwe bigihênin azadiya xwe.” Lê hezar car heyf û xebînet ku ev destûra rewnak û perspektîva gerdûnî bala siyasiyên kurdan nekişandiye, ji ber ku hertim bala wan li ser doktirînên derveyî bûye.
Bêguman, gelek partî û şexsiyetên siyasî yên kurdan hene ku di riya azadkirina neteweya xwe de berxwedaneke gewre pêk anîne; pişta xwe spartine çiyayên asê yên Kurdistana qedîm û ji ava kaniyên xweşmêran vexwarine û welatê xwe seranser bi xwîna xwe sor kirine. Lê mixabin, ev şerên dijwar û sext hertim li ser zemîneke bi tenê îdeolojîk dane meşandin û doza netewî mîna terîmeke neteweperestiya kovî (ku niha hinek dibêjin, “İlkel Milliyetçilik!”) hesibandine û bi destê xwe damar û delîlên jiyan û hebûna xwe tune kirine û hîn jî ev tradîsyona karesat berdewam e. Roj ji rojê ew ruh û manewîyata netewî ku ji mêj ve qels bû, niha dike ku bi tevayî tune bibe û xaka reş bi şanî me bête dayîn! Bala xwe bidinê; bi dehan bizavên siyasî yên kurdan hene û di bin sîwana wan de bi dehhezaran kadroyên siyasî canê xwe fîda kirine û herwiha çiqas îdeolojî, doktirîn û felsefe nemaye ku jiber dizanin, lê çi heyf ku ta niha hîn lîteratureke polîtîk, felsefîk, aborî û dîroka bi zimanê kurdî pêk nehatiye. Lewre tu kesî bîr nebiriye yan jî qet jê re xem nebûye ku çandeke siyasî ya nivîskî biafirînin, da ku hişmendiyeke netewî bibe mîras ji bo paşerojan. Qet nebe me dil dixwest ku ta îro ew bi cildan pirtûkên ku hatine xwendin û ew perwerdeya siyasî ku li ser wana hatiye kirin wergeriyana zimanê kurdî. Bi tenê di dirêjahiya dîrokê de mîna ku bi tenê pirsa zimên, a çend kesên ku xwedî rehên edebî û hunerî ne, li hêviya wan hatiye hiştin û tenê li wan hatiye spartin. Jixwe, ta îro di nav bizavên siyasî ên kurdan de hîn nîqaşeke ku di warê hebûna neteweyekê de rola ziman çi ye, nehatiye kirin. Dîsa meriv dikare bibêje ku ji sê parên kurdan parek xwerû siyasetmedar in; dikarin bi saetan li ser polîtîka, îdeolojî û doktirînan konferansan bidin. Ger meriv vê yekê mîna pîvanekê hilde, divêt heta îro bi hezaran pirtûkên bi zimanê kurdî yên felsefe, îdeolojî û herwiha îlmên polîtîk hebûna. Lê mixabin hingê bi karê polîtîkayê ve mijûl bûne ku lewma jî ev karên mîna wergera pirtûkan a bo zimanê kurdî û herwiha nivîsandina bîrdoziya xwe a bi zimanê ku ji bo wî têdikoşin, (ji bo van karên nehêja) wextê wan tune bûye! Divê bi kar û barên ziman re bi tenê çend kesên helbestnivîs eleqedar bibin, li gor wana ev yek bes e û zêde ye jî!…
Belê, îro ziman û bi wî re jî çand û nasnava kurdî, ew ruh û manewîyata netewî li hember xetereyeke mezin dikin ku serî bitewînin da ku em hemî êdî rehet bin! Bêguman sedemê vê rewşa zimanê kurdî di serî de, jixwe, dişminên qewmê kurd heta bi qirika xwe tawanbar in û ji bo wan ev yek qet nayê înkarkirin, lê îro bi qasî gunehê wan û heta ji wan jî zêdetir êdî meriv dikare bi hêsanî bibêje ku siyasetmedarên kurdan tawanbar in.
Ger hîn jî ev ziman û çand li piyan e û ji bo paşerojan li ber xwe didin, di vê serdema nuh de meriv dikare bi hêsanî bibêje ku bi saya kovar, rojname û pirtûkên kurdî ye û herwiha, ew zarokên jîr û dilsoj ên vî xelkê mazlûm in ku dil û mejiyê xwe ji bo pênûsa xwe dikin hubr. Lewre jî, meriv dikare bi hêsanî bibêje ku kovar kelehên parastina ziman, çand, nasnav, ruh û manewiyata netewî ne û ew nivîskarên edebiyata kurdî jî, -siyasiyên bakur ne têde- her yek neferekî canfîda û nobedarên van kelehan e.
Ka hela em bala xwe bidinê, kovara Hawarê ku bi tenê kesekî entellektuel ê jîr li pey bû, ew kelepora ku wî ji neteweya kurd re hiştiye ji mîrasa rêxistina Xoybûnê, serhildana Agirîyê û ya Şêx Seîd ne bedewtir e? Kovara Hawarê di dema xwe de ji entellektuelên kurdan re bûye zemîneke xurt ku ew karibin têde şax û zîl bidin. Ger Hawar tune bûya gelo dê Cîgerxwîn hebûya? Ku dema srûda “Kî ne em?” tunebûya dê çawa werzek ji werzên neteweya kurd kêm nebûya?
Ka hela bila ji kerema xwe re kurd û bi taybetî jî hemî siyasetmedarên kurdan piçek bifikirin ku kovarên heyî bila weşana xwe rawestînin, gelo dê çi li pey wan bimîne? Dê kîjan kelehên siyasetê bikaribin ziman û çanda kurdan biparêzin?
Îro demografiya Kurdistanê seranser felişiye û xelkê kurd çar-neçar li keviya bajarên xerîb, li derî û keriyên xerîbiyê diçilmisin. Ew çanda wan a heyî, zimanê wan di gundê wan de, bi pel û potên wan re di nava taramên agir de şewitî û xelk bêgav maye ku li bajarên biyan fêrî zimanê serdestan bibe!... Jixwe, fêrbûna ziman û çanda serdestan di heman demê de jibîrvekirina -tunekirin- ziman û çanda wan e. Ger îro, ku hîn jî wext heye, di serî de siyasetmedarên kurdan ji bo sazkirina ruh û manewiyata netewî ji dil hewl nedin xwe, helbet dê nikaribin xwe bigihînin wê xeyala xwe û bi xwe re xaka reş bi şanî gelê kurd jî bidin. Û helbet bila neyête ji bîrvekirin, ew yekîtiya ku ewqas dixwazin, ji bo ku pêk bînin, bi tenê dikarin li ser zemîna zimên û bi sazkirina manewiyateke netewî pêk bînin.
Belê, xetere ji ber ku gelek mezin û sosret e ku lewma jî ji Hawarê û bi vir de ye ku ev mijar bi awayeke sosret her tê vegotin, lê mixabin tew tu xema siyaseta kurdan jî nîn e!
* * *
Nûdem dehsaliya xwe pîroz dike. Di rojên dijwar de, di rojên ku zimanê kurdî mîna berfa biharê li ber tava germ û barana nerm bêhemdî -bêxwedî- dihele de, wê mîna Kela Amedê, mîna Birca Belek û mîna Kela Mêrdînê hembêza xwe ji zimanê kurdî re vekir û mîna dayîkeke dilovan ku bi şîrê xwe yî spî û helal dergûşa xwe bimijîne, bûye kelehek ji kelehên canfîda yên parastina ziman, çand û edebiyata kurdî. Divêt ku tu bijî Nûdem, lewre îro eniya berxwedana ziman û çanda kurdî, nasnav û manewiyata netewî ji her wextî firehtir bûye ku ta niha bi tenê zilm û qedexeya dişminên kurdan hebûn, lê îro sersarî û xemsariya siyaseta kurdan û pê re jî a civaka ku li dinê belav bûye, ji her rojê bêhtir berdewam e. Tu her bijî û dîrok dê heqê her kesî bike destê wan helbet! (*)
_________________
(*) Ev nivîs li kovara Nûdem, Hejmar 39-40, Stockholm 2001, r. 73-76 weşiyaye