Fîl, hêzdartirîn û mezintirîn heywanên li rûyê erdê ne. Bi komelî li mêrg û çêregehên fireh, li daristanên bê ser û bê bin ên Afrîkayê dijîn. Fîlek rojekê dikane ji 225 kîloyî zêdetir giya bixwe. Fîlên Hindistanê jî hene, lê yên Afrîkayê hîn xurttir û mezintir in. Fîlên Afrîkayê heft ton û nîv giran in. Bilindîya sermilên wan dikane heta 3-4 metre be. Bi her du diranên xwe yên ku hertim dirêj dibin, dikanin êrîş bikin, xwe biparêzin. Xortumê wan ê dirêj bi kêrî gelek tiştî tê. Bi qasî 70-80 sal temenê wan heye.
Fîlek bi hêza xwe dikane sed merivî di erdê re bipelixe. Bi pîyên xwe yên ku her yek mîna stûneka zexm e, dikane hemî estîyên merivekî xizûz-xizûz di hev de bihêrîne.
Lê ew çiqas hêzdar dibin bila bibin, meriv bi eqlê xwe wan kedî dikin û dixin bin xizmeta xwe.
Gelo hûn dizanin ev heywanên ewçend hêzdar çawa îtaetî merivan dikin, çawa dikevin bin fermana merivan? Ango hûn dizanin fîl çawa kedî dibin?
Fîl, herçendî li mêrg û çêregehên fireh biçêrin lê xuyekî wan heye, dema ku diçin ser avê, hertim di heman rêyê de diçin. Didine pey hev û dimeşin.
Îcar, çend meriv diçin li ser rêya wan çalekê vedidin. Bi qasî ku fîlek bikeve çalê û nikanibe jê derkeve, ewqas kûr dikin. Serê çalê bi daran digrin. Qirş û qal dikin ser daran û bi axê serê çalê digrin. Fîlê ku pêşî tê, pê li wan daran dike, dar di binî de dişkên û fîl dikeve çalê. Nikane jê derkeve. Hevalên wî yên ji kerîyê li dora çalê diçin û tên lê nikanin çi tiştekî jî bikin. Jixwe, tî bûne. Divê gavek berî gavekê xwe bigihînin ser avê. Çawa ku ji wan doran fîl xalî dibin, hingê ew kesên ku çalê kolane, kincên reş li xwe dikin, bi qasî ku neyêne naskirin ser û çavê xwe dinixumînin û bi daran û çovan dikevin ser fîlê ku ketiye çalê. Dema ku lêdixin, canê fîlî diêşe lê nikane xwe tevbide, nikane ji nav çalê derkeve.
Ew meriv wê rojê bi têra xwe lêdidin, canê wî baş nerm dikin, wî di nav çalê de dihêlin û didin rê diçin.
Roja din, kincên xwe diguherin, kincên xwe yên rojane, bi taybet yên sipî li xwe dikin. Avê bi xwe re tînin, avê didin fîlî. Piçek jê hes dikin, destê xwe di pişta wî de didin û diçin.
Roja pey re, cardin kincên reş li xwe dikin, ser û çavê xwe dipêçin, dar û çovên xwe digrin û tên. Dîsa dikevin ser fîlî, lêdixin, lêdixin. Hincika wî derdixin. Û di wî halê perîşan de dihêlin diçin.
Rojtira din, dîsa kincên xwe yên rojane li xwe dikin. Avê tînin didin fîlî. Jê re giya tînin, çiloyê daran tînin. Zikê wî têr dikin. Hindek jî jê hes dikin, destê xwe di pişta wî de didin, wî maçî dikin û diçin.
Sibeha din, cardin wan kincên reş li xwe dikin, xwe dipêçin û bi dar û çovên xwe ve tên. Çawa digihên ser, lêxe ha lêxe. Dîsa canê wî baş nerm dikin.
Êdî fîl perîşan dibe. Qet hêz têde namîne. Lê ew meriv dcardin didin rê diçin. Halê fîlî ne tu hal e. Hindik maye ku êdî hêvîya xwe ji jiyanê bibire.
Roja di pey re, dîsa kincên xwe yên normal li xwe dikin, bêr û kulingên xwe digrin tên. Jê re avê bi xwe re dibin, giya û çilo jê re dibin. Lê nadinê. Radibin ji alîyê pêşî de çalê dikolin ku fîl bikanibe jê derkeve. Axir fîl ji çalê derdikeve. Ava ku bi xwe re anîne didin fîlî. Pişt re giya û çilo didinê. Destê xwe di canê wî de didin, ser û çavê wî dişon. Êdî fîl jî ji wan hes dike. Fîl dibêje qey, bi xêra wan ji mirinê filitîye. Dema ku ew didin rê diçin, fîl jî li dû wan diçe. Jixwe, ji kerîyê xwe qetîyaye. Tenê maye. Xwe bêçare dibîne. Hingê çawa ku meriv didin rê diçin, ew jî dide dû wan.
Ji wir û pê de, êdî ew fîlekî kedîbûyî ye. Bi wî gewdeyê xwe yê mezin û hêzdar dikeve bin fermana însanan. Ew bibêjin “Mexel be!” mexel dikeve. Bibêjin “Rabe!” radibe. Bibêjin “De bimeşe!” dimeşe. Heta temenê wî hebe, heta roja mirina xwe, dibe xizmetkarê wan merivan.
Dê baş e. Fîl heywanên bêzar û bêziman in. Meriv jî biaqil û zana ne. Lêbelê, wisa xuya ye ku hindek meriv jî ji aliyê merivine din kedî dibin. Heta ku hindek milet jî ji alîyê miletine din kedî dibin, dikevin bin fermana wan, dibin tabiê wan, îtaetê wan dikin…
Kedîkirina merivan, kedîkirina miletan çawa çêdibe?
Mentiq yek e, lê şêwe hezar in.
Lêbelê çi dema ku yê kedîbûyî ji vê prosesê agahdar bibe, hingê dê tilisma kedîbûyînê jî xirabibe. Çi dema ku merivî mentiqa kedîbûyînê têgihîşt, hingê dê ev bibe gava pêşîn a azadîyê. Dê zincîrên kedîbûyînê yek bi yek biqetin. Kesê ku azadîyê naskiribe, miletê ku tama azadîyê girtibe tu car nayê kedîkirin. Ger alaya azadîyê carek hatibe hildan êdî tu car danakeve.