zazaki.net
06 Hezîrane 2023 Sêşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

JI PERSPEKTÎFA EDEBÎ PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ KURDÎ

01 Tebaxe 2009 Şeme 09:58

Ez ê di sêgoşeya ziman, edebiyat û edîb de pirsgirêkên sereke yên zimanê kurdî, bi qasî zanîna xwe, diyar bikim.

Wekî hûn jî dizanin, wateya zimên a herî pêşîn ew e, ku mirov bi saya zimên fikr, hîs û xwestinên xwe dide zanîn; xwe pê îfade dike. Dîsa mirov bi saya zimên ji hev fêm dikin. Ev, wateya zimên a herî sade, basît û masûm e.

Lêbelê di rastiya xwe de ne ziman ewçend masûm e û ne jî wateya zimên wisa sade ye. Lewre, aliyê zimên ê semawî (teolojîk) ne têde, bi giştî ziman bi ked û xwêdana civakekê hatiye wucûdê; ziman berhema jiyan û tecrubeyên hezaran salên miletekî ye. Di her peyvekê de keda sedsalan a miletekî heye. Em wisa mînakekê bînin ber çavê xwe, ew aleta ku em jê re dibêjin “Destar” ku du kevirên gilover û niqirandî ne û bi awayekî li ser hev têne danîn. Wekî mekanîzmayeka hêrandina tene ye ku arvanê çêdike. Em ji xwe re wisa xeyalekê bikin ku însaniyet yan jî ecdadên me bona afirandina vê aletê, bê hela çend sedsal ked dane. Ew ked, di heman demê de bona navê wê aletê, yanî peyva “Destarê” jî hatiye dayîn. Lewma jî di her peyvekê de ked û xwêdana sedsalan a pêşiyên me heye.

Ziman, awa û rîtma xwe, şekl û şêweya xwe, dirûv û tebîeta xwe ji jiyana civakekê girtiye. Û ziman jî, xulqê xwe, reng û dirûvê xwe daye jiyan û xulqê civaka ku bi wî zimanî diaxife; gotinên pêşiyan, biwêj û qalibên ku di nav zimên de ne, ji tecrubeyên civakê yên hezaran salan derketine holê.

Ziman, wekî mîraseka qedîm, milkekî muşterek û çîmento yan jî ew şîrêza jiyanî ya bihevrebûna xelkekî ye; ziman axiftvanên xwe dike xwedî ruh û hîsên muşterek.

Çawa ku her zimanek aîdê miletekî ye, miletê ku bi wî zimanî jî diaxife, ew jî aîdê wî zimanî ye. Di nav ziman û axaftvanên wî de aîdiyeteka gelek qewîn heye. Lewre, ziman navê xwe dayê axaftvanên xwe. Navê xwe daye welatê wan.

Navê ziman, gel û welatê wî gelî yek e. Ev hersê tişt mîna goşt û neynûk bi hev ve zeliqandî ne, ji hev nabin. Ger ziman ji navê bête hilanîn, milet wekî netewe û dîsa cografya jî wekî welat winda dibin. Ji ber vê yekê, hebûna xelkekî, wekî netewe, bi jiyîn û qedera zimanê wî ve girêdayî ye. 

Ji aliyê din, di nav zimanekî de dîroka wî xelkî jî heye. Ji gelek alîyan de şeklê jiyana wî gelî, fêm û feraset, asta zêhn û zanînê û herwisa, xeyalên wî gelî jî têde dijîn û têne parastin. Ziman hafizaya muşterek a miletekî ye. Di nava zimên de xuy, exlaq, fikr û edetên wî xelkî jî têne parastin û geşkirin.

Ziman, hem şeklê fikirîna şexsan e û hem jî şeklê fikirîna komeleyê ye.

Dîsa, ew tiştên ku em bi kurtasî ji wan re dibêjin kultur, ew jî, bi giştî li ser zemîna zimên ava dibin û dîsa bi giştî di nava zimên de jiyîna xwe îdame dikin ku ev jî awayê jiyanî ya muşterek a neteweyî ye. Ev hewcedariyeka manewî ya însan e. Ku însan nikane bêyî aîdiyetiya bi komeleyekê ra wisa bi tena serê xwe bijî. 

* * *

Di encama lêgerîna xweşkirina jiyanê de însên hunerê nas kiriye. Niha gelek cureyên hunerê hene. Ji nava huneran yê herî fireh û bi tesîr jî edebiyat e; helbest, çîrok, roman, ceribandin…

Edebiyat, ji zimên çêdibe. Meyana edebiyatê gotin e. Edebiyat hem ji zimên dixuliqe û hem jî zimên estetîze dike, zimên diparêze. Edebiyat ruhê zimên teze dike. Rengekî nuh û xweşikiyê dide zimên; heml û qapasîte û potansiyela zimên a îfadekirinê firehtir û dewlemendtir dike.

Manaya edebiyatê ya rastîn, pêşî xweşikkirina ziman e, dû re jî, xweşikkirina ruh û xemilandina xeyalên însên û jiyana însên e. Herwisa, edebiyat hem ruhê mirov ê şexsî dewlemendtir dike û hem jî ruhê muşterek ê komelayetiyê dewlemndtir dike. Ji qedîmî, di warê duristkirina şexsiyeta mîllî de hertim huner xwedî bandor û xweî roleka sereke bûye û dê her bi vî awayî be jî.

Edebiyat wisa bi nazikî û nazenînî û xweşikî mudaxeleya xeyalên mirov dike ku xwendevan belkî qet tênagihê bê ev çawa çêdibe. Ez dixwazim bi du hevokan vê yekê hinek îzah bikim. Em bibêjin:

Çekdar di nav tarîtiya şevê de ketin rê û çûn.”

Ev hevokeke sade ye. Bi tenê îfadeyek têde heye ku hin kesên çekdar di şeveka tarî de ji derekê dane rê û çûne. Hewqas. Tiştekî din têde tune. Lêbelê, edîbek -helbet li gorî amanca metna xwe- dikane bi heman peyvan hevoka xwe bi şeklekî edebî saz bike ku bê hûnê niha bibînin di nav zêhna me de çawa tofanekî radike û deriyên fikirîn û xeyalkirinan li me veke.

Heman hevok bi şeklekî edebî:

Çekdar di nav şevê de ketin rê û tarî-tarî çûn.

Eynî peyv in, lê piçek bi cihê wan hatiye lîstin. Ev hevokeka edebî ye. Niha, ev hevok hem wê îfadeya pêşîn, ku min qal kir, tîne bîra me, lê ji ekistirayê gelek tiştên din jî bi me dide fikirîn ku “gelo ew çekdar jî kesên tarî, yanî bi guman bûn? Gelo ew ber bi çarenûseka nediyar a tarî ve çûn? Gelo wan razek bi xwe re bir, yan razek li dû xwe hişt? Û gelek tiştên din tîne bîra mirov….”

Dîsa, hevokeka wisa hat bîra min:

Lêvên rojê radimûsin çiyayên welatê min.

Yanî ev hevoka edebî bi me dide zanîn, ku çiyayên welatê vî edîbî gelek bilind in. Lê, wisa tabloyeka xweşik tîne ber çavên me ku em di xeyalên xwe de hez û zewqeka zêdebar jî jê digirin…

Herwisa, edebiyat, ji ber ku malzemeya wê bi tenê ziman e, di heman demê de hafizaya şexsiyeta netewî û estetîka wî xelkî ye jî…  

Di rastiya xwe de edebiyata miletekî tune, edebiyata zimanekî heye. Lewre, edebiyat fealîtyetek li ser zimên e. 

Em wisa xeyalekê bikin ku edîbekî ereb dema metneka edebî binivîse û di seranserê vê metnê de jan û xeyalên xelkê ereban binivîse, berhema xwe ji xeml û motîvên jiyana ereban birêse, lê dema bi zimanekî din metna xwe binivîse, hingê ew nabe metnek ji Edebiyata Erebî. Zimanê berhema edebî çi be, ew berhem jî aîdê wî zimanî ye.

Niha ez çima van tiştan dibêjim?

Çunke ewên ku nikanin bi zimanê xwe binivîsin, yan jî naxwazin bi zimanê xwe binivîsin û keştiya xwe kişandine lengergeha zimanên serdestan, ku li wir hem paye û rant heye lê xeter û zehmetî tune ne û hem jî xwarin heye!… Îcar mîna bahane û fetwayekê dibêjin “Ger em qala xelkekî bikin, bi çi zimanî bibe jî, tiştek nabe, vegotin bes e!...” Û niha jî, viya mîna polîtîkayekê aresteyî ciwanên me dikin.

Qalkirina xelkekî baş e, lê ew nabe edebiyata wî xelkî!

Her edebiyatek bi tenê aîdê zimanê xwe ye.

* * *

Edîb, subjeyê edebîyatê ye; ewê/ewa ku edebiyatê diafirîne.

Nivîskar, terîmekî firehtir e. Her kesê ku dinivisîne, çi dibe ew dizane, nivîskar e. Yanî, ferqa di navbera edîb û nivîskar de ew e ku, bona edîb ziman amanc e, lê bona nivîskêr ziman ne amanc e, bi tenê wasitayek e, ku pê bîr û boçunên xwe der dike an jî dide zanînê û xwe pê îfade dike….  

Edîbek, pêwîstiya xwe bi sê tiştên sereke heye: Qabîliyet, ziman û tecrube.

Ji ber ku faeliyeta edebî di rastiya xwe de estetîzekirina zimên e, lewre, divêt edîbek mekanîzmaya zimên, mentiq û herikîna zimên; îlm û gramera zimên, ruhê zimên baş nas bike û gelekî baş bizane. Edîbek, di rastiya xwe de divêt ku hostayê zimên be.

Îcar, madem ku navê panela me ya îroyîn “Pirsgirêk û Îmkanên Ziman” e, ez dixwazim bal bikişînim ser çend xalan:

 

1. Di edebiyata me ya îroyîn de pirsgirêkên ziman gelek in. Pirsgirêka sereke ew e, ku zimanê kurdî di demeka krîtîk de, di sedsala 20an de hatiye qedexekirin: Sedsala 20an di dîroka însaniyetê de demeka pirr girîng e. Di vê sedsalê de însaniyet ji jiyana kevnare derbasî jiyana modern bû. Teknolojî bi tevayî heybeta xwe ket nav jiyana mirovahiyê. Telgraf, telefon, radyo, sînema, televîzyon, çapemenî; kovar, rojname û kitêb bûn perçeyek ji jiyana me, ku ev jî bi ziman têne bikaranîn.

Hemî şaxên zanistiyê (dîsîplîn) hatin sîstematîzekirin û di nava hemî tebeqeyên mirovahiyê de belav bûn. Gelek ziman (gel, netewe) bûn xwedî dewlet; sazî û dezgeh (ev mekanîzmayên parastina ziman û çanda neteweyê ne) saz kirin û zimanê xwe modernîze kirin; zimanê xwe standardîze kirin û li ser xelkê xwe ferz kirin. Her neteweyek zimanê xwe kir zimanê resmî yê perwerdeyê û danûstendina giştî…

Di sedsala 20an de dinya bû gundek.

Lêbelê, zimanê kurdî negiha vê meqsedê. Digel ku zimanê kurdî ji vê yekê mehrûm ma, lê dîsa jî edîb, nivîskar; dildar, evîndar û kedkarên zimanê kurdî ranezan. Wan jî bi hezar zor û zehmetî, bi ked û ezmeka bêhempa zimanê xwe modernîze kir. Îro meriv dikane bi serbilindî bibêje, -ez qet mubalexe nakim- ku zimanê kurdî bi tevayî îhtîşama xwe li ber destê me ye. Lêbelê, bi giştî li Bakur (ez ji parçeyên din xwedî agahiyeka baş nîn im), roj ji rojê axaftvanên wî dihelin û kêmtir-kêmtir dibin...

Sereketirîn û mezintirîn pirsgirêka zimanê kurdî ev e, ku gelek kurd ji zimanê xwe dûr ketin. Kurd, li mala xwe; li gund û navçe û bajar û kuçe û kolanên xwe bûn biyanî, bûn koçber, xerîb û macirên zimanê xwe! Zimanê kurdî di hafizaya kurdan de felişî!...

Belê, niha jî xirabtirîn tişt ev e, ku pirraniya kurdan ji vî halê xwe yê asîmilebûyî razî ne; êdî bi vî halê xwe qayil in!...

 

2. Îcar, ewên ku asîmîle bûne, gelek ji wan, niha vedigerin neheqiyê li zimanê xwe dikin; hîn teorî û fetwayên çewt derdixin pêş; qismeka mezin a siyasiyên me, di şûna ku xelkê teşwîq bikin ku bi zimanê xwe biaxifin de, dibêjin:

a) Meriv kanibe bi çi zimanî xwe îfade bike, ew bes e. Ziman ne muhîm e! Azadî muhîm e. (Tabî, ez bi xwe hîn jî nizanim ev “Azadî” ya ku ew dibêjin, bona çi ye û tiştekî çawa ye!...)  Kurdî bi qîma fikrên me nake û…

b) Ev realîteyeka sosyolojîk e ku kurd êdî bi zimanê xwe naaxifin!!!...

(Tu dibêjî qey ev realîteya sosyolojîk wisa ji xweberî û li gor daxwaza vî xelkî pêk hat ku êdî kurd bila ji dûrketina ji zimanê xwe razî bin û jixwe, ev dixuye ku bi giştî razî ne!…)

Ewên ku nikarin bi Kurdî binivîsin jî, dibêjin:

a) Ger em qala xelkekî bikin, bi çi zimanî bibe jî, tiştek nabe, vegotin bes e. Ziman ne muhîm e…

Ev herdu dîtin, di rastiya xwe de encamên asîmîlasyonê meşrû dikin! Niha, ji bo zimanê kurdî mezintirîn pirsgêrêka bi xeter ev e!...

Ger hin pirsgirêk di nav zimên de hebin jî, ew pirsgirêkên teknîkî ne ku di hemî zimanan de hene û dê her hebin jî. Ziman jî mîna organîzmayekê ganî ye; heta ku di jiyanê de be, dê problemên wî jî her hebin.

 

3. Di warê pirsgirêkên ziman de, bi taybetî di warê nivîsîna edebî de civak jî mesûl e. Qey nivîskar ne pêxember in! Ku melayîket ji asîmanan ji wan re wehyê bînin û di guhê wan de bipistin û ew jî rabin edebiyatê çêbikin. Ne ew jî însan in! Nivîskar qût û gidaya xwe ya nivîsînê ji nava jiyanê hildidin; hîs, hafiza û derûniya nivîskar bi zimanê jiyanê tê dagîrkirin.

Wexta ku zimanê jiyanê, zimanê bûyeran, zimanekî xerîb be û nivîskar jî rabe bi zimanê kurdî binivîse, hingê edîb di dema afirandinê de dê bikeve nava rewşeka kaotîk! Lewre, zêhna nivîskar û qelem bi înad hertim dixwazin bi çi zimanî bihîstine, bi wî zimanî jî binivîsin.

Lêbelê, ji ber ku tercîha nivîskarên kurd bi zimanê kurdî nivîsîn e, hingê dema ku di xelwetê de, di tenêtiya xwe de ku dinivisînin, ew zimanê ku her dibihîsin, yanî zimanê qewimînan, -me got ku zêhn û binhişê nivîskar bi wî hatiye dagîrkirin- ev, di xelweta afirandinê de wekî tiştekî nazik û hessas e ku aniha ez zêde nikanim îzeh bikim, nivîskar an jî edîb dixîne bin hukmê xwe. Hingê ji ber wê berpirsiyariya dîrokî û netewayetiyê nivîskarê kurdî dê neçar, zimanê qewimînan di nav zêhna xwe de wergerîne: Zimanekî ku di zêhna nivîskêr de hatiye wergerandin!... Dê zimanekî çêkirî, eklektîk, sexte û kaotîk derkeve holê. Û ev ne wergerek pozîtîv e. Wekî hûn jî dizanin wergerek asayî ew e, ku mirov metnek ji zimanê wê yî orîjînal, li gor qayîdeyên wergerê, werdigerîne zimanê duyem. Yan jî, axaftineka yekser werdigerîne zimanê guhdaran. Ew wergerandina negatîv, ku min qal kir ku di eleniya zimanê tercîhkirî (kurdî) yê afirandêrê (edîb, nivîskar) metnê de ye, tiştekî din e.

Ev nexweşiyeka sosret a nivîskarên kurdî ye. Belkî li darê dinê bi tenî aîdê me ye, ev nexweşiya ku gunehê wê di stûyê me hemîyan de ye!…

Wegerandina zimanê bûyeran di hafizaya nivîskar de di eleniya zimanê kurdî de ye helbet.

Nivîskarên zimanê kurdî! Zimanê jiyanê û zimanê nivîsîna wan ji hev cihê ne.  

Dema edîbek çîrokeka civînekê, em bibêjin civîneka siyasî binivisîne, hingê ew civîn bi çi zimanî pêk hatibe, tenê dê bikanibe bi wî zimanî binivisîne. Dema ku diyalogên lehengên çîrokê -di binhişê nivîskar de- bêne wergerandin, hingê fonksiyona xwe ji dest didin; tehmsarkî dibin. Ku ev tiştên wisa, di dema xwestina afirandinê de dest û ling li edîb girê didin û ji serî de hêza wî ya afirandinê seqet dikin. Mîna ku min got, gunehê vê yekê di stûyê hemî civakê de ye!… 

Divêt xelk li her derê jiyana xwe; li kuçe û kolanan, li bazarê, di mînîbus û otobusê de, li nav komelê û partiyê -bi taybetî jî li nav siyasetê, çunke siyaset şekl dide jiyana gel- bi zimanê xwe biaxife ku derûniya edîb jî bi dengê zimanê wan bête dagirtin, hingê dê edîb jî bikanibe zimanê wan estetîze bike; edebiyata wan çêbike…

Ger zêhn, hafiza û hîsên edîb di nav atmosfera zimanê wî de nekemilin, edîb nikane edbiyateka maqûl biafirîne.

Ez wekî nivîskarekî zimanê kurdî hesret im ku li Diyarbekir dengê zimanê kurdî bibihîsim. Ev keçên me yên ku hîn wan rojan ji gundê xwe koçber bûne û hatine bûne bajarvanî, ku bedena xwe ya xweşik di nav blûz û pantolonekê de pakêt kirine, (ez ne li hember lixwekirina wan im) û porê xwe zer kirine, rû û birû mane esmer û reş (ez ne li hemberî makyaj û porboyaxkirinê me jî) lê ji wan tirê ku bi van cilan, li vî bajarî nabe ku însan bi kurdî biaxife!...

Ez hesret im ku bibînim xort û keçikek di ber min re bibihurin û dengê wan ê kurdî bête guhê min. Dîsa ez wekî nivîskarekî hesret im ku bibînim du zarok li kuçeyê pevdiçinin û ji hev re bi zimanê kurdî dijûnan didin. 

Qismeka pirr piçûk û kêm ji civaka me bi zanebûn zimanê kurdî di jiyana xwe de bikar tînin, lê evên hanê wekî îstîsna ne; bi qasî tiliyên destekî ne. Mebesta min tevayî xelkê ye.

Ger zimanek nebe zimanê jiyana xelkê, dê edebiyat û hunera wî zimanî jî bipêş nekeve!... (*)

___________________

(*) Ev axaftinek e, ku li roja 8.11.2003, di “Rojên Edebiyatê” de, li salona Belediya Bajarê Mezin a Diyarbekir, ku wekî panelîst ez, mamostayan Haydar Diljen, Deham Evdilfettah û Samî Tan beşdar bûbûn de hatiye kirin. Û dîsa, nêzîkî 250 kes wekî guhdar li wir bûn. Di nav wan de, roşinbîrên hêja yên mîna mamostayan Marûf Xeznedar, Malmîsanîj, Salah Sadullah û gelek şexsiyetên navdar ên din hebûn…

Beşa pirs û bersivan ne têde ye û axaftin wekî xwe ye, bi tenê min ji alîyê ziman sererast kir.

Wekî gotarekê li kovara Nûbihar, Hejmar 91, Îstanbul (Zivistan) 2004 r. 37-41, li hejmara 49. a kovara enternetî MEHNAMEyê û li kovara Peyv, hejmar 36, Duhok 2005, r. 83-89 weşîyaye.

No nuşte 1486 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.