zazaki.net
05 Kanûne 2023 Sêşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

HEZKIRINA ŞAREDARÊN DIYARBEKİRÊ

04 Tebaxe 2009 Sêşeme 21:57

Bêyî ku tu şîroveyekê bikim, ez ê di vê nivîsê de eleqe û hezkirina şaredarên Diyarbekirê bo du grûban muqayese bikim.

I

Li malpera www.haberdiyarbkir.com di hejmara roja 16 temmuz 2009 de nûçeyek bi sernavê “Diyarbakır Grubu Gezide Buluştu” weşîya (1).

Navê grûbê, Diyabakir Yahoo Group e (2). Hinek kesên ku li ser tora Înternetê bi hev re chet dikin, ji hev re e-mailan dişînin, vî navî li xwe kirine.

Zimanê grûbê tirkî ye. Pirranîya wan, ger bi eslê xwe kurd bin jî, xwe wekî kurd nabînin. Çalakîya wan, armanca wan tenê di çarçeweya li ser tora Înternetê “di her mijara derheqê Diyarbekirê de axaftin û parvekirin û gihandina hev a her diyarbekiriyê li çaralîyê cîhanê” ye. Ligel kesên tirk ku ne ji Diyarbekir in jî li ser tora Înternetê bi rêya e-mailan di nav peywendîyê de ne. Nûçe, nivîs, gotarên nivîskar û qunciknivîsên tirk yan jî kurdên tirkînus ku di malperên Întenetî de diweşin, ji bo xwendinê, ji bo balkişandinê bi e-mailan ji hev re dişînin.

Li gorî nûçeya navborî, ev grûb li ser vexwendina serekê şaredarîya Sûrê li Diyarbekir kom bûye û ji alîyê heman şaredarîyê ve hatiye ezimandin.

Endamên grûbê sibeha roja 11 temuz 2009 li Diyarbekir li xana dîrokî ya Hesen Paşayê Gewranî kom bûne û taştêya xwe kirine. Serekê şaredariya Sûrê Evdila Demirbaş wekî mazûvan di nav wan de bûye lê serekê şaredariya Diyarbekirê Osman Baydemir, sereka şaredariya Rezan Yuksel Baran û serekê şaredariya Yenişehirê Selîm Kurbanoglu, digel ku di bernameyê de nîn bûne, lê wekî surprîzekê teşrîf kirine, beşdarê grûbê bûne, bi endamên grûbê re eleqedar bûne, kêfxweşî û hezkirina xwe ya bo grûbê dîyar kirine.

582

Endamên grûbê, di bin rêberiya Şêxmus Dikenî de ku hertim şêwermendê serekên şaredariyên Diyarbekirê ye û kesekî bi navê Mehemed Mercan li nav Diyarbekir derketine geşt û seyranê. Êvarê çûne konserta Yervantî. Roja di pey re endamên grûbê li dêra Meyrema ya dîrokî kom bûne û taştêya xwe li wir kirine. Paşê li Navenda Ciwanên Yerel Gundem 21 kevokên aştîyê firandine. Li Mala Dengbêjan ji bo wan bername hatiye amadekirin, li wir, li kilamên dengbêjan guhdarî kirine. Êvarê jî guhdarîya grûba muzîkê “Eyvan Ekibi” kirine. Bername hemî ji bo vê grûbê ji berê de ji alîyê serekê şaredarîya Sûrê Evdila Demirbaşî û şêwermendên şaredariyan hatiye amadekirin.

583

Endamên grûbê di dawîya geşta Diyarbejkirê de hîsên xwe wisa îfade kirine:

Bi rastî jî Diyarbekir nayê qalkirin, divê meriv bijî. Diyarbekirê bi xweşikîyên xwe em lalîgan kirin. Dostên me yên li Diyarbekirê bi mazûvanîya xwe ya dostane û bi rûyê xwe yê hertim devliken û bi dilê xwe yê tijî heskirin ku hertim bi me re parve kirin, gelek bandorê li me kir. Xwarina ku me xwar û germahîyê bi rastî jî bandor li me kir. Ewqas bîranîn, ewqas tiştên ku me têr û tijî jîya, em hîn jî di nav şaşmayîna wê de ne ku gelo me di nav du rojan de jîya. Berî her tiştî, yên ku tevayî xweşikîyan bi me dan jîyandin, ji Şehr-î Emînê bajarê me bigrin heta bi zabitayan, ji rêvebirên komeleyên civata sivîl bigrin heta bi kesayetên hêzdar, ji nivîskaran heta bi şaîran, ji bo bajarê me Diyarbekirê ku bûye wesîleya hemî xweşîkîyên ku me jîya û yên ku hemî xweşikiyan li ser navê wê bo me kirin, ji bo her kesê ku van xweşikîyan bi me dan jiyandin, em bo wan sipasîyên bi dawî dikin.

II

Grûba Xebate ya Vateyî, ji alîyê grûbek kurdên kirmanckîaxêf (zazakîaxêf) ku ji deverên cihê-cihê yên Kurdistana Bakur in, di sala 1996 de ava bûye. Armanca bingehîn ya vê grûbê parastin, standardîzekirin, pêşdebirin û geşkirina lehçeya kirmanckî (kurdîya zazakî) ye.

Endamên grûbê li welatên cihê yên Ewropayê, li metropolên Tirkîyeyê yên wekî Îstanbulê û li bajarên Kurdistana Bakur yên mîna Diyarbekir û herwekî din rûdinin. Li ser bingeha xizmeta bo zimanê kurdî (kirmanckî) ev serê 12-13 salan e ku bi hev re di nav peywendî û xebateka germ de ne. Endamên grûbê di çarçeweya xebata grûbê de bi îmkanên xwe yên kesane dixebitin.

Endamên grûbê salê du caran li hev kom dibin. Her kombûn 4-5 rojan ji serê sibehê heta bi êvarê dewam dike. Mijara kombûna wan tesbîtkirina qaydeyên gramer û standardîzekirina peyvên kirmanckî (zazakî) ye. Ji şeş mehan berîya kombûnê dest bi amadekariya kombûnê dikin, hertim di çarçeweya xebatên li ser zimên bi hev re di nav peywendîyê de ne.

581

Heta niha li dora 7 hezar peyvên kurdîya zazakî di formeka standard de tesbît kirine û wekî ferheng dane weşandin. Ferhenga vê komê Ferhenga Tirkî-Kirmanckî 3 caran wekî çapa firehkirî li çapê ketiye û belav bûye. Qaydeyên gramer û rastnivîsîna kurdîya zazakî ku ji alîyê grûbê ve tesbît bûne, wekî kitêb bi sernavê Rastnuştişê Kirmanckî weşîyaye. Herwisa, heta niha 32 hejmarên kovara Vate weşandine. Dîsa, li Îstanbulê weşanxaneyekê ava kirine. Li vê weşanxaneya bi navê Weşanxaneyê Vateyî ji sala 2002 heta niha 30 heb kitêbên bi kurdîya zazakî weşandine. Xebatên vê grûbê pêşî li geşbûna lehçeya kurdî kirmanckî vekirîye. Endamên grûbê çalakîyên xwe ew bi xwe organîze dikin, ew bi xwe kovar û kitêbên ku diweşînin belav dikin.

Di nav endamên grûbê de kesên ku xwe nêzî rêxistin û partîyên siyasî yên kurdan yên cur bi cur dibînin hene. Wekî mînak, yên ku xwe wekî alîgirê DTP dibînin û di nav dezgeyên derdorên vê partîyê de dixebitin jî hene lê wekî grûb tu angejebûn yan xebateka siyasî ya Grûba Xebate ya Vateyî tune ye.

Grûbê 14 kombûnên xwe li derveyî welat, li welatên Ewropayê çêkirin. Lê kombûna xwe ya 15. di navbera rojên 1-4 temuz 2007 de cara pêşî li Diyarbekirê çêkir (3). Roja paşîn a kombûnê, di heman demê de roja dawîlêanîna serektîya şaredariya Sûrê Andullah Demirbaşî bû. Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyeyê ew ji kar avêtibû. Grûba Xebate ya Vateyî ji bo piştgirîya bo Evdila Demirbaşî dev ji kombûna xwe berda, cîvan ji Evdila Demirbaşî girt, roja 04.07.2007, saet 10.00 de çû serdana wî. Di nav grûbê de kesayetên wekî Mehemed Malmîsanij (Pîran), Munzur Çem (Dêrsim), J. Îhsan Espar (Pîran), Mehemed Uzun (Pali), Haydar Diljen (Sêwreg), Seyîdxan Kurij (Çewlîg), Wisif Kaymak (Pîran), Huseyîn Kulu (Dêrsim), Roşan Lezgîn (Licê), Serdar Bedirxan (Pîran), Muzafer Xeylanij (Pali), Ehmedê Dirihî (Çewlîg), C. Zerduşt Pîranij (Pîran), Mehmûd Nêşite (Licê) û Suleyman Yilmaz (Pîran) hebûn.

Ji nav vê grûbê gelek kesî bi dehan kitêbên bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî), yan jî li ser kurdan bi zimanên din kitêb nivîsîne û dane weşandin. Yên ku di qadeka navneteweyî de têne nasîn jî hene. Yên ku 4 unîversîte temam kirine, 5-6 zimanan dizanin jî hene. Yên ku gelek car ji alîyê dewleta dagîrker ve hatine girtin û di îşkenceyên giran re derbas bûne, di heps û zindanan de raketine, ji welatê xwe koçber bûne û li welatên xerîbîyê bi salên dirêj macir mane, rojên gelek teng dîtine jî hene.

580 

Piştî ku şaredar Evdila Demirbaş ji kar hat dûrxistin, gelek daxuyanî dan çapemenîyê. Wekî mînak, di bernameyeka Gün-TV de behsa kesayet, grûb an jî dezgeyên ku piştgirîya wî kirine yek bi yek dihejmart. Navê kesên gelek sade ku tu fealîyeteka wan a hunerî yan neteweyî nîn bû jî dihejmart. Lê serdan û piştgirîya Grûba Xebate ya Vateyî ji nedîtî ve hat. Tune hesiband. Tu car li tu derê, di tu daxuyanîyê de behsa vê piştgirîyê, qala vê serdanê, qala Grûba Xebate ya Vateyî nekir.

Grûba Xebate ya Vateyî, piştî ku kombûna li ser ziman temam kir, li roja 05.07.2007, di navbera saet 18.00 – 20.00 de li Salona Beledîyeya Mezin a Diyarbekirê kombûneka ji gel re vekirî ya giştî çêkir (4). Bi qasî 200 kes ji xelqê Diyarbekirê û xwendevanên kovara Vateyî beşdarê vê kombûnê bûn. Ne Evdila Demirbaş û ne jî şaredarîyên Diyarbekirê tu kesek, zabitayek jî beşdar nebû. Kesî tu eleqe nîşan neda; tu nûçegihanek, rojnamegerek ji çapemenîya ku xwe xwedîyê şaredarîyan dibîne, digel ku hatin xeberdarkirin jî, beşdar nebûn. Xebera kombûnê yan jî çalakîyên Grûba Xebate ya Vateyî wekî nûçeyeka piçûk jî di çapemenîya vê derdorê de, ne di ya bi kurmancî û ne jî ya bi tirkî de, cih negirt.

Grûba Xebate ya Vateyî li Diyarbekirê buro vekir. Bi munasebeta vekirina Buroya Vateyî roja 11.05.2008, saet di navbera 17.00-18.30 de li Salona Cêbê ya Sînemayê ya Beledîyeya Mezin a Diyarbekirê kombûneka giştî hat lidarxistin (5). Li dora 120 meriv beşdarê vê kombûnê bûn. Ji şaredarîyên Diyarbekirê tu kesek, zabitayek jî beşdar nebû. Kesî tu eleqe nîşan neda; çapemenîya ku xwe xwedîyê şaredarîyan dibîne, digel ku hatin xeberdarkirin jî, tu nûçegihanek beşdar nebû.

Grûba Xebate ya Vateyî, kombûna xwe ya 17. jî li Diyarbekirê di navbera rojên 7-11.04.2009 de çêkir. Grûbê, roja dawîya kombûnê daxuyanîyekê bo çapemenîyê belav kir (6). Ji şaredarîyên Diyarbekirê tu kesek, zabitayek jî tu eleqeyek nîşan neda. Digel ku çapemenîya vê derdorê yek bi yek bi telefonê û bi e-mailan hat xeberdarkirin jî, tu nûçegihanek beşdar nebû, tu eleqe nîşan nedan. Xebera kombûna Grûba Xebate ya Vateyî wekî nûçeyeka piçûk jî di çapemenîya vê derdorê de, ne di ya bi kurmancî û ne jî ya bi tirkî de, cih negirt. Ew metna daxuyanîya çapemenîyê ku bi rêya e-mailê ji vê derdorê re hat şandin jî, bi awayekî deformekiri-vajîkirî ku ji armanaca bingehîn bi dûr xistibûn û li ser hesabê angajeyên xwe deforme kiribûn, hîn weşandibûn.

* * *

Dema ku min ew nûçeya navborî xwend, ev hatin bîra min. Ez tu şîroveyekê nakim. Ez teqdîr û muhasebekirinê bi hêvîya xwendevanên bi feraset û wijdan dihêlim. (*)

Diyarbekir 18.07.2009

________________

(1)http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=22102&uniq_id=1248710750

(2) http://diyarbakirgrubu.blogspot.com/2009/05/diyarbakr-yahoo-group-blog.html

(3) http://www.netkurd.info/nuce_bixwine.asp?id=7862

(4) http://www.netkurd.info/nuce_bixwine.asp?id=7881

(5) http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=10044

(6) http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=18154

(*) Ev gotar li malpera www.netkurd.com weşîyaye.

 

No nuşte 4914 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.