zazaki.net
02 Hezîrane 2023 Îne

Roşan Lezgîn / Nuştox

HEVPEYVÎN BI ROŞAN LEZGÎN RE

05 Tebaxe 2009 Çarşeme 10:14

Yekîtî Gulbaran: Birez Lezgîn, kerema xwe re xwe ji xwendevanan re didî naskirin?

Roşan Lezgîn: Ez di payîza sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya Licê hatime dinê. Ez hîn şeş salî bûm ku cara pêşiyê ji gundê xwe derketime. Wê demê birayê min ê mezin dizewice û li gundekî Oguzelîya Entabê dest bi mermûrtiyê dike. Îcar, ji bo ku bûka me li mal bi tenê nemîne, ez hildame birime Entabê. Jixwe, li gundê me mekteb nîn bû. Wisa bi desadufî min li wir dest bi xwendinê kiriye lê tenê min çar sal ji mekteba sereta xwend û hew. Ser û binê xwendina min bi tenê ev çar sal in. Bi min re hewesa xwendinê gelek-gelek hebû lê ji ber nebûna îmkanan min nikarî bixwînim, an jî, ji ber cehaletê nehîştin ez bixwînim. Lêbelê eşqa xwendinê her di nava dilê min de vêketî ye. Ez ji piçûktiya xwe hertim dixwînim, çi bikeve destê min ez dixwînim, di her firsendî de serê min li ser kitêbekê ye. Ez nizanim wextê xwe yê vala tewş berdim. 

Ez di heft saliya xwe de li kurdbûna xwe vearqilîm. Wê demê li Başûr şoriş çêbûbû. Li rojnameya Tercümanê behsa pêşmergeyan dihate kirin û li binî jî gelek fotografên pêşmergeyan hebûn. Ev ji wê demê de bû sedem ku ez hay ji netewayetiya xwe bibim.

Bêguman li vî welatî kurdbûn tenê jî têrî wê dike ku jiyana meriv her di îşkenceyê de be. Îcar, ez demeka dirêj di nav siyasetê de jî mam, siyaseta kurdan! Lê di nav siyasetê de ez gelek êşiyam. Tu dev ji birînên îşkenceyên dewletê berde, êşeka derûnî, êşeka ruhî ji siyaseta kurdan her bi min re ye. Niha min xwe ji siyaseta aktîf vekişandiye lê ez bawer im ji rûyê siyasetê ye ku ez gelek asabî bûme. Niha, hişê min bi tevayî li ser nivîsîn û zimên e, ez dibêjim qey di vî warî de jî min gelek rê girtiye.

Yekîtî Gulbaran: Bîrez Lezgîn, li min bibore. Qasî ku ez dizanim tu çîrok û helbestan dinîvîsî û li ser zarava zazakî xebata te heye. Tu derheqa xebat û çalakîyen xwe de me ronahî dikî?

Roşan Lezgîn: Ji piçûktiya min de hertim xeyala nivîsandinê bi min re hebû lê cara pêşiyê nivîseka min a bi kurdiya zazakî di sala 1996 de hate weşandin. Ji wê demê û bi vir de ye hema bibêje ku di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsên min ên di mijarên cihê bi cihê de têne weşandin. Zêdetir bi kurdiya zazakî û kurmancî dinivîsim lê çend nivîsên min ên bi tirkî jî weşiyane. Nivîsên min ên bi kurdiya zazakî (kirmanckî) bi giranî li kovara Vate têne weşandin. Herwisa, kovara Bîr ku kovereka lêkolîn û lêgerênê ye, di vê kovarê de jî ez bi awayekî aktîf dixebitim, hem dinivîsim û hem jî bi giştî nivîsan redakte dikim.

Heta niha min heft kitêb weşandine. Ji vana çar bi kurdiya zazakî û sisê jî bi kurdiya kurmancî ne. Ewên kirmanckî telîf in, kurmancî jî werger in. Ewên telîf yek jê helbest e, sisê çîrok in û yek jî ferheng e, ferhenga îdyomên zazakî. Û niha jî hindek dosya li ber destê min hene ku ez her li ser dixebitim.

Ew kitêba min a pêşî ya kurteçîrokan (Binê Dara Valêre de) ji aliyê Weşanxaneya Apecê di sala 2002 de hate xelatkirin. Çîrokeka min jî (Serketina Kewan) di pêşbeziyeka Şaredariya Sûrê ya Diyarbekir de par hate xelatkirin.

Bêguman ez ji hemî zimanan hes dikim, ziman tev xeşik in, hemî ziman hêjayî heskirinê ne. Lêbelê ez gelek-gelek zêde aşiqê zimanê kurdî me. Gava ku ez dibêjim “zimanê kurdî” wekî ku hindek kurdên kurmanc an jî kurdên soran dikin, ku mebesta wan her tenê diyalekta wan e, li vir mebesta min hemî diyalekt û devokên zimanê kurdî ne. Jixwe, têgeha “zimanê kurdî” bi tena serê xwe nayê wateya diyalektekê, yanî nabe em çi gava ku bibêjin “kurdî”, tenê “kurmancî” yan jî “soranî” bête fêmkirin! Zimanê kurdî malbatek e. Ji diyalektên zimanê kurdî ya ku zêdetir tê bikaranîn kurdîya kurmancî ye. Îcar, li van salên dawiyê kurdiya soranî bi rengekî siyasî her serdest dibe, devok û diyalektên derûdora xwe dide tunekirin! Bêguman di vê merheleyê de bandora kurdiya soranî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Li Bakur jî, ger em rastiya wê bibêjin, çi kurdiya zazakî û çi kurmancî, pencên tirkî yên bêwijdan di gewriya her duyan de ne. Ger mudaxeleyeka xurt û sîstematîk neyête kirin, li vî welatî her du jî ji dest diçin, çunke ruhê kurdayetiyê ji dest diçe. Lê ji vana ya ku dê pêşiyê bihele û biçe kirmanckî, yanî kurdiya zazakî ye. Ez jî kurdê zaza me, ji vê çendê wekî nivîskarek, wekî roşinbîrek peywira min her ew e ku ez xizmeta kirmackiyê bikim, ez di vî warî de dilezînim.

Ji bo min qet ne muşkile ye ku ez bi kurdiya kurmancî binivîsim, heta ku hinek zorê bidime xwe ez ê bikanibim bi kurdiya soranî jî binivîsim lê wezîfeya min a bingehîn ew e ku ez bi diyalekta xwe binivîsim. Îcar, em kurdên zaza, ne hemî bin jî, bi giştî em dikanin ji diyalektên din ên kurdî têbigihên lê kurmancîaxêf nikanin diyalekta me têbigihên yan jî naxwazin têbigihên, ji lewre, ev e, ez bi kurmancî xwe îfade dikim, lê ez zêdetir di xizmeta kurdiya zazakî de me.

Xebata min a li ser kurdiya zazakî ne wekî lînguîstekî ye, zêdetir wekî edîbek ez bala xwe didim ser sîstema hemî diyalektên kurdî û heta bi farisî jî. Çawa ku nivîskarê hêja yê spanyolî Juan Goytisolo jî dibêje, divêt nivîskar serê xwe bi zanîna lîngustîkê re jî baş biêşînin, çunke alavê nivîsînê bi tenê peyv in, yanî ziman e. Ez bawer im ku Ehmedê Xanîyê nemir jî di nav de hemî nivîskar û edîbên mezin ên ji gelên din serê xwe gelek-gelek bi îlmê zimên re, ango bi zanyariya lînguîstîkê re êşandine. Edîbek, nivîskarek di warê zanyariya zimên de çendî xwedî agahî be, di warê zimên de çendî kûr be, çi qasî zêde ji ziman fêm bike, ev yek ji bo serketina çalakiya nivîsînê ewçend baştir e. Ji vê çendê ez pir hes dikim ku serê xwe bi zanyariya zimên re jî biêşînim, ku ev jî bandoreka erênî, bandoreka baş li nivîsîna min dike, dihêle ku ez bi zimên re bilîzim, ez wî baştir bixebitînim, heta ku bi nivîsîna xwe re zimanê me xweşiktir bikim. Ez dibêjim qey di nivîsîna min a bi kurdiya zazakî de ev yek bêhtir balê dikişîne ser xwe.

Yekîtî Gulbaran: Demek berê tu bo îmzekirina pirtûkên xwe çûbûyî bo Çewlîgê (Bîngol). Ew rêwîtîya te çawa derbas bû?

Roşan Lezgîn: Ger ez rastiya dilê xwe bibêjim, kêfa min ji numayîşê re nayê, ez zêde hes nakim ku wekî nivîskarek bi dirûvê xwe rasterast derkevim pêşiya civatê, yan jî em bibêjin wekî artîstên sînemayê her wêneyê min bête girtin, na, tenê ez dixwazim bi berhemên xwe, yanî bi kitêb û nivîsên xwe xîtabî civatê, xîtabî kesan bikim. Ez nizanim çima û ji ber çi ye, lê çi dema ku fotografê min jî tê girtin, ruhê min ditengije û ez gelek asabî dibim, ez mûrê xwe tirş dikim, ez dixwazim çavên xwe hişk bidime ser hev heta ku tetika deklanşorê tê kişandin, wênegirtin bi min zor tê, ez dibêjim qey ew makîneya fotografan wekî çekekê dê ha ha guleyan li min bibarîne. Û dîsa, çawa ku ez naxwazim yek heqaretê li kesayetiya min bike herwiha jî ez naxwazim yek pesnê min bide, dema ku yek derbarê min de tiştên baş dibêje, digel ku ev tiştekî baş e jî, li şûna ku ez ê kêfxweş bibim lê ez ji xwe re dibêjim qey xirabiyekê bi min dikin, yan henekên xwe bi min dikin, yan jî dê xirabiyekê were bi serê min de. Mîna ku ez bixwazim bila her kes rasterast wekî neyarek li hemberî min raweste û çi ji destê kê tê bila texsîr neke, ger hebin bila piçûktirin qusûrê min di çavê xwe de wekî çiyayê Sîpanê mezin bikin û êrîşî min bikin, bila tevayî dinê bi min re bikeve mucadeleyê!...

Em vana li vir bihêlin, îcar, dibe ku wekî nivîskarek carînan rasterast xîtabkirina xelkê, bi xwendevanan re diyalog jî pêwîstiyek be, wekî vê hevpeyvîna hanê. Ji vê çendê di van çar-pênc salên dawiyê de, çend caran li Diyarbekir, li Mêrdînê, li Bazîdê û herwisa, îsal jî li Çewlîgê ji bo hindek çalakiyan min beşdarîyê kir. Ji nav van çalakiyan, a ku zêdetir li xweşa min çû, Çewlîg bû. Çunke li Çewlîgê min seranser axaftina xwe bi kirmanckî kir, min dilê xwe rehet kir, ez deşarj bûm. Li Diyarbekir jî, min çend caran bi kirmanckî, ango kurdiya zazakî xitabî gel kiribû, lê ez zêde rehet nebûm, ez hey diqirqilîm. Ew nefêmkirina kurdên kurmanc ya ji kurdiya zazakî hertim fişareka tund li nav derûna min pêk tîne, nahêle ku ez bi rehetî kirmanckî biaxifim. Lê li Çewlîgê bi min re ew awa hîskirin hîç çênebû, çunke girse bi tevayî ji kurdên zaza pêk dihat. Suhbeteka gelek xweş bû di navbera min û heftê-heştê kesî de ku bi qasî du saet û nîv berdewam kir.

Niha, ez ji vê serboriya xwe têdigihêm ku her çawa dibe, çi dema ku pêşî li zimanê zikmakî bête girtin, bê çawa însan ji însanîyeta xwe derdikeve, însan çawa dibe xerîbê xwe, bi vî awayî çawa ruhê meriv diçilmise, meriv çawa dikare bibe cinawirekî kovî yan jî kesekî bêşexsîyet! Ji lewre me divêt em vegerin ser eslîyeta xwe û herwisa, em rê bidin ku her kes bi zimanê xwe yê eslî xwe îfade bike, hingê ez dibêjim qey dê dinya piçekî din vegere ser aramiyê.

Ew çûna min a Çewlîgê bi min da nîşan ku ez ê hîç caran di diyalekt an jî zimanekî din de bi qasî xweîfadekirina bi zimanê daykê rehet nebim. Ez dibêjim qey ev ne tenê ji bo min wisa ye, dibe ku ji bo her benîademî heman tişt be, ez bawer im gelekê pedagogan jî vê yekê bi vî awayî îsbat kirine.

Yekîtî Gulbaran: Li Amedê karanîna zarava kurmancî û zazakî gelekî kêm bûye û civata Dîyarbekîrê hêdî-hêdî dev ji axaftîna tirkîya Diyarbekirî jî berdide û bi devoka tirkên Aksarayê diaxifin. Sedema ev yeka çi ye? Gelo sedema ev pirsgirêka tenê polîtîkaya dewletê ye, yan berpirsîyartîyên me jî hene?

Roşan Lezgîn: Ez nizanim mebesta we ji devoka “tirkên Aksarayê” çi ye lê hûn rast dibêjin, ew tirkiya ku ji berê de li Diyabekir dihate axaftin niha êdî têk çûye, nayê xeberdan. Niştecihên berê niha li Diyarbekir nemane, ger mabin jî bûne eqaliyet û di nav xelkê de winda bûne. Ew tirkiya xweser a Diyarbekirê jî winda bûye. Di tirkiya Diyarbekir a berê de aheng û melodiya Îbranî, suryanî, keldî, ermenî, erebî, farisî û kurdî tev de hebû. Lê di tirkiya ku îro li Diyabekir tê axaftin de tenê dirûvê kurdî têde heye. Di navbera tirkîyeka rijî û kurdîyeka kovî de zewaceka bêmar/bênîkah pêk hatiye, ev zewaceka bêedeb e, bêhissîyat e. Li derveyî qayde û toreyên civatî ye. Berhema vê zewacê jî, jixwe, tirkiyeka weledê zinyayê ye, zimanekî çors û bêesalet e ku niha li Diyarbekir tê axaftin!  

Kêmbûna bikaranîna zimanê kurdî jî, ez bawer im ku ne tenê li Diyarbekir, herwisa, li tevayî bajarên Kurdistana Bakur ev rewş her wisa ye, zimanê kurdî têk diçe, çunke ruhê kurd têk diçe. Li van panzdeh-bîst salên dawîn ev prosesa têkçûna zimanê kurdî wekî lehiya biharê her dibe lêmişt. Ger kurdî were axaftin jî, li Diyarbekir rewşa kurdiya kurmancî gelek baştir e, rewşa kurdiya kirmanckî xirabtir e!

Û ger em werin ser sedeman, bêguman sedemên xwe gelek in. Qismek jê têne zanîn. Lê dîsa jî ez ê bi kurtî hindek sedeman bibêjim. Dibe ku pê re jî hînek pêşniyaz, ji bo geşkirina zimanê kurdî hinek fikr werine bîra me û bikin ku em jî bizanin da em çi dikin.

Niha sedemê sereke yê têkçûna zimanê kurdî nebûna statuya vî zimanî ye. Zimanek çiqas xurt dibe bila bibe heta ku nebe xwedî statuyekê, di vî zemanî de ew ziman dê xwe bi xwe bihele û ji navê bête hilanîn. Sedemekî gelek muhîm jî, nebûna hişmendiya netewî ye, yanî zeîfbûna şuûra mîllî ye. Şuûra mîllî çendî xurt be xwedîlêderketina ziman jî ewçend qewî ye. Kurdên bakur di vî warî de gelek qels in. Ez dibêjim qey ji mêj ve her wisa bûye.

Kes nikare rola tirkan, xasiyetên wan ên talanker/tuneker ku li ser kurdan ev serê hezar salî ye her zal in înkar bike. Herwisa, ew çanda wan a pişaftina gelên din ku ew jê re dibêjin “devşirme”, ev jî xasîyeteka wan a dîrokî ye. Zemanên berê li Asyaya Navîn jî hertim ev xasiyeta wan wekî hebûneka karakterîstîk bi wan re bûye, ku ew Dîwarê Çînê yê navdar şahidiya vê yekê dike! Çîniyan heta ku wî dîwarî bi hezar zehmetiyan lênekirin Çîn nebû Çîn. Lêbelê helwesta kurdan jî wekî xasîyeteka rebeniyê, yan jî pepûgiye xwe bi şanî me dide. Kurdan nikanî ji xwe re Dîwarekî Kurdistanê li ber pêlên tuneker ên tirkan ava bikin da ku Kurdistan jî bibe Kurdistan. Li vir ez dibînim ku hêzeka tund û yeka nerm li hev qelibîne, di encamê de hêza nerm wêran dibe! Ango polîtîkaya tirkan a pişaftinê gelek xurt û sîstematîk e. Kûrahiya wê ji dîroka dûr tê. Li ser wan kevirên ku bermayiya dewleta Orhûnê ne, ku tirk jê re dibêjin “Orhun yazıtları” jî ev xasiyet hatiye nivîsandin. Ev awa polîtîka li nav ereb û farsan nîn e. Di demên modern de jî ereb û fars nikanibûne li ser kurdên parçeyên din polîtîkayeka bi vî rengî wekî tirkan bimeşînin. Ji pencereya kurdan jî, ji min ev dixuye ku, belê kurd bindest in, lê rebenî û pepûgî û evdalî gelekî şerm e!

Hêzên polîtîk ên kurdên Bakur tu caran ziman nexistine nav bernameya xwe. Heta ku ez dikanim bibêjim hemî hêzên polîtîk ên Kurdistana Bakur belkî her tişt in lê li ser hesabê kurdan ne tu tiştek in jî! Çunke hêzeka neteweyî her dem di xala pêşîn a bernameya xwe de qala zimanê xwe dike. Tebîî ye ku îzeheta vê yekê jî hebe, ku polîtîkaya tirk ji mêj de mejiyê kurdîtîye xirab kiriye! Lewma kurd ji fenomenên kurdewar reviyane, jê şerm kirine, wekî nîşana paşvemayinê dîtine.

Pêşewayên kurdên Bakur çi caran zimanê kurdî di xebata xwe ya polîtîk de bi kar neanîne. Bi çavê dagîrkerên xwe li zimanê xwe mêze kirine. Vê yekê li ser hesabê zimanê kurdî encameka xirab bi xwe re aniye. Bala xwe bidinê, serokê partiya herî mezin a kurdên Bakur ji kurdan dixwaze ku bila xwe ji “milliyetperweriyê” û “dewletbûnê” bi dûr bidin! Ev tê çi wateyê? Wekî ku tu ji nexweşekî re şîfaya xêrê bixwazî lê tu nehêlî ku ew devê xwe bi xwarinê bike û tu nehêlî ku nexweş bête dermankirin! Tu derman û xwarinê di çavê nexweş de dikî wek jehrê! Dê halê nexweş çawa be?!

Bêguman ger ev têgeha “mîllîyetperwerîyê” di wateya “neteweperestî” bi navekî din di wateya “nijadperestîyê” de tê bikaranîn, ji bo neteweyeka serdest rast e ku ew karekî pîs e. Kurd hîç caran nebûne neteweperest! Jixwe, hîç ne pêwîst e ku kes rabe ji kurdan re bibêje “Millîyetperweriyê mekin!” Şertên wan rê nadin û ruhê wan jî ji vî karî re ne musaîd e. Jixwe, neteweyeka bindest nikane bibe neteweperest an jî nijadperest. Lê em ne “neteweperwer” in jî.

“Neteweperwerî” têgeheka pozîtîv e, karekî baş e. Neteweperwerî neteweyê perwerde dike, şexsîyeta ferdên ji civatê dikemilîne. Herwisa neteweyê dike xwedî şexsîyet. Her neteweperwerek xweditiyê li zimanê xwe, li çanda xwe û li hemî hêjahiyên neteweya xwe dike. Ev karekî rewa ye, ji aliyê pedagojiyê jî baş e. Kesê ku li ser vî esasî xwe perwerde bike hurmeta hemî taybetmendiyên neteweyên din jî digre. Lê kurdên Bakur, jixwe, hîç ne “neteweperst” in û tew ne “neteweperwer” in jî. Tenê hişê wan tevlihev e!

Hêz an jî fîgurên polîtîk ên kurdên Bakur tu caran nabêjin “Neteweya kurd (Kürt ulusu)”, hertim dibêjin “Gelê kurd (Kürt halkı)”, têgeha “neteweyê (ulus)” gelek cihêtir e ji têgeha “gel (halk)”. Ev bû serê bîst salan e ku hêzên gerîlla, li seranserî Kurdistana Bakur hukim dikin, ev ne çîrok e. Zimanê wan tirkî bû, li ser navê Têkoşîna Azadiyê (Hîn jî ez tênagihîştim ku ev peyva “Azadî” li nav kurdên Bakur, bi taybet di nav siyaseta wan de, di çi wateyê de tê bikaranîn!...), li ber vî bayî dar û deviyên me jî fêrî tirkî bûn. Niha jî wekî ku tinazên xwe bi xelkê bikin, carînan bi awayekî şermok bang dikin ku bila xelk bi zimanê xwe xeber bide. Ew zimanê ku bi amanca ranta siyasî di rojnameyên xwe de wekî xemleka polîtîk bi kar tînin jî, zimanekî xirabûyî ye, motemot kopîkirina tirkî ye. Ruhê kurdî hîç têde nîn e, zimanekî naylon e. Jixwe, dema ku te zimanê miletekî lewitand, wekî çîroka Babîlê, êdî her tişt dilewite!

Yekîtî Gulbaran: Ev demek e ku di nav Kurd-Penê de munaqeşeyek heye. Bes min tiştek fêm nekir? Gelo rast e ku bê destûra Penê li Dîyarbekîr bi navê Kurd-Pen avahiyekê vebûye? Vê demê rexne heye ku gelek kes dixwazin ku bibin endamên Pena Tirkîye. Gelo ev çi ne?

Roşan Lezgîn: Ev jî çîrokek ji çîrokên siyaseta kurdên Bakur e! Bila cenabê te li qusûrê nenihêre. Ez naxwazim li ser vê mijara lewitandî û tarî êdî tiştekî bibêjim û pê re jî serê we biêşînim. Min di vê mijarê de tiştin nivîsandine, lê hîn gelek tiştên tarî hene, ne zelal in. Her çi hebin bi destê kurdan di eleniya kurdayetiyê de ne!

Yekîtî Gulbaran: Xebata şaredarîya Amedê di warê zimên û çanda kurdî de çi ye? Û dive çi bikin?

Roşan Lezgîn: Xebata şaredariyên Amedê di warê ziman û çanda kurdî de!

Bi rastî ev jî mijareka tarî ye. Tu çi bibêjî heye lê bi rastî jî xebatek ku li ser ziman û çanda kurdî hatibe kirin nîn e. Ger hebe jî ez pê nizanim, ez pê nehesiyame. Carînan hindek afîş an jî broşurên ku bi kurdî hatine nivîsandin, yan em bibêjin hindek festîval û konferansên ku têne lidarxistin hene. Lê ger em baş bala xwe bidin wan, ji ciddîyeta wan dê her kes karibe texmîn bike ku di rastiya xwe de ev behane ne ji bo faturakirina ranta maddî, heta ku ranta siyasî jî! Ji viya bi wêdetir li ser hesabê neteweya kurd, an jî em bi zimanê wan bibêjin, li ser hesabê “Kürt halkı” xapandineka bêperwa ye. Carînan hindek nivîskarên baş jî bi niyeta xwe ya qenc di van çalakiyan de ji amanca wan a muphem re dikarin bibin alet.

Ev festîval li gelek bajaran têne lidarxistin. Bi rastî jî, ew butçeya ku li van festîvalan hatiye xerckirin ger bête beyankirin, em dê bibînin ku bi vî pereyî belkî dewletek tê avakirin! Lê li ser hesabê kurdan çi ketiye dest? Belkî ne kefa sabûnê ye jî. Hîç!...

Yekîtî Gulbaran: Demek berê li Amedê komeleyek bi navê Kom-Kurd vebû û hat qedexekirin. Wan xebateka çawa meşandin? Meha Gulanê de 3 ronakbîren kurd li dijî sîyaseta Tirkîye ya li hemberî Kurdîstana Başûr protestoyek amade kirin û hatin hepîskirin. Gelo te ev çalakî çawa dît? Ez dizanim ku te hevalan re nameyek jî şandiye? Gelo çima ew protesto ew qas lawaz ma?

Roşan Lezgîn: Belê, di destpêka damezrandina vê komeleyê de bo civîneka amadekirinê hindek hevalan ez jî dawet kirim. Min civîneka wan şopand. Ew metna ku wan mîna programa komeleyê amade kiribû jî min gelek bi hûrbînî bala xwe dabû ser. Wê demê min bernameya wan rexne kiribû, ji min re gelek bi mubalexe hatibû. Ji min tirê xebata wan jî ne wekî komeleyekê lê wekî partiyeka siyasî dihate meşandin. Yanî forma xebata wan ne tekuz bû. Ez qet tevlî wan nebûm, di wê merasîma bibîranîna şehîdê nemir Qazî Muahemedî de jî ez wekî mêvan beşdarî bernameya wan bûbûm û hew. Peywendiyeka min a organîk jî bi wan re hîç çênebûye. Lêbelê hindek şexsiyetên ku ez wan nas dikim û qedrê wan jî digrim, di nav vê komeleyê de hebûn. Yek jê kek Îbrahîm Guçlu, siyasetmedarekî naskirî ye, ta ji beriya salên 1980 de ez wî nas dikim.

  1. Di xebata kurdayetiyê de niha ez bi tena serê xwe xwediyê fikrekê me. Bêguman fikrê min wekî roşinbîrekî ye, ji wan cihê ye. Lê ev nayê wê manayê ku em ê merheba nedine hev, yan jî em ê hevaltiyê, dostaniyê nekin. Îcar, dema ku kek Îbrahîm hate girtin, ji bo ku moralê wî bilind bikim min namayekê jê re şand. Dibe ku ji mêj de şaşiyên wî jî hebûne, ez zêde nizanim, lê niha ez bala xwe didimê ji nav kesên siyasî, yê ku zêdetir dixwaze li kurdiya xwe vegere yek jê ew e. Digel ku kurdiya wî hêjayî rexneyê ye lê ez dibînim ku di vî warî de samîmî ye. Ev awa vegera kesekî polîtîk dibe modeleka baş. Wekî kurdperwerek, ev yek, kêfa min tîne. Ji vê çendê ez qedrê vê yekê digrim. Wekî mînak, ji kesên siyasî merhebaya min û kek Sedat Yurtdaşî jî baş e. Ji ber ku bala wî jî bi awayekî samîmî li ser kurdî ye, zêdetir bi zimanê xwe dinivîse, ji vê çendê, kêfa min ji wî re jî tê.  

Ew çalakiya ku ji bo balkişandina li ser hêza mîlîtarîst a tirk ku fenomana kurd a li başûrê welêt tacîz dike hatibû lidarxistin, bêguman li ser navê Diyarbekir an jî em bibêjin li ser navê Kurd-Komê gelek lawaz ma. Divê hûn vê pirsê ji wan kesên ku bi awayekî nostaljîk dixwazin siyasetmedariya xwe ya sih sal berê li ser sendeliyan cardin zinde bikin û herwisa, yên ku bi vî awayî piçek xwe tatmîn dikin, bikî. Yan divê, tu vê pirsê ji wan kesên ku li festîvalên Başûr mêvanên herî ezîz in bikî. Yan jî, divê tu vê pirsê ji wan kesên ku Başûr di çavê wan de wekî çêleka bi şîr dixuye û dora devê xwe dialêsin bikî. Ez yekî pale me li Diyabekir, ez yekî karker im, ev pirs ji min re zêde tê.

 

Yekîtî Gulbaran: Di nav kurdan de di karanîna zaravên kurmancî û zazakî de tevlîhevîyek heye. Em carînan ji bo zazakî dibejîn “Zazakî”, carînan jî em dibejin “Dimilkî”. Gelo divê em termînolojiyeke hevbeş çawa amade bikin. Nêrînên te li ser vê yekê çi ne?

 

Roşan Lezgîn: Ji bo dîyalekta kirmanckî çar nav têne bikaranîn: 1.Kirdkî, 2.Kirmanckî, 3.Dimilkî, 4.Zazakî. Beşeka mezin ji kurdên kirmanc zêdetir “kirdkî” bi kar tînin û xwe jî wekî “kird” didin naskirin. Li Dêrsimê jî “kirmanckî” bi kar tînin û xwe jî wekî “kirmanc” didin naskirin. Beşeka hindik jî xwe wekî “dimilî” û zimanê xwe jî wek “dimilkî” didin naskirin. Beşek jî xwe wekî “zaza” û zimanê xwe jî wekî “zazakî” bi nav dikin. Ji van navan peyva “zaza” bi giştî ji derve de tê gotin, ango kirmanc bi xwe vê peyvê zêde bi kar naynin. Lêbelê ji ber ku peyva “zaza” gelek hêsan tê bilêvkirin, niha bi giştî ji bo kurdên kirmanc ev peyv tê bikaranîn.

Di encama xebata standardîzekirina kurdiya zazakî de ji van navan “kirmanckî” maqul hatiye dîtin. Niha di warê nivîsînê de ev nav tê bikaranîn. Ger peyva “zazakî” bête bikaranîn jî, li gorî min rastir e ku wekî “kurdiya zazakî” bête bikaranîn. Herwisa, ji bo diyalektên din jî ev awa navlêkirin bête xebitandin hîn rastir e. Wekî mînak, “kurdiya kurmancî”, “kurdiya soranî” û hwd. Ji bo civatê jî “kurdên zaza”, “kurdên kurmanc”, “kurdên soran” bête gotin hîn rastir e.

Tebîî ye ku divê neteweyek xwedî termînolojiyeka hevbeş be. Ji bo neteweya kurd jî divê wisa be. Herçendî diyalekt û devokên me pir in û di warê zimên de niha em wekî kurd xwediyê sê standardan (kirmanckî, kurmancî, soranî) bin jî niha em bi hêsanî dikanin terînolojiyeka hevbeş ji bo xwe amade bikin, ji aliyê lînguîstîkî jî ev mumkin e. Jixwe, hinek têgehên (term, kavram) hevbeş bi xebata roşinbîrane pêk hatine. Lê divê bi bêhneka fireh di qadeka akademîk de ku tevayî diyalektên kurdî têde bêne temsîlkirin, ev kar bête berfirehkirin. Di hemî waran de termînolojîyeka hevbeş bête tesbîtkirin. Lêbelê jê re îradeyeka siyasî divê, çunke ev karekî neteweyî ye, divê tevayî neteweyê bigre nava xwe. Ez wisa texmîn dikim ku îradeyên siyasî yên kurdan ji vê yekê re dilxwaz in. Lê konjuktura siyasî hîn jî rê nade vê yekê! Ez niha wisa bawer im, bi qasî ku em texmîn nakin îradeya azad a kurdan li Başûr di bin fişarê de ye. Di penî û nepeniyê de poîtîkayeka tund ji aliyê Tirkiyê li wan tê arastekirin ku ew zêde peywendiyê bi kurdên Bakur re daneynin. Di warê termînolojîyê de û herwisa, dixwazin ku di warê lîteraturê de jî her mesafe hebe di navbera Başûr û Bakur de. Wekî mînak, di hilanîna perwerdeya bi kurdiya kurmancî ya li Başûr, belkî piçek ji rûyê fişara şovenîzma kurdên soran be, lê ez wisa guman dikim ku pêçiya polîtîkaya dewleta tirk di vî biryarî de heye.

Wekî min got, şovenistiya diyalektan belkî ji vê yekê re zemînê teng dike. Wekî mînak, kurdên soran li hemberî diyalektên din ên kurdî gelek tund dixuyin. Di tesbîtkirina forma peyvan an jî di warê termînolojiyê de kurdên kurmanc jî tenê kurdiya kurmancî û kurdiya soranî hesab dikin û hew! Ji wê çendî berbihevhatina diyalektan û çêbûne termînolojiyeka hevbeş giran dimeşe, an jî zêde ne tendurist e, qet nebe hêjayî rexneyeka ciddî ye.

Yekîtî Gulbaran: Nêrîn û pêşnîyarên te ji bo kurdên diyasporayê çi ne?

Roşan Lezgîn: Belê, helbet diyasporeyeka kurd heye. Zêdetir li welatên Ewropî heye, qismek jî li welatên Asyaya Navîn û herwisa, li welatên jor, li Rusyayê jî hene. Lê kurdên li Ewropayê, teqrîben di van bîst-sih salên dawîn de, bi giştî ji ber sedemên siyasî koçber bûn. Dibe ku di nav wan de qismek jî ji ber sedemên aborî ji bo xebatê çûne Ewropayê, bi taybet Almanyayê.

Kurdên li Ewropayê, ji aliyê siyasî civateka elît a kurd e. Beriya wextan, beriya ku ew ji welatê xwe koçber bibin, wan ji bo başkirina rewşa gelê xwe dozeka siyasî hildabû ser milê xwe, ew xwedîyê îdealan bûn. Ji vê çendê dewletên dagîrker dinya li wan teng kiribû û ew jî bi mebesta ku şertên xebata xwe xweştir bikin derketibûn derveyî welêt. Belam digel ku gelek kesên bijare derketin derve, lê niha xebata kêm kesan li welêt vegeriyaye. Ev, bi taybet ewên ku li ser ziman û edebiyata kurdî, li ser dîroka kurdî xebitîn, mifaya wan gelek gihîşte welêt, gihîşte gel. Min bi xwe ji xebata vê kategoriyê gelek îstîfade kiriye. Ev kategorî bi taybet elîta kurd a li Swêdê ye.

Ji aliyê kategoriya siyasî, zêde tiştekî berbiçav çênebû. Xebata siyasîyan, xebata wan a siyasî hem ji aliyê teoriyê hem ji aliyê pratîkê, te divêt bila stratejî yan taktîkî be, me tu giraniyeka diyasporaya kurd a li Ewropayê hîs nekir, însîyatîfeka wan çênebû. Ger hindek rexneyên reaksiyonel ên zeîf çêbûne jî zêde qîmeteka wan nîn e. Ji aliyê analîza siyasî zêde bipêş neketine, çawa çûne hema-hema di wê sewîyeyê de mane. Ev jî, ez bawer im ku ji ber kislaniya xwendinê ye, zêde ji îmkanên Ewropayê îstîfade nekirine, ji aliyê entelektueliyê bipêş neketine. Ez dê bipirsim, gelo çima Îsmaîl Beşîkçiyek, Edward Saîdekî kurdan ji nava wan derneket? Di ciwaniya xwe de çi xwendine, ew e. Niha çi dema ku ev kategoriya siyasî dixwaze li welat xebatekê bike, digel ku aniha şert û konjuktor ji bo xebateka siyasî gelek-gelek musaît in lê ez dibêjim qey ew bêdengî û tarîtiya panzdeh-bîst salên li Ewropayê siyeka ser bi ser wan de radixîne. Yekî ku kanibe bi vîzyoneka nuh, bi rengekî modern kurdan li dû xwe bimeşîne nîn e, rewşa kurdan baştir bike naxuye. Ji aliyê siyasî, diyasporaya kurd lexer e. (*)

Diyarbekir, Havîn-2006

___________________

(*)Ev hevpeyvîn li malpera www.peyamaazadi.com hatiye weşandin.  

 

No nuşte 1485 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.