zazaki.net
28 Êlule 2023 Panşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

GOTARÊN KONFERANSA EDEBIYATA ROJHILATA NAVÎN Û PIRÇAND(ÎT)IYÊ

01 Tebaxe 2009 Şeme 09:59

 

“Xelkên Rojhilatê her tim hêvî dikin ku nivîskar mîna hingan hingivê çêbikin...

Heta ku hûn hukumetek adil,

 hakimek durust, dîndarek ku mîna waezên xwe tevdigere

û mêrek ku jina xwe ji xwe kêmtir nabîne şanî min nedin,

ez ê qîrînên xwe bi bişirînên kêfxweş

û lomeyên xwe bi pesindanan neguherînim,

ez ê şîrîniyê nekim şuna tahliyê.”

Xelîl Cibran

 

Ev dibe du (2003, 2004) sal ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir di demasala payizê de “Rojên Edebiyatê” li dar dixîne. Di çarçeweya Rojên Edebiyatê de sê cûre çalakiyên sereke hene ku ev jî; konferans, fuara kitêban û panel in.

Bêguman derbarê “Rojên Edebiyatê” de ji aliyê kêmanî û hêjahiyan ve mirov dikare gelek tiştî bibêje lê ji ber ku dê mijara vê nivîsê ew berhema ku ji axaftinên Konferansa 2003an hatiye tomarkirin û wek kitêbek bi navê “Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê” hatiye çapkirin be, lewma jî ez dê bi tenê li ser vê berhemê rawestim.

Bêguman ziman û çanda kurdan li Kurdistana Bakur nêzîkî sed salî qedexe ma û bi awayekî sîstematîk tûşî êrîşên tunekirinê bû, ji wê çendê di demeke nîvazad de be jî, ji bo geşkirina ziman û çanda kurdî lidarxistina hin çalakiyan roleke jiyanî dilîze. Ji ber vê yekê her çalakiya kulturî ku bi taybetî li welêt, li Diyarbekir çêdibe gelek muhîm e. Herwiha, ji bo ku ev çalakî bi tenê di nav çar dîwaran de, di nav komeke elît de nemînin û li nav xelkê belav bibin jî divêt ew nîqaş û gotar û axaftinên ku di van çalakîyan de pêk tên, bêne tomarkirin û bigihên girseyeke hîn zêdetir. Dîsa, tomarkirina van gotaran ji bo ku di siberojan de kesên ku bixwazin di van waran de lêkolînan bikin û herwiha, ji bo duristkirina hafizayeke nivîskî jî dibin çavkanî û belge. Ji wê çendê berhevkirin û tomarkirina gotar, nîqaş û axaftinên çalakiyên bi vî rengî baldarî û hassasiyeteke taybet û pisporiyekê dixwazin. Lewre karê tomarkirinê ne karekî ewçend hêsan e. Nexwe, di karê berhevkirin û tomarkirinan de ger ne li gor kirîterên objektîv û zanistî bête tevgerandin, hingê ew metnên ku wekî belge em li dû xwe dihêlin dê hem hafizaya me ya muşterek tevlihev û lîşo bikin û hem jî dê sîyeke sar raxînin bi ser wan çalakiyan de. Û ji aliyê din, berpirsiyarên karê tomarkirinê hem li hemberî kesên ku beşdarê van çalakiyan bûne û hem jî ew keda ku hatiye dayîn, teqdîrkirina ku heq dike dê tam nestîne û dê xwediyên xwe li hemberî awirên minetdar di şermê de bihêle.

Çima ew kitêba ku wekî ji gotarên “Konferanasa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê” hatiye tomarkirin û bi alîkariya madî ya Şaredariya Diyarbekirê ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye çapkirin bûye mijara vê nivîsê? Lewre di warê objektîvî û sehîhbûnê de gelek seqet e. Hêja ye ku hem kesên ku wan gotaran tomar kirine û çap kirine, hem jî siberoj kesên ku dê vê berhemê wekî çavkaniyekê hildin dest, ger di hin waran de bêne şiyarkirin dê çêtir be.

Ji bo ku mebest zelatir bête xuyanîkirin ez dê bernameya Konferansa 2003an pêşkêş bikim lê divê ku pêşî bidim zanîn, xeletiyên rastnivîsînê yên di bernameyê de ne aîdê min in.

Bernameya Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê

4 Sernawez Sêşem 2003, Rûniştina Yekem (09. 00 – 12.00)

Axaftinên Vekirinê

* Feridun Çelik (Şaredarê bajarê Mezin ê Amedê),

* Vedat Turkali (Nivîskar),

* Şefik Beyaz (Serokê Enstîtuya Kurd),

* Îzedîn Mistefa Resûl (Serokê Yekîtiya Nvîskarên Kurd)

* Mehemed Uzun (Nivîskar)

15 Dq. Navber

Pir-Çandîtî, Wêjeya Kurdî û Diyarbekir

*Nihêrtineke Gelemperî li Wêjeya Kurdî: Dr. Marûf Xeznedar

*Wêjeya Klasîk a Kurd: Dr. Ferhat Shakely (Lêkolîner)

*Mîtolojiya Kurdan: Dr. Qudbedîn Sadiqî

*Bi Lehçeya Zazakî û Hewremanî Wêjeya Kurdî: Mehemed Malmîsanij (Lêkolîner)

Rûniştina Duyem (13.00 – 16.15)

Di Wêjeyê Danûstandina Çandî

*Danûstandina Kurdî-Tirkî: Zana Farqînî

*Danûstandina Kurdî û Farisî: Haşîm Ehmedzade

*Danûstandina Kurdî û Erebî: Helîm Yûsiv

15 Dq. Navber

Wêjeya Nûjen a Kurdî

*Li Iraqê Rewşa Edebiyata Kurdî: Mehdî Xoşnaw (Serokê Şaxa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd)

*Li Iraqê bi Zaravayê Kurmancî Wêjeya Kurdî: Hesen Silêvanî (Serokê Şaxa Duhokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd)

*Li Îranê Edebiyata Kurdî: Behram Weledbegî (Serokê Enstîtuya Kurdî ya Tehranê)

 

5 Sermawez Çarsemî 2003, Rûniştina Yekem (09.00 – 12.15)

*Li Tirkiyeyê Rewşa Edebiyata Kurdî: Alaatîn Aktaş (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê)

*Li Sûrîyeyê Edebiyata Kurdî: Pîr Rustem (Çîroknûs)

*Li Qafqasan Wêjeya Kurdî: Prof. Dr. Celîlê Celîl

15 Dq. Navber

*Qonaxên Netewebûnê û Wêje: Orhan Mîroglu

*Di Wêjeya Kurdî de Cihê Jinê: Dr. K. Abdurrahman Mukriyanî

*Wêjeya Guherîn û Berxwedanê: Salih Ağaç

Rûniştina Dûyem (13.00 – 16.15)

*Di Helbesta Kurdî Xala Werçerxanê: Ebdula Goran: Îzedîn Mistefa Resûl

*Perwerdehî û Wêje: Haydar Diljen

*Di Wêjeya Kurdî Cihê Zarokan: Yunis Behram (PENa Kurd)

15 Dq. Navber

*Têkiliya Wêjeya Devkî û ya Nivîskî: Şerefxan Cizîrî (Nivîskar)

*Zimanê Resen û Zimanê Wergerê: Firat Cewerî (Nivîskar-Wergêr)

*Di Heyama Nû de Çîroknûsiya Kurdî: Mulazim Ozcan (Nivîskar)

 

6 Sermawez Pêncşemî 2003

Rûniştina Yekem (09 – 12.15)

Mijarên Serbest

*Kurdên ku bi erebî dinivîsin: Taha  Xelîl (Nivîskar)

*Li Îranê Dîroka Romana Kurdî: Eta Nehayî

*Hestên Me Çendîn Dûrî Hev in: Khaled Khalife

15 Dq. Navber

*Di Çavkaniyên Swêdiyan de Wêneyê Kurdan: Rohat Alakom (Lêkolîner)

*Jêderkên Alternatîf ên Çanda Mezopotamyayê: Ragip Zarakolu

*Wekî Kospeke li ber Pirçandiyê Rojhilatnasî: Khaled Tewekole

*Rûniştina Duyem (13.00 – 15.00)

*Nîqaşa Serbest ....... (Dayikek ji Dayikên Aştiyê, Edip Polat, Torî, Roşan Lezgîn, Ali Öncü, Marûf Xeznedar, Ahmet Kasımoğlu, Rêzan Tovjîn, Ciwanek Ji Îlamê (Îran), Khalid Khalife. Her kesekî 10 dq. axaftin kir.)

*Xebata Komîsyonan (15.00 – 16.15)

*Komîsyon: Di Wêjeya Rojhilata Navîn de Cihê Wêjeya Kurdî: Teblîxa Estîtuya Stenbolê: Ş. Beyaz

*Nivîsandina Encamnameyê û Xwendina wê  

 

Hin Not Derbarê Bernameyê de

Kesên ku navê wan di bernameyê de hebû lê nehatibûn: 

1. Dr. Qudbedîn Sadiqî,

2. Prof. Dr. Celîlê Celîl,

3. Dr. K. Abdurrahman Mukriyanî.

(Ji ber ku cihê wan vala dima, yan kesê li dû wan dest pê dikir û bi vî awayî êvarê zûtir dawî lê dianîn yan jî ew wext (30 dq.) di bêhnvedanan de hat xerckirin.)

Kesên ku nehatibûn lê gotarên xwe şandibûn:

1. Zana Farqînî (Gotara wî ji alîyê Samî Tan ve hate xwendin),

2. Helîm Yûsiv (Gotara wî ji alîyê Taha Xelîl ve hate xwendin)

 

Di beşa “Komîsyon: Di Wêjeya Rojhilata Navîn de Cihê Wêjeya Kurdî” de teblîxa Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate xwendin û dû re jî bêyî ku derbikevin ser kursiyê gelek kesî di hindava xwe de bi mîkrofonê dîtinên xwe bi kurtî anîn ser zimên.

Dû re jî di beşa “Nivîsandina Encamnameyê û Xwendina wê” de Encamname hate munaqeşekirin û qebûlkirin û konferans dawî lê hat. Roja di pey re jî li Şaredariya Mezin a Diyarbekirê encamnameya konferansê ji lehçeyên zimanê kurdî, bi kurmancî, soranî û kirdkî (zazakî) û bi tirkî hate amadekirin û xwendin. Metnên encamnameyê li rojnamevanan hatin belavkirin.

 

Wekî Kitêb Çapkirina Gotaran

Xalek ji encamnameya Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçand(ît)iyê jî ew bû ku hemû gotarên ku di Konferansê de hatine pêşkêşkirin, wekî kitêb bêne çapkirin. Jixwe, ji serî heta bi dawiya konferansê kamerayên şaredariyê hemû gotar tomar kiribûn.

Axir ew kitêba ku dê ji gotarên konferansê pêk bihata, hate çapkirin û di konferansa 2004an de li hemû beşdarên konferansê hate belavkirin. Lêbelê di vê kitêbê de ji tu aliyî ve sîstematîkek tune ku mirov bizanîbe bê hela li gorî kîjan krîteran amade bûye? Di ser kitêbê de “Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê” nivîsandî ye. Di serê pêşî de dema ku mirov li navê kitêbê dinihêre hingê mirov texmîn dike, ew gotarên ku di konferansê de hatibûn pêşkêşkirin naveroka kitêbê ne, lê dema ku mirov li hundirê kitêbê dinihêre ne wisa ye. Gelek kesên ku di konferansê de gotarên xwe pêşkêş kiribûn têde nîn in û kesên ku qet nehatibûn konferansê yan jî li konferansê tu axftinek nekiribûn û jixwe, navê wan jî di bernameya konferansê de nîn bû, yan jî gotareke wan wekî teblîx di huzûra beşdaran de nehatibû pêşkêşkirin, mîna ku wan jî li konferansê gotarên xwe pêşkêş kiribin, bi tevî fotografên xwe yên herî tîtal di kitêba navborî de cih girtine.

Ji vana yek jê Dîlawer Zeraq e, ku ne hatibû konferansê û jixwe navê wî jî di nav beşdar yan jî axitfvanên konferansê de nebû, nivîseke wî ya ku di kovara W’yê de weşiyaye di vê kitêba navborî de cih girtiye. Lêbelê tiştê balkêş ew e, ku di kovara W’yê de di bin wê nivîsê de jêrenotek heye ku wisa dibêje:

“Not: Ev nivîsar li “Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê” hatiye pêşkêşkirin (Kovara W, Hj. 1, Rezber-Kewçêr 2004)”

 

Dîlawer Zeraq bi vê nota xwe xwendevanan dixapîne û rast nabêje. Ew bi tenê di çarçoweya Rojên Edebiyatê de tevlî panelekê bûbû, ne ku wî di Konferansê de gotar (nivîsar) pêşkêş kiriye! Nivîsara wî wekî meqaleyekê 10 meh di pey Konferansê re li kovara “W” weşiyaye. Û piştî ku salek bi ser Konferansê ket, îcar di nav “Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê” de derket. Ew Panela ku tevlî bûbû jî di bernameya Rojên Edebiyatê de bû:

Jiyandina Zimanekî

Beşdarvan: Helîm Yûsiv (nehatibû), Dîlawer Zeraq, Yaqob Tilermenî, Firat Cewerî

Cih: Zagros Sanat Merkezi, 8 Sermawez 2003, Saet: 19.00 

 

Divê mirov bipirse, ger sohbetên ku di panelan de hatin kirin di wê kitêbê de ji xwe re cih dibînin hingê diviyabû ku axaftina hemû panelîstan û panelên din jî têde cih bigirtana yan jî navê wê kitêbê “Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê” nehatibûya danîn. Ger bête gotin ku wî camêrî sohbeta xwe wekî gotarekê da me û me jî çap kir, hingê divê ez jî bibêjim ku min jî axaftina xwe ya li Salona Şaredariya Mezin û axaftina xwe ya li Konferansê bi nivîskî û di dîsketê de teslîmê organîzatoran kir. Ji wê çendê niha heqê min jî heye ku ez bipirsim, gelo çima cih nedan gotara min? Axaftina min a li panelê jî wekî gotar di kovara Nûbihar û kovara enternetî Mehnameyê de weşiyabû. Û min jî di bin wê nivîsa xwe de jêrenotek wisa danîbû:

“*Ev axaftinek e, ku li roja 8. 11. 2003an, di “Rojên Edebiyatê” de li Salona Belediyeya Bajarê Mezin a Diyarbekir, ku wek panelîst ez, mamostayan Haydar Diljen, Deham Evdilfettah û Samî Tan beşdar bûbûn de hatiye kirin... (Nûbihar, Hj. 91, Zivistan-2004 û Mehname-49)”

 

Mirov ji vê yekê wisa têdigihê ku berpirsîyarên Ensîtuya Kurdî Ya Stenbolê ji Enstîtuyekê wêdetir bi refleksên îdeolojîk û subjektîv tevdigerin. Kesên ku xwe nêzî ideolojiya wan dibînin yan jî xwe wisa nîşan didin -ku ev jî pîvaneke subjektîv e- bi vê riyê dixwazin populîstiyeke erzan bidest bixînin, ew jî wan derdixin pêş lê kesên ku li hesabê wan nayên, Enstîtu yan jî organîzatorên Konferansê ku wan gotaran ji bo çapê ji wan re şandine, dixwazin dengê wan bibirrin. Yanî krîter xal û xwarzitiya îdeolojîk e!

Ev yek, a duduyan jî, gotarên Torî û Deham Evdilfetahî jî di wê kitêbê de cih girtine ku ev her du kes jî digel ku wekî beşdar tevlî Konferansê bûbûn lê ne navê wan di bernameyê de hebû û ne jî axaftvan bûn, ne jî tu teblîxeke wan li konferansê hate xwendin. Ji vana Torî bi tenê mîna mêvanek 10 dq. axaftinek kir ku ew jî rexnekirina gotara Rohat Alakomî bû. (Li ser diziya çêlekan!...) Deham Evdilfetah jî bi tenê di panelek li salona Şaredariya Mezin axaftinekê kir ku tu eleqeya wê axaftinê bi gotara ku di vê kitêbê de hatiye weşandin re nîn bû. Ger van her sê camêran ji xwe re meqale nivîsandine, bila ji xwe re di kovarên xwe de biweşînin ku ev e, weşandine jî. Gotarên ku di Konferansê de nehatibin pêşkêşkirin bi not û nîşeyên nerast nabin Gotarên Konferansê! Niha siberoj ev berhemên wisa dê ji bo lêkolîneran bibin çavkanî. Naxwe, bi vê kirinê ew bi xwe û bi taybetî jî Enstîtu hem xwendevanên îroyê û hem jî lêkolînerên siberojan dixapînin! Ev yek webal e...

 

Gotarên Ku Li Derve Mane

Kesên ku beşdarê konferansê bûbûn û di bernameyê de navê wan û saeta axaftina wan diyar bû û axaftina xwe jî kirin lê di vê kitêbê de cih negirtine, ev in:

1. Helîm Yûsiv: Danûstandina Kurdî û Erebî

(Helîm Yûsiv nehatibû lê axaftina wî (di şûna wî de) Taha Xelîlî kir. Axaftina Zana Farqînî jî di heman rewşê de bû; ji ber ku Farqînî nehatibû, di şuna wî de Samî Tan gotara wî xwend. Gotara Farqînî -bêyî ku wek jêrenotek beşdarnebûna wî bête diyarkirin- di vê kitêbê de cih dane gotara wî lê ya Helîm Yûsiv qet tune.)

2. Khaled Khalife: Hestên Me Çendî Dûrî Hev in

(Ev nivîskarekî erebê Sûriyê ye. Hem navê camêr di bernameyê de hebû û hem jî gotara xwe bi erebî pêşkêş kir û Yûnis Behramî jî demildest wergarand ser kurmancî. Lêbelê gotara wî ne bi erebî û ne jî bi kurmancî di kitêbê de cih negirtiye.)

3. Rohat Alakom: Di Çavkaniyên Swêdîyan de Wêneyê Kurdan

(Rohat Alakom, hem di bernameya konferansê de hebû û hem jî di çarçoweya Rojên Edebiyatê de li DSMê bi navê “Di Wêjeya Tirkî de Kurd” panelekê da, lê ne gotara wî ya li konferansê û ne jî gotara wî ya li panelê di wê kitêbê de cih negirtiye.)

4. Ragıp Zarakolu: Jêderkên Alternatîv ên Çanda Mezopotamyayê

(Ev camêr jî hem navê wî di bernameyê de hebû û hem jî gotara xwe bi tirkî pêşkêş kir lê gotara wî jî bi avê de çûye.)

5. Khaled Tewekole: Wekî Kospeke li ber Pirçandiyê Rojhilatnasî

(Ev camêr jî kurdekî Rojhilatê ye, hem navê wî di bernameyê de hebû hem jî camêrî gotara xwe pêşkêş kir lê şûna gotara wî hin camêrên ku qet nehatibûn konferansê bi meqaleyên xwe yên li kovara xwe weşiyayî dagirtine!)

 

Ji Alîyê Zimên ve

Di “Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê” de gotar bi zimanê tirkî, erebî û ji lehçeyên kurdî bi kurmancî û soranî hatin pêşkêşkirin. Gotarên Feridun Çelik, Vedat Türkali, Mehmet Uzun, Salih Ağaç û Orhan Miroğlu bi tirkî ne. Dîsa, gotarên Prof. Dr. Marûf Xeznedar, Haşim Ehmedzade, Mehdî Xoşnaw, Behram Weledbegî, Dr. Î. Mistefa Resûl û Eta Nehayî bi lehçeya soranî ne. Ewên din jî bi lehçeya kurmancî gotarên xwe pêşkêş kirin. Û Encamnameya Konferansê jî bi tirkî û ji lehçeyên kurdî bi kurmancî, soranî û kirdkî(zazakî) hate amadekirin. Bêguman di vê kitêbê de Encamnameya Konferansê bi tenê ya bi kurmancî hatiye weşandin, cih nedane lehçeyên din ên kurdî û tirkî. Sedem çi ye nayê zanîn! Ji ber ku tu sîstematîkek di vê kitêbê de nîn e, lewma jî mirov nikare îzehetek jê re peyda bike. Madem gotarên ku têde hatine weşandin bi tirkî, kurmancî û soranî ne, gelo çima Encamname jî bi van ziman û lehçeyan nehatiye weşandin?!

 

Pêşeka Kitêbê

Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê di pêşeka vê kitêbê de wiha nivîsandiye:

“... Bi lidarxistina vê konferansê re, Şaredariya Mezin a Amedê roleke mêjûyî lîst û peywirek ji peywirên xwe yên bingehîn pêk anî.

Ev berhem ji gotarên vê konferansê pêk tê...

Me di nav panzdeh rojan de ev berhem ji çapê re amade kir... Herwiha di van kasetên ku hatin ber destê me de axaftinên çend beşdaran tune bûn, ji ber ku me di vê dema teng de nekarî gotar û axaftinên wan bi dest bixista. Me çi qas xwest ku em xwe bigihîjin gotarên wan kesan jî, lê belê em bi ser neketin. Lewma gotarên wan kesan di vê berhemê de cih negirt....”

 

Ger bête zanîn ku têgeha “Enstîtu” tê çi wateyê, dixwazî 15 roj an jî 115 roj, qet ferq nake (madem ku salek dereng mabû bila piçekî din jî dereng bimaya!) û mirov wekî îmze dema ku navê sazîyeke zanistiyê di bin berhemekê de nivîsand, hingê kêmbûna wext nabe mazereta ewçend xeletiyan, ku mirov nikare bibêje ev xeletî ne! Dîsa, ew îdîaya ku dibêje, “Me çi qas xwest ku em xwe bigihîjin gotarên wan kesan jî, lê belê em bi ser neketin” gelekî subjektîv e. Tu qîmeteke madî ya vê gotinê nîn e! Ger ev îdîayek be, hingê mirov jî di heman meqamê de îdîa bike û bibêje, wan qet jî nexwestiye xwe bigihînin tu kesî, ji bo ku hin kes li hesabê wan nedihatin û dibe ku li bal amadekarên vê kitêbê têgehên ‘Objektîvî’ û ‘Zanistî’yê li ‘Enstîtubûnê’ nakin! Lewma jî hema bila kitêbek bihata çapkirin, de çawa dibe ew dizane!

Herwiha, ji bo kesên ku di vê kitêbê de cih nedane gotarên wan jî, hatiye nivîsîn ku“... û ji xwediyên gotarên ku di pirtûkê de cih negirtine lêborînê dixwazin.” Lêbelê qet navê wan nehatiye diyarkirin, bê hela ev kes kî ne? Mafê her xwendevanî heye û mafê kesên ku lêborîn ji wan tê xwestin jî heye ku bizane ji kê lêborîn tê xwestin.

Her berhem li hember xwendevan û muxatabên xwe berpirsiyar e!    

Bi hêviya xebatên hîn cidîtir, objektîv, zanistî û xweşbînîyê û bi rastî fehma demokratîk.(*)       

________________

(*) Ev gotar li kovara Bir, Kovara Lêkolîn û Lêgerînê, Hejmar 1, Diyarbekir (Bihar) 2005, r. 222-228 weşîyaye.

No nuşte 4568 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.