Ger mirov baş bala xwe bide, bi rastî jî ev çîrokeke sosret a sedsalî ye di jiyana me de ku bi Cumhuriyetê re dest pêkiriye. Pêşî navê bajar, navçe, gund, gom, deşt, çem û çiyayên me guherandin. Çi tiştek ecêb e, ew navên ku bi hezarê salan bi rengê xwe yê xwezayî li derekê hatibin danîn û cihê ji nişka ve de navê wan der û deveran bête guherandin, ku ev navên nuh ku lê bêne danîn jî bi zimanekî din be. Gelo dê bête texmînkirin ku di binhiş û derûniya wî xelkî de çendî tofanên ecêb dê biqewimin û çawa biyanîbûneke mezin û seyr di navbera mirov û hawirdora mirov de rû bide? (Gelo kî ne em? Em aîdê kîderê ne?)
Ew zemanê ku zimanê kurdî qedexe kiribûn û serê peyva kurdî pêncî quriş pereyê Cumhuriyetê li kurdên ku nizanîbûn bi zimanê tirkî biaxifin cirm li wan dihate birrîn, ez hîn nehatibûm vê dinyaya biedalet! Lê mezinên me tim qal dikirin ku ji tirsa nezanîbûna axaftina bi zimanê tirkî newêrîbûn herin bajaran. Çûyîna bajaran ji bo kesên ku nizanîbûn bi tirkî biaxifin ezabek bû ku hem xelkê bajaran ên ku bi tirkî dizanîbûn, bi wan tinazên xwe dikirin û hem jî cirmek li ser xizaniya wan zêde dibû. Ên ku bêçare diman ji bo kirîna çend pel û potan herin bajêr, ji bo ku xwe ji dayîna cirmê xelas bikin, yan qet nediaxifîn, xwe bi xwe zimanê xwe lal dikirin, yan jî, mecbûr diman ku bibêjin, “Ka hela bi tirkî nanek bide!” Lêbelê kesî bîr pê nebir gelo li hemberî dewletê zimanê kurdî çi sûcek kiriye ku wisa bûye mehkûmek û fermana kuştina wî rabûye! Û dîsa ji ber kîjan sedemî ye ku divê ev xelk dev ji zimanê bav û kalên xwe berde, îlla û lîlla bi tirkî biaxife! (Ji bo felişandina hêza derûniya miletek?)
Li welatê min hînbûna zimanê tirkî mînanî wê strana Yemenê bû ku dibêje, “Giden gelmiyor acep nedendir?!” Kî hînî zimanê tirkî dibû êdî qet xwe li kurdiyê xwedî nedikir. Di heman demê de ev windabûnek bû. Di psîkolojiya me de carek piçûkdîtina zimanê xwe wisa cih girt ku êdî me xwe bi xwe, xwe spart ber bayê tund ê asîmilasyonê, yanî ew qetlîama spî!
Ev serê heştê salan e ku ji Enqerê bayê tund ê asîmilasyonê ber bi welatê min ve pêl bi pêl tê...
(Gelo miletek çawa tune dibû? 1- Bi kuştinê. 2- Bi tunekirina zimanê wî miletî. Yê me, bi herduyan jî.)
Ew dewleta ku ne rê, ne elektrîk û ne jî avê dibir gundên welatê min, lê çendî destvekirî bû ku li keviya bajaran ewqas pirr dibistanên nivistî (Yatılı Bölge Okulları) ava dikir ji bo ku zarokên welatê min baş fêrî tirkî bibin!
Ev çi sirr e di nava zimanan de veşartî, ziman tê çi wateyî ku ji bo tunekirina wî ewçend mesref lê dihat xerckirin? Gelo niha em jî têgihaştine ku ziman ji bo miletan tê çi wateyî? Gelo ziman hêlîna ruh, reng, dirûv û kesayetiya me nebû ku wisa xwîn jê diherikî û di rastiya xwe de ma ew xwîn ji ruh, reng, dirûv û kesayetiya me nediherikî?
Dû re, çek û rext li xwe pêçan û li dawên çiyayan belav bûn ciwanên ku dişibiyan min. Nizanim bê hela çima hertim bi zimanê tirkî deng li min kirin! Min got, “Gelo çima hûn bi zimanê min naaxifin?” Gotin, “Heval, dil önemli degil, önemli olan özgürlük. Ma qorucî de Kürtçe qonişî!” Lê ji roja ku ji min re wisa hat gotin û heta îro, min hîn jî fêm nekiriye ku bê ev özgürlük, özgürlükeke çawa ye? Û ew zimanê ku qorucî pê diaxifî, çima divêt me pê neaxifiya û ew zimanê ku faşîstan jî pê diaxifî bê çima ji bo me ewçend ferz bû!
Ew bajarên ku zemanek mezinên me ji tirsa nezanîbûna axaftina bi zimanê tirkî nediwêriyan herinê, lê piştî ku li ber çavê me hemî gundên me bi tevî bax û baxçeyên me ve di nav şewatê de bûn xwelî; ew demografiya ku bi hezarê salan ziman û çanda xelkê min mînanî kelehên qedîm parastibûn û çanda min têde şewl dabû, çendî xweşik noqî axê bû! Û em jî wisa neçar ber bi bajaran ve herikin. Gelo nebe ku me zimanê xwe jî li wir, di nav şewata gund de hiştibe? Û me tê derxitiye ku ziman bi xwe em in, yan jî em bi xwe zimanê xwe ne?
Em li bajaran zû fêrî zimanê tirkî bûn. Pêşî, me got, “Ac olmîşam” û me dest bi qonişmaxê kir. Me siyaset û ticaret û rabûn û rûniştina xwe êdî bi zimanê serdestan ava kir...
Dem û dewran bihurîn; pêvajo li dû pêvajoyê ma. Û demek hat, navê “Pêvajoya Aştiyê!” lê hat danîn.
Lêbelê, êdî çawa bibe jî hinekan nav li zeman û dewranan dikirin û divê me jî zû bi zû değişim-dönüşüma xwe temam bikira û tevlî pêvajoyê! bûbûna. Nexwe, em ê bi kêrî tu tiştekî jî nehatana û bi gotina wan, emê atıl bimana.
Dîsa, bi destpêkirina vê pêvajoya dawîn de hin qomutanên xwedî gelek stêrkan dê deng li xelkê bikirana û bigotana, “Kahraman ordumuz özerine düşen görevi başarıyla yerine getirmiştir...” Û jixwe, ne dereng dê bi vê denglêkirinê re mesaj zû bihatana fêmkirin ku dor hatiye ser “Artêşen Huner û Edebiyatê.” Û helbet ji bo seferên huner û edebiyatê jî divêt festîval û pirên dirêj ên ji Stenbolê heta Hekarî ava bibin. Di van festîvalan de me yê gelekî baş têbigihişta, ew tirkiya ku em pê diaxifin hîn gelekî xwaromaro ye. Lewre ew şaîr û nivîskarên sifetqerase ku digotin “Ben aptal bölücü değilim!” dema ku bi çepikên me re derdiketin ser sehneyê, pêşî ji me re wisa gotin, “Bende sizdenim. Bende bu toprakların çocuğuyum...” (Gelo ev ne Hespên Truvayê ne ku wê kelehê ji hundir ve dagîr bikin?!) Û dê hinekên din jî bi axaftina xwe ya gelekî delal a bi zimanê tirkî lê zêde bikirana ku “Onlar benim dilimi yasakladılar ama bende onların dilini onlardan daha güzel kullanarak intikam alıyorum!” Û wê demê di binhişê me de ew îmgeya malkambax dê kêmzanîna me ya bi zimanê tirkî û axaftina heso-husokî bîaniya bîra me û me yê tirkîaxaftina xwe bi tirkiya wan kesên ku ji me re digot, “Em jî ji we ne, em jî zarokên vê axê ne...” re muqayese bikira û me yê bi tenê ji tirkiya xwe şerm bikira. Li hemberî wan şaîr û nivîskarên ku bi axaftina xwe ya delal çi qedr û rûmeteka hêja bidest xistine, me yê ji xwe fedî bikira. Û jixwe, li hemberî wan, şaîr û nivîskarên kurdî yên li welêt, ewên ku Ewropayê nedîtine, zarokên dêmariyê ne ku divêt di şexsiyeta wan de ziman, huner û edebiyata xelkê min, li welatê min tune bihatana hesibandin. (Lêbelê ew robarên bêdeng in ku di rengê axa xwe de bêdeng diherikin...)
Piştî dagîrkirina erdnîgariyê dor hatibû ser derûniyê. Û wan şaîr û nivîskarên ku keştiya xwe kişandibûn lengergeha zimanê serdestan, dê li bedewtirîn hotelên Diyarbekir bihatana ezimandin û mîna xweştirîn îmgeya modelbûnê ji bo ciwanên welatê min bihatana pêşkêşkirin. Şevên kokteylan jî dê bitenê ji wan nivîskarên zimanê tirkî bihata xemilandin. (Diyarbakırlı Yazarlar?)
Gelo hûn dibînin çendî zû li bajarên welatê min û bi taybetî jî li Diyarbekir “Kültür ve Sanat Merkezi” ava dibin?
Êdî bila qomutanê hêja xeman nexwe û heyfa xwe li xwe neyîne ku gelek bi xemgînî dibêje, “Biz beşyüz yıldır bunlara türkçe konuşmasını ögretemedik!”
Xelk heta niha li gund bû û îmkanên hînbûna zimanê tirkî zêde bidest nedixist; ew çiya, ew gelî stargehên esasî bûn ku ziman û çanda kurdan her ji qedîmî ve têde hêlîna xwe çêkiribû, ku niha her serê deh kîlometreyek tabûrek têde mexel ketiye.
Xweştirîn kemîn dikarin li bajaran bêne danîn ji bo tunekirina çand û zimanê xelkê min. Û hinek jî wa ne, li ser navê me diqîrin, dibêjin “Em bira ne!” (Ma dibe, ku birayek bi zimanek û birayê din bi zimanek din biaxife?! Türk(iyeli)leşiyoruz!)
Bila tu kes xeman nexwe. Em ne gelê pontus un, ku wan zimanê xwe ji bîr ve kir lê hîn jî mîna bav û kalên xwe direqisin (horon?) û êdî bi tirkiyeke şkestî diaxifin ku dibêjin, “Ha cordun mu uşağum!” Na, êdî em kurd li bajaran dijîn (Bajar warê kormişkan e, heta ku mirov nebe subjeyê çand û zimanê xwe, kemîn e!) Û em dê dev ji wê tirkiya ku ji qonişmax û gelisen-gıdisen pêk tê berdin. Jixwe, ne ziman, azadî muhîm e! Û em dê navên kurdî li zarokên xwe bikin lê bi wan re bi tirkî biaxifin helbet. Em dê guh bidin nivîskar û şaîrên ku ji me ne, ku her sal li ser hev tên li Diyarbekir bi tirkiyeke delal diaxifin û jixwe, helbest û edebiyata tirkî êdî ji wan tê pirsîn. Û dîsa em ê guh bidin serokên Enstîtuya Kurdî û em ê bi wan kurdên mînanî xwe re wisa bi tirkiyeke delal biaxifin ku dê xelk û alem di me de heyîrî bimînin. (Gelo ew îmaja Enstîtuya Kurdî çawa bû di binhişê kurdan de? Heval, bax görîsen, îşte Kürt Enstîtüsü başqanî de Dîyarbaqir’da bizimle Türkçe qonişî!)
Dem dema 3-F’yan e: Her bijî Festîval, Futbol, Fiesta!!! (*)
Diyarbekir 15.06.2003
____________________
(*) Ev nivîs li kovara Sanat ve Hayat, Hejmar 7, Îstanbul (Tîrmeh-Tebax) 2003 weşiyaye.