zazaki.net
07 Kanûne 2023 Panşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

FERHENGA BIWÊJAN A ENSTÎTUYÊ

02 Tebaxe 2009 Yewşeme 04:20

 

Ferhenga Biwêjan a ku Mustafa Borakî amade kiriye û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li pûşpera 2005an çap kiriye, 1005 rûpel e û teqrîben li dora 11-12 hezar îdyoman (biwêj) e.

Herçendî birêz Mustafa Borak di Pêşgotinê de dibêje, “… xebatên wer, xebatên saziyên bi rêkûpêk in. Xebatên kom û ekîban in. (…) Ev lêkolîn û lêgerîn pêwist e ji hêla komek zanyar ve bên darivandin û tasnîfkirin. (r. 23) lê ji ber ku berhem bi xwe ji destê enstîtuyekê çap bûye û ev sazî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) bi van gotinên xwe jî piştrast dike ku ew wekî ekîb li ser xebitîne, ku di Pêşekê de dibêje, “… hevala me Aysel Çetin jî nêzî pênc mehan li ser sekinî û ji aliyê ziman ve jî sererast kir û ediland. Li aliyê din hevalên me Zana Farqînî û Samî Tan jî, ji bo amadekirina vê berhemê şewirmendî kirin”, (r. 5) ji vê çendê, niha muxatabên vê nivîsê pêşî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (birêz serok û berpirsiyar û şewirmend û redaktor û endamên hêja û zana…) û dû re jî, danerê Ferhenga Biwêjan birêz Mustafa Borak e.

Ji serî de ez viya bibêjim ku kes, kom an jî sazî, dema ku xebateka rast û zanistî li ser zimanê kurdî bikin, ev yek bona pêşketina zimanê me û pê re jî, bona neteweya me dibe xizmeteka baş û helbet meriv dikare bi kêfxweşiyeka ji dil bibe minetkar, lê bi wî şertê ku xisara xwe ji kara xwe zêdetir nebe!

Xebatên nivîskî yên ku li ser zimên bi nezanî bêne kirin, ji ber ku piştî weşandinê dibin belge, dibin referans, hingê şaşiyên xwe jî dibin şaşiyên gelemperî, ji vê çendê qet çênebin çêtir e. Çunke ji bilî kesên zana û ehlên wî warî, ku dikanin şaşiyan bibînin, wekî din hemî muxatab û xwendevanên sade û xeşîm; kesên ku bibin muxatabê wê enformasyona niviskî, dê jê bawer bikin û ji xwe re bikin çavkanî û referans(*). Tew mebêjin ku ev berhem bi mohra (logo) sazîyeka zanistî(1) hatibe çapkirin: Berga wê çermî, rengê reş, nivîsên zêrhelî, 1.350 kg giran, 1005 rûpel, 24x16.5 cm ebad û helbet buhayê wê jî 40 YTL be, hingê hukmê wê dibe wekî hedîsekê, dê kîjan kes bikanibe yan jî curetê bike û rabe ji sehîhbûna wê bikeve nava şik û gumanan?!...

Birêz Mustafa Borak mutewazîbûna (!) xwe bo me dide nîşan û dibêje, “Ji bo ku pirtûk zêde stûr nebe, gelek biwêjên hemwate bi kurtenivîsa bnr. hatine nîşankirin.” (r.23) Lê ez viya bibêjim, bila ciwanmêrî û qenciya wî ji wî re be! Çunke vê yekê li ser stûrbûn an jî tenikbûnê bi qasî nîvrûpelî jî tesîrek nekiriye. Wekî din her tiştî; dirêjbûna berhewa ya pêşgotinan, sîstematîka îzehetê, mîzanpaj, versiyon ne têde, bi çend awayî nivîsandina îdyomekê, ji sedî nod (% 90) îdyomên çêkirî yên sexte, ewên ku motemot an jî bi awayekî şaş ji tirkî hatine wergerandin, li ser navê îzehetê di nava wateyê de îllahîm dubarekirina îdyomê ya bêwate… Her tişt bi eşkerayî bang li me dike, bê hela çawa ji her layî ve zorê li xwe kirine ku pirtûk stûr be. De bila stûr be!

294

Çima stûr? Lewre, di hişmendiya kes an jî civakên paşdemayî de naverok û qelîte û sehîhbûn qet ne muhîm in, kitêb çendî stûr be, paye û rûmeta xwe jî ewçend zêde ye! Belkî hûn jî pê hesiyan, nivîskarekî me yê hêja çawa xwe nepixandibû û gotibû, “Romana herî stûr min nivisiye!…” Bijî! Êdî kî dikane li ber camêrî xeber bide! A hîkmeta stûrbûnê ev e... 

Ji min re wisa dixuye ku ne hemî lê di bingeha xeletî û şaşiyên vê pirtûkê de ev nexweşiya stûrbûnê heye.

Birêz Mustafa Borak derbarê xebata xwe ya berhevkirina îdyoman de tiştekî balkêş dibêje, “… Min di van civînan de yên di dest xwe de xwendin da ku bên bîra wan û ew jî yên nû bidin ser.” (r. 12) Niha ez viya bibêjim, berhevkirina folklorê bi tena serê xwe dîsîplînek e; xebateka ewçend hesas e ku pisporî û meharet û qabîliyeta taybet jê re divên. Lêbelê ger bi kurtasî bête gotin, berhevkirina folklorê li ser xwestekan nayête kirin; yanî, ne durist e ku meriv civînan li dar xîne û ji kesekî re bibêje, ji kerema xwe re bo min çend îdyoman an jî çend gotinên pêşiyan bibêje û ez ê jî berhev bikim. (Ev ne darehirmî ye ku em bihejînin û hirmî jê birijin!) Çunke, folklor -bi taybetî jî îdyom- di nav zimên de wisa kelijîne û dirûv girtine ku tenê dikanin bi axaftineka xwezayî rast werine gotinê. Ger ji axaftinê werin berhevkirin, hingê divêt berhevkar jî guhdarekî bêdeng be, berhevkariya xwe qet nede hîskirin û tiştê ku hatiye gotin, ji xwe re bi awayekî qeyd bike. Na, ger te ji yekî xwest ku bo te îdyomekê bibêje, hingê ew qalibê otantîk difelişe. Nexwe, pişt re jî tu yê rabî wateya îdyomê jê bipirsî. Îhtîmaleka mezin, dê ew bi xwe wateyê jî şaş îzeh bike, jixwe, êdî kes nikane ji nav derbikeve.

Di serî de ji van îfadeyên camêrî dixuye ku ew qet jî ne şarezayê berhevkirina folklorê ye û ev kar, ji her layî ve ne karê wî ye! Karê ku meriv baş ji heq derneyê, mebêjin ku ev zimanek be, meriv qet destê xwe pê neke hezar qat çêtir e ji kirinê.

Birêz Mustafa Borak di destpêkê de nêzîkî 20 rûpelî tiştin qiset dike; gotinê virde-wêde digerîne, bi dehan mînak ji gotinên pêşiyan û îdyoman dide lê rasterast û bi awayekî zelal nikane bibêje îdyom çi ye. Lêbelê bona ku bibe xwedî kitêbeka stûr, hema çi ketiye ber an jî çi hatiye bîra wî; çiqas kanibûye li hev bîne, li ser navê îdyomê tiştin li dû hev rêz kirine, şewirmendên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî tesdîq kirine (!) û wekî Ferhenga Biwêjan pêşkêşî me kirine.

Dema ku camêr dixwaze bo me îdyomê tarîf bike, gelek tiştên şaş dibêje. Ji vana yek ev e, ku dibêje :

“Biwêjek li gorî rewşê hin caran rengdêr e, hin caran navdêr e, hin caran jî dibe lêker. Mînak:

“Stûxwar” (rengdêr),

“Stûxwarî” (navdêr),

“Stûxwar bûn” (lêker)

Lê her sê jî ji aliyê wateyê ve biwêj in.” (r.22)

 

Di zimanê kurdî de jî û di zimanên din de jî gelek peyvên hevedudanî yên wisa hene ku bi tena serê xwe jî û di nav hevokê de jî nabin îdyom. Di lêkerê de jî, wisa dixuye ku ferqa di navbera “bûn” û “bûyin”ê de jî nehatiye zanîn! Mesela ev rengdêr bi vî awayî nabe îdyom:

Stûxwar bûn (stûxwar man)

Bê çare li holê man. *Ew qas ewledê wî jî hebûn, lê jina wî ku mir, mêrik stûxwar bû û li holê ma. (r. 840)

 

“Stûxwarbûn/stûxwar bûn” nabin îdyom. Em bibêjin, “kezîzer, kezîkur, gulîbirr, rûreş…” tev heman tişt in (rengdêr an navdêr û te divêt bila lêker bin); du peyvên hevedudanî ne. Heke “stûxwar bûn” îdyom be, divêt “kezîkur bûn” jî bibe îdyom! Herwiha, di kurmanciyê de bi hezaran peyvên wisa hene, çima ên din negirtine ferhenga xwe? Lêbelê ger îllahîm em rabin ji van her du peyvan îdyomekê bixuliqînin, hingê divêt wisa bête nivîsandin:

stûyê xwe xwar kirin: li ber gerîn; lava kirin, rica kirin; xwe reben kirin; belengazî, teslîmiyet an jî bêçaremayina xwe nîşandan

keziyên xwe kur kirin: şînî bûyin, şînê gerandin; li dû yekî mirî xweşikbûna xwe xirab kirin; dev ji xwebedewkirinê berdan

Wekî mînak, dema ku em bibêjin, “Ew yekî stûxwar e”, di vir de wateya xwe ya rasteqîn ew e ku, stûyê wî kesî xwar e, ango stûyê wî ne rast e. Bi vî awayî ne îdyom e, bi tenê rewşekê dîyar dike (navdêr?), wekî ku em bibêjin “Ew yekî rîhspî ye”. Îcar, dema ku em bibêjin “Ew yekî stûxwar e” (ji ber ku jina wî miriye?), ev jî manaya rengdêrekê (sifet) nîşan dide, wek ku em bibêjin “Ew yekî xemgîn e”. Bala xwe bidinê, yek peyv e, du wateyên cihê ne lê her du jî ne îdyom in, bi vî awayî nikanin bibin îdyom. Lê çi dema ku em bibêjin “Wî stûyê xwe xwar kir”, a li vir dibe îdyom. Çima? Çunke, di vê hevoka dawîn de îbareya “stûyê xwe xwar kirin” di wateya mecazî de ye, ango di wateya tabîrê de hatiye bikaranîn. Newxe, şertekî bingehîn a îdyom bûyînê jî divêt di wateya mecazê/tabîrê de be.

Niha ez jî dizanim ku xebatên bêqusûr nîn in. Ger xebatek nîvenîv jî xwedî qusûr be, meriv dikane bi fesal xwe lê nêzik bike lê ger berhemek ji çar paran sê par û sê ribên xwe şaş be hingê ez jî nizanim ku meriv bi uslûbeka çawa û bi kîjan metodî kirîtîkê bike? Ev Ferhenga Biwêjan ku di warê xwe de tekane ye û ji aliyê qewareyê (hecm) ve jî (bênezer be!) gelek stûr e, ger ez rabim hemî xeletiyên wê binivîsim, hingê divêt kêmtir deh-panzdeh hezar rûpel bêne nivîsandin! Ji wê çendê ez ê ne bi awayekî sîstematîk lê di ser re çend numûneyan pêşkêş bikim. Lê beriya wê, ji bo îddîayên “Ev ferhenga biwêjan di warê xwe de tekane ye.” (r. 5) û “Di xebatên ku heya niha hatine weşandin de kesî biwêj wek vê xebatê bi wate û bi mînak nenivisîne.” (r. 11) ez dixwazim xwendevan li kovara Vate, hejmarên 17, 18, 19, 20, 21, 22… û sala weşandina wan, herwiha, li berhemên Weşanxaneya Vateyê jî binihêrin. Çunke gelekê kurdan pirr hewesdar in ku dîrokê ji xwe bidin destpêkirin, wekî îddîaya nivîsandina romana yekemîn a kurdî!...

 

Mînakin ji şaşiyan

Digel ku îdyom ruh yan jî kakilê zimên in lê zimanê camêrî ne zimanekî xas û xwezayî ye; tu bêhn û tahm û ekla zimanê kurdî jê nayê, seranser zimanekî çêkirî û naylon e; tu hevoka ku li gor qaydeyên gramera kurdî rast hatibe nivîsandin nîn e, ne xwedî tu stadardekê ye; ne di yên berhevkirî yan jî wergirtî de, lê di axaftina wî bi xwe de heman peyv bi çend forman hatiye nivîsîn û herwiha, îdyom li gor sîstema rêzkirina alfabetîk jî nehatine rêzkirin… Lêbelê ez dê bêhtir li ser mentiq û wateyê bisekinim. Em ferz bikin, ji îdyoman yeka wisa:  

Di kulekê de ketin

Bêrûmet bûn. *Ez çûm mêvaniya wan lê te digot ez di kulekê de ketime, wekî merî û însanan li min nenihêrîn.” (r. 290)

 

Di kulekê de ketin (bi tirkî: bacada düşmek), ne ku ji kulekê de yan jî di kulekê re ketin (bi tirkî: bacadan düşmek), li nava kulekê ketin e. Û tiştekî wisa jî ne mumkin e, çunke kulek ne meydana beza hespan e ku meriv têde bimeşe û bikeve! Bes meriv dikane jê de bikeve. “Têdeketin” û “Jêdeketin” du kiryarên cihê ne. “Bacadan düşmek = Di kulekê re ketin/Ji kulekê de ketin” e. Û herwiha wateya xwe ya tabîr/mecaz an jî îdyomkî/biwêjkî jî, ku camêrî gotiye “Bêrûmet bûn”, lê ji ber ku camêr ji binî ve şaş e, lewma jî ev îdyom bi vê şaşbûnê dîsa jî çi eleqeya xwe bi “Bêrûmet bûn”ê ve nîn e! Herwiha, ew hevoka ku camêrî ji bo zelalkirina wateyê lê zêde kiriye jî, ji bilî şêlokirinê çi wateya “bêrûmet bûn”ê jî nade! Çunke dibêje, “… wekî merî û însanan li min nenihêrîn.” Yanî, ji mentiqa vê hevokê ev tê fêmkirin ku “di kulekê de ketin” kesî nake bêrûmet; qusûr ne yê ketî ye, ewên ku lê dinihêrin xwedîqusûr in, lewre wan wekî merî û însanan li wî yê ku di kulekê de ketiye nenihêrîne!

Ev “Bêrûmet bûn” di çi wateyê de hatiye karanîn? Çunke, wateya “Onursuz oldular” a tirkî dide. Lêbelê wisa dixuye ku wan ne di vê wateyê de xebitandiye, ez guman dikim ku di wateya “Onursuz bir duruma düşmek” yan jî di wateya “Onursuz olmak” de hatiye bikaranîn. Ger di wateya “Onursuzlaşma” de bûya, divêt “Bêrûmetbûn” bihata nivîsandin û ger di wateya “Onursuz olmak” de bûya, hingê diviyabû wekî “Bêrûmet bûyin” bihata nivîsandin.

Wateya vê îdyomê ne “Bêrûmet bûn” e, belkî meriv bikanibe wisa îzeh bike:

di kulekê re ketin: ji derdora xwe bi qasê ku heq dike qedr û qîymet nedîtin; neheqî lê hatin kirin  (Hesenî ji birayê xwe re got, “Tu çima para min înkar dikî, ma ez di kulekê re ketime? Wate: Ew dê û bavê ku tu jê ketiyî, ez jî ji wan ketime, heqê te çiqas be, yê min jî ewqas e!)

Lêbelê, ne ji peyv û hevok û îzehetên qaşo vê îdyoma ku camêran wisa şatopato rêz kiriye lê ger meriv piçekî serwextê folklor û kultura kurdî be, îcar ji bo îzeheta îdyoma wan jî, teqrîben dê têbigihê ku îdyomeka wisa heye:

segê nevexwendî bûyîn: xwendî yan jî mêvanê ku bêyî vexwendinê (ji ber xwe ve) çûbe şahiyekê yan jî mêvaniyê bûyin (Ew segê nevexwendî ye. Wate: Kesî ew venexwendiye, ji ber xwe ve hatiye dawetê, xwe daxistiye sewîyeya segekî, rûmetê medine wî! Yan jî, tu dibêjî qey em segên nevexwendî ne, tew mazûbanan li rûyê me jî nenihêrîn, tu rûmetekê nedan me!...)

Seranser bi vî awayî, tu îdyomeka heqîqî ya ji folklora kurdî bi awayekî rast û tekuz di vê qaşo ferhengê de cih negirtiye, herwiha, tu îdyom bi awayekî rast îzeh jî nebûye. Ger ji bo îdyomek a ji Ferhenga Biwêjan evqas şîrove bête nivîsandin, ku helbet divêt li ser gişan bête nivîsandin, çunke bona ku ez dirêj nekim min a kêmteşqele hilbijart, ê de hûn felaketê texmîn bikin!...

 

Peyvên balkêş

Atar anîn serî (yekî)

Dek û fen li yekî kirin. *Serhat atar anî ser me lê bi ser neket.” (r. 51)

Ez vê peyvê (atar) hîn nuh di zimanê me de dibînim. Ji îzehetê têdigihêm ku wateya xwe neyînî (menfî) ye. Em ferz bikin ku me vê peyvê (atar) û vê îdyomê qebûl kir. Lêbelê, îzeheta wê hişê min tevlihev kir! Bala xwe bidinê, di îdyomê de dibêje “atar anîn serî” lê di îzehetê de dibêje “atar anî ser me”. Ez dizanim ku di zimanê kurdî de “serî” û “ser” du peyvên cihê ne, herwisa, “anîn serî/anîn serê yekî” û “anîn ser/anîn ser me” jî du wateyên ji hev cihê ne, tu peywendiya wan bi hev re nîn e. De werin safî bikin! 

Ji aliyê din, di zimanê kurdî de kes nabêje “dek û fen” lê wek qalibekê “dek û dolab” an jî “fen û fût” bi hev ve têne gotin. Heke îdyom be, ew îzeheta ku hatiye kirin belkî îdyom be, ne ku îdyoma camêrî! Meriv dikane wisa bibêje:

li serê yekî dek û dolab gerandin: li yekî hîle kirin, xapandin; derheqê yekî de bi nihênî amadekariya tiştên xirab kirin

Ev wisa, lê dema ku min wê îdyoma li binî xwend, hişê min ê tevlihevbûyî xirabtir bû! Çunke di wê îdyomê de jî ev peyva “atar” îcar bi wateyeka erênî (musbet) hatiye bikaranîn. Bala xwe bidinê, dibêje:

Atara (yekî) li serê (yekî) bûn

   Ketin rewşeke erênî. *Atara min li serê te be, tu derd û kulan nebînî.” (r. 51)

 

Xulasa min fêm nekir, gelo ev “atar” çi ye? Tiştekî baş e yan xirab? De werin vî kerî di vî bihurî re derbas bikin!

 

Îdyomên çendbarebûyî

Versiyon ne têde lê bi sedan, belkî jî bi hezaran îdyomên çendbarebûyî hene. Ez nikanim hemîyê wan nîşan bidim lê ji wan, mînakek jê wisa ye:

Av di gerdenê de xuya kirin

   bnr. Av di sûret de xuya kirin” (r. 51)

 

Li jêrî vê îdyomê îcar dibêje:

Av di gerdena (yekê) de xuya kirin

   Pir bedew û spehî bûn. *“Gurî li devê derê qesrê li ser kursî rûniştiye, bala xwe daye Gulperiyê qîza Hesen Axa, avê ku vedixwe, di gerdena wê de xuya dike.” Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl (r. 51-52)”

 

Ez tênegihîştim ku cihêtiyeka çawa di navbera van her du îdyoman de heye ku dubare bûne û herwisa, yekî îzeh kiriye lê bona ya din dibêje “bnr. Av di sûret de xuya kirin”. Û li jêrê wan jî dibêje:

Av di qirika (yekê) de xuya kirin

   bnr. Avê di sûretê (yekê) de xuya kirin” (r. 52)

 

Ji bo ku ez lê binihêrim, min her du bnr. jî nedîtin. Lê ev îdyoma li jêr hebû:

Av di sûretê (yekê) de xuya kirin

   Pir bedew bûn. *Maşelah bûka Zero wisa ne ku av di sûret de xuya dike. (r. 52)”

 

Her sê jî ne wekhev in:

bnr. Av di sûret de xuya kirin (r. 51)

bnr. Avê di sûretê (yekê) de xuya kirin (r. 52)

Av di sûretê (yekê) de xuya kirin (r. 52)

 

Di hevoka îzehetê de “av”ê nekiriye bold. Li gorî sîstema camêrî, ger em “av”ê hesab nekin, em dê ji ku bizanibin ku di sûret de çi xuya dike? (Tu sîstem û standard nîn e, hema elelkeyfek!) Em viya jî bidin aliyekî, ez dixwazim bipirsim bê çima bona îdyoma jorîn gotiye, “Pir bedew û spehî bûn.” lê bona ya jêrîn bi tenê dibêje, “Pir bedew bûn.”, heke “û spehî” jê kêm be, çi ferqa xwe çêdibe? Û ez tênagihîştim ku însan avê vexwe, çima di sûret de dixuye?! Di gerdenê de xuyabûna avê –tabîr/mecaz- hebe jî ev yek dikeve serê meriv, çunke riya avê ye (tabîr/mecaz ne bêmentiq in!), lêbelê ez nizanim av çawa di sûret (rû) de dixuye! Baş tê zanîn ku dema însan avê vedixwe, ne ku bi aliyê sûret/rû de berjor diherike, na, di gewriyê re berjêr diherike. Îcar çi îşê avê di sûret de heye?! 

Ferhenga Biwêjan a stûr wisa bi tevliheviyên komîk dagirtiye ku gelekê caran ji hêrsbûnê wêdetir êdî kenê meriv tê, eynî wekî lîstika zarokan e. Mesela dibêje:

Av ku di ser de qelaptî, ya bihostek, ya çartilî

   Mirov ku nok bû nav, kêm an jî zêdebûn êdî ferq nake. *Av di ser de qelaptî, ya bihostek, ya çartilî.” Zana Farqînî” (r. 52)

 

Herwekî ku dixuye, camêrî li binê hin îdyoman navê nivîskarekî nivîsandiye lê çavkaniya xwe nedaye xuyakirin. Lewma jî, nayê zanîn gelo bi rastî jî vî nivîskarî hevokek yan jî îdyomeka wisa bikaraniye yan na? Heke bi kar anîbe, gelo di suhbeteka li ser piyan an di belegeyeka nivîskî de? Heke belge be, ev kîjan e? Niha ez ji vê hevoka lihevhatî ketim gumanê! Gelo îdyomeka wisa heye yan na? Çunke ez dizanim ku îdyomeke wisa heye: Ger meriv kete avê ha li çokê ha li navê! Lê di Ferhenga Biwêjan a hêja û stûr de tune ye. Sedemên din ên gumankirina min jî hene ku, ya pêşî ev e: Di yekê de “ku”yek zêde ye yan jî di ya din de “ku”yek kêm e, çima? A sisêyan jî, ez nizanim gelo di çavkaniya xwe de peyva “çartilî” di wateya “çar tilî” de hatiye xebitandin û li vir wekî xeletiyeka teknîkî bi hev ve zeliqiye, yan jî, di rastiya xwe de peyveka xweser ya wekî “çartilî” (pîvan) heye? Herwiha, min viya jî fêm nekir ku di îzehetê de dibêje, “Mirov ku nok bû nav”. Ev, tê çi wateyê, çawa mirov ye nok nav? (Mirov ku nok bû nav,: İnsan/kişi ki nohut oldu ad/iç,) Noka çi, navê çi? Ez baş nizanim, gelo xwestiye bibêje, “Noqî avê/navê bûyin; noqavî bûyin (bi tirkî: suya batmak)” an jî tiştekî din?

Çend rûpel bi şûn de jî dibêje:

Avê ku da serî, çi bihostek çi çartilî

   Mirov ku kete nav êdî ji wê şûn de ne xem e. *Êdî ji min re derka wê nîn e, jixwe ketime nav. Avê ku da serî, çi bihostek çi çar tilî.” (r. 58)

 

Ji serî de bibêjim ku ev “derka wê” çi ye, gelo peyveka wisa (derk) heye? (Peyvek ji peyvên balkêş!) Gelo “derketina ji nava wê” bûye “derka wê”? Û herwisa, av çawa dide yan jî daye serî, ku çi bihostek çi çartilî yan jî çar tilî, êdî ji wê şûn de nebe xem? Li jor gotiye “ferq nake”, lê di viya de dibêje “ne xem e” û herwiha, di îdyom an jî wê hevoka lihevhatî ya jorîn de dibêje, “Av ku di ser de qelaptî,” gerçî ji aliyê gramerê de şaş e, lê qet nebe ji aliyê wateyê kêm-zêde tê fêmkirin ku bê hela dixwaze bo me çi bibêje. Lêbelê di îdyoma jêrîn de dibêje, “Avê ku da serî,” û herwiha, îzehetên wan jî ne wekî hev in. Ez dixwazim fêm bikim ku gelo çi ferq di nava wan de heye û dîsa, ez dixwazim bînim ber çavê xwe, gelo av çawa dide serî, yan jî av dayîn serî wateyek yan jî termeka (têgeh) çawa ye? Heram be ku tiştek hatibe ber çavê min yan jî wateyek/îzehetek hatibe bîra min! Ez nizanim çi navî li vê kirinê daynim?!...

Ji aliyê din, çima ew peyva “çartilî” li jêr ji hev çûye û bûye “çar tilî” û dîsa, di îdyoma jorîn de “çi bihostek, çi çartilî” lê di ya jêrîn de “çi bihostek çi çartilî” hatiye nivîsandin, yanî di yekî de vîrgul (,) heye lê di ya din de nîn e, çima? Lewre, tê zanîn ku vîrgul (,) ji ber keyfiyetê nayê xebitandin!... Dibe ku camêr bibêjin, ev tişt-miştên hûrik in! Lêbelê, yên ku ji zimên fêm dikin, divêt teqdîr bikin ku di nav hevokê de ne bi tenê hebûn û nebûna wî, ew cihê ku vîrgul (,) tê danîn jî dikane wateyê ji binî ve biguherîne, mebêjin ku ev jî ferhengek be! 

Ez naxwazim serê we biêşînim, digel ku ne qabilî tehemulê ye lê ji kerema xwe re sebr bikin, hema bi kurtahî ez ê bala we bikişînim ser çend îdyomên balkêş û tevlihevî û şaşiyên din:

Avrî avêtin (Awir avêtin)

   bnr. Awir dan

Avrî (awir) li (yekî) dan

   Di demeke kurt de bi bandor li derekî yan jî li tiştekî nihêrîn. *“Em gihîştin rasta xwendingeha wê û ez bi tenê hêlam, berî li derî berze bît, avriyek li min da û çû” Îsmet Mehemed Bedel

Awir pê ve dan

   bnr. Awir dan

Awir têde çûn

   Bi awayekî baldar lê nihêrîn. *Awirên min wisa di wê de çûn ku pê aciz bû û rûyê xwe guhest.

Awirên şewat avêtin

   Bi awayekî xemgîn û keser nihêrîn. *Dema ku di hucreya zindanê de ez bi wî halî dîtim, awireke şewat avête min.

Awirên tûj avêtin

   bnr. Awriyên tirş avêtin

Awirên xwe jê dûr xistin

   bnr. Çavê xwe jê revandin

Awirên xwe ji ser hilnedan

   Xistina bin bandora xwe. Tim şopandin. *Min çawa kir, Canxwas awirên xwe ji ser min hilnedan.

Awirên xwe tûj kirin

   Bi armanceke neyînî yan jî xerab li kesekî nihêrîn. *Sosinê awirên xwe tûj kirine, dixuye ku dê tiştinên xerab bibêje.

Awir (avrî, avrû) lêdan

   bnr. Awir dan

Awirên tirş avêtin

   Bi awayekî xerab û bi niyeteke nebaş nihêrîn. *Salo wisa awireke tirş avêtê ku Temo” (r. 59-60)

 

Peyva “guhest”(2) di çi wateyê de hatiye bikaranîn, di wateya “bada” yan jî “fetiland” de? Çunke, “guhastin” di wateya “taşımak” a tirkî de ye. Yanî, dema ku em vê hevokê wergerînin tirkî tiştekî wisa derdikeve “aciz bû û rûyê xwe guhest: …rahatsız oldu ve yüzünü taşıdı.” Meriv rabe qesten zimanê kurdî xirab bike jî ewçend biser nakeve.

Zimanzanî ne pêwîst e, hema xwendevanek ku piçek aşnayê vî zimanî û kultura kurdî be, heke bala xwe bide ser van çend îdyomên ku min jê hildane û awayê nivîsîn û îzehetên wan û ew zimanê ku hatiye bikaranîn, hingê ez bawer im dê têbigihê ku ev çi ferhengeka hêja ye. Bala xwe bidinê, dibêjê “bnr. Awir dan” lê ez di temamê ferhengê de geriyam, mixabin, min nedît, “Awir dan” nîn bû ku ez lê binihêrim bê hela ew çi ye? Û jixwe, heke “awirdan/awir dayin (bakma/bakmak)” jî îdyom be, hingê “avdan” û “xeberdan” û “bazdan” û “pêvedan…” jî îdyom in! Gelo evên hanê çi qebehetî kirine ku di vê ferhenga zêrîn de cihê wan nîn bûye?

Em dizanin ku di zimanê kurdî de “tûj nihêrîn” heye û ev peyva “tûj” ne di wateya “acı” ya tirkî de lê di wateya “keskin” de ye. Gelo we kesî “awirên tirş” tahm kirine? Xwedê me bisitirîne, ger “awirên şor” jî hebûna me dê çi bikirana?!... Û niha ez ji dilê xwe yê xas dipirsim, gelo we kesî bihistîye ku di nava kurdan de ji “awir (nihêrîn; mêzekirin)” re “awrî”, “avrî” yan jî “avrû” hatiye gotin? Camêrî hevoka “Em gihîştin rasta xwendingeha wê û ez bi tenê hêlam, berî li derî berze bît, avriyek li min da û çû” ji bo vê şaşiya xwe kiriye bingeh, lê ji ber ku çavkanî ne dîyar e, lewma jî em dê nizanibin gelo Îsmet Mehemed Bedelî peyveka wisa bi kar aniye yan na? Ger bi kar anîbe, şaşiyeka teknîkî ye, yan jî ew ne serwextê zimanê nivîsandinê ye, lewma? Dibe ku zimanê (qelem; pênûs?) camêrî bi xwe negeriyaye ku bikanibe bibêje “awirek”, lewma jî gotiye “avriyek”, çunke li gundê me jî camêrekî zimangiran heye, wan çendê berê di çamûrê de mabû û gazî dikir, digot “Welliiin, şalltîgê m’ ketne şamûllê! (Weriiin, lastîgên min ketine çamûrê!)”, nexwe, ger birêz Mustafa Borak bibihîstana dê viya jî wekî îdyomê bixistana Ferhenga Biwêjan û Enstîtuya Stenbolê jî helbet dê çap bikirana!

 

Zimançepelî

Birêz Mustafa Borakî seranser zimanekî çepel bi kar aniye û wisa cîhaneka fehş û çors radixîne ber çavan ku li gorî vê ferhengê, meriv dikane sond bixwîne û bibêje, di miletê kurd de ji binî de ne esalet û medeniyet, ne edeb û terbîyet û ne jî nezaket heye! Ji vê cîhanê çend mînak:

*Diya Serfirazê neviyê min avpîvazî kiriye diya wî dike nake tiştekî nexwe. (r. 13), *Remezan yekî bêbav e, ji ku hatiye û kurê kê ye ne kifş e. (r. 95), *Fazilê qebrax helbet şerm nake. (r. 101), *Boçika Eyşa Nado lê dixure, dîsa ji pey Seyadê Kemal naqete. (r. 164), *Piştî wan gotinên xwe yên şelişî Mexpûle kengê ku li çav Berfo diket, wê watrê ku bi bin erdê diket. (r. 110), *Hezîma qîza Nîsoyê Hêlik Çortan. (r. 123), *Çîlêya Qûnsepet wê deh boçikan jî pê ve girê bide wisa bibêje. (r. 164) *Dîsa qîza Kemalê Çîpxwar boçika xwe li ba dikir û hemî xortên taxê bi pey xwe dixistin. (r. 165), *Xatûna çi ye, hema bûye avrûya mêrên taxa me. (r. 169), Karê wî bênamûsî jî wekî darika hewedelê tevdan e. (r. 170), *Çi ye dîsa vê jinikê dawa xwe daye ser serê xwe, derketiye meydanê, ma xwediyên vê tune ne? (231) *Ew qas xwarinên xweş hebûn, lê Xanê ji zotikê xwe carekê jî devê xwe pê nekir. (r. 266), *Nizanim Derdo çi bi Gewê kiribû, diya Gewê devê xwe girt û qûna xwe vekir. (r. 270)” 

 

Ji vana gelek fehştir hene ku min hilnedane.

Ma ev ne lîstika zarokan e, ev Ferhenga Biwêjan e! Enstîtuyekê çap kiriye û dê ji mîlyonan kurdî yan jî kordologên ku hene û yên ku hîn dê bêne dinê re bibe referans, bibe çavkanî, bibe babeta tez û lêkolînan…

Ma ewqas hêsan e ku meriv rabe webaleka wisa bigre stûyê xwe?!...

 

Îdyomên ku ji tirkî hatine wergerandin

Bêguman di navbera gelek zimanan de û herwisa, di navbera zimanê kurdî û tirkî de jî danûstendina peyvan, îdyoman û hwd. çêbûye, yan jî, gelek qalib di gelekê zimanan de di formeka wekhev de ne. Lêbelê dema ku tiştek bi kurdî yan jî tirkî be, meriv çawa bike jî, dîsa ew tişt ji dirûv û mentiq û taybetmendiyên xwe bi eşkerayî aîdîyeta xwe bellî dike. Ji aliyê din, ger îdyomên me bi awayekî rast bêne berhevkirin û qeydkirin, tu pêwîstiya me bi îdyomên tirkan nîn e. Îdyomên tirkan di tirkî de, yên kurdan jî di kurdî de xweş in. Herwisa, her kes dizane ku gelek hêjahiyên kurdan hatine talankirin, hatine dizîn; di serî de muzîk û gelek tişt ji folklora kurdî li zimanê tirkî hatine wergerandin…

Jixwe, talan û dizî ji karên pîs ên zaliman in. Îcar, heke mezlûm xwe bizane, ew şeref û heysiyeta mezlûmiyetê hezaran car ji selteneta zaliman birûmettir e, lê na, heke mezlûm jî xwe tenezulî van karên pîs bike, ku bi ser jî nakeve lê rûmeta xwe dadixîne sewiyeya zalim û jixwe êdî, ew zilma ku kişandiye jî ji kîsê wî diçe! Lewma jî, diziya îdyomên tirkî belkî ferhengê stûr kiribe lê tu qîymetek nedaye folklora me, tew di ser de jî mentiq û sîstema zimanê kurdî herimandiye!…

Îdyomên ku motemot yan jî bi awayekî xirabkirî (ji bo ku rêçê ji ser xwe bide windakirin, çewt wergerandine!) hatine wergerandin gelek in. Lêbelê ez dê wekî mînak vana nîşan bidim:

Ba çandin, bahoz çinîn

   Mirov ku xerabiyekê bike, dê rastî xerabtirînê bê. *Zû nebe jî lê gelek caran kesên ku ba biçînin, wê bahozê biçinîn. (r.65)”

Tirkiya wê:

Rüzgar ekip fırtına biçmek: Yaptığı kötülüğün çok daha büyüğü ile karşılaşmak.”(3)

 

Aqilê xwe revandin

   bnr. Aqilê xwe winda kirin (r. 46)”

Tirkiya wê:

Aklını kaçırmak: 1) Delirmek, deli gibi olmak. 2) Çılgınca, yersiz işler yapmak.”(4)

 

Ew çi çavê diya xwe ye, … (r.261)”

Tirkiya wê:

O ne anasının gözüdür.

 

Îdyomeka din a balkêş:

Baş li me nagerin, pîs jî ji me venagerin (danagerin)

   Kesên baş na, lê yên xirab dev ji yekî bernedan. *Lê mixabin, baş li me nagerin, pîs jî ji me venagerin. (r. 73)”

Tirkiya viya jî ev e: İyisi bizi bulmaz kötüsü bizden vazgeçmez.

 

Jixwe, tu peywendiya vê gotina ku şeher çocixleriyên Diyarbekirê dibêjin bi îdyom bûyinê ve nîn e, lê her çawa bûye, bi awayekî gihaye ber guhê birêz Mustafa Borakî, lêbelê wekî ku tê dîtin, ji ber ku wergera wê xirab çêbûye lewma jî di kurdî de tu wateya xwe nemaye û herwisa, îzeheta wê jî, heman tişt bi du awayî hatiye îfadekirin, ewqas!  

 

Kultura siyasî û pîvanên exlaqî

Kesin hene, ji ber ku di nav qalikê xwe yê cematbûnê de asê mane û heke kultura wan a siyasî li ser esasê fanatîzmiyê şekil girtibe, êdî di têkilî û peywendiyên xwe de, di xîtabkirinê de û tew di xebatên zanistî (!) de jî nikanin binhiş û refleksên xwe ji wan hîsên çors û bêedeb xalî bikin.

Xebata li ser zimên û amadekirina ferhenga biwêjan karekî zanistî (ilmî) ye. Bêguman zanist objektîvî ye, meyla xwe bi hîzb û komik û komel û partiyên siyasî û îdeolojiyan nîn e.

Ev çend mînakên li jêr derbarê kultur û zîhniyet û exlaqê siyasî yê amadekarên Ferhenga Biwêjan de fikrekê didin me, ji kerema xwe re baş bala xwe bidinê:

Bêxêr û bêoxir bûn

Jê xerabî û nepakî hatin. *Ev Mistoyê Berzan mirovekî bêxêr û bêoxir e. Roja ku derkeve pêş mirov, ew roj reş dibe.” (r. 100)

Berzeqî bûn

   Li hemberî mezinan di nav helwestek neyînî de bûn. *Ev lawê Berzan wisa berzeqî bûye ku derdê wî nayê kişandin.” (r. 93)

 

Û li beramberî vana jî, ev hene:

Bêje bimire bimire, bimîne bimîne.

Tu car ji gotina yekî derneketin. *Serokê tevgera azadî ya kurd, çi bibêje ew e, bêje bimire bimire, bimîne bimîne. (r. 104)

Mora xwe lê xistin

   Bandor lê kirin. *Di wê pêvajoya xeter de dîsa jî Serok mora xwe li rojevê xist.” (r. 677)

 “Berzeqî bûn” çi ye, min nebihîstiye û ez nizanim lê “Mora xwe lê xistin” ji tirkî hatiye wergerandin (damgasını vurmak).

Em viya li vir bihêlin, Mistoyê Berzan ê ku li gor Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê mirovekî bêxêr û bêoxir e jî em bidin alîyekî û herwisa, em lawê Berzan jî, ku li gorî xwediyên vê ferhengê li hemberî mezinan di nav helwestek neyînî de ye û derdê wî nayê kişandin bidin alîyekî din! Lê ev peyva “Serok” li vir ne navekî taybet, rengdêr e. Û em dizanin ku di nivîsîna kurdî (latînî) de bi tenê navên taybet bi herfa mezin dest pêdikin, ne ku rengdêr (sifet). Herwisa, îhtîmaleka mezin li nav kurdan bi dehan, dibe ku bi sedan, heta ku bi hezaran serok (başkan; reys) hebin. Nexwe, her kes rabe bona serokê xwe vê peyvê bi herfa (S) mezin binivisîne, gelo dê tu qaydeyek bona nivîsandinê bimîne?

 

Wekî encam             

Xulasa, gelek kes û sazî hene ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin yan jî bi kurdî dinivîsin, ez nizanim derdê wan çi ye lê tam hay ji xwe nîn in ku çi dikin, lewre bi van xebatên xwe re hezar gelemşe û teşqeleyî dixînin nava ziman û edebiyata me; lîteratura me diherimînin û dihêlin! Jixwe, dema ku ziman biherime êdî tu tiştek paqij namîne.

Ev berhemên bi vî rengî siberojê dibin referansa şaşiyên mezintir û herwisa, felişîna sîstem û mekanîzmaya zimanê me. Û ji min re wisa dixuye ku sed kes (kesên bi rastî jî zana) sed sal li ser bixebitin, dîsa jî ez ne bawer im dê bikanibin vê texrîbata bûyî berteref bikin. Niha di roja îroyîn de ji me naxuye lê bi qasî pêncî sal bi şûn de ji rûyê van xebatên bi vî awayî, (heke axaftvanên wî hebin) lewitîna vî zimanî tê ber çavê min û pê re jî girîn dikeve gewriya min.

Heyf ku çi heyf!...(**)

___________________

(*) Ez bawer im, kesine ku navê wan di vê ferhengê de derbas dibe ew jî di vê baweriyê de ne. Ger ez şaş bim jî, kêmtir, hêviya min ev e. Lêbelê bi çi awayî bûye, ez nizanim, lê ev eyan e ku derxistina vê ferhengê ya bi vî awayî bêciddiyetiyeka li ber çavan e û tu xizmetekê ji zarê kurmancî re nekiriye ji bilî zêdekirina teşqele û tevlihevî û lewitandinê!... Herwiha, digel ku rola Enstîtuyê di gelek berhemên ku bi logoya xwe weşandine de bi tenê roleka basît e, ji rola weşanxaneyeka weset jî kêmtir e, lê ew refleksên amadekirin û weşandina vê ferhengê di gelek berhemên din de jî xwe didin der: Jixwe, kurd naxwînin lê bila bête dîtin ku em çi kitêbên stûr (îllahîm stûr!) amade dikin!...

Ev awa xebat dibe ku di demeka kurt de payeyekê (!) bexşî meriv bikin lê bi dirêj bûyina demê re dê sergoyekî genî bi ser vê kêfxweşîya erzan de raxînin!… (Derdê min? Dilê min bi halê vî zimanî dişewite…)  

(**) Ev nivîs li kovara Bîr, Kovara Lêgerîn û Lêkolînê, Hejmar 4, Diyarbekir (Zivistan – Bihar) 2006, Diyarbekir, r. 112 – 123 weşiyaye.

(1)Meydan Larousse, Enstitü maddesi. (Enstitü i. (fr. İnstitut) Bilimsel araştırma, inceleme ve yayın yapan bağımsız kuruluş: Folklor Enstitüsü. Bazı eğitim kurumlarına verilen genel ad. Bknz. ANSİKLOPEDİ.) 

(2)Hejar (Evdirehman Şerefkendî), Ferhengi Kurdî-Farisî, Çapi Sevvom, Intişarati Siroş, Tehran-2003, r. 537 (Veguhastin: Rragiwêzan, le şiwênêk bo şiwênîtir çûn; intiqal) û Farqînî, Zana, Türkçe-Kürtçe Sözlük, İstanbul Kürt Enstitüsü yay. İstanbul-2000, (taşima/taşimak maddeeri) s. 1103-1104

(3)Bezirci, Asım, Deyimlerimizin Sözlüğü, Gendaş Yayınları, İstanbul-1991, s. 311

(4)Bezirci, Asım, Deyimlerimizin Sözlüğü, Gendaş Yayınları, İstanbul-1991, s. 30

No nuşte 7240 rey wanîyayo
ŞÎROVEYÎ
bor
baz
Rexne û heqaret tiştên ji hev cuda ne, ez meraq dikim ev kîna nava dilê te ji ber çi ye?
15 Hezîrane 2016 Çarşeme 20:28