zazaki.net
21 Teşrîne 2017 Sêşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

DI NAV KURDAN DE XIRABKARÎYA XEBATÊN NIVÎSKÎ

03 Tebaxe 2009 Dişeme 09:31

Li jêr navê “Festîvala Rêzgirtina Neteweyî bo Malbata Cemîl Paşa” çalakîyek di rojên 26-27.11.2007 de li Hewlêrê li Hola Pêşewa hatibû lidarxistin(1).

Ji berê de, dema ku biryara lidarxistina çalakîyeka wisa hatiye girtin, hingê di çarçeweya vê projeyê de, wekî beşeka girîng, biryara wergerandin û çapkirina çend cûre pirtûkan jî hatiye girtin(2). Wekî mînak, kitêba lêkolînî ya Malmîsanijî Diyarbakırlı Cemilpaşazadeler ve Kürt Milliyetçiliği, (Avesta, Stenbol 2004), Doza Kurdistan ya Qedrî Cemîlpaşa, Muhtasar Hayatım û Dîroka Kurdistan [Bi Kurtebirî-I](3) yên Ekrem Cemîlpaşayî û kitêbine din. Li gorî vê projeyê diviyabû ku ev kitêb ji tirkî bo kurdî (kurmancî, soranî) û erebî bêne wergerandin, bi alfabeya erebî û latînî bêne çapkirin.

Di encamê de ev pirtûk hatine wergerandin û çapkirin. Di dema çalakiya festîvalê de hatine belavkirin jî. Di heman demê de hindek ji van pirtûkên ku bona vê festîvalê wekî projeyeka Wezaretî Roşinbîrî amade bûne, bi alfabeya latînî li ser navê Weşanên Bîr hatine çapkirin û li Tirkîyeyê li dikanên pirtûkfiroşan jî têne firotin.  

Di vê gotarê de, ji nav van wergeran tenê ez ê çapa pirtûka Malmîsanijî ya bo kurdîya soranî hildim dest. Ez ê li ser tevayî pirtûkê ranewestim, çunke hîç ne mumkin e ku ji layê wergerê ez tevayî xeletiyan nîşan bidim. Ger ez rabim karekî wisa bikim, divêt gotarek bi qasî çar paran zêdetirî vê pirtûkê binîvîsîm; ango divêt hem tevayhiya pirtûkê ligel metna orîjînal veguhêzim û berawird bikim, digel viya, wergera wê ya rastîn bikim û şîroveya xwe jî bidim ber. Lewre jî, ez ê bi giştî di çarçeweya notan (têbinîyan) de ji xeletiyan tenê çend mînakan nîşan bidim.

Li ser navê erka roşînbîrîyê, bi taybet li ser navê kultura nivîskî ya kurd, betalkirina hukmê vê wergerê peywireka wijdanî ye. Çunke bi rêya vê wergerê li gelekê ciyan agahiyên şaş, zanînên di berevajîya wateya rastîn de têne belavkirin. Wekî mînak, di çapa tirkî ya pirtûka Malmîsanijî de, nota 141 ya di rûpela 143 de îbareya “Esat Cemiloğlu, Mustafa Kemal’in 1916’da Mustafa Cemilpaşazade’ye de zaman zaman misafir olduğunu söyler.” heye. Lêbelê di çapa kurdîya soranî de wergera wê wisa ye: “Es’ed Cemîl Paşa, bas lewe dekat ke hendê car Mistefa Cemîl Paşa’ş debû mêwanî Mistefa Kemal le salî 1916.” Çawa ku dixuye, di îbareya orîjînal de Mistefa Kemal hendê car dibe mêvanê Mistefa Cemîlpaşazadeyî jî, lê di wergera wê de tam berevajî, hendê car Mistefa Cemîl Paşa [Cemîlpaşazade] jî dibe mêvanê Mistefa Kemalî. Bêguman divêt bête teqdîrkirin ku çi dema pêzanîneka wisa şaş ya di berevajiya bûyera rastîn de bête belavkirin, pişt re li ser bingeha vê şaşiyê xwendevan dibin xwedî qenaetên şaş û pê re jî fikrên şaş derdikevin meydanê. Bi vî awayî heta bi heta derbareyê hinde diyardeyan de, bi taybet diyardeyên dîrokî, hertim ev şaşî xwe zêde dikin. Ji vê çendê, ez bi xwe di vê qenaetê de me ku wergera vê kitêbê, herwisa, wergera hindek kitêbên din yên ku di çarçeweya vê projeyê de çap bûne, -herçendî gelek nusxeyên wan hatibin belavkirin û hîn jî têne firotin û belavkirin jî- bila tu xwendevanek van kitêban wekî jêdereka rastîn nepejirîne û qet pişta xwe bi pêzanînên wan girênede.

Wergera ku ez ê nûke li ser bixebitim, bi nasnava “Malmîsanîj, Binemalley Cemîl Paşa Diyarbekirî û Kurdayetî, Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr, Diyarbekir 2007, Wergêranî Le Turkîyewe: Dilşa Yusif & Feyzulla Birayîm Xan(4) hatiye çapkirin. Ji layê weşanxaneyê ve muşkileyeka din jî xwe nîşan dide ku li ser berga dawî ya vê kitêbê îbareya “Weşanên Wezareta Rewşenbîrî – Herêma Kurdistanê” jî heye. Ji ber ku di vê derbareyê de hîç daxuyanîyek li ser kitêbê tune, lewre jî meriv tênagihê gelo ev kitêb ji layê Weşanên Wezareta Rewşenbîrî yan ji layê Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr hatiye çapkirin? Yan jî, çima navê du weşanxaneyan bi hev re li ser hatiye nivîsîn?

Di çapa tirkî de fotograf û belgeyên ku di nav kitêbê de hebûn, her yekî di beşa peywendîdar de cih girtibû. Lêbelê di çapa soranî de hemî fotograf di dawîya kitêbê de ne. Beşek ji fotografên ku di kitêba orîjînal de hebûn jê derxistine, lê ligel hindek belgeyên din, çend fotografên cihê jî xistine. Dîsa, ew beşa bi sernavê “Cemîlpaşazadelerin Soy Ağacı” (Secereya Cemîlpaşazadeyan) ku di kitêba orîjînal de ligel kurtenivîsek ji rûpela 43 heta 91 cih girtiye, di çapa soranî de, digel ku kurtenivîs li şûna xwe ye, lê tablo xistine dawîya kitêbê û nivîsa wan jî nehatiye kontrolkirin. Nivîs xera bûye, hîn herf derneketine, nayê xwendin û jê tiştek nayê fêmkirin. Hindek beşên ku di çapa tirkî de hene, di wergerê de jê hatine derxistin. Wekî mînak, beşa ji rûpel 300 heta 317 nehatiye wergerandin. Beşên “Kaynaklar” (Çavkanî) û “Görüşme Notları Ve Bant Kayıtları” (Têbiniyên Hevdîtinan Û Tomarkirinên Kasetan) têde nîn in. Dîsa, 43 not (têbinî) jê hatine derxistin yan jî wergerandina wan hatiye jibîrvekirin. Lêbelê herçendî wekî zarûrîyetek ji karûbarên weşangeriyê diviyabû ku di beşa “Pêşekî Çapî Kurdî” (r. 3, 4, 5) de wek kesekî berpirsîyar, ‘bediwaçûn û serpereştîy giştî’ Vedan Adem, yan berpirsiyarê Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr, yan jî berpirsiyarên Weşanên Wezareta Rewşenbîrî – Herêma Kurdistanê ev agahî û sedemê van guhertinan bo xwendevanên soranî bidana, lê tu daxuyanîyek nîn e. Xuya ye ku ev kar ne li ser bingeheka zanistî û pîşeyî, li gorî keyfîyetê hatiye kirin. 

Tenê di rûpela 2. ya vê pirtûkê de, ku nasnameya berhemê ji layê Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr hatiye nivîsîn, tam 12 xeletî hene. Wekî mînak, weşanger yek ji e-mailên xwe wisa nivîsîye: kovarabır@hotmail.com Çawa ku tê dîtin, di alfabeya elektronîkî de herfa ‘ı’ nîn e. Ger bi şêweya ku weşanger (weşangeran?!) navnîşana xwe nivîsîye, di posteya elektronîkî de bête nivîsîn, hîç peywendî çênabe.

Di rûpel 6. de kurteyek ji biyografiya Malmîsanijî wergerandine. Hevokek jê wisa ye: “Le her du zankoy Sorbonn û Upsala zimanê farisî witotewe.” Lêbelê di çapa tirkî de, ku metna orîjînal e, ev îbare teqrîben wisa ye “Li Unîversîteya Sorbonnê û li Unîversîteya Upsalayê beşa zimanên îranî xwend.” Nûke, em dizanin ku têgeha xwendin tiştek e, ya witotewe (gotiye/ders daye) tiştekî din e. Malmîsanijî li van her du unîversîteyan ders nedaye, wî li van her du unîversîteyan beşa zimanên îranî xwendiye. Herwisa, zimanên îranî, komek ziman in. Lê zimanê farisî, tenê yek ji zimanên îranî ye.

Li ser berga kitêbê û li gelek cîyên din navê nivîskar jî wekî navê kitêbê şaş hatiye nivîsîn. Li ser bergê ‘Malmîsanîj’ hatiye nivîsîn, dû re Malmîsanic (r. 6) û wekî din li her derê gelek car ‘Malmîsanîc’ hatiye nivîsîn. Her sê şêwe jî xelet in: Navê rast yê nivîskêr ‘Malmîsanij’ e. Herwisa, wergera navê kitêbê jî diviyabû ku “Cemîlpaşazadekanî Diyarbekirî û Neteweyayetîy Kurdî” bûya lê ez nizanim çima wan wekî “Binemalley Cemîl Paşa Diyarbekirî û Kurdayetî” wergerandine? Herwisa, wateya têgeha ‘Kürt Milliyetçiliği’ jî, ne ‘Kurdayetî’ ye. Peyva ‘Kurdayetî’ (Kurdîtî) di wateya peyva ‘Kürtçülük’ ya tirkî de ye. Wateya têgeha ‘Kürt Milliyetçiliği’ ya tirkî jî, di kurdîya soranî de ‘Neteweyayetîy Kurdî’ ye. Jixwe, li beşa ‘Pêşekî Çapî Kurdî’ di hevoka sereta de wekî ‘Binemalley Cemîl Paşa w Xebatî Neteweyayetîy Kurd’ (r. 3) hatiye binavkirin(5). Lêbelê ev îbare jî wateya rastîn ya navê resen îfade nake. Çunke wateya têgeha “xebata neteweyayetîy kurdî” û wateya têgeha “neteweyayetîy kurdî” ji hev gelek cihê ne. Malmîsanij di lêkolîna xwe de, ne tenê xebata Cemîlpaşazadeyan ya di warê neteweyayetiya kurdî de vedikole, belkî li dûr rawestîn û dijayetî û her bi çi awayî be, ketina jêr karîgerîya bizava neteweyayetiya kurdî jî vedikole. Di vî warî de pozîsyona Mistefa Cemîlpaşazade mînakeka girîng e. Hingê naveroka vê kitêba hêja ne tenê xebata neteweyayetîya kurd e, ji viya firehtir e. Digel ku gelek agahîyên girîng di vê lêkolînê de hebin jî esas di çarçeweya têgeha “neteweyayetiya kurdî” de lêkolîner bala xwe dide ser hindek ji Cemîlpaşazadeyan. Her wekî ku di beşa “Secereya Malbatê” de bi sedan nav hebin û piştî Cemîl Paşa êdî tev Cemîlpaşazade bin lê lêkolîner ji layê têgeha “neteweyayetiya kurdî” de bala xwe daye ser hindek ji wan. Malmîsanij di rêza sereta ya pirtûka xwe de dibêje, “Kürt ulusal hareketini inceleyenler, ondokuzuncu yüzyıl sonu ile yirminci yüzyılın ilk yarısında bu harekette bazı aristokrat ve feodal aile mensuplarının önemli rol oynadığını bilirler.” (r. 7) Lê mixabin, ev hevoka pêşî jî wek hemî hevokên vê kitêbê wisa şaş û kêm hatiye wergerandin: “Her kesêk betiwîjînewe hellsabêt sebaret bebizûtnewey neteweyayetîy kurd dezanêt ke hendêk le binemalle eristokrasî û derebegekanî rollêkî hebû lem bizûtneweyeda.” (r. 7) Herwekî ku dixuye, di hevoka orîjînal de dibêje “bazı aristokrat ve feodal aile mensuplarının”, çi dema ku ev peyva “mensuplarının” ji nav hevokê bête derxistin, yan jî neyête wergerandin, wate diguhere. Çunke qesta nivîskar ne ku “… hendêk le binemalle eristokrasî û derebegekan …” in, qesta nivîskêr, yan jî wateya rastîn ya hevokê “… hendêk le endamekanîy binemalle eristokrasî û derebegekan …” in. Herwisa, îbareya “Neteweyayetîy Kurd” jî ji layê wate û gramerê de ne rast e, ango ne di wateya têgeha resen de ye. Wekî mînak, çi dema ku em bibêjin “Enstîtuya Kurd”, di vir de wate ev e ku “enstîtu” bi xwe “kurd” e. Ango li vir peyva “kurd” wekî rengdêr dimîne. Mîna ku em bibêjin “Medreseya Sor”. Mînakeka din, çi dema ku em bibêjin “Seîdê Kurd” dîsa, tenê wek kesekî kurd yê bi navê Seîd tê fêmkirin, lê dema ku em dibêjin “Seîdê Kurdî” hingê ew kesê (Seîdê) ku aîdê kurdan e, aîdê kurdayetîyê ye, tê fêmkirin. Lewre jî dema ku em dibêjin “Neteweyayetiya Kurdî” êdî peyva “kurdî” di vê wateyê de ne rengdêr e. Ji vê çendê, “Enstîtuy Keleporî Kurdî”, “Mêjûy Edebîyatî Kurdî” tê gotin. Bi vê şêweyê, li vir jî wateya soranî ya têgeha “Kürt Milliyetçiliği” ya zimanê tirkî, “Neteweyayetîy Kurdî” ye.

Wergera vê berhema hêja seranser şaş e. Hevok û îbare yan berovajî kirine, yan jî kêm wergerandine. Tu sîstematîkek têde nîn e. Xwendevan tênagihê kîjan îfade yên nivîskêr in, kîjan ji çavkaniyên din wergirtî ne. Lê di çapa tirkî de ne wisa ye, beşên wergirtî xuya ne.

Wekî ku min gotibû, ez ê bêhtir bala xwe bidim ser çend notan (têbinîyekan). Wek mînak, nota 9 di çapa tirkî de wisa ye:

Binêrin, Çevik, Süleyman, “Li Ser Malbat û Hereketa Şêx Seîd Em Bi Abdulmelîk Firat re Peyivîn”, Nûbihar, İstanbul, hejmar: 45 (Hezîran 1996), r. 13-14.

Kaya, Ferzende, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, Anka Yayınları, İstanbul, 2. basım, 2003, s. 32

Jaravayî, Seyîd Kazim, "Şêx Se'îd Kî Bû?", Armanc, hejmar: 27 (Adar û Nîsan 1367), r. 40” (Not: 9, r. 14)

 

Lêbelê di çapa soranî de bi vî awayî ye:

 Mihemed Ferîd Cemîl Paşa birayê Es’ed Sizaî [Esat Sezaî] şitêkî cîyawaz bas dekat: Bapîreyan Qasim (Qasimî Yekem) çote Bonew [Bosna] Hersek_bekurtî, wa diyare yekêk le bapîrekanî binemalley Cemîl Paşa çote Bosnew Hersek [Bosna-Hersek], bellam ciyawazî heye kamyan bû.” (Not: 9, r. 14)

 

Gelo çi peywendiyek di nav van her du notan de heye?

Di wergera soranî de ji ber ku beşa ji rûpel 300 heta 317 jê derxistine, lewre notên ji 341 heta 369 jê derketine. Lê gelek notên din hene ku nehatine wergerandin, ango winda ne: Notên 388, 390, 391, 422, 425, 426, 427, 428, 429, 466 û 498 nîn in. Li çi dereka vê kitêbê nehatiye gotin ku ev not çima jê hatine derxistin. Jixwe, tu notek bi temamî nehatiye nivîsîn; yan xelet wergerandine, yan tevlihev nivîsîne, yan rûpel nenivîsîne, yan jî têkelî hev kirine. Notên ku wergerandine jî, her yekî bi şêweyeka cihê nivîsîne; ango hîç sîstematîkek nîn e. Wekî mînak, nota 128 di orîjînala xwe de wisa ye:

Beysanoğlu, Şevket, ‘Mustafa Kemal Atatürk’ün Diyarbakır'daki Kafkas Cephesi Komutanlığı’, Atatürk Araştırma Merkezi Dergisi, c. 2, sayı: 5 (Mart 1986), s. 487, 492

Wergera wê ya rastîn diviyabû ku wisa bûya:

Beysanoğlu, Şewket, “Fermandariy Mistefa Kemal Atatirk Bo Berey Qafqas Le Diyarbekirda” Govarî Nawendî Tiwêjînewey Atatirk, Berg 2, Jimare 5, (Azar 1968), Laperre 487, 492

 

Lêbelê di wergera wê ya soranî de bi vî awayî ye:

Şewket Beysanoğlu, (Serkirdayetiy Mistefa Kemal Etaturk Bo Tiwêjînewe. Bergî (5): Jimare (5)î Azarî 1986 Laperre (487-492).” (Not: 128, r. 103)

 

Berga 2, kirine, (5). Herwisa, jimareya 5 ya kovarê jî kirine (5)ê meha adarê. Atatirk jî, ji fermandariya bereya Qafqas girtine kirine serkirdey tiwêjînewe (serpereştê lêkolînê). Û jixwe, le Diyarbekir û govar û nawend jî tune kirine! Gelo lêkolînerek bixwaze vê jêderê bibîne, yan jî orîjînala agahîyên ku jê hatine wergirtin bixwîne, dê bi kîjan referansê vê kovarê peyda bike?

Diviyabû ku jêder (çavkanî, serçawe) nehatana wergerandin, wekî orîjînala xwe di metna wergerê de cih bigirtana. Lêbelê ger meriv wergerîne jî, wisa nayête wergerandin.

Ne ku tenê di notan de jimare wisa diguherin, di wergera metnê de jî ev wisa ye. Wekî mînak, di metna orijinal de, di dawîya nameya ku Qedrî Cemîlpaşayî wekî numayendeyê Hizba Demokrata Kurdî ya Sûriye bo serekê Komara Kurdî ya Mehabadê Qazî Mihemedî nivîsîye de îbareyeka wisa heye:

21 Eylül 1946 / 20 Hermanan 1325

Numayendeyê Hîzbê DKS” [Hizba Demokrata Kurdî ya Suriyê]

Zınar Silopi” (abç.)” (r. 351)

 

Lêbelê di wergera wê de wisa hatiye nivîsîn:

12/Eylul/1946

Partî Demokratî Kurd Le Surya

Zinar Silopî(429)” (r. 294)

Ez bi xwe tênegihîştim mebesta wergêran çi ye, ku 21 Eylûl kirine 12 Eylûl? Çima mêjûyê nivîsîna nameyê 9 roj paş de girtine? Herwisa, ez qet tênegihîştim ev jimareya (429) ya ku bi navê Zinar Silopî ve zeliqandine, tê çi wateyê?

Di metna orîjînal de, ango di çapa tirkî ya kitêba Malmîsanijî de destpêka vê nameyê, ger bo kurdî bête wergerandin, tam wisa ye:

Pêşewayê Gewre Serekê Cumhûrîyeta Kurdistan

Ezbenî,

Ez bendeyê we ji vir tam sih û pênc sal berê, hîn dema ku li Stenbolê xwendekarê dibistanê bûm, ji ber encama bi elem ya jiyana esaretê ku pêşkarî miletê me bûye û ji hejarî û şepirzeyiya ku di ser de hatiye agahdar bûm û ez kesayetekî wisa me ku ji wê rojê vir de bîlfiîl di nav curbicur rêxistinên siyasî û zanyarî yên ku dê Kurdistanê bigihînin rizgarîyê de xebitîme. (r. 350)

Wergera wê ya çapa soranî jî wisa ye:

Gewrem Serokî Komarî Mezinî Kurdistan

Min wek xom bo 35 sall deçêt hewllî xwêndinimdawe, her lew rojanewe ke bo xwêndin le Estembull bûm û ta ku êsta le pênawî rizgarkirdinî gelî kurd le kotî esaret ke be serîda sepênrawe, le coreha çalakîy sîyasî w zanistî beşdarîm kirduwe le pênawî eweye Kurdistan serbixoyî xoy be dest bihênêt.” (r. 293)

Di nota 75. a metna tirkî de îbareyek heye, teqrîben wisa dibêje:

Di pirtûka Doza Kurdistan a ku ji layê Mehmet Bayrakî ve bo weşanê hatiye amadekirin de du navên ku li vir in, şaş hatine nivîsîn.

Lê di wergera wê ya soranî de bi vê şêweyê hatiye nivîsîn:

Yekêk le nawekanî çapî Kêşey Kurdistan behelle hatuwe ke le layen Mihemed Bîraq amade kirawe.” Di metna resen de dibêje “du nav”, lê di wergerê de kirine “yekêk.

Hemî nav xelet hatine nivîsîn. Wekî mînak, navê Esat Sezaî Cemiloğlu geh wekî Es’ed Sizaî Cemîl Paşa (Not: 24, r. 24), geh jî wekî Esed Sizaî Oğlu (Not: 406, r. 300) nivîsîne. Navê Vedat Günyol, geh wekî Widad Gunbul (Not: 33, r. 30), geh wekî Widad Cunyul (Not: 46, r. 65-46) û geh jî wekî Widad Gunyol (r. 355) nivîsîne. Navê Vacîde Yenal kirine Wecdî Yenall (Not: 29, r. 29) û Wecdî Yanal (Not: 34, r. 31). Vacîde [Wacîde] jin e, lê Wecdî navê mêran e. Herwisa, tê zanîn ku wateya peyva “dezga; sazî”, ne “nawend” yan jî “senter” e. Lê îbareya “Türk Dil Kurumu” (Dezgay Zimanî Tirkî) wekî “Senterî Zimanî Turkî” weregrandine (Not: 38, r. 35), herwisa, “Türk Tarih Kurumu” (Dezgay Mêjûy Tirkî) jî wekî “Nawendî Mêjûy Turk” wergerandine (Not: 154, r. 118).

Ev tenê çend mînak in. Lê tevayîya notan û pirtûk hemî bi vî awayî xelet hatiye wergerandin. Nûke ez ê mînakeka din jî bidim û vê behsê bigrim. Navê kitêba Şewket Beysanoğlu Anıtları ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Mêjûyê Diyarbekir Ligel Abîde Û Kitabeyên Wê) ku di nav notên çapa tirkî ya kitêba Malmîsanij de derbas dibe, bi neh şêweyan hatiye wergerandin lê yek ji wan jî ne rast e:

1.Kitêbekanî û Mêjûy Diyarbekir (Not: 5, r. 12)

2.Yadwerekan û Kitabekan û Mêjûy Diyarbekir (Not: 23, r. 23)

3.Mêjûy Diyarbekir Le Şiwênewarekan, Le Nûsînekanî (Not: 104, r. 77)

4.Mêjûy Diyarbekir Be Şiwênewarekan û Nûsînekanî (Not: 113, r. 85)

5.Mêjûy Diyarbekir Be Şiwênewarekanî û Nûsînekanî (Not: 115, r. 88)

6.Mêjûy Diyarbekir Be Asewarekanî û Nûsînekanî (Not: 137, r. 107)

7.Mêjûy Diyarbekir Le Şiwênewarekanî û Nûsînekanîda (Not: 143, r. 111)

8.Mêjûy Diyarbekir Şiwênewarekan û Nûsînekanî (Not: 156, r. 122)

9.Mêjûy Diyarbekir Le Şiwênewarekanî û Le Nûsînekanîda (Not: 161, r. 122)

Werger, ew tiştê ku di zimanekî de îfade bûye, heman tiştî, her wekî ku ji her layî teqabulî wê îfadeyê bike, di zimanekî din de ji nû de sazkirin e. Bêguman wergerandin xebatek li ser zimên e. Bi wateyeka din, karê wergêrîyê li ser zemîna zimên çêdibe. Heke wisa be, hingê divêt berîya her tiştî em qebûl bikin ku wergêrek di heman demê de zimanzan e. Hem giramerê baş nas dike û hem jî derbarê zanyarîya zimên de xwedîyê zanîneka tekuz e. Wergêr, kêmtir du zimanan baş dizane; zimanê ku jê tê wergerandin û zimanê ku lê tê wergerandin. Ev zanîn ne zanîneka sade, divêt zanîneka pisporane be. Gelek baş naskirina sîstema her du zimanan; gelek baş naskirina kod û şîfreyên bêhejmar, ku di her zimanekî de bi awayekî cihê û bi dirûvekî xweser şekil girtine; naskirina her du kulturan; naskirina mijara metnê; û helbet qabîliyeta wergêriyê jî zor girîng e.

Herwekî ku dixuye, wergera van kitêbên ku min bala xwe daye ser, xelet e. Di serî de Wezaretî Roşinbîrî, herwisa, bi qasî wergêran, weşanger û “serpereştîy giştî” jî, ji vê karesatê berpirsiyar in.

Ger xebatên bî vî awayî yên nivîskî bi alîkarî û çavdêrîya dezgayek wekî Wezareta Roşinbîrî bêne kirin, Wezareta Roşinbîrî bi heq kitêban bide wergeradin, ev dê bibe xizmeteka baş. Lê bî wî şertê ku li gorî qayde û usûlên vî karî be! Wekî mînak, Wezareta Roşinbîrî dikanîbû wergerandin û çapkirina van kitêban bi destê komîsyoneka pispor bidana kirin; di nav kurdan de kesên wisa helbet hene. Qet nebe dikanîbû berîya çapkirinê van wergeran bidana kontrolkirin û hîn çap bikirana.

Ekrem Cemîlpaşa, Qedrî Cemîlpaşa… di rêya doza neteweyayetiya kurdî de jiyana xwe di nav gelek zehmetiyan de derbas kirin. Malmîsanij, di penahendetiyê de bi îmkanên xwe yên kesane, di nav hezar zehmetî û muşkileyan de, wek alimekî hêja yê neteweya kurd, gelek lêkolîn û berhemên hêja nivîsîn. Lêkolîna wî ya bi navê Diyarbakırlı Cemilpaşazadeler ve Kürt Milliyetçiliği gelek hêja ye; di çarçeweya vî sernavî de dîroka me ya destpêka sedsala nozdehan ji çend layan ve ronî dibe. Lê wisa dixuye ku, bi van wergerandinan re, em ji ber bêciddîyetî û kêmzanîna xwe, bi pareyên neteweya kurd li hemberî keda wan bêrêziyê dikin û bi van karên wisa em dîrok û lîteratura xwe jî xera dikin. (*)

Diyarbekir 06.01.2008

____________________

(*) Ev gotar li malpera www.amidakurd.com (06.01.2008) weşiyaye.

(1)http://www.avestakurd.net/index.php?subaction=showfull&id=1196089198&archive=&start_from=&ucat=2&

http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=9920

(2)Di beşa bi sernavê ‘Pêşekî Çapî Kurdî’ de paragrafa pêşî wisa ye: “Projey wergêran û be çap geyandinî em kitêbe (Binemalley Cemîl Paşa w Xebatî Neteweyayetî Kurd)î nuser Malmîsanic sererray kitêbekanî: (Bîrewerîyekanem) û (Mêjûy Kurdistan)î Ekrem Cemîl Paşa, (Bawkî [Apo] Comerd) û (Dozî Kurdistan)î Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), ledûtiwêy yekêk le bergekanî em fêstîvallî rêzlênane neteweyîye ke wezaretî roşinbîrî pêy helldestêt le jêr çawdêrî berrêz Nêçîrvan Barzanî serokî Encumenî Wezîranî Herêmî Kurdistan.” (r. 3)

(3)Kitêba Ekrem Cemîlpaşa ya bi navê Dîroka Kurdistan ku hem ji bo projeya Wezareta Roşinbîrî hatiye çapkirin û hem jî li ser navê Weşanên BÎR li pirtûkfiroşan tê firotin, di orîjînala xwe de bi kurdiya kurmancî hatiye nivîsîn û cara pêşî bi nasnava “C. P. C., Dîrok a Kurdistan Bi Kurteliri [Kurtebirî]-I, [Beyrut, 1972]” çap bûye. Pişt re, bo tirkî hatiye wergerandin û bi nasnava “Ekrem Cemil Paşa, Kurdistan Kısa Tarihi, Doz Yayınları, İstanbul, 1998” çap bûye. Lêbelê dîsa, ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin. Her wekî ku ji navê wê yî orîjînal û ji navê wê yî tirkî dixuye, dîroka Kurdistanê bi kurtebirî ye, lê dema ku wergerandine, wekî ‘Dîroka Kurdistan’ nav lê kirine ku naverok û nav li hev nakin. Xeletiya wergerandinê ji nav dest pêdike.

(4)Çapa erebî ya vê kitêbê ku bi nasnava “Malmîsanîc, Aîle Cemîl Başa El-Diyarbekirî Wel-Nizal El-Qewmîye El-Ekrad, Wezaret El-Seqafe – Iqlîm Kurdistan & Muesseset Bîr El-Tibae Wel-Neşr, El-Teb’et El-Sanî Diyarbekir 2007, El-Terceme Mîn’el-Turkiye: Feyzullah Birayîm Xan & Dilşa Yusif” jî, wek dixuye, van her du kesan, ango Feyzullah Birayîm Xan û Dilşa Yusif wergerandiye. Îhtîmaleka gelek mezin e ku, di navbera wergera bo kurdîya soranî û bo erebî de hîç cîyawaziyek nîn be. Lewre jî ez di vê baweriyê de me ku ev karesata çapa kurdîya soranî di çapa erebî de jî hemin wisa ye.

(5)Di beşa bi sernavê “Pêşekî” ya Dozî Kurdistan de ku di çarçeweya heman projeyê de hatiye çapkirin, navê kitêba Malmîsanijî wekî (Xebatî Neteweyî Kurd û Binemalley Cemîl Paşay Diyarbekirî) Malmîsanîj, hatiye nivîsîn. (Cemîlpaşa, Qedrî, Dozî Kurdistan, Belawkirawey Wezaretî Roşinbîrî – Herêmî Kurdistan & Dezgay Çap û Bellawkirdinewey Bîr, Diyarbekir 2007, Wergêrranî Feyzulla Birayîm Xan & Berzan Wehab, r. 5). Û di beşa bi sernavê “Têrriwanînêk” ya Kurtey Jiyanem ku ev kitêb jî di çarçeweya heman projeyê de hatiye çapkirin, navê kitêba Malmîsanij îcar wekî (Bizûtnewey Neteweyayetîy Kurd û Binemalley Cemîl Paşay Diyarbekirî)î Malmîsanîç hatiye nivîsîn. (Cemîlpaşa, Ekrem, Kurtey Jiyanem, Dezgay Çap û Bellawkirdinewey Bîr, Diyarbekir 2007, Wergêran: Feyzulla Birayîm Xan & Berzan Wehab, r. 9). Wek dixuye, navê kitêbê bi çar awayan hatiye wergerandin lê tu yek jî ne di wateya navê orîjînal de ye.

No nuşte 1057 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.