zazaki.net
24 Teşrîne 2017 Îne

Roşan Lezgîn / Nuştox

DI ÇAND Û WÊJEYA KURDÎ DE XETEREYÊN CIVAKÎ

03 Tebaxe 2009 Dişeme 12:41

Di hejmara 19. a kovara W de, li nav dosyaya bi sernavê “Di Çand û Wêjeya Kurdî de Newroz” çîrokek bi sernavê “Kurmê şîrî heta pîrî” (r. 13-14) û dîsa, li nav rûpelên kovarê gotarek bi sernavê “Rexne” (r. 35, 36, 37) yên Aram Gernasî hatine weşandin. Di van her du berheman de, bi taybet di çîrokê de, hinek îbareyên ku dikanin xetereyên civakî pêk bînin hene. Di vê gotarê de ez ê hewl bidim xwe, van peyam û manîpulekirinên xetereyî munaqeşe bikim.

Wekî helbest û romanê, çîrok jî formeka edebî ye. Edebîyat jî, motemot qisetkirina bûyeran nîn e: edebîyat sazkirin (kurgu) e, çêkirin e. Ger bûyereka rastîn bibe mijara berhemeka edebî, cardin ev tesbît naguhere. Çunke çi dema ku em dibêjin ev berhemeka edebî ye, hingê em didin zanîn ku ew berhem çêkirî ye.

Ger di berhemeka edebî de camêrek ji çavekî xwe nuqsan, wekî mînak, yekî bi navê “Hecî Semoyê kor” bi awayekî xirab bête teswîrkirin, hingê xwendevan têdigihê ku nivîskarê berhemê dixwaze karakterekî xirab nîşanî xwendevanan bide, ne ku yekî rastîn. Di kultura kurdên musluman de peyva “korê yekçav” peyveka naletî ye. Gelekê caran dema ku yek bixwaze ji karekî xirab dagere dibêje “Nalet li çavê şeytanê kor be!” Yan jî dema ku karekî pîs bike, dibêje “Wî korê heram ez xapandim!” Ji vê çendê em têdigihên ku nivîskar di çîroka xwe de dixwaze vî kesî di pîstirîn dereceyê de nîşanî xwendevanan bide.

Gelo nivîskarek nikane di berhemeka edebî de kesekî, êl û eşîrekê yan jî gundekî pîs nîşan bide, wan li ber çavê xwendevanan reş bike, wan bike hedef? Li gorî fikra min êlek, eşîrek, gundek, ango komeleyeka mirovan bi giştî xirab nabe, takekesekî bi xwe jî bi giştî xirab nîn e. Lê çiqas karakter û haletê însanî li vê cîhanê hene tev dikanin di berhemeka edebî de bêne teswîrkirin, bêne temsîlkirin. Lê çi dema ku nivîskar di berhemê de nasnameyeka rastîn bide kesekî, ango nasname û navnîşana êl û eşîrekê, gundekî ku di berhemê de derbas dibin dîyar bike êdî berhem kirasê masûmîyeta hunerî ji xwe dike û li ber destê me dibe wesîqayeka rastîn, dibe belgeyeka sabit.

Nivîskarî û weşangerî, berpirsîyarîyên xwe gelek giran in. Çunke herwekî ku Aram Gernas jî di gotara xwe de amaje pê dike, bi riya nivîsê, bi taybet bi riya edebîyatê nivîskar şekl dide haletê ruhîyeya xwendevanan, şekil dide refleksên civakê, li gorî niyet û amancekê bandorê li psîkolojî û hest û fikrên civakê dike.

Aram Gernas di gotara xwe ya bi sernavê “Rexne” de dibêje, “Nivîskar bi hunera vegotin û nivîsînê ramanên xwe, hizrên xwe û fantaziyên xwe pêşkêşî xwendevanan dike.” (r. 35) “Nivîskar (…) dixwaze li ser xwendevanan bandorekê çêbike û hin dîtinên xwe (…) bi xwendevanan bide pejirandin.” (r. 36) Niha li gorî van tesbîtan em têdigihên ku ew di vê çîrokê de dixwaze kînekê li hemberî Hecî Semo û malbata wî, êl û epên wî, eşîra wî û gundiyên wî têxîne dilê xwendevanan, derbareyê xelkê Boşatê de dîtinên xwe bi me bide pejirandin. Ango, ew xwendevanan manîpule dike ku li hemberî boşatîyan kînê bigrin. Jixwe, çi dema ku xelk hate manîpulekirin, tovê dişminiyê hate çandin, helbet rojekê ev kîn dê zîl bide!

Aram Gernas di gotara xwe de dibêje “Nivîskarek li gor kêfa xwe, li gor hez û daxwaza xwe çi bixwaze kare binivîse. (…) Kêfa wî çawa bixwaze wê wisa jî binivîse.” (r. 36) Belê, camêr eynen wisa dibêje. Ew bi xwe di hevpeyvînekê de, ku li www.peyamaazadi.org weşiyaye, dibêje min 9 kitêb dane weşandin. Îcar, meriv heyirî dimîne, yekî ku 9 kitêb weşandine çawa wisa difikire? Dibêje “Piştî ku çîrok temam bû û wek pirtûk hate weşandin û gihîşt destê xwendevanan an jî rexnegiran, êdî bervêderê rexnegîr berhem bi xwe ye. Krîtîkên rexnegir an xwendevanan li ser berhemê, zimanê wê û hunera wê ye.” (r. 36) Yanî, wisa tê fêmkirin ku ew dixwaze bibêje, nivîskar li gorî kêfa dilê xwe dikane her tiştî binivîse, lê kesê ku rexne bikin bila metnê rexne bikin, jê wêdetir nikanin biçin. Bila nîyeta nivîskar, dîtinên wî, îdeolojîya wî qet tev nedin. Li gorî wî “erka rexnegir sazkirina pirekê ye di navbera nivîskar û xwendevan de, vekirina rêyek e bo rêzdariya nivîskar” (r. 35) yanî, erka rexnegiran ew e ku nivîskaran rêzdar bikin. Herwekî ku me li jor nîşan da, dibêje, “ nivîskar ramanên xwe, hizrên xwe û fantaziyên xwe pêşkêşî xwendevanan dike” û dû re dibêje, “Ango rexnegir nikare li gor karakter, şexsiyet, başî û xirabî, îdeolojî û heziyên nivîskar rexnegiriyê bike…” (r. 36) Li hemberî viya bona nivîskariyê jî dibêje, “Nivîskarek (…) kare li ser bûyereka qewimandî; bûyereke neqewimandî; çîrokek ji ber xwe va çêkirî, propagandaya îdeolojiyekê û hwd. be.” (r. 35) Herwekî ku dixuye pîvanên wî bona nivîskariyê gelek keyfî ne, li muqabilî vê yekê, çiqas jê hatiye çeper li dora rexnegiran tengtir kiriye, tenê riya rêzdarkirina nivîskarî nîşan daye. Behsa etîkê jî dike, lê tenê bo rexnegiran. Dibêje “Di rexnekirina berhemekê de etîk pêwîst e.” (r. 37)

Ger li deverekê erdelerzek çêbibe, ku ev afateka siruştî ye, wekî mînak, di 17ê tebaxa 1999 de li Yalovayê erdlerzek çêbû, gelek avahî û bîna ruxiyan. Paşê, ji ber avahiyên ruxiyayî mutehît, muhendis, kontrolor, şaredarî… ango çi kesên ku di çêkirina wan avahiyan de roleka wan hebû giş hatin darizandin. Her kes li gorî berpirsiyarî û qusûrên xwe mehkûm bû. Bona ku bîna ruxiyane qey dê tenê hesin û beton bihatana darizandin? Herwekî tê zanîn, moloz hatin analîzkirin, dozaja betonê û hesin çi ye. Li gorî encama analîzên cihê bi cihê yên wekî saxlemiya zemînê, pilansaziya bajarvaniyê û hwd. qusûrên ku hatine kirin tesbît bûn û berpirsîyar hatin mehkûmkirin. Mexdûr jî hatin qerebûkirin (tazmînkirin). Madem ku ev wisa ye, gelo dê çima heman pîvan bona berhemeka edebî jî derbas nebe? Di serî de nivîskar, edîtor, weşanger, şêwirmendê huqûqê yê weşanê… Ma giş ji nivîsandin û belavkirina berhemê ne berpirsiyar in? Ger di berhemeka edebî yan gotarekê de qusûrekî ciddî hebe dê hesab ji kê bête pirsîn? Aram Gernas dibêje “Bervêderê (muxatab) rexnegir ne nivîskar e, berhem e.” (r. 36) Yanî ev tê vê wateyê ku, li gorî cenabê wî xwendevan dê bi kaxiz û peyvan re muxatab bibin ne ku bi nivîskarî re.

Gelo çima nivîskar dikane li gorî kêfa xwe li ser xwendevanan bandorekê çêbike û hin dîtinên xwe bi xwendevanan bide pejirandin; ramanên xwe, hizrên xwe û fantaziyên xwe pêşkêşê me bike, propagandaya îdeolojiyekê bike û çima em ê nikanibin ramanên , hizrên , fantaziyên , îdeolojîya û propagandaya rexne bikin? Ev çawa pîvanên edebî ne, ev çawa dibin pîvanên nivîsînê? 

Dema ku meriv çîroka Aram Gernasî dixwîne, li hemberî gundê Farqînê yê bi navê Boşatê, bi taybet li hemberî Hecî Semo, Rezoyê Koso û eşîra Mala Koso li hîddetê siwar dibe, kîna wan dikeve dilê meriv. Meriv dike ku hema rabe here di serî de cezayekî baş bide wî korî; ger ew bi dest neket, ji Malbata Hecî Semoyê kor yekî biqefêle û heyfê jê bistîne; ger ji malbata wî kes bi dest neket ji Mala Koso yekî biqefêle, hema ji êl û epên Boşatî kî rast hat!... Çunke Aram Gernas dibêje, “Divê li pêşberî van nemerivan tirs nehata nîşandan, ji ber ku piraniya mêrên boşatî yek bi yek ji mêrxasiyê dûr bûn û nedipizivîn”. (r. 14) Û di dawiyê de jî dibêje “Boşatiyan car din rûyên xwe yên derewîn nîşan dan û bûn koriciyên yekem di herêmê de. Wek ku pêşiyan gotiye ‘Kurmê şîrî heta pîrî!’” (r. 14)

Em dikanin wisa bibêjin ku Aram Gernas bi van gotinan ji xwendevan dixwaze ku divê qet ji boşatiyên hov ku ji mêrxasiyê dûr in û derewan dikin netirsin. Heyfê ji wan bistînin, wan tune bikin. Çunke ew hem dişminê kurdan in û hem jî belayê serê dinê ne. Wekî mînak, ji şivanekî ku xwestiye piştgiriya boşatiyan bike, bi devê Alanî jê re dibêje “Eger tu kurd bî, piştgiriya boşatiyan ne doza te ye!...” Bi gotina “Kurmê şîrî heta pîrî!”, ku hem sernavê çîrokê ye û hem jî peyva dawîn a çîrokê ye, bi me dide zanîn ku xirabî û derewgoyî di genên boşatiyan de hene.

Aram Gernas di çîroka xwe de derbareyê boşatiyan de dewam dike, dibêje “Piştî Alan du komên xortan jî, ji çiya daketibûn xwarê û ketibûn tomika mala Hecî Semo. Kor korê Xwedê ne, nîvkor belayê serê dinê ne.. Malbata Hecî Semoyê kor, van xortan destelep diqefêlin, wan ji kuştinê xirabtir dikin, dest û piyên wan girêdidin û wan teslîmê polêsan dikin.” (r. 14) Dû re bi zimanê bîrhatinan wisa dewam dike, “Di navê de salek derbas bûbû û di wê navberê de gelek tişt guherîbûn. Tayina efserekî tirk ê bi navê Fehmî Altinbîlek hatibû qezayê. Ev efser bi xedarî û nîjadperestiya xwe li seranserî Tirkiyeyê naskirî bû. Armanca wî damezrandina MHP’ê bû. (…) Bêguman boşatî dîsa derketibûn şanoyê. (…) Boşatî cardin man di stûyê Alan de. Eger boşatî bihatana îknakirin û wan dev ji efserê tirk û MHP’ê berdana, yên mayîn nedibûn xetereyeke mezin. (…) … Alan bû mêvanê Rezoyê Koso ango serokê eşîra Mala Koso. Boşatiyan Alan û malbata wî baş nas dikirin. (…) Di dawiyê de dor hate ser pirsa esehî û sê roj û sê şev zar û ziman ketin cezbê. Zarê aqil û zanînê, îkna kir serokê eşîrê û bi bext û sê kevirên avêtî dev ji MHP’ê û efserê tirk hate berdan.” (r. 14)

Herwekî ku tê dîtin Alan bi tena serê xwe çûye nav van nemerivên hov yên ku belayê serê dinê ne, ji mêrxasiyê dûr in û derewan dikin, sê roj û sê şev zar û ziman jê aciz bûne ketine cezbê, zarê aqil û zanînê yê Alanî zora eşîra Mala Koso biriye. Rezoyê Koso li ber Alanî sê telaqên xwe avêtine ku ew û eşîra xwe hatine îmanê! Lê ji ber ku di genên wan de xirabî heye, pişt re dîsa rûyê xwe yê derewîn nîşan dane û bûne koriciyên yekem di herêmê de!

Aram Gernas di çîroka xwe de boşatiyan bi vî awayî bi me dide nasîn, wisa nîşanî me dide!

Min bi xwe hîç estetîkeka edebî di vê çîrokê de nedît; di ziman û awayê honandin û vegotina wê de jî nedît. Ji layê mentiqê jî hemin wisa ye. Wekî mînak, ji ber ku di çîrokê de behsa 12ê îlonê û behsa efserekî tirk yê bi navê Fehmi Altınbilekî dike, lewre meriv dikane dema bûyerê texmîn bike. Bi qasî ku di bîra hevalekî Farqînî de maye, Fehmi Altınbilek (pileya wî yuzbaşi yan jî ustegmen bûye) di sala 1977 de hatiye Farqînê. Li gorî gotina Aram Gernasî, bûyera Alanî û boşatîyan jî salek berî hatina wî rû daye, hingê em têdigihên ku sal 1975-76 e. Di destpêka çîrokê de dibêje, “Berê meriv ji cihekî biçuya cihekî din li kolanan, li ber malan, li ser sergoyan, li qeraxê rê û dirban rastî gelek tekerên kevn dihat. (…) Bi tevayî çardeh teker û du şûşe don du roj berî agirvêxistinê li bilindahiyeke çiya hate veşartin. (…) Grûba Alan ji heft kesan pêk dihat. Bêguman gelek grûbên cuda yên din jî hebûn û her grûbek li bilindahiyekî bi cih bûbû.” (r. 13)

Divê meriv bipirse, gelo li salên 1970yî li Farqînê 14 wesaît hebûn? Ger her grûbek 14 teker biribin, ji ber ku li deh ciyan agir vêketiye, tê fêmkirin ku deh grûb hebûne, hingê dibe ku li dora 140 teker birine bilindiya çîyê.

Wê demê fabrîqeya Lassa nîn bû, li Tirkiyeyê hilberîna tekeran çênedibû. Tekerên Pirelli û Good-Year malê îthalê bûn, ji derve dihatin. Tekerên wesaîtan heta ku wesle bi wesle ji hev de diketin jî, dîsa dihatin pînekirin (teker bi ser tekerî ve qableme dikirin), kesî teker nediavêt ser sergoyê. Gelo ev çawa bûye ku li salên 1970yan li Farqînê, hema li her derê; li kolanan, li ber malan, li ser sergoyan, li qeraxê rê tijî teker bûne?

Dîsa dibêje, “Dema zeraqa tavê sor bû û ber bi avabûnê ve çû, agir bi tekeran ket. Di nav çend deqeyan da li bilindahiyan şewqa bi dehan agiran çiya ronî kir…” Ji vê dîmenê meriv têdigihê ku bi avabûna rojê re teker hatine vêxistin. Êdî dinya tarî dibe.

Aram Gernas dewam dike: “Xort ketin milê hev, li dora agir ketin govendê û bi stranên Newroz û azadiyê çiya ji nû ve vejinandin.

Êdî wextê dagerê hatibû û agir jî hikmê xwe winda kirbû. Alan û hevalên wî bi kêf û henek û laqirdiyan ji çiya şiqitîn xwarê. (…) Li qûntara çiyê çend malên Boşatiyan hebûn. (…) Her kesî wisa hesab dikir ku milet ji bo seyra agir derketiye der û li hev civiyane. Lê Alan ketibû şikê û vê civanê ne ji xêrê re şirove dikir, lewra baweriya wî bi Boşatiyan tune bû û nediket serê wî ku Boşatî kêfa xwe ji agirê Newrozê re bînin.” (r. 13)

Roja 20ê adarê li Farqînê saet di 17: 35an de roj diçe ava. Vêketina tekeran jî bi qasî sê-çar saetan dewam dike. Lewre em dikanin texmîn bikin, dema ku Alan û koma xwe ji çiyê vegeriyane, kêm-zêde saet li dora 20: 30 bûye, yanî bi qasî du saet-du saet û nîv piştî nimêja eşayê. Niha divê meriv mentiqen bipirse ku, gelo wan di nav tarîtiya şevê de çawa xelkê lihevciviyayî dîtine? Herwisa, Alanê ku serokê komê ye, ger boşatiyan wisa baş nas dike û baweriya wî bi wan nayê, hingê hezar rê hene ku meriv ji çiyê bişiqite jêr, ma îcar çima diçin di nav malên boşatiyan re derbas dibin? Gelo dema ku wan ewqas teker jêr de biribûn bilindiya çîyê çima kesî dengê xwe ji wan re nekiribû?

Ez ê çend dîmenên ku di tarîtiya şevê de diqewimin jî pêşkêş bikim: “Bozo Miheme berî hemîyan giha hinda xelkê lihevciviyayî. Heta ku Alan û yên din gihan hinda wan, Hecî Semoyê yekçavî destê xwe kiribû qirika Bozo Miheme û li vî alî wî alî ew dihejand û dida xeberan. Alan têgihişt ku roj xirab e, ji hogirên xwe re got:

- Hecî Semo min nas dike. Ez ê wî mijûl bikim, hûn nesekinin û birevin. Hûn vana nas nakin!... Vana hov in û dikarin li ser çengek av şer bikin. Ev malên qûntara çiya, hemî merivên hev in û ger şerek biqewime sed kes dikarin li ser merivekî bipiçikin.

Alan xwe gihand Hecî Semo, Bozo Miheme ji nav dest û lepên wî derxist û îşaret dayê ku bireve. Hecî Semoyê kor guh nedida tu tiştekî û ji merivtirê serê wî hatibû şûştin. Hewldanên Alan pere nedikirin, dora wî hêdî hêdî dihate girtin û diket nav çembera êl û epên Hecî Semo. Ji nişka ve, ji paş ve mirdiyaqekî spîndar di çemstûyê Alan de deng veda…

Êl û epên Boşatî bi carekê bi dû wî ketin. Dema ku giha serê rezan, şivanekî ku li serê rezan pez kiribû mexel, dest avêt kevir ku biweşîne Alan.

Roja bîstê Adarê, êvara Newrozê, nîvê şevê, ku wan salan hîn ku ewqas bendav li herêmê çênebibûn, li çiyê berf heta serê nîsanê jî nediheliya. Lê bala xwe bidnê ku pez li çolê hatiye mexelkirin! Û jixwe, her tişt wekî nava rojê dixuye!

Aram Gernas di gotara xwe de dibêje, “Ango nivîskarek dikare ‘esamanê sahî’ wek barîna berf û baranê rave bike; …” Ev, li gorî stîla vegotina metnê diguhere; ger ne metneka surrealîst be, metneka realîst be, tew di ser de jî nav û navnîşana kes, gund, êl û eşîrê diyar be, wext diyar be (1975-6), mekan diyar be, ev bêmentiqîyên hanê, ji qewlê tirkan ve, tenê dibin çuvallama û ne tiştekî din. Gelo nivîskarek dikane di metneka realîst de bibêje, wekî mînak, dema ku li Farqînê di çileya zivistanê de berf dibariya ez çûbûm ser dara tûyê min tû dixwarin?

Em dewam bikin, hela di nav tarîtiya nîvê şevê de -heke taveheyv nîn be meriv nikane du gav pêşîya xwe bibîne- di wê serma û seqemê de çi diqewime? Dibêje, “Wê hingê Alanê ku nedixwest çekê bi kar bîne û bikeve sîngê xelkê, demaçeya xwe ji ber xwe kişand û kuta serê şivan. Şivan kevirê destê xwe di ber xwe de berî erdê da û wek şiva nava avê ricifî. (…) Bi lez û bez ji wê derê reviya û kete kolana ku derdiket alî bajêr. (…) Di kuçeyê de jin û zarokên wan, di destê wan de dar û kevir pêşî li Alan birîn. Dema Alan çav bi jin û zarokan ket demançeya destê xwe kir ber xwe û veşart û li nava komê xist û derbas bû. Gelek derbên keviran xwar lê bi selametî xwe û hevalên xwe xilas kir.

Ev tev di tarîtiya şevê de çêbûne. Ma ev jin û zarokên boşatiyan bi şev jî ranedizan? Wan salan ne elektrîk ne jî televîzyon hebû. Êvarê, hîn ku mirîşk lîs nebûne xelkê gundan di xew re diçû. Lê di çîroka Aram Gernasî de nîvê şevê boşatiyên hov bi jin û zarokên xwe ve li nav kolanên gundê xwe bi dar û keviran li benda Alanî û koma wî sekinîne. Wî jî, bona ku zarokên piçûk netirsin, mîna şovalyeyekî bi centilmenî demançeya xwe kiriye ber xwe û wekî gurê adarê li nav koma wan xistiye, xwe û hevalên xwe ji van dişminên Newrozê û kurdîtiyê xelas kiriye!

Ger çîroka Aram Gernasî bi tevayî mubalexe nebe, ango derbareyê boşatîyan de bingehek jê re hebe jî, lê ez wisa bawer dikim ku ew muxalefeta boşatiyan ne ji ber dişminiya kurdîtî û Newrozê bûye. Tu sedemeka maqul ji vê yekê re peyda nabe. Jixwe, nivîskarî bi xwe jî vê yekê nîşan nedaye. Tiştekî bi zanebûn li meydanê nîn e, tenê reflekesek dixuye.

Li welatê me pirraniya kesên ku bûne korucî bi zanebûn, ji kerema dilê xwe nebûne. Yan zorê li wan kirine, yan ew xapandine, yan ji ber nezanîyê, yan jî ji ber sedemekî din ji neçarî ketine nav vî karî. Ev tesbît bona hemî kurdên ku wekî xayîn têne zanîn jî derbas dibe.

Yên ku temenê wan ji sihî jortir e, tev pê dizanin ku, heta salên 1970yan li welatê me gundî ji ber tadaya bajariyan nediwêriyan biçin bajêr. Çi gundîyek ku çûbe qesebayê û lêdan nexwaribe nîn e. Wê demê di çavê gundiyan de bajarî beg bû, mîre bû, arîstokrat bû; bajarî eraqxwir, pêxwas, fenek, qurnaz bû; bajarî alîgirê cendirme bû, alîgirê hukûmetê bû, qereqol û hepisxane di bin nufûza wî de bûn… Ev yek li gundên Farqînê jî hemin wisa bû. Mehdî Zana, Felat Dilgeş di berhemên xwe de behsa vê yekê dikin. Heta wê demê çi gundiyek bihata nav çarşiya Silîva, xelkê bajêr, heta ku esnafan û bi taybet zarokên farqînîyan anebûyî dianîn bi serê wan de. Ez wisa texmîn dikim ku vê rewşa sosyolojîk di nav psîkolojiya xelkê gundan de bandoreka kûr kiriye. Ji ber ku Boşat nêzî Farqînê ye, wan hîn kûrtir hîs kiriye. Lewre çi tiştê ku farqînî (bajarî) jê hes bikin, wekî reflekseka psîkolojîk, di çavê gundiyan de xirab dixuye. Çi tiştê ku farqînî jê nefret bikin, îcar dê ew jê hes bikin. Reqabeteka korankî; ger reqîb got “sipî” ew dê wekî reaksîyonek bibêje “reş”.

Niha ew rewşa xirab guherîbe jî texrîbatên wê, bineşeyên wê hîn jî hene; nexoşiyên wê hîn jî di nav psîkolojiya civakê de, di nav hişê hinde merivan de têne xwedîkirin. Îcar li nivîskarên me ev dikeve ku, vê rewşa ne xweş di mifaya miletê me û îstîqbala wê de, bi rêya edebiyateka bilind, bi estetîkeka hunerî analîz bikin; birînên me yên civakî derman bikin, ne ku rabin di sala 2008an de birînên wisa kevn ku di rabirdûyê de mane ji nuh ve biqeşêrin!

Min li ser xerîteyê bala xwe dayê. Gundê Boşatê (bi tirkî: Boyunlu) texmînen bi qasî 10 km li bakurê rojavaya Farqînê dikeve. Dîsa, ger qisetkirina Aram Gernas mubalexe nebe, ger bi rastî jî tiştekî wisa çêbûye, hingê ji meriv re guman çêdibe ku, gelo çima van xortên Farqînê agirê Newrozê li çiyayê pişta Farqînê yan jî li derûdora bajêr vênexistiye û li dora êgir govend negerandiye, stranên Newrozê û azadiyê negotine, çima rabûne ewqas cî çûne li jorê gundê Boşatê vî karî kirine?

Vêxistina agirê Newrozê li wan salan cirmekî giran bû. Dibe ku ji ber wê qurnazîya bajarîbûnê, wan xwestiye vî sûcî bikin stûyê gundîyan de. Te dî ez im, nedî diz im! Yanî, ger operasyona komandoyan çêbû, jixwe, dikeve stûyê gundîyan, na, ger kes nehat girtin, mêrxasî dê bibe pahra xortên Farqînê. Îhtîmal e ku boşatîyan şik birîye ser vê yekê, rabûne pêşîya wan biriye, ew qefaltine. Bona ku vêxistina agir di milê wan de nemîne, bona ku komando neavêjin ser gund, bona ku pêsîra xwe ji destê hukûmatê xilas bikin, bona ku jin û qîzên wan nebin bi rojan li qereqolê, di tabûra leşkerîyê de hezar fiêlên xirab bi wan nekin, rabûne ew teslîm kirine. Çunke Aram Gernas di çîroka xwe de behs dike ku sed mêrên boşatî ketine pey Alan. Ger wisa be, di vir de jî tu hovîtiyek, nemerivîyek, nemêrxasîyeka boşatîyan nîn e, herwisa, dişminiya kurdîtî û Newrozê jî nîn e, tenê reflekseka sirûştî ya xweparastinê li meydanê ye. Ew ne belayê serê dinê ne, Alanî û hevalên xwe bela biriye ber derîyê wan! Di vir de yên sûcdar ew in, ku doza şoreşgerî û kurdîtîyê dikin lê çalakiyên xwe bi binfiskîyê dikin. Paşê jî radibin bûyerê vajî dikin, qabîliyeta nivîskarîyê suîstîmal dikin, xwe dikin qehreman û gundiyan dikin hedef. Hingê ger boşatî bûn koriciyên yekem di herêmê de, ev sûcê Alanî û yên wekî wî ye. Ev e, li nava meydanê ye ku wan bi vê kirina xwe baweriya gundîyên nezan ji kurdîtîyê şikandiye û ew xistine hembêza efserê tirk! 

 Ez ê çend gotinên dawîn bo berpirsiyarên kovara W bibêjim.

Di vê hejmara navborî de dosyayek bi sernavê “Di çand û wêjeya kurdî de newroz” amade kirine. Meriv tênagihê ku çi eleqeya vê çîroka navborî bi vê dosyayê re heye? Herçendî peyva Newrozê di çîrokê de derbas bibe û wekî detayek vêxistina tekeran hebe jî temaya vê çîrokê dişminiya boşatîyan e. Ger yek rabe, wekî mînak, gundiyên yek ji amadekarên kovara W, êl û eşîra wî/wê, malbata wî/wê, bi vî awayî bike hedef, wisa heqaret bike, gelo dê dîsa biweşandana? Wisa dixuye ku, yan ev yek li hesabê wan jî hatiye yan jî pîvanên wan ên weşangeriyê keyfî ne. Ger wisa be, keyfiyet, ne pîvaneka etîkî û zanistî ye.

Ji beşa nasnavê kovarê tê xuyakirin ku şêwirmendê huqûqê yê kovarê jî heye. Weşanger û sazîyên kurd ji ber ku hertim rastî neheqîyên dewletê tên pêwîstî bi şêwirmendekî huqûqê dibînin. Lê ez hêvî dikim, bila ji şêwirmendê xwe yê huqûqê bipirsin -em etîka weşangeriyê bidin alîyekî- gelo ev îbareyên ku di vê çîrokê de bi vî awayî derbas dibin, di huqûqa heyî de teqabulê çi dikin? Gelo bi riya kovara wan mafê merivan nehatiye îhlalkirin? Herçendî di beşa nasnanavê kovarê de îbareyek wekî “Her nivîskar ji nivîsa xwe berpirsiyar e” hatibe nivîsîn jî gelo dîsa bi rêya çapemeniyê (kovara W) nebûne sedem ku gundek, êl û eşîrek, kes û malbat bibin hedef? Bi riya kovara wan grûbek, komeka civakê alenen nehatiye tehqîrkirin, li ber çavê xelkê nehatiye reşkirin? Heqaret li Hecî Semo, li Rezoyê Koso, li eşîra Mala Koso, li êl û eşîra Boşatê, li gundê Boşatê, li boşatiyan nehatiye kirin? Aram Gernas Hecî Semo wekî belayê serê dinê nîşanî me dide û dibêje, “piraniya mêrên boşatî yek bi yek ji mêrxasiyê dûr in”. Piranî, çi ye? Ji % 51 bigre heta ji % 99ê tevahîyekê ye. Min di vê îbareya Aram Gernasî de kêmtir wekî ji % 90 fêm kir. Îcar bi van îbareyên ku dibêje, “Vana hov in!”, “Boşatiyan car din rûyên xwe yên derewîn nîşan dan ”, “Alan (…), baweriya wî bi Boşatiyan tune bû û nediket serê wî ku Boşatî kêfa xwe ji agirê Newrozê re bînin” ne ku pirranî, yanî ne ku ji % 99, hemî boşatî têne qestkirin. Hema bila tev korucî bin jî, gelo heqê me heye ku em wisa heqaretê li cemawerekê bikin? Ji layê din ve, gelo bi rastî jî wisa ye, boşatiyên ku di riya têkoşîna neteweyî ya kurdî de şehîd ketibin, nîn in?

Wekî encam, ez bi xwe gundê Boşatê ya bi ser Farqîna Diyarbekirê nas nakim, min ev gund bihîstiye lê qet nedîtiye. Herwisa, min di temenê xwe de çi kesek ji vî gundî, yan jî ji êl û eşîra Boşatê nedîtiye û nas nekiriye. Hîn jî nas nakim. Lê ez birêz Aram Gernasî şexsen nas dikim. Du-sê caran me bi hev re çay vexwariyê. Min li panelekê guhdariya cenabê wî kiriye. Derbareyê wî de bi qasî serê derzîyê tu fikrekî min ê xirab çênebûye, tu sedemek jî nîn e ku çêbibe. Berevajî, digel ku min qet berhemeka wî nexwendibe lê ji îfadeyên wî min bihîstibû ku bi zarê kurmancî roman nivîsîye, werger kirine, gotar dane weşandin, redaktoriya kovaran kiriye. Ev yek bûye sedem ku ez wî teqdîr bikim. Herwisa, ez hindek kesên ji berpirsiyarên kovara W jî nas dikim. Tu alerjiyeka min li hemberî wan jî nîn e, berevajî, ji ber ku ew xizmeta edebîyat û zimanê kurdî dikin, ez wan teqdîr dikim. Lê ez di van metnan de heyirî mam, wijdanê min tehemul nekir. Divê ez bidim zanîn ku tu xêreka van metnên wisa ji çand û wêjeya kurdî re tune ye, herwisa, xêreka wan bo nivîskarî û kovargeriyê jî nîn e. Berevajîya wê, dikanin serê ciwanan tevlihev bikin, li ser navê çand û wêjeya kurdî merivî di şermê de bihêlin û îhtîmal e ku di nav civakê de jî bibin sedemê nexoşiyan. (*)

Diyarbekir 08.03.2008

_____________

(*) Ev gotar li malpera www.amidakurd.com weşiyaye.

No nuşte 877 rey wanîyayo
ŞÎROVEYÎ
ez boşatîme
lawikê farqînî
Aram Gernas bê bextî ne başe paşî tê serê xwediye xwe...

Min vê pirtûke ne xwendiye. li belê Roşan Lezgîn der heqê Aram Gernas û pirtûka wî da rexneka xweş kiriye. destê te saxbe hevalê delal. li boşatê çend malbat hene, çend kes hene _? xelkê farqînê gelo nivê pir ji kiderê ne _? di terqa şeyh said da kî pir şehîd da. gello bav û kalê wî jî li wider şehîd ketin_? îro dewlata tirk, çawa ji me kurda acis be û di der heqa meda hima pîna bi hevdû va deyne û me nebaş bide naskirin . aram gernas jî boşatiya wisakî dîtiye. belê wekî tu Roşan Lezgîn got li her derî mirovê baş jî û nebaş jî hene li mirov nikare bêje boşatî hovin. te heta niha jî nizanbî ferq bikî nava mirova xwendina te ji çi ra ye geloo. tu ji mirove boşatiya ra tevî ra dibejî hov ez jî boşatî me tu ji min û malbata min ra jî dibêjî. ez jî dibêjim aram gernas tu te pêçek ji însaniyetiye fem bikir ra te ne digot hov. gotin kî hebû di gotin mirov çibe mirov dibê qey her kes wisaye. Û tu viya baş zanibe ji mêrîtiya xwe ra kes wekî boşatiya ji nabe . Aram gernas bi gotina te ne kes j imin acis dibe ne jî ez di guharim...
spas heval ji bo vê rexna te
02 Nîsane 2010 Îne 05:40