Ez bawer im bona tesbîtkirina hêjahîya her tiştî, kêm an zêde, pîvanek peyda dibe. Hinde pîvan hene ku li gorî şert û zurûfên wê demê ne, hinde jî hene ku li gorî pêwistîyê ne. Wekî mînak, heke yek li çolistaneka bêav mabe, ji tîbûnê êdî li ber candayînê be, di wê kêlîyê de bona wî kesî tasek av ji kîloyek zêr hêjatir e. Li vir pîvana hêjabûnê li gorî pêwîstîyê ye. Lêbelê hinde tişt hene ku pîvanên wan naguherin, dibe ku her dem heman pîvanên xwe hebin. Wekî mînak, di edebîyatê de hêjahîya metnekê li her derê û her dem bi heman pîvanên estetîkî dikane were tesbîtkirin. Di edebîyatê de dibe ku ecibandina kesane jî wek pîvanekê bê dîtin lê dê ev nebe pîvaneka muqîm. Hingê çi dema ku em bibêjin ev berhemeka baş e, yan jî em bibêjin ev berhemeka xirab e, divê em vê başî û xirabîyê li gorî pîvanên edebî îzeh bikin.
Em hemî dizanin ku şaxên edebîyatê hene; helbest, çîrok, roman, ceribandin… Ji vana, niha mijara me çîrok e. Çîrok, wekî formeka edebî di navbera helbest û romanê de ye. Di çîrokê de vegotin ne wekî helbestê gelek sergirtî û bi remz e, lê wekî vegotina romanê jî ne ewçend bi teferuat û vekirî û dirêj e. Çîrok, di qisetkirinê de ne destbelav û îsrafkar e, hesabê her gotin û hevokê dike. Herwiha, çîrok ne ew forma edebî ye ku qala her tiştî dike, na, tenê teferuatek, kêlîyek an jî fotografek e. Carînan, dibe ku çend fotograf li gorî pêwîstîya gewdeyê metnê û li ser hesabê forma çîrokekê bêne kêleka hev da ku fotografekî din çêbikin.
Bi gotineka kurt, ew deşta ku romanûs hespê xwe têde hêdî-hêdî û bi sebir dibezîne, çîroknûs hespê xwe çargavî dibezîne. Û ger şaîr be, helbet tenê li wê roja ku deşt seraser di nav mijê de ye, siwar dibe û bi hîr-hîra dengê hespî re wekî brûskê, wekî xeyaletek ji ber awirên me dişemite.
Ji bo afirandina edebîyatê ziman tekane malzeme ye. Tenê ziman û ne tiştekî din. Û ziman jî tenê ne peyv in, ku di ferhegekê de ligel wateyên xwe hatibin rêzkirin, na, her ziman sîstemeka bêqusûr e.
Edebîyat, di rastîya xwe de, berîya her tiştî, biedebkirina zimên e; xweşikkirina/estetîzekirina zimên e. Di edebîyatê de xebitandina zimên hem divê bêqusûr be, hem jî fewqilede be. Ger ne wisa be, em ê çawa metneka edebî û nûçeyeka rojnameyê yan jî gotarekê ku heman bûyerê qiset dikin, ji hev cihê bikin? Bêguman derbareyê cihêtîyên di navbera metneka edebî û ne edebî de tiştên din yên wekî honandina tevna bûyerê, veşartina peyaman, sazkirina karekter û lehengan jî muhîm in, lê awayê bikaranîna zimên di serî de ye. Di berhemeka edebî de, bi taybet jî di helbest û çîrokê de, qusûreka piçûk a zimanî dikane bibe sedemê hilweşîna struktura wê berhemê.
Ev tiştên hanê bona tesbîtkirina hêjahîya berhemeka edebî pîvan in.
Ji serî de, wekî pîvaneka sereke, min ji aliyê zimên ve bala xwe da ser çîrokên ku bo pêşbezîya çîrokan a Nûbiharê hatibûn, da ku ez kanibim ji baştirîn çîrokê ta xirabtirîn çîrokê rêz bikim.
Bêguman ziman jî bi alfabeyê tê nivîsîn, herwisa, her ziman xwedî qaydeyên gramatîkî ne. Di tesbîtkirina hêjahîya çîrokan de bikaranîna alfabeyê û rastnivîsîna zimên berîya her tiştî pîvanek ji pîvanan bû ku ez çîrokan li gorî vê pîvanê, wekî ya baş û ya xirab rêz bikim. Wekî mînak, di çîrokên bi navê “Hélîna Zulmé, Em Hînî Bun Mirinê Hînî Nebun Kuştinê”, “Çîrokên Rastan: Hesenê Dilovan” û “Pirsgiréka Kevneşopî u Evîn a Zeyneb u Cemîl” de alfabeya kurdî şaş hatiye karanîn, ango hinde çîroknûsan hîn alfabeya kurdî baş nas nekirine.
Dîsa, çi dema ku min li zimên nihêrîye, bêguman, pêşî peyvê û bikarnanîna wê bala min kişandîye. Herwekî ku tê zanîn, kurmancî zimanekî zayendî ye. Peyv, nêr û mê ne. Ji vê çendê divê îzafeyên nêr û mêkîyê rast bêne şuxulandin. Wekî mînak, di çîroka “A Baş” de dibêje, “Ew [Wê] roj [rojê] min ê dest bi kar bikira û ze [ez] ê têketama polekî [polekê].” Lê piçek di pey re dibêje “Dema ku ez derbasî polê bûm…” Bala xwe bidinê, li hevoka pêşîyê peyva “pol” her wekî ku nêr be, îzafeya “î” girtîye lê di hevoka dawîyê de wekî peyveka mê îzafeya “ê” girtîye.
Ji aliyê çêkirina peyvan de jî divê edîb gelek hesas bin. Çunke nivîsîn bi xwe berpirsîyarîyeka gelek giran e. Wekî mînak, edîbê çîroka “Axa Kalê Hecî” dibêje “ …, tu jî rastiyek î lê mixabin rastîyeke katî yî û zuderbas î.” Hevok bi xwe li gorî rastnivîsînê ve şaş e û wekî mentiqa tirkî hatiye sazkirin lê ev peyva “zuderbas” balkêştir e. Min bi xwe peyveka bi vî awayî di nav kurmancî de nebihîstîye. Baş xuya ye ku edîbî ji ber xwe de vê peyvê di şûna peyva “geçici” a tirkî de çêkiriye. Lê wekî pîneyekî bêfesal xwe dide dest ku, bê hela pencên hizirîna mentiqa tirkî çawa sîstema hizirîna edîban xistiye bin hukmê xwe. Bêguman, edîb dikanin peyvan ji ber xwe de jî çêbikin lê ne bi vê mentiqê! Li vir min divê tiştekî din bibêjim ku, ez bi xwe jî dixwazim di kurdî de peyvên xwerrû bêne şuxulandin, ne ku yên biyanî. Lêbelê, ez dibêjim ku, bi şuxuladina peyvên bîyanî zêde xisarekê nagihê zimanê me. Tiştê ku ziman xirab dike û diherimîne, felişandina mentiqa zimên bi xwe re tîne, ne bikaranîna peyvên bîyanî ye, hizirîna bi zimanekî din e; li ser hesabê wî zimanî çêkirina bêjeyan e. Bala xwe bidinê, li ser wesaîtên dewletê hevokeka wisa heye, ku dibêje “Resmi Hizmete Mahsustur”. Ev her sê peyvên hanê ne bi zimanê tirkî ne, lê hevok bi xwe li gorî sîstema zimanê tirkî hatiye sazkirin. Ango tiştê muhîm li vir ev e, ku em hevokên xwe, hizirîna xwe li gorî mentiqa sîstema zimanê xwe saz bikin.
Edîbên ku bi çîrokê re dadikevin divê ji her kesî zêdetir bala xwe bidin ser zanyarîya zimên û gramatîkê. Ziman, di edebîyatê de gelek girîng e, ku di ecibandina metneka edebî de her dem wekî pîvaneka sereke tê dîtin.
Di ziman de qalib hene, wekî mînak, bi kurdî dibêjin “desmêja min şikîya”, bi tirkî jî dibêjin “abdestim bozuldu”, ango li vir peyva “şikandin” di şûna “xirabûn” a tirkî de ye. Lê heke em rabin bibêjin “desmêja min xira bû” ev nabe vegotineka kurdî.
Di çîroka “Şanoyeke Neasayî” de hevokeka wisa heye ku dibêje “Bêdengiya odê bi dengê çûkan xira dibe.” Li vir yekî ku tenê bi kurdî bizane, dê bibêje qey bêdengîya odê her wekî ku rizîyaye, bêhno bûye, ne ku bi xwendina çûkan re dawî li bêdengîya odeyê hatîye yan jî deng bi odeyê ketiye! Herwisa, edîbê çîroka “Şoqbûn” dibêje “Min … li wî camêrî mêze kir, ew vekoland û got, ‘Na, ez nas nakim’ …”. Li vir “ew vekoland” çi ye? Yanî, bi tirkî “onu inceledim”. Û çi dema ku bi kurmancî yek bibêje “te heba [draje] xwe avêt?” hingê ez ê wisa fêm bikim ku, ew bo min dibêje, “te heba xwe girtîye avêtîye derekê”, yanî, heke ez baş tirkî nizanibim, dê ji kû were bîra min ku dibêje “te heba xwe xwarîye?” Edîbê çîroka “Derd Man” dibêje “…û di nav feqîrtiyê de jîyankirin gelek [li] zora Usiv diçû.” Bala xwe bidinê, bê hela hizirîna bi zimanê tirkî çawa sîstema mentiqa kurdî ji hev de xistiye! Di zimanê kurdî de feqîr û feqîrî hene lê meriv tênagihê ku bê hela di nav feqîrtîyê de jiyankirin çi ye? Gelo di zarê kurmancî de jîyankirin heye? Edîbê çîroka “Zîndana Tenêtiyê” dibêje “Agirê min derketî ye û serê min diêşe.” Agir ji kû derketiye? Agir bi merivan re heye? Ger agir bi meriv re hebe jî, di wateya heste (çeqmaq) yan jî niftik (kibrît) de ye, ne ku di wateya girtina tayê/ketina tayê de ye.
Ev tesbîtên hanê ji wan pîvanan in, ku min di neqandina çîrokan de xwe sipartîye wan jî.
Heke em bixwazin hakimîyeta kesekî ya li ser bikaranîna zimên bipîvin, divê em bala xwe bidin ser bikaranîna îdyoman. Çunke îdyom kakilê zimên in. Çi dema ku ez dibêjim “îdyom” divêt ev neyê wateya wan teşbîhên ku di taswîrkirinê de edîb bi xwe çêdike. Wekî mînak, di çîroka “Azadî 1975” de edîb dibêje “…balte simêla min nedibirî. Lê niha ez bûme tayekî zirav û di qula derzîyê re derbas dibim.” Li vir, balte simêla min nedibirî îdyom e, di nava xelkê de meşhûr e, lê ez bûme tayekî zirav û di qula derzîyê re desbas dibim teşbîh e, ku edîbî bi xwe afirandiye. Lê çi heyf ku di pirranîya çîrokan de, kesên ku ji edebîyata modern fêm dikin, gelek kêm îdyom di nav vegotina wan de hebûn. Zimanê çîroka “Azadî 1975” xweş e, lê xuya ye ku têkilîya gelek edîban a ligel orîjînalîteya zarê kurmancî qels e; li pirranîya çîrokan zimanekî naylon, zimanekî çêkirî yê sexte hatîye şuxulandin ku vê yekê vegotina wan gelek tamsarkî kiriye.
Ji bo min, ev tiştên hanê giş pîvan bûn da ez baş û xiraban ji hev cihê bikim.
Heke em hindek jî qala bûyer an jî mijarê bikin, divê em pêşî bala xwe bidin ser vê yekê, bê hela bûyer an jî mijara çîrokê çendî bakîr e. Her çendî her qisetkirin, heke teqlîd be jî, tenê aîdê xwe ye û her kesek xwedîyê zimanekî taybet e, lê cardin em dizanin ku hinde tişt hene gelek hatine qisetkirin û hinde tişt jî hene bakîr in. Ev bakîrî, divê pêşî ligel referansên hundirîn, ango, di qada edebîyata neteweyî de bête tesbîtkirin û dû re jî ligel referansên derveyî, ango, yên cîranî û cîhanî bête pîvandin. Herwiha, em ê bala xwe bidin ser ku, bê hela edîb mijarê yan jî bûyera herêmî çiqas karîbûye bi rengekî gerdûnî pêşkêş bike? Li vir ez dixwazim viya nîşan bidim ku, car heye bûyerek di nav çend kesan de derbas dibe, û çi dema ku ew çend kes di nav xwe de qala wê bikin, dê gelek pê bikenin. Lêbelê heman bûyer ji derveyî wan kesan were gotin, dibe ku hîç kesekî nede kenandin. Çunke tenê ew çend kes bi wateyên taybet ên wê bûyerê dizanin. Îcar, tam bi vî awayî, car heye ku mijareka edebî di qada herêmî de yan jî di qada neteweyî de dikane mesajên gelek watedar belav bike, belam dibe ku heman mijar bêwate bigihêje qadên din. Ji vê çendê, çi dema ku em bala xwe bidin ser metneka edebî, divê ew pîvanên gerdûnî serdest bin. Belê her çem ji serkaniyekê ye, lê hemwelatiyê çeman pirr in.
Ev her du taybetmendî jî wekî hêjahîyeka edebî, di rêzkirina çîrokan de dibin faktor.
Bêguman mijareka edebî her dem dikane îlhama xwe ji bûyereka rasteqîn bigre lê ev nayê wê wateyê ku dê edîb girêdayî kronolojîya qewimîna bûyerê bimîne û tevna çîrokê li gorî vê kronolojîyê bihone. Yan jî her faktora ku tesîrê li ser qewimîna bûyerê kiriye edîb rabe motemot di berhema xwe de qiset bike. Tenê ew tiştên ku di çarçeweya mijarê de bona berhema edebî pêwîst in, edîb dikane wekî fentazîyekê bi xwe çêbike û tiştên ku ne lazim in jî, qet guh nedîyê. Ji vî alîyî de problemên hinde berheman zêde bûn. Lê divê ez li vir heqê wan teslîm bikim, ku ji alîyê teknîka honandinê çîroka “A Baş” jî û wekî çîrokekekê “Şanoyeke Neasayî” jî gelek balkêş bûn. Van her du berheman, di ristina tevna çîrokê de xwe ji wan qalibên basît ên edetî xilas kirine û bi vî awayî honandina tevnê, ku li hev alandina bûyeran gelek balkêş e, rengekî nuh dane edebîyata me.
Herwiha, divêt metin di nava xwe de xwedî mentiqeka sehîh be. Wekî mînak, edîbê çîroka “Em Hînî Bun Mirinê Hînî Nebun Kuştinê” li paragrafa pêşîn dibêje “Navê wî Nezan bu, ew sê birabun. Ew, birayê wî yê biçuk u birayê wî yê mezin.” Lê di paragrafa pêncan de dibêje “Nezan, mezintirin zarokê malê bu.” Niha, her wekî ku tê dîtin, li vir edîb xwe bi xwe re ne li hev e. Pêşî dibêje Nezan zarokê navîn e, lê dû re dibêje, yê mezintir e! Xuya ye, hakîmîyeta wî ya li ser mijarê gelek zeîf e. Dema ku ez qala mijarê dikim, helbet di warê hilbijartina mijarê de mafê edîb nîn e ku hîç kesî di bin tometekê de jî bihêle, herwiha, kom, grûb an miletekî di rewşeka xirab de nîşan bide. Wekî mînak, di çîroka “Pirsgirêka Kevneşopî u Evîn a Zeyneb u Cemîl” de nivîskar dibêje “Lé di nav cîwakén malbata dimiliyan de fîkira(raman)pireka(bı jinan na şéwirin) nayé pîrsin.” Di edebîyatê de divê hukumdayîn, darizandin, şîrovekirin nîn be. Edîb tenê nîşan dide, bêguman di vê nîşandayînê de edîb jî her wekî subjektek ne bêalî ye. Lê tiştê ku nîşan dide jî, jixwe, bi zanebûn nîşan dide. Û piştî têgihîştina ji vê nîşandanê, dê xwendevan bi xwe, li gorî xwe hukmekê bide. Muhakemekirin û darizandin û hukumdayîn û şîrovekirin divê bo xwendevan bêne hiştin. Ango, divê edîb nebêje “hingivîn şîrîn e” jî. Edebîyat nasandina civakek, deverek an jî tiştekê bike jî, nevê ku bi wî awayî nihêrîna xwe hişkehişk bo xwendevan bide nîşandan, na, divê bi zimanekî edebî, bi metodên edebî dîyardeyê nîşan bide. Te divê bila baş an xirab be, jixwe, xwendevan bi xwe dê têbigihê. Lêbelê, di vir de tiştekî din heye ku, edîb dimilîyan (kurdên zaza; kird; kirmanc) îtham dike, wan di bin tometê de dihêle. Niha, yekî dimilî jî dikane rabe vê îthamê berevajî bike û bibêje civata dimilîyan ji alîyê şêwirîna ligel jinê ji kurmancan gelek pêşdetir in, herwisa, îstatîstîkekê jî çêbike ku, civata kurmanc gelek zêdetir zilmê li jinan dike, gelo dê xwedîyê çîrokê çi bibêje?
Ev tişt jî, ji bo tesbîtkirina hêjahîya berhemeka edebî pîvan in.
Di metneka edebî de divê peyam veşartî be. Her wekî ku Çemê Muradî di çileya zivistanê de di ser re qeşa bigre lê dîsa jî meriv têbigihê ku di binî re diherike. Wekî mînak, di çîroka “Berxwedana Biçukekî û Azadî” de, hîn di serî de meriv ji navê wê têdigihê ku qala yan jî tarîfa berxwedana piçûkekî û azadîyê dike. Ev sernav bi xwe, şîrove ye, hukumdayîn e. Û edîbê çîroka “Derd Man” jî dibêje “Di rastiyê de li herêmê jî kêm zarok ji ser xwarinê têr radibûn.” Nexwe, edîbî bi xwe muhakemeya xwe kiriye, tenê ji xwendevan re xwendin hiştîye! Her wekî ku meriv rabe wêneyê sêvekê çêbike û li binî jî binivîse, “Ev sêv e”. Nexwe, divê edîb wisa nîşan bide ku xwendevan bi xwe têbigihê. Heke ne wisa bûya dê her kes bibûna edîb, yan jî, kê çi binivîsanda dê bibûya berhemeka edebî. Ji alîyê din, heke di berhemê de muammayek nîn be, yan jî berhem meraq li xwendevanê xwe peyda neke, ew berhem mirî ye!
Ev jî pîvan in, ku meriv hêjabûna metnekê tesbît bike.
Li jorê min qala teqlîdê kiribû. Bêguman her tişt, heta ku jiyan bi xwe teqlîd e. Lê di her teqlîdkirinekê de xwerrûbûnek, pêşketinek jî heye. Lêbelê, heke meriv rabe rasterast çîrokekê ji zimanekî bîyanî wergerîne, dê ev tenê bibe wergerek ji wergeran û ne tiştekî din. Her çendî ku ez ê nikanibim ji sedî sed îsbata wê bikim jî, lê ez guman dikim ku çîroka bi navê “Zîndana Tenêtîyê” û “Valahiya Demê” werger in. Îhtîmaleka mezin, ku “Valahiya Demê” ji zimanekî Ewropî hatiye wergerandin. Di hevokekê de dibêje, “Gorî ku li nav gorîstanê bû ev koncal gor bû; naşor, kefen û pîjikê ku di lingê wî/ê re çûbû jî ji textê darbestê şikestibû û di lingê wî/ê re çûbû.” Û çîroka “Zindana Tenêtiyê” jî, îhtîmaleka mezin, ku ji tirkî hatiye wergerandin. Meriv têdigihê ku hemî hevok ji tirkî hatine wergerandin; ji ber ku, tu hevokek ne li gorî qayde, mentiq an jî sîstema kurmacî bûn.
Di nava çîrokên ku bo pêşbezîyê hatibûn de çend heb jê xebroşk (masal) bûn. Wekî mînak, xebroşka bi navê “Kutxwar Axa” rasterast bi hevokên “Carekê ji caran rehmet li daybabên xwendevanan û guhdaran. Hebû tunebû tu kes û tu tişt ji Xwedê mezintir nebû.” dest pêkiriye. Xuya ye, kesên ku ev xebroşk şandine hîn peyva “çîrok” di wateya xebroşkê (masal) de dizanin. Jixwe, di kurmancî de, ji berê de peyva “çîrok” di wateya “masal” a tirkî de bû, lêbelê di van salên dawîyê de bi pêşketina edebîyatê re peyva “çîrok” tenê ji bo “öykü” ya tirkî tê fêmkirin.
Herwisa, tê gotin ku ji çar paran parek ji kurdên Kurdistana Bakur kirmanc (zaza) in. Ji vê çendê, min gelek hêvî hebû ku di nava van 35 tene çîrokan de qet nebe 5 tene jî çîrokên kirmanckî (zazakî) hebin, lê mixabin, ne ku 5 tene, yek tene jî nîn bû. Li vir, min divê tiştekî bidim zanîn ku ta niha du çîrokên baş ên Hebûn li kovara Vate weşiyane. Dema ku pêşbezîya çîrokan a Nûbiharê hate îlankirin, wî jî çîrokekê amade kir da bo pêşbezîya Nûbiharê bişîne lê piştî ku di nav desteya jurîyê de navê min jî hate daxuyandin, hingê wekî prensîbeka exlaqî em qayîl nebûn ku Hebûn çîroka xwe bo pêşbezîyê bişîne. Heke ne wisa bûya, îhtîmal e ku dê çîroka Hebûnî wekî tekane çîroka kirmanckî (zazakî) di nav çîrokên kurmancî de bihata dîtin.
Wekî encam, her çendî ji aliyê bikaranîna zimên de rexneyên min bo tevayî beşdarên vê pêşbezîyê hebin lê bi vê pêşbezîyê re zêdetirî deh çîrokên baş li edebîyata kurmancî zêde bûn. Ez hêvîdar im ku, ev çîroknûsên me hîn zêdetir bala xwe bidin ser qayde û taybetmendîyên sîstema kurmancî. Çi dema ku çîroka xwe dihonin, dû re gelek bi baldarî lê vegerin, bi çavên cihê bi cihê ligel berhema xwe dakevin; keda ku berhem dixwaze, jê re texsîr nekin. Herwisa, baş bala xwe bidin ser edebîyata kurdî û ya cîhanê jî. Çunke edîb divê baş bala xwe bide ser berhemên edebî yên pêşîyan û yên dema xwe da ku baştir reng û dirûvê xwe binase. Û her wekî gotineka dawîn, ez hêvîdar im ku ji ber rêzkirina berheman dilê kesî ji me nemîne.(*)
Diyarbekir 10.03.2007
________________
(*) Ev gotar li kovara Nûbihar, Hejmar 102, Îstanbul 2007, r. 29-34 weşîyaye.