Ez rastiya wê bibêjim, hîç li xweşa min naçe ku li ser vê mijarê binivîsim. Lê ji ber ku ez bi xwe jî şahidê hindek tiştan bûm, ku bala xwe didimê birêz Edîb Polat, meriv dibêje qey tu karekî ku ew bike nîn e, hertim teşqele derdixîne, agahiyên şaş dide rayagiştî û jixwe, wî dilê me nivîskarên li bakurê welêt ji hev hişt. Ew germahiya di nav me de sar kir. Komeleyê li me herimand. Li platformên PENa Navneteweyî miletê kurd wekî miletekî bigengeşî da nîşan. Ji lewre niha bêdengmayin li min giran tê. Hingê ez ê jî çend gotinan pêşkêşî rayagiştî bikim.
Ji bo ku mesele baştir fêm bibe divê ez ji serî de dest pêbikim. Beriya salên 2000an me nivîskarên kurd ku li bakurê welêt bi kurdî dinivîsî, ji ber rewşa xeter, ji ber zilm û zora giran a dewletê, me hemîyan di nepeniyê de bi navên mustear dinivîsand. Wê demê, ji bo ku em neyên naskirin û di encamê de ji xetereya îşkence û zindanê, heta bi kuştinê jî, em xwe rizgar bikin, me di xebata nivîsandinê de navên çêkirî bi kar dianî.
Çawa ku tê zanîn, projeyeka Tirkiyê ya bo tevlibûna Yekîtîya Ewropayê (YE) heye. Di encama pêşveçûna vê projeyê de li Tirkiye hindek zagonên faşîzan piçek hatin guhertin û li ser hesabê kurdan rewş nerm bû. Em nivîskarên kurd ên li Kurdistana Bakur jî di nav vê atmosfera nerm de derketin peniyê û hêdî bi hêdî me hevûdin nas kir. Piştî hevûdinnaskirinê jî, derheqê danîna komeleyekê (Komeleya Nivîskaran) de gotubêj di navbera me de çêbûn.
Bêguman ez bi xwe jî di vê baweriyê de bûm ku birêxistinbûyinî, ango komelayetî ger li ser zemîneke rastîn were sazkirin û li ser hesabê miletî xebat were kirin, ev dibe karekî pîroz.
Ji bo danîna komeleyekê cara pêşîn ez û birêzan Arjen Arî, Berken Bereh, Çiya Mazî, Ehmedê Neco, Rênas Jiyan û Şener Ozmen di payîza 1999 de li mala birêz Dilawer Zeraqî em civîyan. Lê tu encamek ji wê civînê derneket. Sedem jî ev bû ku hindek ji wan hevalan, Çiya Mazî û Rênas Jiyanî dixwest komeleya nivîskaran jî wekî gelek komeleyên din, bo nimûne, wekî hindek enstîtu yan jî navendên çandî di bin sîwana pkk de be, yan jî wekî şaxeka wê be. Hîn wê demê min vê yekê qebul nekiribû. Min dixwest ku komeleya nivîskaran di bin bandora tu partiyeka siyasî de nebe, divêt komeleya nivîskaran serbixwe be û di xizmeta neteweya kurd de be, herwisa, nivîskar bi xwe jî nebin nivîskarên partiyekê, divê wekî roşinbîrên neteweyên din, nivîskarên me jî bibin roşinbîrên gelê xwe. Piştî vê reaksiyona min kombûna me belav bû. Dû re, zivistanê (dawiya 1999) cara duduyan li mala min kombûnek çêbû. Bi qasî ku di bîra min de maye ji çend kesên ku hatibûn vê kombûnê ev in: birêzan Ahmedê Dirihî, Arjen Arî, Ayhan Meretowar, Berken Bereh, Dilawer Zeraq, Dost Çiyayî, Î. Seydo Aydogan, Mem Bawer, Remezan Alan, Rodî Zerya, Serkeft Botan û çend hevalên din jî hebûn ku niha navê wan nayê bîra min. Piştî ku di navbera me de gelek gotubêj hatin kirin, dawiyê em gihan vê qenaetê ku rewşa Tirkiyê ne kêrhatî ye ji bo danîna komeleyeka wisa. Herwisa, ji ber ku piraniya hevalan memûrên dewletê bûn û wê demê memûr jî nikanibûn bibin endamên komeleyan. Netîce, her kes belav bû, çû ser karê xwe.
Wekî min got, di encama projeya beşdarbûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê de li Tirkiyê gelek zagon berdewam hatin guhertin û ji aliyê pêşketina demokrasiyê ve rewş baştir bû. Di vê atmosferê de şaredariya Diyarbekirê jî dest bi pêkanîna hîn çalakiyên hunerî-edebî kir. Di konferansekê ya ji van çalakiyan de (4-6 Sermawez 2003) ji desteya rêveber a PENa Kurd birêz Yûnis Behram jî bo Diyarbekir hatibû vexwendin. Vî camêrî di konferansê de bang li nivîskarên kurd ên ku li bakurê welêt, bi taybet ên ku li Diyarbekirê dimînin kir, da ku wekî nûnerê PENa Kurd pêwendiyekê bi wan re saz bike. Bi kurtahî fikrê wî jî ev bû ku, nivîskarên li welêt bila bibin endamê PENa Kurd, heta ger rê hebe bila li Diyarbekir şaxeka PENa Kurd were sazkirin.
Ev pêşniyaz zû hate qebulkirin û ew daxwaza danîna komeleyeka nivîskaran ku ji berê de hatibû munaqeşekirin, cardin kete rojevê. Di encama vê munasebetê de danûstendin, gotubêj roj ji rojê geştir bûn. Herwisa, piştî demeka kurt (adar 2004) birêz xanima Hêvî Berwarî li ser navê PENa Kurd bo danîna şaxeka PENa Kurd wekî peywirdar hate Diyarbekirê. A ji wê demê û bi şûn de êdî birêz Edîb Polat derket rojevê û desmala sergovendiyê xiste destê xwe! Hîn ji wê demê de Edîbî dest pêkir wekî ku kesê peywirdarkirî yê PENa Kurd be, bi vî awayî peywendî bi me re danî û bi beşdarbûna xanima Hêvî Berwarî re me civîneka berfireh li navenda sendîkayekê (Tes-Îş) de çêkir. Di wê civînê de 28 kes hebûn. Di civînê de jî wisa dixuya, herwekî ku bi giştî însiyatîf di destê birêz Edîb Polatî de be, yan jî wî xwe dida pêşiyê! Di wê civînê de li ser ew materyalên ku birêz Edîb Polatî amade kiribûn de nîqaş hatin kirin. Hindek pêşniyaz û îtirazên kek Şerefxan Cizîrî çêbûn lê di encamê de her tişt wekî ku birêz Edîb Polatî amadehiya xwe kribû çêbû. Navê komeleyê “Kürt-Pen Yazarlar Derneği” hate lêkirin. Me Sedat Yurtdaş, Edîb Polat, Samî Tan, Suzan Samancî û Yildiz Çakarê jî wek desteya rêveber destnîşan kir û em belav bûn.
Paşê, birêzan Suzan Samancî, Yildiz Çakar û Samî Tan zêde neketin nava xebatê lê Edîb Polat û Sedat Yurtdaş çûn serî li dewletê dan û mafê danîna komeleyê hate stendin. Hîn ku xanima Hêvî Berwarî li Diyarbekirê bû, di şahiyekê (Şeva rojnameya Azadiya Welat li Demir Otelê) de Edîb Polatî û Hêvî Berwariyê axaftineka hevbeş kirin û derbarê danîna komleyeka bi vî awayî de, ku ev komele şaxeka PENa Kurd e, mizgînî û agahiyên kêfxweş dan xelkê Diyarbekirê. Edîb Polatî xwe wekî “Serokê PENa Kurd Şaxa Amedê” da naskirin.
Ew formên endametiyê ku me navê xwe li ser nivîsandibû, xanima Hêvî Berwariyê bi xwe re birin Almanyayê. Ji vê bi şûn de jî êdî e-mailên me li malpera PENa Kurd hatin bicihkirin û peywendiyên me çêbûn.
Bi rastî jî di serî de her tişt xweş dixuya, her kes ji halê xwe memnun bû. Lê ji nişka ve aloziyeka çepel rû da û serê benê wê jî her di destê Edîb Polatî de bû. Ez hîn jî nizanim çima û ji ber kîjan pêwîstiya zarûrî camêrî li ser hev daxuyanî dan rojnameyên wekî Ülkede Özgür Gündem û Azadiya Welat. Di van daxuyaniyan de wî komeleyê wekî “Kürt-Pen” dida naskirin, yanî şaxbûna PENa Kurd betal dikir!
Gelo ew selahiyeta Edîb Polatî hebû ku bi tena serê xwe, bêyî şêwr û raywergirtinê ji desteya rêvebir û endaman tiştekî wisa bike? Bêgum nîn bû! Lêbelê, wê desteya rêvebir herçendî ku di serî de vê peywirê bi kêfxweşî qebul kiribû jî, paşê wan li peywira xwe xwedîtiyê nekir û Edîb Poltî jî vê yekê di bilindtirîn radeyê de suîstîmal kir!
Edîb Polat, bêyî ku xebera me endaman, herwisa, bêyî ku desteya rêveber û bêyî ku xebera PENa Kurd pêbixîne, nameyekê ji navenda PENa Navneteweyî re dişîne ku “Ev e, me PENek li Diyarbekir ava kiriye, komeleya me jî bikine endama xwe!...” Li ser vê yekê Navenda PENa Navneteweyî jî xeberê didin PENa Kurd û dixwazin fehm bikin ku ev çi mesele ye? Serokê PENa Kurd birêz Zerdeşt Haco û hevalên xwe jî ji Edîbî re dibêjin, “Komeleya we şaxa me ye, lewre hûn tev endamên me ne. Çi endamên me hebin, jixwe, ew dîrekt endamên PENa Navneteweyî ne, pêwîstiya endamtiya komeleya we ya bi awayakî serbixwe ya bo PENa Navneteweyî navê û jixwe dê neyête qebulkirin…” A di vir de êdî Edîb bi tevayî kete rojeva kurdan û heta bi ya cîhanê jî. Bi rastî jî ev Edîb Polat camêrekî çeleng e! Çunke wî bi cesareteka mezin tevayî hevalên nivîskar ên ku endamên vê komeleyê bûn, herwisa, yên ku di desteya rêvebiriyê de jî bûn, wî ew bi tu tiştekî nedihesiband. Wekî ku komele ya wî be û wî ji xêra xwe re me kiribe endam, bi vê timtêlê wî her tiştî bi tena serê xwe dikir ku pirrê tiştan em gelek di pey re pêdihesiyan. Bo nimûne, camêrî bi tena serê xwe li eywana şaredariya Diyarbekirê ji bo nasandina komeleyê kokteylekê da. Bi tena serê xwe bername amade kir, axaftvan jî her ew bû.
Dema ku me vê komeleyê ava kiribû, me li ser vê yekê li hev kiribû ku divê tenê yên ku bi kurdî dinivîsîn bibin endamê komeleyê. Lê te divê bila tenê gotareka wî/wê hatibe weşandin an jî te divê bila peyvekê jî bi kurdî nizanîbe, dîsa jî Edîb Polatî bi tena serê xwe gelek kes anîn kirin endamê komeleyê. Herwisa, Edîb Polatî bi tena serê xwe diravên endametiyê ji endaman berhev dikir. Li wê apartmana ku ji bo Kursa Zimanê Kurdî hatibû lêkirin odeyekê ji bo komeleya me da terxankirin, lewheyên mezin û piçûk ên ku li ser wan “Kürt-Pen Yazarlar Derneği” nivîsandîbûn dan hilawestin. Xwişka xwe anî kir sekreterê komeleyê û dest pêkir ji diravên endametiya endaman mehaneya xwişka xwe 150 milyon Lîrayên Tirk dayê. Ev hemî tişt bêyî xebera endaman û wê desteya rêvebir çêbûne.
- Ji serî heta bi îro ev camêr ne bi hizra komelayetiyê lê wekî ku ew bi tena serê xwe be tiştinan dike. Hevalên wî yên di desteya rêvebiriyê de jî gelek gelek di pey re pêdihesin. Lêbelê, ji derve de wekî ku komele wan tiştan dike tê xuyanîkirin. Bo nimûne, ew bi xwe radibe daxuyaniyekê dinivisîne, di binî de jî “Kürt-Pen Yazarlar Derneğî” yan jî “Komela Nivîskarên Kurd” dinivisîne û dide çapemeniyê. Yan jî radibe gotarekê dinivisîne, di binî de jî dibêje “Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd”.
Îcar piştî ku PENa Kurd li hemberî wê nameya ku Edîb Polatî li ser navê komeleya me ji Navenda PENa Navneteweyî re şandibû derket û bi şûn de, jixwe êdî şemateyê dest pêkir! Êdî te digot qey tu karekî kesî nemaye bikin, hema bibêjin her kesî li ser vê meseleyê xeber dida.
Bi munasebeta festîvala şaredariya Diyarbekirê rêvebirê PENa Navneteweyî birêz Eugene Schoulgin jî hatibû Diyarbekir. Edîb Polatî li panelê di huzûra 300 kesî de jê pirsî ku bê çima wan nameya wî red kiriye, çima nehiştine ku komeleya me bibe endama PENa Navneteweyî? Camêrî jî gelek bi xweşbînî bersiva wî da û got, “Tu peywendiya vê pirsê bi mijara gotubêja me re nîn e. Lêbelê ger hûn bixwazin, piştî panelê ji bo agahiyên berfireh ez amade me ku civîneka taybet ligel nivîskarên ku vê komeleyê danîne re çêbikim.”
Bêguman civîn çêbû. Hindek kesên ku ne endamê komeleyê bûn jî hatibûn guhdariya me. Birêz Eugene Schoulginî bi giştî derbarê rêxistina PENê de agahiyên berfireh û bi teferuat dan me. Dû re camêrî em li ber xistin ku usûla endambûyinê bo PENa Navneteweyî divê çawa be, ku meriv nikane hema komeleyekê dayne û nameyek bişîne ji Navenda PENa Navneteweyî re, yan jî daxuyaniyekê bide çapemeniyê û li ser vê yekê jî bibe endamê PENA Navneteweyî! Çawa ku her kar rê û rêbazên xwe, usûl û qaydeyên xwe hene, herwisa, ji bo endambûna PENa Navneteweyî jî heman tişt divên… Û camêrî bi şanî me da ku serlêdan çawa hatine kirin û çawa mafên endamtiyê hatiye bidestxistin. Di dawiyê de jî got, “Ez hîç ne bawer im ji bo kurdan du komele wekî PEN li PENa Navneteweyî werin qebulkirin!...” Lêbelê Edîb Polatî gelek caran gotinên camêrî birrîn, ket nav axaftina wî, mesele tevlihev kir!
Di wê civîne de her kes ji Edîb Polatî zivêr bû. Pişt re jî ez bi xwe bûm şahid ku Edîb Polat çawa ku her tiştî bi demagojiyeka xav berovajî dike, herwisa di wê civîna ku me bi Terry Calbornî re kiribû de jî û di hindek nivîsarên xwe de û niha jî, gotinên birêz Eugene Schoulginî berevajî dike.
Ji bo ku meriv baş têbigihê birêz Edîb Polat çawa tiştan berovajî dike û herwisa, bona ku reftariya wî jî piçekî din nas bike, ez dixwazim li vir mînakekê raxînim pêş çavan. Birêz Edîb Polat di nivîseke xwe de ku bi sernavê “Malê Axa Canê Xulam” li malpera www.netkurd.org weşiyaye de dibêje “Civînek ji civîna meha Nîsanê, sala 2004’an. Serokê PENa Kurd ji me xwestiye em bibin buroya wan. Ez ji notên xwe dixwazim bixweynim; endamekî rêveberiya me wuha dibêje:” Û dû re jî dewam dike, wekî ku hin endaman û birêz Sedat Yurtdaşî du sal beriya niha di civînekê de her çi gotibin, wê demê di civînê de Edîb Polatî destadest not kirine, ku niha jî wan gotinan ji nivîsa xwe re dike belge/sened! Yanî, bi vî awayî ew bi me dide nîşan ku çendî bi delîl û îsbatan tiştan iddîa dike! Ji kerema xwe re bala xwe bidinê, dibêje “Ez ji notên xwe dixwazim bixweynim;” Baş e, niha em dê ji ku zanibin ku notên cenabê Edîb Polatî bi vî awayî hatibûn nivîsîn? De tiştek nabe, şahidên cenabê wî notên wî ne, gelo şahidên notên wî jî hene?!
Em dîsa vegerin ser mijarê. Demek bi şûn de me kongreya xwe ya asayî çêkir. Piştî kongreyê desteyeka nû bû rêvebirê komeleyê: Birêz Sedat Yurtdaş, Receb Dildar, Orhan Mîroglu, Yildiz Çakar û Edîb Polat. Ji vana Orhan Mîroglu di kongreyê de amade nebû û pişt re jî qet peywira xwe hilneda. Sedat Yurtdaş bû serokê komeleyê. Edîb Polat jî her li teşqele û gelemşeyên xwe berdewam bû. Bo nimûne, ew odeya ku wî li apartmana Kursa Zimanê Kurdî bo komeleya me terxan kiribû, piştî ku nebû serok, îcar wî ji rêvebirên enstîtuyê xwest ku ew komeleyê ji wir derxînin. Diravên komeleyê ku wî li ser navê xwe avêtibûn bankê, wî nedan muhasibê desteya nuh. Vê desteya rêvebir biryarê girt ku ji bo xurtkirina aboriya komeleyê şevekê li dar bixînin. Lêbelê bi serkêşiya Edîb Polatî piştî gelek amadekariyan jî şev hate betalkirin. Di betalkirina vê şevê de rola Edîb Polatî ya sereke bû, lê rola hindek hevalên din jî li ber çavan bû û bi manîpulasyonên Edîbî yên ku di warê îdeolojîkî de dikir, wan jî destek didanê. Edîb Polatî di eleniya vê desteyê de çi ji destê wî dihat texsîr nedikir. Li her derê propaganda dikir ku ev deste ne pekekeyî ye û divêt rêvebiriya komeleyê ne di destê wan de be! Ger rastiya wî bête pirsîn, tu pêwendiya Edîb Polatî bi pkk bûyinê re nîn e, ew her çar hevalên din sed car zêdetir ji Edîbî pekekeyî bûn. Lê piştî demekê ku di civînekê de ew û kek Şerefxan Cizîrî ketin qirika hev, ku kek Şerefxan êdî ji kirinên wî heta bi qirikê bêzar bûbû û hindik mabû wî bide ber kulman, hingê Edîb Polatî îstîfaya xwe da. Piştî îstîfayê, dinya piçek aram bû. Em demeka kin jê filitîn lê pişt re çawa ku firsenda xwe dît cardin vegeriya û teşqeleyên xwe jî bi xwe re anîn!
Di wê navê de endamê desteya rêvebir ya PENa Navneteweyî birêz Terry Calborn ji bo amadekariyên konferansa PENa Navneteweyî ku dê li Diyarbekirê bihatana lidaxistin, hate Diyarbekir. Bi vê munasebetê li ser van gengeşiyên ku Edîb Polatî derxistibûn, bi me re civînekê çêkir. Camêr bêhtir li ser bikaranîna navê “PEN” rawestiya ku heta komeleyekê nebe endama PENa Navneteweyî nikane vî navî li xwe dayne. Ji lewre, camêrî dixwest ku em vî navî ji komeleyê hildin û ji xwe re navekî din bi kar bînin. Edîb Polatî digel ku dev ji komeleyê berdabû û xeyidandî bû lê dîsa hatibû wê civînê. Hîn di serî de li ser vê teklîfa Terry Calbornî, Edîb rabû ser xwe û got, “Ez te protesto dikim! Ez dê guhdariya te nekim!...” û ji civînê derket, çû. Pişt re kak Eyub Kiran jî rabû û wî jî da ser rêça Edîbî, rabû ser xwe û ji birêz Terry Calbornî re got, “Tu generalekî tirkan î. Ez jî te protesto dikim!...” Birêz Eyub Kiranî di nava derî de hêrsa xwe li Yûnis Behramî jî anî, bi îşaretên destan û awirvedanên biwate gef lê xwarin û beriya ku biçe derve got, “Yûnis Beg! Ê de bila tu ne mêvan bûya, te dê bidîta çi bi serê te de dihat!...” Eyub Kiranî li ser helwêsta xwe sebat kir, çû hey çû. Pişt re jî bi tevayî îstîfaya xwe da û vegeriya ser karê xwe. Zêde xisarek ji rûyê wî de çênebû. Lêbelê Edîb pênc deqîqe bi şûn de dîsa vegeriya hundir û bêyî ku firsenda axaftineka piçûk jî bide me yekî, bi qasî saetekê bi Terry Calbornî re kete nav polemîkan. Birêz Yûnis Behram jî wergêrvanê wan bû.
Çend roj piştî vê civînê desteya rêvebir biryar stend ku navê komeleyê biguherinîn, ango ji bo hilanîna navê “PEN” ê li ser komeleyê kongre çêbibe. Edîb Polatî vê firsendê xweş bi kar anî, hîşe gelek endaman tevlihev kir da ku di kongreyê de ew desteya rêvebir ku ne pekekeyî ye ji kar de bête xistin û desteyeke nuh bête ser kar. Hetta ku hate nik min û heman tiştî ji min re jî got. Lêbelê min jê re got, “Gelo meriv ne pekekeyî be nabe kurd, nabe nivîskar û nikare bibe rêvebirê komeleyekê? Divê tu eleqeya vê komeleyê bi partî û partîzaniyê re nîn be!...”
Welhasil ji bo ku nav were guhertin me kongre çêkiribû lê bi hîle û helwêstên bêusûl nav hate hiştin desteya rêvebir hate guhertin. Û birêz Edîb Polat dîsa ket nav desteya rêvebir. Piştî vê kongreyê, ez jî di nav de, me gelek kesan dev ji vê komeleyê berda. Çunke ji bilî Edîbî, di vê kongreyê de uslûba axaftina gelek hevalên din jî li derveyî pîvanên nezaketê bû! Edîb Polatî jî du caran axaftin kir. Piştî van kirinên Edîbî û hindek hevalên din ku ketibûn ber bayê wî û wan jî her şemateyê gurrtir dikir, êdî min xwest ku ez îstîfa bikim lê hindek hevalan ez îqna kirim ku ez aniha ji komeleyê îstîfa nekim. Lêbelê min daxuyaniyekê nivîsand ku ji komeleya Edîb Polatî û çend hevalên din ku dane dû teşqele û tevliheviyan, ez pêwendiya xwe didim rawestandin. Ev daxuyaniya min li malpera PENa Kurd weşiyabû.
Îcar piştî ku me gelek kesan komeleyê ji wan re hişt, wan pêşî Serkeft Botan kir serokê komeleyê lê di demeka kurt de wan wî ji komeleyê dan dûrxistin û bi serkêşiya Edîb Polat, Adil Zozanî, Rêzan Tovjîn û çend kesên din rabûn serî li PENa Navneteweyî dan. Îddîaya wan jî ev bû ku di rastiya xwe de PENa Kurd ev komeleya li Diyarbekirê ye, ne ku ew PENa Penaber e! Divê endametiya vê komeleyê bo PENa Navneteweyî were qebulkirin.
Ez dikanim bi rehetî bibêjim ku gelekên van hevalan hay ji rastiya meseleyê nîn bûn lê Edîbî baş dizanîbû. Baş e, madem ku Edîbî baş dizanîbû PENa Navneteweyî vê komeleyê di van şertan de nake endama xwe, çima rabû bi ewçend hevalan dokumantan da tijekirin û bo PENa Navneteweyî hatin şandin, çima Edîb rabû bi pereyê komeleyê çû heta bi Norwêçê? Li gorî qenaeta min ji ber ku Edîb cîhanê bes ji xwe îbaret dizane, bêyî wî ne kes heye û ne jî neteweyeka wekî neteweya kurd. Hebe tunebe îlla cenabî wî heye. Bila behsa wî bête kirin, êdî çawa dibe bila bibe!
Di vê navê de ew şeva ku ji bo xurtkirina aboriya komeleyê dê bihatana çêkirin lê bi hewldanên Edîbî û yên din hatibû betalkirin, piştî ku Edîb Polatî kontrol xiste destê xwe, cardin çêbû. Ew diravên ku ji çêkirina vê şevê hasil bûn dîsa ketin destê Edîb Polatî, lê Rêzan Tovjîn û Adil Zozanî jî êdî bi wî re bûn.
Piştî ku wan birêz Serkeft Botan jî bêtesîr kir hingê rabûn bi tena serê xwe, bêyî ku haya me pêxînin dest bi lidarxistina dayina xelatekê kirin. Xelatê dan aktîvîsta komela mafên mirovan birêz Eren Keskînê. Ez nabêjim ku xanima Eren Keskîn xelatekê heq kiriye yan na. Herwisa, ez nabêjim xanima Eren Keskîn ne miroveka humanîst û însanperwer e. Lê wezîfeya Komeleya Nivîskarên Kurd ne ew e ku xelatê bidin Eren Keskînê. Wekî ku henekên xwe bi me bikin, navê vê xelatê jî “Xelata Azadiya Ramanê”(*) danîne. Divê were pirsîn ku gelo di warê “azadkirina ramanê” de çi faydeyeka birêz xanima Eren Keskînê çêbûye? Herwisa, ew kesên ku ji bo juriyê hatine hilbijartin, ew çiqas hatine munaqeşekirin, çend endaman vê yekê qebul kir? Xulasa meriv dikane vê pirsê ji Edîb Polatî bike ku gelo çend endamên vê komeleyê dayina xelateka wisa munaqeşe kirine, çend endaman fikrê xwe beyan kirine?
Niha piştî van hemî tiştan, wekî kesayetiyek ji bo min hîç ferq nake, ez endamê komeleyekê bim an jî nebim. Lê mifaya neteweya kurd li her derê û di qada navneteweyî de jî divê di pêşiya hemî tiştî de be. Herwisa, divê komik û komele û partî jî di xizmeta neteweya kurd de bin, ne ku neteweya kurd di xizmeta kesan de yan jî komik û komele û partiyan de be!
Wekî encam, niha biryara kongreyê girtine ku ji ser komeleyê navê “PEN” were hilanîn! (Ev dibe cara duduyan ku ev komele ji rûyî vî navî de dê kongreyê çêbike) Ez jî niha viya dibêjim, ez jê rica dikim ku bila kek Edîb Polat dev ji van kirinên xwe yên ne xweş berde. Bila wekî mirevekî kurd, bila wekî kesekî demokrat tevbigere. Eger xwe nivîskar û roşinbîr dizane bila şêweya axaftin û nivisîna xwe piçekî din bigre bin kontrolê. Nexwe bi vî awayî be, ku ew li bin vê darê be, ez li ser navê xwe dibêjim, ez dê nikanibim bi wî re di nav komeleyekê de bimînim û ez dê ji rûyê wî de bi tevayî îstîfaya xwe bidim. Ji aliyê din, ger komeleyeka fermî nebe jî dîsa bi her kurdekî/ê re ku mifaya neteweya kurd bi ser her tiştî re digre, ne ku îdeolojî û rêxistina xwe lê aliyên hevpar dibîne, bi rastî jî fehma demokratîk di jiyana xwe de tetbîq dike, ez dikanim pê re bixebitim û ev e, ez dixebitim jî. Jixwe, niha bêyî xebata xwe ya kesane ez bi du komikên hêja re dixebitim ku ne komele û ne jî partî ne, lêbelê ev her du komik belkî pirtir ji partiyên heyî xizmeta neteweya kurd dikin. Ne ku qîreqîra eletewş û şemateya vikîvala û teşqele û gelemşeyên ne xweş, pirêze û pratîk û xebat û encamstendin girîng e!(**)
Diyarbekir 19.07.2006
_____________
(*) Piştî ku ev nivîs li malpera Peyamaazadî weşîya, birêz Edîb Polat name ji edîtorê malperê re dişîne ku bila ev nivîs ji malperê were rakirin û careka din nivîsên Roşan Lezgînî neyêne weşandin. Edîtorê malperê birêz Dara Cîbran jî bersivekê jê re dişîne ku, ev teklîfa wî ne demokratîk e, bi vî awayî pêşî li mafê azadîya ramanê tê girtin. Û dibêje, ger îtîrazeka te heye, wekî gotarekê fikrê xwe binivîsê, dê gotara te jî li malperê were weşandin. Li ser viya tu dengek ji Edîb Polatî dernakeve. Edîb Polat ji hêlekê de bi pareyê me nivîskaran “Xelata Azadiya Ramanê” belav dike lê li hêleka din ramanên me qedexe dike!
Diyarbekir 20.07.2006
(**) Ev gotar li malpera www.peyamaazadi.com û www.pen-kurd.org weşiyaye.