I
Ez ê pêşî ji civaka me ya îroyîn, ji Diyarbekir, malbatek mîna nimûne di nav tabloyekê de teswîr bikim. Teqrîben bi qasî bîst sal heye ku ez sermiyanê vê malbatê nas dikim. Ev malbat, wê demê li gundekî navçeyeke Diyarbekir dima. Aniha ez naxwazim ne navê gund û ne jî navê navçeyê eşkera bikim. Û dîsa, ez naxwazim navê rastîn ê vî camêrî jî bibêjim ku lewma jî, ji bo ku em rehet qiset bikim, ez dixwazim em navekî xeyalî lê bikin. Bila navê wî camêrî “Şoreş” be!
Şoreş, zewicandî bû û li gundê bav û kalên xwe, mînanî gelek gundiyên kurdan, wî jî debara malbata xwe bi xwedîkirina pez, dewar û çandîniyê dikir. Ez bawer im ku bi tenê dibistana sereta xwendibû. Û digel ku xwenda bû jî gelek hindik bi tirkî dizanîbû. Gundê wan hertim bi zimanê bav û kalên xwe xeber didan: bi zimanê kurdî. Lê texmînen bi qasî panzdeh sal berê bi geşbûna siyasetê re, ji wî gundî yekem car Şoreş bi siyasetê re hevnas bû. Pişt re, di nav çar-pênc salan de çend caran hat girtin û dîsa hat berdan. Wisa bû ku êdî bi tevayî ketibû nav xebatên siyasî. Ji wê çendê, dewletê jî bi taybetî zorê li malbata wî kir; gund xera kir û ew jî neçar ma, mala xwe bar kir, hat Diyarbekir. Yanî, niha ez dibêjim qey ev dike serê deh-yanzdeh salan ku malbata Şoreş li vî bajarî dimînin.
Îcar, piştî ku Şoreş tevlî siyasetê bû û bi qasî çar-pênc salan bi şûn de, demekê min ew dît, em gelek bi hev re axifîn. Bi rastî jî Şoreş ji aliyê fikrî ve gelek guherîbû. Wisa bi pêş ve çûbû ku êdî analîz û tahlîlên siyasî dikir, çêlî gelek doktirînên ecêb dikir ku ez têde heyret dimam. Serî dabû ser kitêb û kovarên îdeolojîk û her dixwend. Heta ku felsefeya îdealîst û ya materyalîst xweş ji hev derdidixist. Li ser diyalektîka materyalîzmê, îlma siyasetê û di gelek warên din de axaftinên dirêj dikir. Tirkiya wî jî pê re gelekî bi pêş ve çûbû. Heta wisa bûbû ku êdî nikarîbû bi kurdî xwe îfade bike.
Piştî ku hat Diyarbekir jî dîsa hertim di nava komel û partiyê de, di nava xebatên siyasî de bû. Demekê bi şûn de dîsa hat girtin. Îcar ceza lê hate birîn. Bi qederê sê sal û tiştek li hepsê jî raza. Dema ji hepsê derket dîsa min Şoreş dît. Me gelek sohbet kir. Lê vê carê bi qasî ku hûnê texmîn nekin, ewçend bi pêş ve çûbû. Dikarîbû bênavber bi saetan biaxife û konferansên siyasî bide. Mesela, ta ji dewra civaka komînal dest pêdikir, ji feodalîzmê, dewre û nexweşiyên kapîtalîzmê, sosyalîzm û heta bi danîna komunîzmê jî şerh dikir. Lêbelê vê carê hema bibêjin bi tevayî ji zimanê xwe, ji kurdî bi dûr ketibû û êdî ji binî ve xwe bi tirkî îfade dikir.
Lê aniha em ê Şoreşî li vir bihêlin.
Vê biharê ez vexwendiyê daweta dostekê bûm. Dawet li eywanê bû ku bi tirkî jê re dibêjin “Düğün Salonu”. Li wir keçikekê bala min kişand. Dirûvê wê ji min re xerîb nedihat, lê min tê dernexist ku bê hela ew kî ye. Min ji hevalan pirsî, gotin “Ev qîza Şoreş e.” Herhal ji ber dirûvê wê bû ku ez têde ketibûm gumanan. Keçik, di dirûvê bavê xwe de bû.
Pişt re, vê havînê, rojekê ez çûm Ofîsê; ez li camêrek digeriyam ku hinekan ji min re got, “Ew li filan kafeyê rûdine.” Ez çûm wir. Kafe di jêrzemîna aparatmanekê de bû. Bi rastî li ser lewheyê “Cafe ..?..” nivîsandibû, lêbelê dema ez çûm hundir, ew der ji bilî kafeyê dişibiya her tiştî. Li van salên dawiyê li Diyarbekir ji van kafeyan gelek vebûne. Niha moda ev e li Diyarbekir.
Welhasil min bala xwe dayê ku ew zilam û qîza Şoreş li ser maseyekê pev re rûniştibûn û neskafe vedixwarin; herhal bûne hevalên hev! Lêbelê, ne lawik dizane ez wê keçikê nas dikim û ne jî keçik dizane ku ez wê nas dikim. Zilam rabû merheba da min. Bi rûniştina xwe re min merheba da keçikê jî. Wê jî dema ku bersiva merhebaya min da, bi tirkî got, “Meraba. Ben Şule.” Heta ku neskafeya min hat û min vexwar, min û wî zilamê hevalê Şuleyê me bi kurdî sohbet kir. Çend caran min xwest ez Şuleyê jî tevlî axaftinê bikim, lêbelê mîna ku ew qet bi kurdî nizanîbe, wisa bêmane li min nihêrî û qet deng nekir.
Aniha ji bo ku di xeyalên we de piçek fotografê Şuleyê xuya bibe, ez dixwazim wê tasfîr bikim: Keçik, teqrîben ew jî mîna bavê xwe yeka dirêja zeîfokî û bi têra xwe esmer e. Îcar, porê xwe bi rengê zer boyax kiriye; por kej bûye lê brû û mijangên wê reş mane. Dibe ku ciwanikê di eynikê de li xwe mêze kiriye ku ew porê zer li esmeriya rûyê wê nakeve! Lewma jî hinek ji edetê der rûyê xwe bi makyaja sor û şîn seyandiye. Rengê şîn di dora mijangên xwe de daye. Badiyeke spî yê gelekî teng jor de û pantoloneke kot a gelekî teng jî di jêr de lê ye; beşna xwe di nav cilan de pakêt kiriye.
Min ji wê îfadeya ser û çavê wê wisa texmîn kir, ku wê ji xwe re digot, herhal bi porê kej û bi rûyeke makyajkirî û bi wan cilên bajariyan û tew di ser de jî, li taxa Ofîsê, li kafeyekê çawa mirov dikare bi zimanê kurdî biaxife?!... Ger min jê bipirsiya, tew belkî bigota, “Ev zimanê ku tu dibêjî, belkî li Iraqê, Sûriyê û dibe ku li Îran yan jî li Swêdê tê xeberdan, belkî jî li pişt çiyayê Qaf. Lê min zimanek wisa tu car nebihîstiye!...”
Ez rabûm, lê navê wê hey di hişê min de ma: Şule!
Wan çendê berê wisa li hev hat û ez bûm mêvanê wan, hingê li wir min ji devê diya wê navê wê yî rastîn bihîst ku navê wê ne Şule ye; navekî gundiyên kurdan lê bû.
Çar zarokên Şoreş ên din jî hebûn. Û wan di mala xwe de bi tirkî xeber dida. Digel ku tirkiya jina Şoreş baş nebû jî, lê çi heye, zarokên wan ji ber ku tenê bi tirkî xeber didan, wê jî neçar bi wan re bi wî zimanî xeber dida.
Min li mala wan ji Şoreş pirsî, ku bê wan çima terka ziman û kultura xwe kirine?... Lêbelê, mîna ku hûn ê jî texmîn bikin, Şoreş gelek ji vê pirsa min aciz bû û mîna ku ez yekî kevneperest bim, wisa li min nihêrî. Belkî ji saetekê zêdetir konferansekê da min ku tu girîngiya ziman nîn e! Mirov bi çi zimanî karibe xwe îfade bike, ew bes e. Divêt mirov ewqasî teng nefikire! Jixwe, kultura ku ez qala wê dikim jî, tew kultureke lipaşmayî ye. Divêt em zû bi zû terka wê bikin. Û divêt em li ser esasê sosyalîzmeke zanistiyane kultureke nuh ava bikin. Ji bilî vana, Şoreş qala gelek şoreşen cîhanê yên mîna şoreşa Sovyetan, şer û berxwedana Vîyetnamê, Kuba û heta şexsiyetên mîna Che Go Vera û her wekî wan jî kir. Û li gor Şoreş, ev zimanê ku ez qala wî dikim, qet têrê nake ku mirov van tiştan pê vebêje!...
Di nav axaftina wî de wisa jixwerazîbûnek hebû, mîna ku bibêje, “Çiyayê Qerejdaxê min çêkiriye û jixwe, ava çemên Dîjle û Mûrad û Feratî jî ez diherikînim!..”
Lê ez, ewqas li paş mam e, ku ez hîn jî vê lehengiya wî nabînim.
Heyf!...
Şoreş, aniha berpirsiyarekî girîng ê tevgera siyasî ya kurdan e.
II
Niha jî, bi kurtasî ez ê malbateke din ji civaka me bikim nava tabloyekê û lê kêleka malbata Şoreş daynim.
Ev malbatek ji kurdên Dîgora Qersê ye. Ji ber şer koçber bûne, çûne li aliyê Qafqasyayê, li Ermenîstanê bicih bûne. Ji wan re dibêjin “Mala Celîlan”. Yekem car di nivîsarek de, li kovarekê ez li navê wan rast hatim û vê malbatê gelek bala min kişand. Mezinê malbatê, ku Xwedê rehma xwe lê bike, aniha ne li dinê ye; çûye ser heqîya Xwedê, jê re dibêjin Casimê Celîl. (1906 – 1998)
Ev zilam xwedî jiyaneke rengîn e. Di yetîmxaneyên ermenan de xwendiye û rewşenbîrekî hêja ye, lê aniha ez dixwazim ji perspektîfeke din lê binihêrim.
Îcar, dema ev camêr dizewice, ji xwe re wisa xeyalek dike û dibêje, “… di rojên îroyin de, di vê babelîskê de her tişt girêdaye bi zimanê dê ve.” Û dîsa ji xwe re dibêje, “Ger zarokên min çêbibin, ez ê her yekê bidin ber xwendina warekî zanistiyê. Ez ê wan bi zimanê bav û kalên xwe perwerde bikim. Bila siberoj her yek di warê xwe de ji xelkê min re xizmetê bikin…” Û Xwedê jî wî di şermê de nahêle; çar zarokan dide wî û jina wî Xanimê: Du kur û du keç. Casimê Celîl, çawa ku xeyal kiriye, eynî wisa jî van xeyalên xwe di piratîkê de pêk tîne û zarokên xwe her yekî di warekî de dide perwerdekirin.
Kurê wî Celîlê Celîl, di warê zanyariya civaknasî de dikemile û di warê xwe de ji xelkê xwe re xebatên hêja dike.
Dîsa, kurê wî Ordîxanê Celîl di warê dîroknasiyê de bi pêş dikeve û ji xelkê xwe re xizmetê dike.
Herwiha keça wî Cemîla Celîl jî di warê muzîkê de dixwîne û dibe şarezayeke zanyariya muzîkê û di vî warî de xizmet dike. Lêbelê di derbarê aqubeta Zînê de agahiyên min nîn in.
Îro ev şexsiyet bi xebat û berhemên xwe di asîmanê xelkê xwe de mînanî stêrkan diçurisin. Û wê heta bi heta jî biçurisin. Êdî ew her yek bi xebatên xwe di tarîxa xelkê xwe de cihê xwe girtine.
Lêbelê di kesayetî û herwiha xebat û berhemên wan de, heta bi wê stêrkbûn û çurisîna wan de, herçendî xebat û ezma wan gelek bête teqdîrkirin jî, lê di piştperdeya vê serketinê de, mîna projeksiyonekê, ez xeyalên bavê wan dîbînim. Lewre, gelek alim di vî warî de muşterek difikirin, ku ji sedî heftêyî (% 70) xulq û xuy û exlaq û tebîet û karakterê mirov, ango kesayetiya mirov û bingeha gelek karîn û maharetên mirov di nav wê hêlîna malbatêde, ji 0 heta 7 saliya mirov şekil digirin.
III
Piştî van her du tabloyan, îcar jî dixwazim mîna dîyardeyekê qala bûyereke balkêş bikim.
Wan salan min çend kesên nêçîrvan nas kirin ku di nav wan de kalemêrek bi temenê xwe li dor şêst salan hebû. Ev nêçîrvan, her yek xwedî çend qefesan bûn û di her qefesê de jî kewên wan ên kedîkirî hebûn. Lê ew nêçîrvanê kalemêr ku navê wî Apê Emîn bû, kewên xwe ji qefesê derdixist derve û li çolê diçêrand. Kewên wî jê dûr nediçûn. Ewên din kewên xwe her di qefesê de xwedî dikirin. Min ji wan nêçîrvanan pirsî ku hûn jî çima mîna vî zilamî kewên xwe bernadin derve? Wan got, “Kewên me dê bifirin, herin çolê, winda bibin!” Hingê min ji kalemêrî pirsî, bê çima kewên te naçin? Kalemêrî got, “Ez hostayê kedîkirina kewa me!”
Û axaftina xwe wisa berdewam kir:
“Di meha Hezîranê de wexta hêkkirina kewa ye. Ez wê demê di çol û yabanan de li hêlînên kewan digerim. Ger min li derekê hêlînek dît, a wê demê êdî ez dest bi karê xwe dikim. Her roj ez diçim sextiya kewa ku li ser hêkan qup ketiye dikim, heta ku ew çêlekew hêkên xwe biqelêşin û jê derbikevin. Çawa ku çêle ji hêkan derketin, hîn ku çavên wan baş venebûne, ez wan digirim û bi qasî hefteyekê di hembêza xwe de xwedî dikim. Rojên pêşî, ez mêşan diqefêlim, bask û ling û serê mêşan jêdikim, bi tenê zikê mêşe dikim gewriya wan de. Du-sê roj şûn de jî, kuliyan digirim. Dîsa bask û ling û serê wan jêdikim û dikim gewriya wan de. Êdî hefteyêk bi şûn de çêlekewên min dikarin di nav pirêze û zeviyan de biçêrin. Lê êdî qet ji dû min naqetin. Her li dora min in. Lewre min wan bi bêhna xwêdana xwe kedî kirine û êdî ew min mîna diya xwe dizanin. Heta emrê wan hebe jî dê her li dora min bin…”
Yanî mîna ku Apê Emîn jî dibêje, bi bêhna xwêdana wî ruh û hîs û mejiyê wan çêlekewan bi tevayî hatiye dagîrkirin ku êdî ew ne kewên heqîqî ne!
Herçendî ez li dijî vî karî bim jî, ev cûre kedîkirin, heywan ji eslê wî bidûrxistin, karekî ne însanî û hovane be jî, dîsa mirov dikare li ser vê yekê bi du aliyan bisekine!...
Bêguman, ev karê ku kalemêrê nêçîrvan jê re dibêje “Kedîkirin” di zanistiyê de jê re dibêjin “Perwerdekirin.” Û di jiyana însan de dewreyên gelek girîng ên perweredehiyê hene!...
IV
Ev fotografê çaremîn jî dê li ser hêkan be.
Jixwe, ez hîn şeşsalî bûm ku ji gundê xwe derketim. Tê bîra min, wê demê çerçî dihatin gund. Jinan di şûna pere de hêk didan çerçiyan û pê hûr û mûrên mîna sabûn, morî, ta, derzî, şe, eynik û tiştên mînanî vana dikirî.
Îcar bi çerçiyan re mewij, hêjîr, benîşt, balon û tiştên mînanî wan hebûn ku em zarok bi saetan digiriyan da ku diya me ji me re bikire. Lêbelê gelekê caran di şûna wan de me çend lematên xweş di pişt stûyê xwe de dixwar.
Hingê, carînan ji ber miziriyên xwe, em diçûn ji bin mirîşkên ku qup ketine hêkek derdixist û bi dizî me dida çerçî. Lêbelê, çerçî çawa çav bi hêkê diket, di cih de tê derdixist ku ew hêk ne teze ye. Me ji ber tirsa diya xwe dîsa dibir li afirê, di cihê wê de datanî. Me datanî lê êdî mirîşkê wê hêka ku destê me pê bûye nedikir çêle. Welhasil, êdî ew ne hêka teze bû ku bihata xwarin û ne jî dibû çêle: Ew hêkeke xirabûyî bû êdî! (*)
Diyarbekir 09.11.2003
___________________
(*) Ev nivîs li kovara Tîroj, Hejmar 6, Îstanbul 2004, r. 51-53 weşiyaye.