zazaki.net
30 Gulane 2023 Sêşeme

Roşan Lezgîn / Nuştox

BANGEK JI XWEDEVANAN RE

01 Tebaxe 2009 Şeme 01:00

Hevalno, ji ber ku rewşa gelê me kêm zêde ji we jî kifş e, ne hewce ye ku ez bi dorfirehî li ser rawestim. Ger em hinek çav li malbata neteweyên cîhanê bigerînin, dê rewşa me bi rengekî zelal bê xuyakirin.

Bi ya min, gelek neteweyên cîhanê zanîngeh kuta kirine, lê em hîn nuh dest bi fêrbûna alfabeyê dikin. Li gor endamên malbata neteweyên cîhanê, em hîn li dewra zaroktiyê ne û me hîn nuh qeyda xwe li dibistana sereta çêkiriye, yanî hîn nuh me dest bi xwendin û nivîsandinê kiriye. Karê me giran e. Ji bo ku em xwe bigihînin neteweyên din û li nav malbata neteweyên cîhanê xwedî cihekî bi rûmet bin, divê ku em çar saetan razên, çar saetan bêhna xwe vedin û şanzdeh saetan jî bixebitin. Belê, divê ku em berê xwe bidin armanceke bi qasî çiyayê Agirî bilind û ber bi wê armancê ve bi dilovanî, bi evîndarî û bi hezkirin baz bidin.

Ev li aliyekî.

Hevalno, li aliyê din jî, wek hûn jî dizanin ku gelê kurd bi lez ber bi tarîbûn û nemanê ve diçû. Bi saya lehengên nemir, bi saya zarokên jêhatî yên ku ji nava gelê me derketine em neqediyan û her ji nuh ve dizên. Bi neynokan bi xwîn û xwêdana wan em gihaştin van rojan.

Dema ku em ber bi mirinê ve diçûn, zimanê me yê ku ji kûrahiya dîrokê dihat li ber sekratê bû. Va ye, di vê demê de, li ber ronahiya agirê serhildanê rojnameya Welat za û bû melhemeke Hekîmê Loqman ji bo ziman. Welat, di vê pêvajoya krîtîk de mîsyoneke girîng li xwe bar kir û niha jî bi Azadiya Welat vê rola xwe bi serkeftî dilîze.

Hevalno, mîsyona Welatan gelek bi nirx, hêja û girîng e. Binihêrin, rojname û kovarên me yên ku di dîroka me de ta niha weşiyane, hema bibêjin tevayî wan yan li derveyî welat bûne û yan jî negihaştine gel, ango têkiliya wan û gel zêde bi hev re tune bûye, ji bilî Welatan ku îro li nav gel têne weşandin û têkiliya wan û gel ji yên din gelekî xurtir e. Ev yek wateya Welatan ji yên din cuda dike, rûmet û payeyeke bilid dide wan. Ji ber ku Welat li nav gel e; di warên ziman, naskirina çand, pêzanebûna dîrokê û di gelek warên din de gel perwerde dike.

Di vê xalê de ez dixwazim hinek behsa jiyana xwe bikim.

Serpêhatiya Min

Ez sih û sê salî me. Zimanê min ê zikmakî ji lehçeyên zimanê kurdî kirdkî ye. Lê bi rastî ez bi kirdkî jî gelek hindik dizanîbûm.

Zaroktiya min li Dîlokê di nav zarokên tirkan de derbas bûbû û min li wir dest bi dibistanê kiribû. Li wir min kirdkiya ku dizanîbû jî ji bîr ve kiribû. Kurmancî jî, min qet nedizanî. Belkî çend peyvên mîna “Tu çawa yî? Baş î? Çi dikî?..” Û çend peyvên din. A Kurmanciya min ew qas bû. Lê di zimanê tirkî de min xwe gelek gihiştandibû. Ta derketina Welatan rewşa min a ji alî zimên ve ev bû. Ji aliyê din, ger yekî ji min bipirsiya û bigota “Tu kurd î?” Min ê bigota, “Belê” û ger bigota “Ka hela bi kurdî biaxife…” bersiv tune bû. Û carek din bigota, “Lawo, ma tu çawa kurd î?! Belkî tu ne kurd jî bî…” Hingê min ê dest biavêta çovê xwe. Lê rastî ew bû ku ez ne kurd bûm û ne jî yekî din. Ji ber ku min pir xweş bi tirkî dizanîbû, dibe ku ez tirk jî bûma!

A di vê demê de Welat gihîşte hawara min. Pêşî tîp, dû re peyv bi peyv, hevok bi hevok, paragraf bi paragraf… Car hebû ku min nivîsek deh, panzdeh caran li ser hev dixwend. Çavên min bi hesret li riya her hejmara Welat bûn. Welat, Welatê Me û Azadiya Welat. Û ez jî îro gelekî qenc û xweş bi kurmancî û kirdkî fêr bûme. Û ez îro dikarim her cûre nêrîn û ramanên xwe bi hêsanî bi zimanê kurdî bînim zimên. Bi zimanê xwe diaxifim, diramim, dixwînim û dinivisînim. Bi zimanê xwe helbestan dinivisînim. Ka hela ji kerema xwe re li navê li bin vê nivîsê binihêrin. Ez bawer dikim ku dê ev nav ji we re bîyan neyê. Ev nivîs û helbestên min ên çendan in ku li Azadiya Welat diweşin. Ez ne ji bo pesindayînekê vê tiştî dibêjim. Ji bo bibe mînak û ji bo ku wateya Welatan bê fêmkirin, bi taybetî ez didim xuyakirin.

Ji her tiştî wêdetir, ger îro yek ji min bipirse ku tu endamê kîjan netewê yî, belkî ji sedî pêncî û yek ez dikarim bibêjim ku “Ez kurd im.”

Tiştekî din jî, min di warê axaftina kurdî de dîksiyona xwe jî bi pêş ve biriye û sazkirina peyvên ku ji devê min der tên û telafuzkirina wan jî gelek bi pêş ve çûye. Ger îro li Amedê radyoyek an jî televîzyoneke ku bi kurdî weşanê bike hebe, ez ji niha ve amadem e ku wek axifgerek an jî pêşkêşvanek têde cihê xwe bigirim. Ev hesreteke min e. Hesreteke min a din jî, ger Xwedê hez kir û ez ji xwe re fêrî Soraniya me ya xweşik jî bûm, jixwe mirin emrê Xwedê ye.

Ziman Dara Fêkiyan e

Bi destpêkirina jiyana merivahiyê re zimanan jî dest bi jiyanê kirine. Beriya wextan, ziman ji aliyê peyvan ve kêm bûne. Bi pêşveçûna merivahiyê re ziman jî li gor dema xwe bi pêş ve çûne, xurt bûne û ji aliyê peyvan ve dewlemend bûne.

Ji bo têkiliya meriv û civaka ku têde dijî xurt û qewîn be, pêwîst e ku meriv zimanê civaka xwe gelek baş bizanibe. Ziman di jiyana meriv de girîngiya xwe di her demê de û di her warî de nîşan dide. Û her neteweyek zimanekî xwe heye. Endamên wê netewê jî bi wî zimanî diaxifin. Jixwe, ziman nirxeke netewî ye.

Ziman zindî ye. Meriv dikare ziman bişibîne dareke fêkiyan. Ger dareke meriv a fêkiyan hebe û meriv lê xwedîtiyê neke, lê miqate nebe, dê ew dar bi demê re hişk û pûç bibe. Lê na, ger meriv di germa havînê de av bide, biharan meriv axa dora wê mer bike, meriv guliyên wê çêbike û ji sewalên kovî û kurman biparêze, dê dara meriv him fêkiyên xweş, mezin û gihaştî bide û him jî wê pelgên wê xurt û pirr bin ku zarokên meriv, neviyên meriv di germa havînê de li bin siya wê têr razên û bilîzin.

Ziman neynika neteweyê ye. Ziman bi hebûna neteweyekê ve ewqas girêdayî ye, bi gotineke mamostayekî firansî ku ji dîrokê re bûye mal û di lîteratura cîhanê de cih girtiye, girîngiya zimên xweş xuya dibe. Dema ku leşkerên naziyan Firansayê dagîr dikin, ev mamosta jî li dibistanê dersa zarokan dide. Dema ku di şibakê re dinihêre ku wa ye, dor li dibistanê jî hatiye girtin, wê demê dibêje “Zarokno, dibe ku ev dersa me ya dawîn be, li zimanê xwe xwedîtiyê bikin. Ger ziman hebe, netewe jî heye!”

Îro tevayî neteweyên li cîhanê ji bo ku xwedî li zimanê xwe derbikevin, sazgeh ava kirine. Ev sazgeh bi şêweyeke zanistî-akademîk û bi profesyonelî dixebitin. Wekî mînak, meriv dikare ‘Türk Dil Kurumu’ ya tirkan nîşan bide. Îro, ji her neteweyê zêdetir lazim e ku gelê kurd li zimanê xwe xwedîtiyê bike.

Êdî Sazîyên Me Jî Hene

Îro sazgehên kurd ên akademîk jî hatine damezrandin û di demeke kurt de gelek xebatên hêja kirine. Gelek mesafe jî girtine. Bi saya xebatên merivên zana, rewşenbîr û hunermendên kurdan ku di bin banê van sazgehan de dixebitin, zimanekî kurdî yê nûjen û hemdem li ser bingeha xwe ya xurt û dewlemend hatiye afirandin. Ji ber ku kurd bi zimanekî navendî, hevpar û yekgirtî napeyivin, hew bi zimanê malbata xwe, yan gundê xwe yan navçe û herêma xwe diaxifin, nikarin têkiliyên xurt û qewî bi hev re daynin. Heta ew zimanê ku dizanin jî bi piranî ji bîr ve kirine. Ger biaxifin jî, zimanekî tevlihev e; ne dişibe kurdî û ne jî tirkî. Kêmzanîbûna ziman bandoreke neyînî li tevayî jiyana meriv dike. Çawa ku ziman kêm û tevlihev e, fikr û ramandina meriv jî tevlihev dibe. Kesek ger ji zimanê xwe re serdest nebe, nikare xwe bi hêsanî îfade jî bike. Pirsgirêkên kesayetiyê di meriv de dikarin bi hêsanî cih bigrin. Hertim ew dikevin komplekseke daketî. Ji bo ku em bikaribin di nav civaka xwe de têkiliyên xurt û qewî bi hev re deynin, em ji hev bi hêsanî fêm bikin, divêt ku em hemî fêrî vî zimanê ku îro pê tê nivîsandin, ev zimanê ku sazgehên kurdan sitandardîze kirine bidin û di tevayî jiyana xwe de bikar bînin. Ev zimanê han (ger hinek kêmasiyên wî hebin jî), bi ya min ji her awayî ve bersivê dide dema me ya îroyîn û paşerojên me jî. Ev zimanê kurdî ku ji kûrahiya dîrokê ya hezar salan bi vir ve hatiye, li ser vî zimanî bi ya min, bi şêweyeke zanistî li ser xebat hatiye kirin û ev xebat hîn jî didome. Peyvên biyan bi giştî jê hatine neqandin, hatiye paqijkirin. Peyvên nuh û pêwîst li ser hîmê zimanê kurdî hatine avakirin. Zimanekî dewlemend ku meriv bikarîbe her cûreyên ramanan bi hêsanî bîne zimên niha li ber me ye, li me çav dişikêne û dibêje “Ez di bin emrê te de me!”

Gelek rewşenbîr, hunermend û nivîskarên me hene; ji ber ku berhemên xwe bi zimanê me nenivîsandine, îro bûne malê biyanan. Ji ber vê helwestê em jî wan bi şidet rexne dikin. Ger meriv navê wan bide, mîna Nabî, C. Sureyya, Y. Kemal, A. Arîf û hwd. Lê, ji aliyê din ve îcar gelek nivîskar û rewşenbîrên me hene û bi zimanê kurdî berheman diafirînin-diweşînin, lê em wan naxwînin. Ger meriv destê xwe bide ser wijdana xwe û hinek biponije dê rastiyê bibîne! Sedemê nexwendina me jî kêmzanebûna zimên e.

Ji aliyê din ve, ji ber ku em bi kurdî naxwînin û kêm dizanin, ew rewşenbîrên gorbihuşt ku li dîroka me rêç hiştine, tu agahiya me li ser wan tune. Wek Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Cîgerxwîn û gelekên din… Belê, ger meriv vana nexwîne, nenase, dê çawa dîroka xwe, çanda xwe û edebiyata xwe bizanîbe?

Metoda Hînbûna Ziman A Herî Pratîk Çi Ye?

Meriv, divê ku pêwîstiya axaftina zimanê xwe gelekî baş bizanîbe û ji zimanê xwe ji dil û can hez bike; bibe evîndarê zimanê xwe. Ya dîtir jî, îro kes nikare bi hêsanî bibêje ku zimanê me di bin qedexeyan de ye, welew hîn bi tevayî di pêvajoyeke serbixwe de nebe jî. Ji bo xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî mazeretên ewqas li cih tunene. Ger îro zimanê kurdî bi gelemperî nayê axaftin û nayê bikaranîn, ev yek kêmasiya me ye. Bi giştî jî ew kes û malbatên ku navê welatparêziyê li xwe dikin, hîn zêdetir ew tawanbar in. Ger ji wan bê pirsîn, “Gelo çima tu bi kurdî napeyivî?” Dê ji hezar newalan avê bikişîne. Hinek jî dibêjin “De tişt nabe, dê welat rizgar bibe û dê her tişt bibe bi zimanê kurdî û em ê jî wê demê mecbûr bin ku bi zimanê kurdî biaxifin…” Kalo memir bihar tê, pîrê memir qîvar tê!

Hevalno, ji bo ku meriv zimanekî kurdî yê zelal biaxife, divêt meriv bi rik û înad hertim û di her warê jiyana xwe ya rojane de zimanê kurdî bikar bîne. Wan peyvên biyan (tirkî) ku di nav axaftina meriv de bin, gerek meriv wan jê derxe û di şûna wan de yên kurdî bikar bîne. Yên ku nayên bîra meriv jî, bi xwendina berhemên (kovar, pirtûk, rojname û hwd.) kurdî dê yek bi yek bikevin tûrikê meriv ê peyvan. (*)

Berfanbar 1996 Diyarbekir

___________________

(*) Ev nivîs li rojnameya Azadiya Welat, Hejmar 61, Îstanbul (30 Adar – 5 Nîsan) 1997, r. 4 weşiyaye.

No nuşte 4761 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.