zazaki.net
16 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Adare 2019 Yewşeme 16:12

Mektûba Tîmûrê Xelîl

Tîmûrê Xelîl

Radyoya Kurdî ya Erîwanê di sala 1955an de dest bi weşanê kir û hê jî weşana xwe dewam dike. Vê radyoyê ji dema destpêkirina weşana xwe û vir de tesîreka gelek mezin li ser kurdan, bitaybetî li ser kurdên Bakur kir. Lê derheqê dîroka vê radyoyê de piranîya malumatan em ji devê Casimê Celîl (1918-1997) û kurê wî Prof. Celîlê Celîl dibihîsin. Bo nimûne, kitêba bi navê “Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” ku ji alîyê Zerî Înanç ve amade bûye, seraser behsa dîroka vê radyoyê tê kirin.

Lê ronakbîr û wergêrê kurd Tîmûrê Xelîl îtîraz li van malumatan dike, dibêje bavê min Xelîlê Çaçan (1924-1981) di sala 1957 de bû serokê radyoyê, diya min Eznîva Reşîd (1926-2000) jî 27 sal di vê radyoyê de xebitî. Lê hîç behsa wan û keda wan nabe!

Duhî me hevpeyvînek ku Yekta Uzunoğlu di sala 1971 de bi Casimê Celîlê rehmetî re kiriye weşandibû. (http://www.zazaki.net/haber/casim-cell-behsa-jiyana-xwe-dike-2534.htm) Li ser vê hevpeyvînê û meseleya tune hesabkirina keda Xelîlê Çaçan û jina wî Eznîva Reşîd de, Tîmûrê Xelîl ji me re mektûbek şand. Em mektûba wî li vir diweşînin, belkî kesên muxatab bikarin bersivekê bidin. (Roşan Lezgîn)

* * *

Rojbaş kek Roşan!

Daxwaza min a sereke ev e ku hevpeyvînên ha û kitêba Zerî Înançê bo nivîsara dîroka Radyoya Kurdî ya Erîwanê nebin çavkanî.

Îsbatên min pir hene lê gelek kes wan îsbatan wek heyfhildan qebûl dikin. Ji bo tu bi xwe bawer bikî ka kê rast e û çi rast e, kê şaş e û çi şaş e, tu dikarî ji Celîlê Celîl van pirsan bikî:

1.Gelo bo çi bavê te tenê du salan wek berpirsyarê radyoya testî ma, dû ra, di sala 1957an de kesekî din kirin serok û bavê te bû berpirsayrê beşa mûzîkê û heta 1963an kar kir? (Bavê min, bo ku Casim bê kar nemîne, karek dayê. Ji ber ku nikaribû beşên edebîyatê, çandê, malhebûna gund an jî partîyê bidayê, ji ber ku ew bi qelemê va girêdayî bûn, ew beş dayê).

2.Gelo li wî welatê dîktarorîyê, ku her tişt bi biryar û rêvebirîya serok dihat kirin, bavê te çawa 1200 kilam qeyd kirin? Ew jî wê demê, ku heta sala 1963an 240 kilam hatibûn qeydkirin.

3.Tu wek înformatorê kitêba Zerî Înançê, dikarî çi bêjî ku di kitêbeke 400 rûpelî da tu ji wêneyan dest pê kirî heya xeta dawî karê radyoyê bi malbata xwe va girê didî, lê behsa serokê radyoyê yê 24 salan Xelîlê Çaçan û xanima wî Eznîva Reşîd ku wek bêjer 27 sal xebitî nakî?

4.Radyoya Rewanê çi ye? Berî her tiştî stiran, miqam û pîyesên wê ne. Ev hemû jî di dema rêvebirîya kesekî tenê hatiye kirin, navê wî Xelîlê Çaçan e, ne Casimê Celîl e.

Ez 3 belgeyan ji te ra dişînim, ku çawa komîsyona ji Moskovayê bi alîkarîya Hecîyê Cindî, Emînê Evdal û Erebê Şemo karê Casim yê di nava 2 salan da bi herfên sor destnîşan kirîye û ew bûye bingeh bona ku wî ji kar bavêjin.

Na xebere 3983 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.