zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
12 Çele 2019 Şeme 10:22

Hopanî - I

Berhevkar: Şakir Epözdemir
Herêm: Xerzan

Hopanî, mopanî

Ava me ya golanî

Gola me qamîş e

Hespan fîşefîş e

Kekê min çawîş e

Çawîşek biçûk e

Jê ra anîn bûke

Bûka qelemqaş e

Çi bûkeka baş e

Çawîş bi miaş e

Bûkê çawîş mêr kir

Du zarokan çêkir

Yek kur bû; Emer bû

Çavşîn û porzer bû

Ya din keçek delal

Weka ava zelal

Navê wê Narîn bû

Yeka porzerîn bû

Ev her çar bûn malek

Ew bûne eyalek

Bûne xweyî warek

Çawîş diçû çolan

Dianî cil û solan

Çawîş tim diçû îş

Wî dianî nan û şîş

Çawîş diçû ra cot

Wî dianî nan û qût

Bûk bûka malê bû

Dayka eyalê bû

Malek bi kêf û dîlan

Ev e mala Kurdan...


Na xebere 3155 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.