zazaki.net
19 Oktobre 2017 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
06 Tebaxe 2009 Panşeme 08:02

Cihê Rastîn Yê Eshabê Kehf

[Lêkolîn] Roşan Lezgîn
Cihê Rastîn Yê Eshabê Kehf

Qiseya “Eshabê Kehf” yan jî herwekî ku mesîhî dibêjin, “Heftên Razayî” di nav alema muslumanan û mesîhîyan de gelek navdar e. Derbareyê cihê Eshabê Kehf de, ku di Quranê de li Sûreya Kehf ji ayeta 9. heta ayeta 25. behsa wê tê kirin, ji berê de dîtinên ji hev cihê hene.

Di vê gotarê de em ê hewl bidin xwe daku bi delîlên musbet û bi teferuatan cihê ku herî zêde nêzî rastîyê ye nîşan bidin.

Sûreya Kehf (sûreya 18.) ya Qurana Kerîm ji ayeta 9. heta ayeta 25. wisa ye: 

(Ayet: 9) Gelo te wisa hesiband ku Eshabê Kehf û Reqîm ji ayetên me yên ecêb in? (Ayet: 10) Dema ku xortan xwe gihand şikeftê, gotin: “Xwedayê me! Ji nik xwe dilovaniyekê bide û di vê tengasîyê de çareyekê durist bike.” (Ayet: 11) Me jî perde kişand ser guhên wan, di şikeftê de bi salan ew kirin xewê. (Ayet: 12) Paşê, me ew hîşyar kirin da em bizanin ji her du birran kîjanê baştir jimartiye ku çiqas di xewê de mane. (Ayet: 13) Em ê çîroka wan bi awayekî rast bo te bibêjin: Ew çend xort bûn, bi Xwedayê xwe bawer bûn. Me jî, hîdayeta wan zêdetir kir. (Ayet: 14) Me dilê wan kiribûn yek dil dema ku rabûn û gotin, “Xwedayê me, xwedanê erd û asîmanan e. Ji bilî wî, em kesî nakin îlah, ger ne wisa be, dê gotina me bêwate be.” (Ayet: 15) Ev miletê me ji derveyî Wî ji xwe re xwedan girtine. Bila ji xwedanîya wan re delîlek jî peyda bikirana! Ma ji yên ku li hemberî Xwedê derewan dikin zalimtir kî heye? (Ayet: 16) [Ji nava wan yekî wisa gotibû] “Bona ku hûn ji wan û ji tiştên ku li derveyî Xwedê ji wan re perestiyê dikin cihê bûne, hingê xwe bigihînin şikeftê da ku Xwedayê we ji rehmeta xwe firehiyekê bide, karê we rast û hêsan bike.” (Ayet: 17) Ey Muhemmed! Ger te bala xwe bida, te dê bidîta, dema ku roj derdiket, li aliyê rastê şikeftê diket, dema ku diçû ava jî, ji aliyê çepê de meqesek li wan dida û derbas dibû. Ew li cihekî fireh yê şikeftê bûn. Ev, ji mucîzeyên Xwedê ye. Xwedê hîdayetê bide kê, va ye, ew gihîştiye heq; kê ji hîdayetê bêpar bike, êdî çi dostekî nabîne ku rêya rast bi şanî wî bide. (Ayet: 18) Yek jî ev e ku, te wan li şikeftê bidîta, te dê bigota qey ne di xewê de ne. Lêbelê ew di xewê de bûn. Me ew bi ser aliyê rast û çepê de diqelabt. Kûçikê wan jî li nav derî, her du lingên xwe yên pêşîn bi alîyê pêş de dirêj kiribûn. Ger te ew bidîtana, bêyî ku li dû xwe binêrî, tu dê bireviyana û dê tirsê hundirê te tijî bikirana. (Ayet: 19) Herwekî ku mîna mucîzeyekê me ew kirin xewê, herwisa, me ew ji xewê rakirin da ku ji hevûdin bipirsin. Gotinbêjekî ji wan wisa got, “Hûn çiqas man?” [Hinekan] got, “Em rojekê yan jî danekê mane.” [Hinekan jî] wisa got, “Rebbê me baştir dizane bê hela em çiqas mane. Niha hûn yekî bi vî pareyê xwe yê zîv bişînin bajêr, bila binêre, kîjan xwarin paqijtir e, bila ji wiya bo we erzaqê bîne. Û bila gelek bihemet be, da ku kesî bi we nehesîne. (Ayet: 20) Çunkî, xelkê bajêr we biqefêlin, teqez yan dê we bi keviran bikujin yan jî dê we bibin ser dînê xwe, ku wê demê hûn li dinya û axretê çi caran nagihên xelasîyê.” (Ayet: 21) Me însanan ji wan xeberdar kir, bona ku ew bizanîn piştî mirinê zindîbûn heye û ji roja qiyametê guman nabe, bi wî awayî, me ew bi xelkê bajêr dan dîtin. Yên ku ew li şikeftê dîtibûn, di nav xwe de munaqeşe kirin. Gotin, “Avahiyekê [dêrekê] li ser wan ava bikin. Xwedayê wan baştir bi wan dizane.” Bawermendên ku bi gotina xwe bi ser ketibûn, gotin “Teqez em ê li ser wan mizgeftekê ava bikin.” (Ayet: 22) Hindek ji yên ku di hejmara Eshabê Kehf de dikevin îxtîlafê, dê bibêjin “Ew sê kes in, yê çaran kûçikê wan e.” Hinekên din jî dê bibêjin “Ew pênc kes in, yê şeşan kûçikê wan e.” Her du jî derbarê tiştekî ku nayê zanîn de texmîn dikin. [Hinek jî] dê bibêjin, “Ew heft kes in, yê heştan kûçikê wan e.” Tu jî bibêje, “Xwedayê min hîn baştir bi hejmara wan dizane.” Gelek kêm kes bi wan dizanin. Ji vê sedemê, derbarê wan de ji bilî van pêzanînên ku beyan bûne, mekeve nav munaqeşeyekê û derbarê wan de ji çi kesî tiştek mepirse! (Ayet: 23-24) Heta ku tu nebêjî, “Xwedê hes bike” mebêje “ez ê sibehê filan tiştî bikim.” Dema ku te ji bîr ve kir, Xwedê bîne bîra xwe û bibêje, “Ez hêvî dikim ku Xwedayê min, dê min bigihîne rêya nêzîktirê rastiyê.” (Ayet: 25) Ew li şikeftê bi qasî sê sed sal mane û neh sal jî lê zêde kirine.

29

Heta niha derbareyê cihê Eshabê Kehf de 33 cih hatine nîşandan (1). Ji van ciyan 5 jê di nav sînorên îdarî yên Tirkîyeya îroyîn de ne:

1.Licê, 2.Tarsûs, 3.Afşîn, 4.Efes û 5.Eskîşehîr (2).

Ji nav vana, di vê demê de cihê ku herî zêde tê naskirin, cihê ku zêdetir xelk diçe ser, Tarsûs e.

Li cîhanê jî, cihên ku zêdetirîn tê îddîakirin ku Eshabê Kehf li wir e, ev in:

1.Efxanîstan: Dema ku meriv ji bajarê Kabulê biçe Bamyanê, li ser rê, li cihekî ku jê re Upîyan tê gotin, gorreka gelek dêrîn a welîyekî heye. Dibêjin, kesên ku kûçikên har ew gez kiribin tînin ser vê zîyaretê. Û ji Qitmîrê ku kûçikê hevalên şikeftê (eshabê kehf) ye, alîkarîyê dixwazin. L. Masignon (1883-1962) ku yek ji zanyarên navdar yên fransizan e, di lêkolînên xwe de behs dike ku li bakurê Efxanîstanê, li bajarê Meymene bo xatirê Eshabul-Kehf mizgeftek hatiyê çêkirin.

2.Cezayîr: Li başûrê Cezayîrê li bajarokê bi navê Setîf, li gundekî bi navê N’xaws ku bi qasî 88 km. li başûrê Setîfê dimîne, heft gorr û li ber wan jî gorreka piçûk heye. Tê bawerkirin ku ev gorrên hanê yên Heftên Razayî û kûçikê wan e. Dîsa, li gundekî bi navê Îqcan (Xoycel) ya Setîfê ku bi qasî 12-13 km. li başûrê rojahelata wê de ye, gorrên Heftên Razayî li wir jî hatine nîşandan.

3.Tirkîstana Rojhelatê: Li vî welatî bi qasî 75 km. li rojhelata Tûrfanê, li cihê ku jê re Toyok tê gotin de şikeftek û li berpala vê şikeftê jî mizgeftek heye. Ev şikeft û mizgeft bi navê Eshabul-Kehf têne nasîn. Xerabeyên bajarê Çoku ku bi qasî 30 km. li rojavaya Toyokê ne, tê qebulkirin ku ew der bajarê Apsus yan jî Deqyanûs e.

4.Spanya: Li nêzîkî bajarê navdar Girnatayê li derdora gundê bi navê Loşa şikeftek heye. Di vê şikeftê de hindek cesed û estiyên kûçikekî têne dîtin. Hingê xelkê wê derê wisa bawer dike ku ev Eshabul-Kehf in. Îbnî Etîyye jî di vê derbareyê de dinivîse ku: “Ez çûm serdana şikeftê, mi ew cesed dîtin. Ji sala 504 ya hîcrî (mîladî 1110-1111) vir de di vê rewşê de bûne. Li ser wan mizgeftekê û li nêzîkê wan jî avahîyekê ku ji dewra romayîyan maye hebûn. Ji viya re “Reqîm” tê gotin. Herwisa, li nêzîkî Girnatayê hindek xirabeyên dêrîn hene ku, tê gotin ew ji bajarê Deqyanûsî mane.”

5.Misir: Li Qahîreyê, ew şikefta ku li Çiyayê Muqqeddem e, li dewra Fatimîyan (sedsalên 10. û 11.) wekî şikefta Eshebul-Kehf hatibû qebulkirin. Ji vê çendê vê şikeftê kirine wekî tirbekê û li layê jorê wê jî kitabeyekê nivisîne.

6.Sûrîye: Li Şamê, li herêma bi navê Belka li nêzkî gundê bi navê Husban şikeftek heye. Ji layê hindek nivîskaran hatiye îddîakirin ku ev şikefta Eshebul-Kehf e. Li nav bajarê Şamê mizgeftek jî li viya hatiye îzafekirin. Di sedsala 16. de hatiye behskirin ku li wir şikeftek hebûye, navê wê “Kehfî Cibrîl” (Şikefta Cibrîl) bûye. Îcar, di sedsala 17. de yan jî di pey re, Şikefta Cibrîl bo Şikefta Eshabul-Kehf hatiye îsnadkirin û li wir mizgeftekê çêkirine.

7.Urdun: Bi qasî nîv km. li nêzîkî Ammanê şikeftek hebûye ku di sedsala 10. de bi navê ‘Er-Reqîm’ hatiye zanîn (3).

 

Cihekî wisa pîroz li kîjan welatî be, li wir çûnûhata merivan zêde dibe, hertim dibe cihekî cazîb da ku meriv xwe lê bigrin. Li cihekî wisa tim bazarek (kirîn û firotin) çêdibe. Ji layê olî de cihekî wisa girîng qudsîyetekê dide wî welatî. Ev jî derîyê ranteka maddî vedike û prestîjeka manewî bona xelkê wî welatî bi xwe re tîne. Ji vê çendê li her cihê ku şikefteka wisa hebûye, pêşengên civakê û zanayên wê derê rabûne bi dilxwazî û bi hewis propaganda kirine ku ew der cihê rastîn yê Eshabê Kehf e. Delîlên sereke ku bûne îsbata cihê Eshabê Kehf, herwekî li Qurana Kerîm tê tarîfkirin, dirûvê şikeftê ye. Ango cihên ku tê gotin şikeftên Eshabê Kehf in, bi giştî xwe spartine şeklê şikeftê. Lêbelê, ger tenê delîl ev be, îhtîmaleka mezin ne tenê 33, dibe ku bi sedan şikeftên ku berê wan li başûr e, li rûyê vê dinyayê hebin. Wekî mînak, li van salên dawîyê hate îddîakirin ku şikefta Eshabê Kehf li Nexçîvanê ye (4). Lêbelê, çi dema ku meriv baş bala xwe bide ser vê meseleyê hingê dê bête dîtin ku bona îsbatkirina cihê Eshabê Kehf tenê ev delîl qîm nake. Çunkî ev bûyer bûyereka komplîke ye. Divêt bi tevayî mutemîmmat û komplîkasyona xwe bi awayekî tekuz bête ronîkirin.

30

Şikefta Eshabê Kehf ya li Licê di vê behsê de bi awayekî komplîke xwe nîşan dide. Di serî de ew her sê qiseyên ku derbareyê Ehhabê Kehf de têne qalkirin, ango 1.Eshabê Kehf û mutemîmatên wê, 2.Qiseya Mûsa û Xizir, 3.Qiseya Zilqerneyn li vê herêmê bi delîlên xwe yên maddî û bi awayekî tekuz hene. Herwisa, hemî delîlên ku ji encama vê bûyerê pêk tên û piştgirîyeka tekuz didin hebûna Eshabê Kehf ya li vê herêmê, niha bi awayekî zindî hene. 

Şikefta Eshabê Kehf bi qasî 15 km. ji navçeya Licê bi layê başûrê rojava de, li Çiyayê Reqîmê (bilindî 1516 m), bi navekî din, li Çiyayê Sadulkafê li pişta gundê Dêrqamê (Dêra Reqîm) de ye. Ev çiya, di paftayên nexşeya “Harita Genel Müdürlüğü” (Mudirîyeta Giştî ya Xerîtevanîyê Tirkîyê) de wekî “Eshab-ı Kehf Dağı” (Çiyayê Eshabê Kehf) tê binavkirin. Di hindek berheman de jî wekî “Çiyayê Reqîm” hatiye nivîsîn. Herwisa, Hesen Hişyar Serdî ku ji gundê Serdê ya li jêrî gundê Dêrqamê ye, di kitêba xwe de dibêje “Girê Dêrqamê” (5). Lêbelê, di sala 1977an de dewletê navê vî çiyayî guhertiye kiriye “İnceburun Dağı” (6). Ev hewldana navguhertinê li polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan û Kurdistanê tam digunce.

 34

35Piştî danîna komara Tirkîyeyê, ji ber polîtîkaya dewletê ya ku li ser bingeha nîjadperestîya tirkayetîyê hatiye danîn hingê çi cihekî dîrokî li welatê kurdan hebûye hatîye texrîbkirin. Wekî mînak, ew nivîsên qiralên asûrîyan Tiglatpleser-I (Beriya Mîladê, 1116-1090) û Salmanasor-III (Beriya Mîladê, 859-825) ku li ser rûyê şikeftên Birqleynê hatibûn kolan, ji layê mufetişê umûmî Abidîn Özmenê ku ji layê Mistefa Kemalî ve hatîye tayînkirin û di salên 1930î de li Diyarbekir bi selahîyeteka gelek mezin rêveberîya Kurdistana Bakur kiriye, hatine texrîbkirin (7). Hingê ji ber hestîyarîya nîjadperestîya tirkayetîyê ku li ser zemîna dijminatîya kurdan bilind bûye, cihê rastîn yê Eshabê Kehf jî bi xelkên ji derveyî herêmê dane jibîrvekirin û hertim propaganda kirine da ku jê re alternatîfên din peyda bikin. Wekî mînak, dema ku xelkê Afşînê xwest şikefteka li derdora Afşînê wekî cihê Eshabê kehf nîşan bide, hingê dezgeyên dewletê di radeyeka bilind de eleqeyeka mezin nîşan dan, gotin Eshabê Kehf li Tarsûs û li Efesê jî heye lê qet behsa ya li Licê nekirin (8).

Ev cihê pîroz ku ji hezarê salan berê de li vî welatî wekî Eshabê Kehf hatiye zanîn, niha di nav xelkê herêmê de bi navê “Sadulkaf” tê binavkirin. Peyva “Eshabul-Kehf” di zimanê xelkê de guherîye, xwe sivik kiriye, bûye “Sadulkaf”. Herwisa, ji hezarê salan û vir de xelkê herêmê hertim eleqeyeka gelek germ nîşanê vê şikeftê daye û hîn jî dide. Ji zemanekî gelek dêrîn heta bi niha, xelkê herêmê bi hesabê teqwîma rûmî her roja 15ê gulanê bi komelî diçe ser vê şikeftê û zîyaret dike. Îhtîmaleka gelek mezin, ji roja ku ev heft mîrzade li vê şikeftê ji xewê hîşyar bûne û bi vir de, ev adet her dewam dike. Ne dûrî aqil e ku roja hîşyarbûna Eshabê Kehf (hevalên şikeftê) 15ê gulanê ye. Ji vê çendê roja 15ê gulanê hîn jî li vê herêmê rojeka pîroz tê hesibandin.

31

Herwekî ku ji layê gelek mufessîr û lêkolîneran jî tê qebulkirin (9), Deqyanûs hem navê lehengê bûyerê ye û hem jî navê bajar e ku ew heft mîrzade lê rûdiniştin. Xerabe û bermayîyên vî bajarî (Deqyanûs) niha li Deşta Fîsê (dibêjin ku navê “Fîs” ji peyva “Efsûs” xera bûye) li ser riya Diyarbekir-Licê-Dara Hênê li ser girekî (bilindî: 1110 m) ku di nav xelkê herêmê de wekî “Zarga Fîsê” tê binavkirin û bi qasî 18 km. li layê başûrê bajarê Licê dikeve, hîn jî tên xuyakirin.

Hesen Hişyar Serdî di kitêba xwe de van xirabeyan wisa tarîf dike: “… ew bajarê ku Hurî-Bixud xwedîyê wî bûn, li Zarga Fîsê, bi qasî 10 km. li rojavaya gundê Serdê, li ser çiyayekî ava bûye. Cuhên avê hîn jî wekî xwe ne, li aliyê rojavayê vî bajarî li ser kevirekî mezin sembola hukimdariyê hatiye neqişandin. Kevirekî hemin wekî viya li bakurê gundê Serdê li ser Girê Dêrqamê jî heye.” (10)  

Ew şikefta ku li Çiyayê Reqîmê ye, ku eshabê kehf xwe tê de veşartine, bi qasî 11 km. li layê bakurê xerabe û bermayîyên bajarê Deqyanûsî ye. Li pey rûdana bûyerê, li cihekî li nêzî şikeftê dêrek hatiye avakirin. Navê vê dêrê “Dêra Reqîm” hatiye danîn. Bi demê re ev nav hatiye guhertin, hatiye sivikkirin û bûye “Dêrqam”. Niha bi vî navî gundek li jêrê vê şikeftê heye (li gorî hejmara fermî ya sala 1970, 140 xanî (mal) û 912 kes tê de niştecih bûn lê li gorî hejmartina sala 2000, bi tevî mezrayên xwe nufûsa wê 649 kes e).

37

Xerabe û bermayîyên bajarê Deqyanûsî ji nik xelkê gundên derdorê hatiye texrîbkirin, kevirên wir ji bo ku di avahiyan de bêne bikaranîn, derxistine birine. Dîsa bi mebesta ku dê gencîne (xezîne; defîne) tê de bibînin gelek avahîyên dîrokî hatine hilweşandin. Herwisa, ji ber wê polîtîkaya dewletê ku me behsa wê kir, ev cihên dîrokî yên li Kurdistanê bi tevayî bêxwedî hatine hiştin. Ciyên wisa dîrokî ger qesten neyên texrîbkirn jî, çi dema ku lê xwedîtî neyête kirin û nayên parastin, dikanin ji ber rewşa xwezayê xwe bi xwe ji nav biçin. Digel viya, bermayîyên dîwar û bedena dora bajêr hîn jî bal dikşînin. Li hin deran cuhên avê û sarinc, cihê esirîna tirî (masere), embar û kîlerên ku di nav zinaran de yan jî li bin erdê hatine vedan, hîn jî tên xuyakirin.

Herwekî ku me got, şikefta Eshabê Kehf li Çiyayê Reqîm e. Ev çiya li jorê gundê Dêrqamê ye. Berê bi hilkişîna hevrazekî gelek tîk re meriv dikanibû xwe bigihîne ber devê şikeftê lêbelê niha rê hatiye çêkirin û wesaît dikanin biçin nêzî şikeftê.

131Meriv bi derketina di pêlekanên kevirîn re ku ji zinarên yekpare hatine niqirandin, dikane bigihê şikefta ku hevalên şikeftê xwe tê de veşartine. Şikefta Eshabê Kehf di zinar de haîye kolan. Li hundirê şikeftê stûneka yekpare ji zinar ku ji binê şikeftê ta banê wê bilind dibe heye. Li quncikê layê rastê şikeftê kuneka fireh û kûr heye. Dema ku leşkerên Deqyanûsî li Eshabê Kehf geriyane, dibêjin wan xwe di hundirê vê kunê de veşartine. Piştî ku leşkeran ew nedîtine, hingê Deqyanûsî li ber devê şikeftê vî dîwarî daye lêkirin, devê şikeftê daye girtin da ku ew li hundir bimrin. Ev qula ku di hundirê şikefta çêkirî de ye, niha bi keviran hatîye tijîkirin, girtî ye. Zinarê yekpare yê serê şikeftê ji bert esîra erdhejê ji hev çûye. Gelo ew qul jî ji ber erdhejê hatîye girtin yan bona ku meriv tê re neçin xwarê û tê de winda nebin mexsûs ji alîyê merivan ve yatîye tijîkirin?  

Li nêzîkî şikeftê li alîyê rojhelatê hetanî salên dawîn bermayîyên dîwarê Dêra Reqîm jî hebû. Lê niha ji alîyê xelqê gund ve mizgefteka sêoda li şûna Dêra Reqîm hatîye avakirin. Li hundirê dêrê jibo ku av kom bibe, çaleka kûr hatîye vedan. Ji bo texlîyekirina av êli gelek cihî cuhên avê hatine kolan. Roja 15ê gulanê ava ke ji zinar dinisile, tê li wê çalê kom dibe. Xelqê ku dişe zîyareta Eshabê Kehf bawer dike ku ev av pîroz e û bi kevçîyan fir dike dixwe.

38

Rewşa şikeftê heman dişibihe tarîfkirina di Quranê de. “ dema ku roj derdikeve, li aliyê rastê şikeftê dikeve, dema ku diçe ava jî, ji aliyê çepê de meqesek li wan dide û derbas dibe. Ew li cihekî fireh yê şikeftê bûn.” Tarîfkirina di Qurana Kerîm de û rewşa şikeftê tam hevûdin digre.

 

Bi qasî 20 km. li layê rojhilata başûrê Diyarbekirê, li bakurê Çemê Dîcleyê gundekî gelek dêrîn bi navê Xizirelyas (bi tirkî: Hızırilyas) heye. Ger meriv li ser nexşeyê xeteka rast ya bi qasî 100 km dirêj ji başûr ber bi bakur ve bikşîne digîje Şikfeta Birqleynê. Ev şikeft serçavîyek ji serçavîyên ava Dîcleyê ye. Yanî aveka gelek boş ya termal ji kûrahîya vê şikeftê dizê û dibe serçavîya Çemê Dîcleyê. Ji bilî vê şikeftê şikeftine din jî hene ku ji tevan re bi awayekî giştî “Şikeftên Zilqarneyn” tê gotin. Îcar ji gundê Xizirelyas li layê bakur, bi qasî 40 km dûr, li ser wê xeta ku ber bi bakur ve rast hatiye kişandin, di navbera gundê Mermer û Arpedresî de kanîyek heye ku jê re dibêjin “Kanîxizir” (bi tirkî: Hızırçeşme). Ji Kanîxizir bi qasî 30 km li layê bakur, li ser wê xeta ku ber bi bakur ve hatiye kişandin de, li bakurê gundê Fîsê (bi tirkî: Ziyaret), li raserî Deşta Fîsê xirabeyên bajarê Deqyanûsî hene. Ji bajarê Deqyanûsî bi qasî 25 km li layê bakur, li ser wê xeta ku ber bi bakur ve hatiye kişandin Kela Zilqarneyn heye. Û çend km jê wir de jî, li layê bakur Şikeftên Zilqarneyn hene.

Li gorî efsaneyeka navdar û di nav xelkê de gelek belavbûyî ku Şewket Beysanoğlu ji devê Mehemed Bulutê 80 salî yê ji gundê Xizirelyasê di hezîrana sala 1962 de berhev kiriye:

“Kesekî bawermend ger bi dilekî xalis beriya berbanga şefeqê du rekaet nimêj bike, paşê sed caran bibêje: ‘Laîlaheîlellah / Ya xêrul xelas / Muhemmed resûlullah / Hawar ya Xizirelyas!’ hingê dê Xoceyê Xizir bibîne (di nav kurdan de ji Xizirelyas re Xoceyê Xizir jî tê gotin).

Wextekê ji gundê Xizirelyas merivekî salih û bawermend vê xusûsê bi dilekî xalis bicih tîne. Ji aliyê din, ev Xoceyê Xizir ku zatekî welî ye, bona ku bigihêje bêmiriniyê, bona ku ava heyatê bibîne û jê vexwe, ketiye rê û dirban, digere. Bi vî meqsedî bi salan li her çar alîyên dinyayê digere. Axir rojekê Hz. Muhemmedî di xewna xwe de dibîne û jê pêdihese ku, ev ava hanê (ava heyatê) di serçavîya Çemê Dicleyê de ye. Xoceyê Xizir wekî sofîyekî rîhsipî, bi serûçavê nûranî û wekî kalemêrek xwe nîşanî xelkê dide. Rojekê ew camêrê ji gundê Xizirelyasê li ser kaniya li nêzî gund rastê kalemêrekî bi vî dirûvî tê. Ji ber ku êvar e û meriv nikane di êvareka wisa teng de xwe ji vî gundî bigihîne gundekî din, hingê li ber digere, dixwaze vî kalemêrê rîhsipî û bi serûçavê nûranî, wekî mêvanekî Xwedê vexwîne mala xwe. Xoceyê Xizir vî merivî naşkîne û li mala wî dibe mêvan. Roja din serê sibehê zû derdikeve. Dema ku xatir ji malxwê dixwaze, dibêje ‘Hûn tenganiyê nebînin, kîlera we tijî, pez û dewarên we jî bi ber bin.’ Û çawa ku ji derî derdikeve, winda dibe. Vir de wir de lêdigerin, lê nabînin. Paşê fêm dikin ku ew meriv Xoceyê Xizir bûye. Xeber li derûdorê zû belav dibe. Ji gundên wan doran merivek dibêje, ‘Min kesekî di vî dirûvî de li ser kaniya di navbera gundê Arpedresî û Mermerê de dîtiye.’ Navê vî kaniyî pişt re bûye ‘Kanîxizir’. Ji wê rojê û vir de axa gundê Xizirelyasê bi hebûn, pez û dewarên wan bi ber, xelkê vî gundî jî têr in. Gelek ji xelkê gundên wê derûdorê heta van salên dawiyê jî toxim (tov; bezre) ji vî gundî disendin û bona ku pez û dewarên wan bi ber bin, karik û berxikên xwe rojekê di nav erdên Xizirelyasê de diçêrandin.

Xoceyê Xizir rê û rê diçe, axir digihê şikefta Birqleynê. Ev şikeft, beşek ji şikeftên Zilqarneyn in. Ji vê şikeftê aveka boş derdikeve. Li hundirê vê şikeftê ava heyatê heye. Ev av ji bihuştê derdikeve û dîsa diherike diçe bihuştê. Ev ava hanê serçaviyeka Çemê Dicleyê ye. Ji ber vê yekê jî Çemî Dîcleyê çemekî pîroz e. Îcar, Xoceyê Xizir ji serçaviya Çemê Dicleyê ava heyatê vedixwe û digihê mertebeya nemirîyê.” (11)

ber2.jpg

Li Diyarbekir, heta van salan jî, kesên ku xebera wan ji vê baweriyê hebû, bo Xwedê erzûhal dinivîsîn û êvara eydiya qurbanan piştî nimêja mexrîbê ji ser Pira Dehderî diavêtin ava Çemê Dicleyê. Xelkê bawer dikir ku erzûhalên wan dê biçin bigihên ber destê Xwedê (12).

Li gorî efsaneyeka din jî, ku Şewket Beysanoğlu di roja 7 hezîran 1962 de ji devê Ehmed Aytek, yê ji gundê Xana Kelê (Çeper) ku xwendin û nivîsandina wî tune bûye û di 72 salîya xwe de bûye, hatiye berhevkirin:

“Dema ku Xoceyê Xizir tê şikefta Birqleynê, ew û Îskenderê Zilqarneyn hev dibînin. Bi hev re diçin dawiya şikeftê û di tarîtiyê de winda dibin. Dawiya vê şikeftê digihê Çiyayê Qaf. Serçaviya ava heyatê jî li hundirê vê şikeftê ye. Xoceyê Xizir lê rast hatiye û jê vexwariye. Bi vî awayî gihîştiye mirazê xwe. Yanî, xwe gihandiye pileya nemirîyê û paşê jî çûye ber Hz. Mûsa.” (13)

Dîsa, di versîyoneka din de tê gotin ku “Xizir Aleyhîsselam hatiye şikeftên Birqleynê. Di van şikeftan de ji yekî avek derdikeve ku ev av ji bihuştê tê û dîsa diherike diçe bihuştê. Di nav vê avê de ava heyatê heye. Xizir Aleyhîsselam ji vê avê vexwariye û gihîjtiye mertebeya nemirîyê. Herwisa, Îskenderê Zilqarneyn û Hz. Mûsayî di van şikeftên ku dawiya wan digihîje Çiyayê Qaf de hevûdin dîtine.” (14)     

Kûrahîya vê şikeftê bi qasî 1 km heye. Ev şikeftên Zilqarneynî bi qasî 10-12 km li bakurê şikefta Eshabê Kehf in. Li van şikeftan kîtabe û sitellên hukumdarên asûriyan Tiglatpleser-I (Beriya Mîladê, 1116-1090) û Salmanasor-III (Beriya Mîladê, 859-825) hene. Hesen Hîşyar Serdî dibêje, “… Bi qasî 100 km li bakurê rojhelata bajarê Diyarbekirê li serçaviya Çemê Dicleyê şikeftên Birqleynê hene. (…) Li devê wê şikefta ku serçaviya ava Dîcleyê ye derîyekî mezin heye. Ger meriv biçe hundir dê bibîne, gelek kuçeyên ku bi întîzam hatine çêkirin hene. Di van kuçeyan de ode hatine rêzkirin û li rûyê dîwaran wêneyê dîkan û cûre bi cûre heywanên din hatine neqişandin. Dîsa li vî çiyayî, di bin erdê de şikeftine din jî hene ku bi rastî mîna bajarekî ne. Ji bo ku meriv tê de winda nebe dema ku biçe hundir divê li dû xwe kayê birêje.(15) Bi qasî 9-10 km li başûrê van şikeftan xerabe û bermayîyên Kela Zilqarneyn hîn jî hene. Ev keleh, di kêleka gundê Xana Kelê de ye. Li cihekî ku raserê deştên dora xwe ye, di navîna wê neqeba rêzeçîyayên ku di îstîqameta rojhelat-rojava dirêj dibin de hatiye avakirin. Bermayîyên dîwar û derîyê vê kelehê hîn jî hene. Îskenderê Makedonî dema ku di vir re derbas bûye li vê kelehê bi mêvandarî hinek maye.

33

Di efsaneyeka din de jî tê gotin ku “Îskenderê Zilqarneyn dema ku diçe seferekê di nav serê wî de du quloç derketine û janeka mezin dane wî. Îskender di xewna xwe de dibîne ku, ger biçe Licê û di ava şikefta Birqleynê de xwe bişo dê ev her du qiloç winda bibin. Îskenderê Zilqarneyn tavilî riya xwe difetilîne, berê xwe dide Licê. Piştî ku Licê dagîr dike, diçe xwe di ava Birqleynê de dişo û pê re quloçekî wî winda dibe.” (16)

Efsaneyek jî min bi xwe ji devê gelek kesên ji xelkê Licê û ji devê mezinên xwe jî bihîstibû. Ev efsane bi kurtî wisa ye: “Deqyanûs, gelek ji xwarinê hez dike. Ji hekîmê xwe re dibêje, ‘gelo ez çawa bikim ku bikanîbim hîn zêdetir xwarinê bixwim?’ Hekîm dibêje, ‘dema ku te têr xwar, îcar verişe, hingê tu dê zûtir birçî bibî û zêdetir tişt bixwî’. Deqyanûs, radibe dibêje ‘Ez Xwedê me. Bila xelk ji min re perestîyê bike!’ Wê demê alimekî mezin hebûye. Meskenê wî Şikefta Birqleynê bûye. Ev kes sofîyekî rîhsipî, xwediyê serûçavê nûranî û merivekî extiyar bûye. Xelk rabûye çûye ber wî alimî, gotiye ‘Hal û hewalê Deqyanûs ev e!’ Ev alimê mezin ji xelkê re dibêje, ‘herin jê re bibêjin, heke ew bi rastî jî Xwedê ye, bila bi ser Deşta Fîsê de baranê bibarîne.’ Deşta Fîsê tev genim ajotî bûye. Piştî ku xelk hatiye ji Deqyanûs re viya gotiye, ew jî rabûye ji dîyarê Zarga Fîsê heta bi girên pişta gundê Fîsê bi sedan werîs girêdane. Bi hezaran meşk tijî av kirine, bi van werîsan ve girê dane û xistine hewayê. Pişt re, Deqyanûsî ferman daye leşkerên xwe ku ji jêr de bi tîr û kevanê wan meşkên li hewa qul bikin.’ Piştî viya Deqyanûs radibe dibêje, ‘We dît, min çawa bi ser Deşta Fîsê de baran da barandinê!”

Ayeta 15. ya Sûreya Kehf vê bûyerê îşaret dike: “Ev miletê me ji derveyî Wî, xwedayên din ji xwe re girtine. Bila ji îlahbûna wan re delîlek jî peyda bikirana! Yên ku li hemberî Xwedê derewan dikin, ma ji wan zalimtir kî heye?”   

Her sê qiseyên sereke ku di sûreya Kehf de derbas dibin, ango Eshabê Kehf, Mûsa û Xizir û Zilqarneyn bi tevî hemî hêmanên xwe û bi tevî delîlên xwe yên maddî li vê herêmê mewcûd in. Herwisa, ev leqema “Zilqarneyn” jî ne ya Îskenderê Makedonî ye. “Zilqarneyn” leqema hukumdarê persan e ku bi navê Xuroşî Kebîr (Beriya Mîladê, 559-519) tê nasîn. Wî ji ber ku dewleta medan û dewleta persan gihandibû hev û împaratorîyeka mezin damezrandibû, lewre heykelên wî bi awayê ku du quloç li ser serê wî bin, hatine çêkirin. Mewlana Ebulqasim Azad ku wextekê wezîrê kulturî yê Hindistanê bûye, derbareyê vê yekê de baştirîn lêkolînê kiriye ku, Zilqarneyn ne leqema Îskenderê Makedonî ye, ev leqem ya Xuroşî Kebîr yê hukumdarê persan e. Ev lêkolîn ji layê Seîd Nefîsî bi navê “Zilqarneyn yan Xuroşî Kebîr” bo zimanê farisî hatiye wergerandin (17).

477Efsaneya Eshabê Kehf bi awayê ku li herêmê hatiye tesbîtkirin, ji yên din guhertîyên girîng derdixe ber çavan. Şewket Beysanoğlu ev efsane jî, ji devê Selim Selçukî di sala 1967an de berhev kiriye. Selîm Selçuk, xwedîyê qehwexane û lokantaya ku li Deşta Fîsê li ser rêya Licê-Diyarbekirê bû û wê demê di 68 salîya xwe de bûye. Muxtarê wê demê yê gundê Fîsê Behrî Ten û muxtarê wê demê yê gundê Dêrqamê Bekir Borkî jî ev versîyona vê efsaneyê bi heman şeklî piştrast kirine. Ev efsane bi vî awayî ye:

“Deqyanûs, kurê Qaqenûs e. Qaqenûs, merivekî xwedî gewdeyekî mezin, serîyekî mezin, canê wî bi pirç (mû), esmer û yekî gelek cengawer bûye. Qaqenûs, di xizmeta hukumdarên medan yan jî persan de bûye. Memûrê parastina gorrên hukumdaran bûye. Ji wî re “Qaqenûsê Zirkî” dihat gotin. (Zirkî, navê eşîreka kurdan e, kurmancên derdûdora Licê ji vê eşîrê ne.) Qaqenûs, li gundekî nêzî Fîsê (yan jî Teblîsê) hatiye dinê. Li pey mirina Qaqenûs, kurê wî Deqyanûsê ku ji bavê xwe fêrî wira bûye, ji wan gorrên hukumdaran yekî vedike. Çiqas zêr, zîv û her wekî din tiştê buha ku di wan gorran de veşartî bûne, derdixe tîne welatê xwe. Li nêzî gundê xwe li raserî Deşta Fîsê, li ser wî çiyayê ku jê re Zarga Fîsê tê gotin bajarekî ava dike. Li dora bajarê xwe dîwar (beden) lê dike û bajarê xwe dike wekî keleheka qewî. Deqyanûs, piştî ku bajarê xwe wisa ava dike, îcar tevî merivên ji eşîra xwe dest bi şêlandinan dike. Gundên ku tabiê wî nabin wan gundan jî talan dike. Di demeka kurt de li tevahiya herêmê dibe xwedî hukim. Nav û dengê wî li hawirdorê belav dibe. Ew û eşîra wî û merivên ku wî li dora xwe berhev kirine, tev pûtperest in. Deqyanûs merivekî gelek cengawer û zalim e. Radibe xwe hukumdar û berpirsê pûtên ku ew ji wan re perestîyê dikin îlan dike. Yên ku ji van pûtan re perestiyê nakin, bi awayekî zalimane wan dikuje. Gundê Firdeysê (bi tirkî: Ziyaret) bihuşta wî, gundê Cinezûrê (bi tirkî: Çağdaş) jî cehennema wî bûne. Rojek ji rojan pêdihese, hindek ji mîrzadeyên ku di bin emrê wî de ne, ji nav wan ew heft birayên ku navê wan Yemlîxa, Mekselîna, Mîsîlîna, Mernûs, Sazenûş, Debernûş û Keşeftetayûş in, di elenîya wî û pûtên wî de dixebitin. Ew bawer dikin ku Xwedê yek e û propagandayê dikin ku pêwîst e meriv ji wî Xwedayê tenê re perestîyê bike. Deqyanûs ferman dide ku ew kes di cih de bêne girtin û bînin huzûra wî. Ev her heft bira bi vê fermana Deqyanûs dihesin û ji bajêr direvin. Diçin wê şikefta li Çiyayê Reqîm, ku li layê bakur de ji bajêr bi qasî 11 km dûr e. Ew xwe di wê şikeftê de vedişêrin. Leşkerên Deqyanûs bi pey wan dikevin. Şikefta ku wan (Eshabê Kehf) xwe tê de veşartiye dibînin û dor lê digrin. Beşek ji leşkeran dikevin hundirê şikeftê, li wan digerin. Ev heft bira û kûçikê wan yê bi navê “Qitmîr” xwe di kuneka li hundirê şikeftê de vedişêrin. Ji Xwedayê xwe re lavayan dikin ku wan biparêze. Wê demê xewa wan tê û radizên. Bi fermana Xwedê yên ku li wan digerin, wan nabînin. Wê demê Deqyanûs, ji bo ku di hundirê şikeftê de ji birçîna bimrin, li ber devê şikeftê dîwar dide lêkirin. Di nav re gelek sal derbas dibin, rojekê şivanek ji bo ku şikeftê ji pezê xwe re bike axur, di wî dîwarê li ber devê şikeftê de derîyek vedike. Yên li hundir razayî ne, ew wan nabîne. Rojekê, ji xewê hîşyar dibin û ji nav wan birayê mezin Yemlîxa bona ku here ji bajêr xwarinê bîne, radibe diçe bajêr. Dema ku wekî heqê nên pareyê dema Deqyanûs dide, nanpêj wî pareyî nastîne. Meger di navê de 309 sal derbas bûne, dewran guheriye, Deqyanûs miriye, pûtperestî ji navê hatiye hilanîn. Yemlîxayî derdixin huzûra hukumdarê wê demê. Û ew jî tiştê ku di serê wan re derbas bûye behs dike. Dema ku vedigere şikeftê, tev bi hev re careka din dikevin xewê.” (18)

36

Di zargotina xelkê herêmê de navê Qaqenûs û navê Deqyanûs gelek belavbûyî ye. Bi taybet di nav îdyoman de navê Qaqenûs û Deqyanûs derbas dibe. Ji vana çend mînak wisa ne:

Qaqenosîye kerdiş: bê ke fikrê merdimî bîyo persayene, xo ver o qisey kerdiş; aqil dayîş, uqelatîye kerdiş; xo ra zêdeyîr qalî kerdiş” (19)

zemanê Deqyanosî ra mendiş: 1.merdimo zaf zanaye serwext, bitecrube bîyayîş, zaf kokim, pîl bîyayîş 2.zaf kan, rewên, verên bîyayîş, çîyo ke êdî tedavul ra wedarîyayo, bîyayîş” (20)

Herwisa, di nav xelkê herêmê de navê “Yemlîxa” (Yemlîxan) jî gelek belavbûyî ye. Hîn jî li derdora Licê, hema bibêjin ku li her gundekî navê çend camêran Yemlîxa ye. Dîsa, navê “Deqyan”, “Deqman”, “Deqo” û “Deq” jî li herêma Licê gelek navdar in. Hema bibêjin li her gundekî çend kesên bi vî navî hebûn. Wekî mînak, li gundê Dêrcimta (bi tirkî: Yeşilburç) Licê malbatek heye ku ji wan re dibêjin “Mala Deqan”. Herwisa, li gundê Tûtê (bi tirkî: Yaprak) malbatek heye ku jê re dibêjin “Mala Dewrê Deqo”. Û peyva “qaq” yan jî “qaqot” di zimanê kurdî de (kirmanckî, kurmancî) navê serî yan jî navê hestîyê serî ye. Ji kevirên gilover re jî “qaq” tê gotin. Herwisa, ev peyv jî di nav zargotina xelkê herêmê de wek tabîrekî tê bikaranîn. Wekî mînak, xelk dibêje “Qaqa reş bi serê me de hat!” Yanî, hişê me birin, me ji hiş de kirin, yan jî, bela anîn bi serê me de. Dibêjin, Qaqenûsê bavê Deqyanûs nobedarê gorrên hukimdaran bûye, ango nobedarê qaqotên serîyan bûye. Dibe ku peywendîyek di navbera peyva “Qaqenûs” û karê wî de hebe. Dîsa di nav xelkê herêmê de mamikeka navdar heye ku navê “Qaqenûs” û “Deqyanûs” tê de derbas dibin. Ev mamik ji demeka gelek kevn de hatiye gotin. Mamik wisa ye: “Qaqenûs / Deqyanûs / Helbê Hûs / Mamê Mûs.” 

Xulasa wekî encam, niha em dişên bi awayekî musbet van delîlan derxin pêş ku şikefta Eshabê Kehf ya rastîn li Licê ye:

1.Dirûv û rewşa şikeftê dişibihe wê ravekirina di Sûreya Kehf ya Qurana Kerîm de;

2.Li ber şikeftê hebûna xirabeyên dêrekê û herwisa navê gundê ku li wira ye, teqabulî vî navî dike: Dêrqam;

3.Hebûna dîwarekî dêrîn yê li ber devê şikeftê;

4.Çawa ku ji layê gelek mufesîran hatiye pesendkirin, “Deqyanûs” hem navê hukimdarê di bûyerê de ye hem jî navê wî bajarî ye ku bûyerê tê de rû daye;

5.Navê gundê “Fîs” ku di heman demê de navê wê deşta (Deşta Fîsê) ku li jêrî bajarê Deqyanûs e, ji peyva “Efsûs” xera bûye;

6.Navê wî çiyayê ku şikefta Eshabê Kehf li wir e, Çiyayê Reqîm (21) yan jî Çiyayê Eshabê Kehf e;

7.Heta bi van demên nêzîk di gelek nexşeyên (xerîte) fermî de û li gelek berhemên nivîskî, herwisa, ji berê de û niha jî, ew pozê çîyê, yê li raserî şikefta Eshabê Kehf wekî “Girê Reqîm” hatiye binavkirin;

8.Dema rûdana bûyerê li dewra hukimraniya Împaratoriya Romayê Rojhelatê ye; (22)

9.Li vê herêmê derbareyê Eshabê Kehf de bi awayekî komplîke hebûna gelek efsaneyan;

10.Her sê bûyerên ku bûne babeta Sûreya Kehf, delîlên wan yên musbet bi awayekî maddî li vê herêmê têne dîtin;

a) Hemî teferuat û bineşeyên bûyera Eshabê Kehf bi awayekî komplîke ligel çîroka xwe di herêmê de zindî ne;

b) Hemî teferuat û bineşeyên Qiseya Hz. Mûsa û Xizir Aleyhîsselam bi awayekî komplîke ligel çîroka xwe di herêmê de zindî ne;

c) Hemî teferuat û bineşeyên Qiseya Zilqarneyn bi awayekî komplîke ligel çîroka xwe di herêmê de zindî ne;

11.Di zargotina (foklora devkî) xelkê herêmê de nav û taybetmendîyên karakterîstîk yên lehengên bûyera Eshabê Kehf bi awayekî zindî peyda dibin.

 

Ayeta 22. ya sûreya Kehf dibêje “… Gelek kêm kes bi wan dizanin. Ji vê sedemê, derbarê wan de ji bilî van pêzanînên ku beyan bûne, mekeve nav munaqeşeyekê û derbarê wan de ji çi kesî tiştek mepirse!” Bêguman, niha em jî bi kesî re nakevin nav munaqeşeyên neheq lê herwekî ku me di paragrafa pêşî ya vê gotarê de jî got, bi van pêzanînên ku beyan bûne em dişên bibêjin, cihê ku herî zêde nêzî rastîyê ye, ev şikefta ku li jora gundê Dêrqama Licê ye.   

39

40

41

42

_______________________

(1) Di vê behsê de bona agahîyên berfirehtir binêrin li:

- Yazır, Muhammed Hamdi, Hak Dini Kuran Dili, İstanbul-1936, c. 4, r. 3217 û dewama wê

- İslam Ansiklopedisi, c. 4 r. 371-372

- Gölpınarlı, Abdülkadir, Kuran-ı Kerim ve Meâli, c. 1, Stenbol 1955, r. 78

- Kum, Naci, Eshab-ı Kehf’ın Tarihçesi, Tarsus-1951

- Yê ku van çavkaniyan neql dike: Beysanoğlu, Şevket, Diyarbakırım, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaası, Ankara 1982, r. 25 û dewama wê.

- http://tr.wikipedia.org/wiki/Ashab-%C4%B1_Kehf

- Rojnameya Radikal, 28 tebax 2005 ( http://www.radikal.com.tr/haber.php?haberno=162628 )

- Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 141-180

(2) Helimoğlu Yavuz, Muhsine, Diyarbakır Efsaneleri, Doruk Yayınları, Ankara 1993, 2. Baskı, r. 417, yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 174

(3) Sümer, Prof. Dr. Faruk, Eshab-ül Kehf (Yedi Uyurlar), Türk Dünyası Araştırmaları Vakfı yayınları, İstanbul 1989, r. 27-29, yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 172-173

(4) Di nûçeyekê de tê behskirin ku li Nexçîvanê di sala 1998an de şikefta Eshabê Kehf hatiye dîtin. Berpirsiyaran hewl daye xwe ku nêrdewaneka hesinî çêkin da xelk bi hêsanî here hundirê şikeftê. Herwisa, berpirsiyar di nav hewldanê de ne ku vî cihî bidin naskirin da ji tûrîzmê re vebe. Bona agahîyên zêdetir binihêrin li: http://eshabikehf.blogcu.com/1404286/

(5) Serdî, Hesen Hişyar, Görüş ve Anılarım 1907-1985, Çeviren: Hasan Cuni, Med Yayınları, İstanbul 1994, r. 21

 

(6) Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 163-164

(7) Serdî, Hesen Hişyar, Görüş ve Anılarım 1907-1985, Çeviren: Hasan Cuni, Med Yayınları, İstanbul 1994, r. 62, (Hesen Hişyar dibêje: “… piştî Serhildana Şêx Seîd mufetişê umûmî yê Diyarbekirê Hasan [Abidîn] Özmen çakuç da destê Hesoyê Perîşanê yê Licêyî û ew nivîsên ku li ser kevirên vê şikeftê hatibûn kolan dan texrîbkirin, wisa kir ku neyêne xwendin.”)

Derbareyê kirinên mufetişê giştî Abidîn Özmenî yên li Kurdistana Bakur bona agahîyên berfireh binihêrin li: Malmîsanîj, Diyarbakırlı Cemilpaşazadeler ve Kürt Milliyetçiliği, Weşanxaneya Avesta, Stenbol 2004

(8) Rojnameya Radikal, 28 tebax 2005 http://www.radikal.com.tr/haber.php?haberno=162628

(9) http://en.wikipedia.org/w/index.php?title=Seven_Sleepers&oldid=72406457

(10) Serdî, Hesen Hişyar, Görüş ve Anılarım 1907-1985, Çeviren: Hasan Cuni, Med Yayınları, İstanbul 1994, r. 21

(11) Beysanoğlu, Şevket, Diyarbakırım, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaası, Ankara 1982, r. 27-28

(12) Beysanoğlu, Şevket, Diyarbakırım, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaası, Ankara 1982, r. 29

- Ocak, Esma, Berdel, Tekin Yayınevi, İstanbul 1982, Çîroka Kırklar Dağının Düzü

(13) Beysanoğlu, Şevket, Diyarbakırım, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaası, Ankara 1982, r. 29

(14) Helimoğlu Yavuz, Muhsine, Diyarbakır Efsaneleri, Doruk Yayınları, Ankara 1993, 2. Baskı, r. 42-43 (Ji Yurt Ansiklopedisi, Cild: 4, xala Diyarbekirê hatiye neqlkirin), yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 190

(15) Serdî, Hesen Hişyar, Görüş ve Anılarım 1907-1985, Çeviren: Hasan Cuni, Med Yayınları, İstanbul 1994, r. 62

(16) Helimoğlu Yavuz, Muhsine, Diyarbakır Efsaneleri, Doruk Yayınları, Ankara 1993, 2. Baskı, r. 42-43, Ev efsane ji devê Adil Tekinê ku fotografkêşekî navdar yê Diyarbekirê ye û bi eslê xwe ji navçeya Pasûrê ye hatiye berhevkirin, yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 191

(17) Gölpınarlı, Abdülkadir, Kuran-ı Kerim ve Meâli, c. 1, Stenbol 1955, r. 80-81, yê ku neql dike: Beysanoğlu, Şevket, Diyarbakırım, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaası, Ankara 1982, r. 28

(18) Beysanoğlu, Şevket, Diyarbakırım, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaası, Ankara 1982, r. 29-30

(19) Lezgîn, Roşan, Ferhengê Îdyomanê Kurdkî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005, r. 146

(20) Lezgîn, Roşan, Ferhengê Îdyomanê Kurdkî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005, r. 206

(21) Sümer, Prof. Dr. Faruk, Eshab-ül Kehf (Yedi Uyurlar), Türk Dünyası Araştırmaları Vakfı yayınları, İstanbul 1989, r. 71-72, yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 163-164, (Di vê çavkanîyê de wisa tê gotin: “Gelekê mufesîran gotiye ‘Peyva ‘Kehf’ di wateya ‘şikeftê’ de ye. (…) Peyva ‘Reqîm’ jî navê çîyayekî yan jî yê gelîyekî ye. Ew şikeft jî li vî çîyayî yan jî li vî gelîyî ye. Li gorî hinek mufesîran jî ‘Reqîm’ navê gundê hevalên şikeftê (eshabê kehf) e.’ …”)

(22) Bi awayekî giştî ji layê hemî lêkolîner û mufesîran hatiye pesendkirin ku ev bûyer li dema hukimraniya Împaratoriya Romayê rû daye. Li gorî çavkanîyên mesîhîyan, ev bûyer li dema Decius (Dekyus; Deqyanûs) ku Piştî Mîladê di navbera salên 201 û 254 de hukimraniyê kiriye de rû daye. Herêma Licê Piştî Mîladê heta sala 226 di navbera romayîyan û persan de, piştî sala 226 îcar di navbera romayîyan û sasanîyan de bûye qada şer. Ji awayê mîmarîyê bi awayekî qetî hatiye îsbatkirin ku bajarê Deqyanûs yê antîk wê demê di bin hukimraniya romayîyan de bûye. Bona vê yekê meriv dikane li berhema “Tarihi Eserler” jî binêre. Herwisa, tevayî mufesîran pesend dikin ku ev bûyer li welatê “Er-Rûm” rû daye. Ji ber ku wê demê ev herêm di destê romayîyan de bûye, ji vira re “Er-Rûm” hatiye gotin.

Na xebere 1860 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.